Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Zengila fransî

Ev çil sal in ku Fransayê xwepêşandanên weha me-zin nedîtibûn. Kesayetiya Nicolas Sarkozy, quretiya wî û hewla wî ya perçiqandina "dijberan" bû sedem ku li dijî wî eniyeke bihêz û berfireh were ser hev. Lê belê, hêrsa pind û girseyên mirovan ji rewş û hewesên şexsekî newelidîne helbet. Ew bersiv in ji bo tercîha medeniyeta nesax, ji bo behaneya qeyrana aborî ku bi destê komeke hikumetên ewropî ve tê birêvebirin û di paleta wan a siyasî de rengên rastgirên bêtirs û bêxem û çepgirên serşor û meslehetxwaz hene. Li Îtalyayê, birêveberiya Silvio Berlusconi, li gorî ya sosyalîstên weke George Papandreou li Yûnanistanê yan jî ya José Luis Zapatero li Îspanyayê, ne xerabtir e û ne jî serkevtîtir e. Ew jî xizmetguzariyên giştî û ewleyiya civakî dixin xeterê. Hemû, ji bo razîkirina ajansên notdanê, wisa tevdigerin ku mirov dibêje qey hewl didin ku buhayê talana ku banqeyan bi serê welatan de aniye ji berîka karkeran derxin. Digel vê yekê, banqeyên ku berpirsên vê şêlûbêlê ne xwe digêzirînin, lewre qet ne xem û berpirsiyariya wan e ku xwe wek "dilêr" û sadiq bi nîşanî nifşên dahatû bidin.

Ne ku ev "kolan" e dişiliqe, ev xelkê Fransayê ye ku derdikeve ser dikê. Tu meşrûbûneke birêveberan nikare xwe bide ber dijayetiya vî gelî. Parlamento di nav kêşmekêşa kampanyayeke serokdewletiyê de hat hilbijartin ku wê heyamê Sarkozy niyeta xwe ya reforma teqawîtiyê vedişart, lê belê piştî ku cîhê xwe qahîm kir, ev reform vê carê weke "mohra" dewra wî ya serokdewletiyê hat pêşkêşkirin. Çar meh berî ku bê hilbijartin, Sarkozy radigihand ku "divê mafê teqawîtbûna di 60 saliyê de berdewam be". Salek bi şûn ve, serokkomarê nû, di bareya dirêjkirineke muhtemel a vî mafî de, weha cext li ser dikir: "Ez wê yekê nakim […]. Ez bi vê îddiayê derneketime ber gelê Fransayê. Lewma, maf û selahiyeta min nîne ku ez reformeke wisa bikim. Û ev yek ji bo min girîng e." Fransî herweha li dijî otorîteya tehrîqker a desthilatdariyê daketine kolanan, lewre bi peymaneke destûrî ya ewropî tên birêvebirin ku wan bi xwe di referandûmê de bi rêjeyên mezin red kiribû û hingê hilbijartiyên ji partiyên rastgir (bi piştgiriya çend sosyalîstan) bi rêya dengdana li parlamentoyê ev biryar dabû sepandin.

Ciwan têgihiştine ka çi dê bê serê wan. Her ku kapîtalîzm qeyranên aborî lêk rêz dike, hişmendiya xwe jî hişktir dike. Ji bo ku kapîtalîzm li ser pêyan bimîne, divê civak bêtir biderize: weke nirxandinên [xebatkaran] daîmî, reqabeta di navbera xebatkaran de, westa li ser kar. Reşxêza dawiya raporta Attali pêşniyaz dike ku êdî heta sala 2013’an maf weke xwe bimînin, pareke mesrefên nexweşiyên demdirêj (kansêr, dîabet) li nexweşan bê spartin, rêjeya BNZ [Baca Nirxê Zêdeyî] bê bilindkirin; û, gava ev hemû sazkarî têne encamdan, "mertala bacê" eynî weke xwe bimîne, qet dest nedin wê. Kevneşêwirmendê taybet yê François Mitterrand yê ku digot "deh salên şert û bendên hişk ên sazkariyên aborî hene li ber me", soz da ku ew sazkariyên hişk ên di warê aboriyê de dê bi rêjeya pêdivî çavkaniyan dabîn bike.

Meha bihurî, 7’ê çiriya pêşîn, di xwepêşandaneke xwendekarên lîseyê de, xwendekarek wateya tevgera xwe weha şirove dikir: "Serê pêşiyê em perwerde dibin: ev yek li dibistanê pêk tê. Paşê em dixebitin: ya zehmet ev e. Û paşê, teqawitî heye: yanî qerebû. Heke qerebûyê ji dest me bistînin, çi dimîne ji me re?" Lîberalên li meydanê tinazan bi van ciwanan dikin ku di vî umrê xwe de li teqawitiya xwe difikirin. Nikarin bibînin ku fikir û saweke weha di heman demê de tawanbariyek e li polîtîkayên wan ên ku ev sî sal in biryardar û desthelatdar in û bi ser vê dahatûya bêhêvî de vedibin. Kortej û grev rê û rêbazên herî bikêrhatî ne ji bo berevajîkirina qedereke bi vî rengî.

Çavkanî: 

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn