Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Yewnanistan wê ji alozîya îro çawa rizgar bibe?

Bi hesabkirina hêza demê û giranîyê ya xwe berdana bi destê felekê ve, krîzên dirêj hêdî hêdî tiştên ne qebûlbar jî asayî nîşan didin. Ji ber vê yekê mirov bi her tiştê ku sermayedar bi hukûmeta didin kirin, razî dibin (edîtorîyala Serge Halimi ya di rûpela pêşî de), fêrî kêmbûna meaşan û qutkirina ji butçeya gelemperî dibin. Ev, li gor rêveberan, ji bo pêşîlêgirtina tiştên xirab-tir e. Lê belê gelo dema ku xeyaleta qutbûneke din li aborîya cîhanê rû dide, ew hê jî makîneyê kontrol dikin? Li bin zexta bazarên diravan û şaxên wan ên siyasî, şirketên ewropî dest pê kirin, ji hev ketin, weke li Yewnanistanê.Tevî gotinên pesindanê yên ji bo "sererastkirina zêdegavîyên pergalê" û rizgarkirina kapîta-lîzma (baş) ji ya (xirab) a fînansê), her kesek wisa bawer dike ku qonaxek bi dawî tê.

Tu nizanî ka wê çi li benda te be, gava tu sibê ji xewê rabî" Li Atîna, Selanîk an jî li devereke din, kesek bi tenê jî tine ku carekê, hevoka li jor bi lêv nekiribe. Li Yewnanistanê, xemxurîya ji bo siberojê eynî weke girtîgeheke ku herkesekî di hundir de dixe nav xumama hebûna takekesî û herkesî, ya ku bi hilweşîneke kes nizane wê kengê rû bide, tê hîs kirin. Li gel vê yekê jî, ev welatê xwedî dîrokeke aloz, ne cara pêşî ye ku rastî rewşeke wisa tê. Yewnan hertim xwe weke gelekî xwedî zîrekîyeke taybet, xwuyekî pir zexim dibînin, bi taybetî jî di rojên teng û dijwar de. Gerînendeyeke şirketeke piçûk vê gazinê dike: "Em hertim rastî vedor û serdemên dijwar hatine; me hertim kariye ji nav wan dijwarîyan xwe rizgar bikin. Lê belê niha, hêvîya me ji me standin." Dema ku bernameyên kemberşidandinê tên pêk anîn, di ber re jî qanûn, pêşnîyar-qanûn, giştîname an jî biryarên siyasî adetên civakî, aborî û îdarî yên welêt dikin mijara guftûgoyê. Her tişt her roj diguhere.

"Gava tu bangî polîsan dikî, ew vê bersivê didin: 'li çareya serê xwe binêre!'"

Tiştê ku hê doh realîteyek bû îro êdî ne ew e; sibê, mirov nizane wê çi bibe. Welatî dibin mexdûrên burokrasîyeke roj bi roj tevlîhevtir, kafkayî ya ku xwe dispêre rêzikên netêgihîştbar û hertim guhêrbar. Karmendeke jin jî ji hevpîşeyên xwe yên li şaredarîyeke Cycladesê re rewşê wiha îzah dike: "Mirov dixwazin li gor qanûnan tev bigerin. Lê belê yê me, em nizanin ji wan re çi bibêjin, em der barê detayên tedbîran de, ne xwedî agahîyan in!" Zilamek neçar ma 200 ewro bide û sêzde belge û nasname pêşkêş bike ji bo ku karibe ehliyeta xwe ya ajovanîyê nû bike. Hin karmendên dezgehên gelemperî ketine nav berxwedana pasîf. Mihendisekî xanenişîn ê bazirganîya deryayî, pir hêrsbûyî, li dijî hukûmetê wiha diaxive: "Meaşên wan qut dikin, ji ber vê yekê ew êdî naxebitin. Gava ji ber tiştekî ku tê serê te tu gazî polîs dikî, ew wiha bersivê dide te: "Ev pirsgirêka te ye, tu bi xwe li çara serê xwe binêre!"". Rewş dijwar û aloz dibe. Niha tê ragihandin ku di şideta navmalbatî, dizî û kuştinan de zêdebûneke berbiçav heye. (1)

Ji alîyekî ve, meaş dadikevin –ji sedî 35 heta 40ê di nav sektoran de– li alîyê din, berdewam bacên nû tên afirandin, hin caran li gel encama xwe dispêre rewşa berê ya destpêka sala sîvîl, ku hin ji wan ji çavkanîyan tên qut kirin, hinên din na. Ango daketineke berbiçav a vehatinan a ku pir caran ji sedî 50yê derbas dibe. Di nav bacên ji havîna 2011ê û vir ve afirandî de baca piştgirîyê (ji sedî 1ê heta ji sedî 4 a vehatinên salane), baceke petrolê û gaza xwezayî yên ku divê li bacên xerckirinên enerjîyê bên zêde kirin, kêmkirina sînorê pêşî yê mîqdara hêjayî standina baca li ser vehatina ku salê ji 5 hezar ewroyan derbasî 2 hezar ewroyan dibe, baceke erdûzevîyan ya ji 0.5 ewro heta 20 ewro serê metrekareyekê bi fatûraya elektrîkê tê ragihandin û berdêla wê dikare di du an jî sê caran de bê dayîn, heke na xelk bi qutbûna elektrîkê an jî cezayên din ên qanûnî tên tehdîd kirin.

Destpêka mijdara 2011ê, ne xanenişînan, ne jî karmend û karkeran (çi yên gelemperî çi jî yên sazîyên taybet) nizanibûn ka di dawîya mehê de wê çiqasî meaş bistînin. Xebitîna bê pere mijara gotinê ye. Li şirket û dezgehên gelemperî ên ketine nav pêvajoya "başbûnê", bernameyeke tund û dijwar a kêmkirina xebatkaran tê pêk anîn. Ji niha heta 2015ê, sed û bîst hezar kedkarên temenê wan raserî 53yê divê bikevin rewşa "bendewar"an. Bendewarên xanenişînîyê karmendên 33 salên xwe yên xebatê dagirtine, ne ku yekser ji kar tên derxistin: Ev kesên di rewşa bendewarîyê de, êdî li malên xwe dimînin û tenê ji sedî 60ê meaşên xwe yên bingehîn werdigirin. Hejmareke têra xwe mezin a karmendên malnişînkirî piştî demeke nêz, wê bi tenê meaşekî têra qûtekî nemir bike, wergirin. Vê yekê yek ji kesên koma karkerên rêyên hesinî yên bêrê ku temenê wan 50 û di ser 50 salî re ne, ji me re tîne ziman. Ev kesên ku niha di çarçoveya prosedureke cihguhestina "bi dilê xwe" (2) de bi nobetdarîya muzeyê hatine wezîfedar kirin û berê her meh meaşekî di navbera 1 800 û 2 000 ewroyan de distandin, ku bi hatineke wisa li Yewnanistanê mirov dikare di nav xweşîyê de bijî; ji îro şûn ve meaşê wan wê dakeve navbera 1 100 û 1 300 ewroyan û ji bo "bendewaran" jî wê meaşê herî bilind ê mehane 600 ewro be. Tevî vê yekê, her yek ji wan dibe ku ji vî meaşê kêm jî bêpar bimîne, eger bikeve nav hewldana xwe rizgarkirina ji vê rewşê û li karekî din ê fermî bigere: Ev yek bi awayekî fermî li wan hatiye qedexekirin –rayedar li hemberî vê lêgerîna kar a qedexekirî bêdudilî cezayan li wan dibirin.

Niştecîyekî ji Selanîkê dilê xwe wiha vedike û dibêje: "Kêmkirina meaşan rewşeke kambax diafirîne. Ez êdî nikarim pereyên fatûrayên xwe jî bidim, ez her diçe kêmtir tiştan dikirim, maxaza tên girtin, betalî zêde dibe…" Di gulana 2011ê de, rêjeya betalîya fermî –muhtemelen pir kêmtirî rêjeya reel– ji sedî 16.6  (û di nav ciwanan de ji sedî 40 ) bû, ango ji ya sala 2008ê deh xal zêdetir. Rewşa tofanê ya ji ber buhrana aborî, civakî û siyasî bi xwe re ji bo tenduristîya civakê encamên tirsnak tîne. Butçeyên nexweşxaneyan û yên navendên din ên ji bo tenduristîya civakê ji sedî 40 hatin qut kirin. Lê belê pêşwazîkirinên li servîsên lezgîn û pê re jî, rêjeyên bikaranîna rêbazên derî-bijîjkîyê zêde dibin. Gelek kes didin zanîn ku derman êdî an jî piştî demeke nêz, wê nema bên belav kirin.. Rojnamevanek bi hêrs wiha dibêje: "Bavê min, bi nexweşîya parkînsonê ketiye; her meh divê ew bi 500 ewroyan dermanan bistîne. Dermanfiroş pê da zanîn ku ew ê piştî demeke din êdî nikaribin dermanan bidinê, ji ber ku sîgorta, xwe ji navberê vedikişîne."

Ji bo teserifa perê pansîyonê, dapîr û bapîran ji starmalan derdixin û dibin malên wan

Nexweşîyên laşî (nexasim jî yên dil) û gîyanî bi rêjeyeke tirsnak zêde dibin. Vekolîn û lêpirsînên li ser nexweşîyên vegir ên berî demeke nêz, nîşan didin ku dijwarîyeke sînornenas a jîyana rojane, ji ber deyndarî û betalîyê, dibe sedemê "nexweşîyên gîyantengîyên mezin, xirabûna tenduristî û tengezarîya giştî" yên ku dikarin bibin îzahek ji bo zêdebûna wisa mezin a hejmara xwekuştinan. (3) Li gor hejmarên ne fermî yên ji alîyê parlementeran ve hatin ziman, rêjeya bûyerên xwekuştinê nisbet bi sala 2009ê di 2010ê de ji sedî 25 zêde bû û li gor wezareta tenduristîyê di yekemîn nîvsala 2011ê de ev rêje hilkişiyaye ji sedî 40ê, gava bi heman vedora sala berê re tê muqeyese kirin. Ev daneyên ji alîyê kovara The Lancet (4) ve hatin weşandin, balê dikşînin ser hilkişîneke hêjayî serêşandinê ya fuhûşê û herwiha zêdebûna nexweşîyên vegir bi rêya vîrusa (immuno-déficience humaine) HIVê û nexweşîyên din ên bi rêya têkilîyên cinsî mirov ji hevûdin digirin. (5) Hejmara kesên bêmal û bêstar ti caran ewçend bilind nebûbû û profîla kesên ji ber vê yekê şerpeze dibin, her diçe diguhere: "Berê bêhtir kesên alkolîk, toksîman û nexweşên hişî bûn; niha, kesên bêmal û bêstar êdî zêdetir ji kes û malbatên ji sinifa navîn, ciwan û kesên hinek xizan pêk tên." (6)

Ji qewlê xebatarekî civakî ve, mirov çawa dikare ji nav krîzeke wisa dijwar û hetta "dirinde" xwe rizgar bike? Civaka ku di nav halê xwe yê bi êşûazar de hatî hiştin, îro êdî bêpar e ji çavkanîyên têrker ên ku ji bo pêkanîna rola piştgirîya malbatî ku bi awayekî keveneşopî di rewşên wisa dijwar de dibû paldankeke parastina dewleta sîvîl. Pir kes dixwazin welatê xwe li cih bihêlin û yên dikarin jî diçin. Ji bo kesên din ên mayî jî rêyên cihêreng sînorkirî ne. Ew carna berê xwe didin hêla sêra ku destekê dide wan bi organîzekirina xwarinên girseyî û alîkarîyên pêwîst li xwecihan belav dike... Li Selanîkê, Chancelierê Métropola ortodoks, keşe Stephanos Tolios, her roj bi dehan kesên hêvîşikestî tên jê daxwaza kar dikin, pêşwazî dike. Ma ew dikare çareyeke çawa bibîne li hemberî ewçend dûvên dirêj ên dosyayên xwe jê re tînin û roj bi roj hejmara wan zêde dibe? Li gelek bajaran (Volos, Patras, Heraklion, Athènes, Corfou, Salonique), şênîyan bi afirandina pergalên xwecihî yên pevguhertina pêwistîyên xwe, ji xwe re aborîyeke derveyî pergala heyî ya aborî, pêk aniye. Lê belê ev hewldan jî nikarin xwe bigihînin asteke alternatîf. Rewş wisa dijwar e ku malbat êdî dapîr û bapîran ji nav dezgehên berê hatibûn bi cihkirin, dertînin dibin cem xwe û 300-400 ewro berdêla pansîyonên wan ên xanenişînîyê werdigirin ji bo ku karibin xwe pê xwedî bikin.

"Hovîtîya zanistî" ya hişkîya ji alîyê bijarteyên netewegir ve tên ferz kirin

Ti welat wê nikaribûya li hemberî şokeke wisa li ber xwe bida. Yewnanistan ji yên din kêmtir: Ew ne amade bû ji bo xwe bide ber encamên civakî û tenduristî yên dijwarîya aborî ya ku bijarteyên wêdetirî neteweyî û navneteweyî li ser ferz dikin. (7) Wê ne wext, ne jî derfet dîtin ji bo pêşvebirina pergaleke parastina civakî ya maqûl û derfetên heyî jî heba dibin. Di ser de jî, pergala mişterîgir, ku rûyê din ê dewleta ji mêj ve kapasîteyên wê qels in, veguherand kunêrekê, ev birîna ku wê berê başkirina wê mimkun bûya. Ji zanîngeha Arîstote a Selanîkê û herwiha berpirsyarê dezgeheke destwerdana dermanî, ronakbîr Sotiris Laïnas, vê çavdêrîyê parve dike: "Niha êdî her tişt hildiweşe".

Alîkarê serokwezîrê berê –yê Georges Papandreou– bi hewldana teserûfkirina bi armanca bicihanîna daxwazên Troïka (Yekîtîya Ewropî, Fona Diravî ya Navneteweyî û Bankaya Navendî ya Ewropî), 210 xetên butçeyî yên wezareta tenduristîyê ji holê rakirin. Bi vê yekê, wî gelek dezgeh (mezin û piçûk) û bernameyên kolanê jî mehkûm dikirin. Bêyî li berçav girtina kalîteya wan a muhtemel, wî ew yek dikir û ew ji ber vê yekê xebata ekîbên bi rastî jî bi feyde û gelek caran jî zarûrî (di nava Federasyona Panhellenîk a Nexweşîya Alzheimer, bo nimûne) dixe nav xeterê. Desttêwerdana hêzên derve yên ku zêdetirî sî sal in, projeya jihevxistina dewleta civakî bi rê ve dibin, bi vî awayî ji alîyê aktorên ji mêj ve ye bûne beşeke girîng a pergala mişterîgir, bêtesîr û riziyayî ve di asta neteweyî de jî dikeve meriyetê.

Weke ku vê jî têrê nedikir, pêla mezin a êrişên li dijî sinca purîten a ku yewnan, ji ber wê yekê eynî mîna lîderên xwe, wê xwe sûcdar dîtibin, berpirsîyarîya buhranê dixe stûyê gel. Rêbaz dîsa ya berê ye: Bes e ku hin komên civakî bên reş kirin û mohr kirin û di nav raya giştî de teşhîr bikin. Bêyî cudahîyên piçûçik jî, karmend, bijîjk û bazirganên tên guman kirin ku ji bacê hinek direvînin, di rêza pêşî ya hedefê de ne. Halbû ku civak ne ku ne haydar e ji çavkanîya pirsgirêkê –berî her tiştî ji "pergalê û rayedaran"– tevî ku zêde nizane wê çi bike.

Rizîn û mişterîgirî xwedî rehên kûr ên dîrokî ne. Yewnanistan ti caran nebûye xwedî dewleteke nûjen a ku bi burokrasiyeke heta cihekî xweser çerxa wê tê zîvirandin a guh nade berjewendîyên taybet û welatîyên serdest. Welatê li kevîya pergala navneteweyî ya ku ji dîroka serxwebûna wê 1830ê ve dezgehên wî ji derve hatine wergirtin û ji alîyê hêzên bîyanî ve bicihbûna wan hatine ferz kirin, (8) serxwebûna wî jî hertim girêdayî têkilîyên hêzên navneteweyî ve maye û di nav aborîya sermayedar de ketiye rewşeke girêdayî. Serxwebûna wî bûye mîrasgira vê modela siyasî ya sûnî, hê ji destpêkê ve, dibe kerasekî nixumandina civakeke kevneşop û perçebûyî, sazkirî li derdora feraset û adetên xwecihî, malbata berfireh, gund û nirxên herêmî. Doh jî îro jî, pergala wî otorîter û pir navendkirî, hişk û reqkirî ye beramberî veqetîna hêzên deshilatê li hemberî daxwazên xweserîya xwecihî an jî demokrasîya têkûz û biserûber. (9) Mişterîgirî û rizîn tê de zevîyeke bi xêr û ber dibînin ji bo ku hertim karibin xwe mayînde bikin. Ew bi kêrî berjewendîyên bijarteyan tên û serdestîya wan zexim dikin. Welatî jî xwe radigirin li vê rewşa ku êdî wan jî xwe fêrî wê kiriye.

Yewnanîyên li hemberî xwe û welatê xwe rexnegir, herçendî bi vê yekê serbilind jî xwe dibînin, ti caran nebûn mîna kesên saf û kawik. Lê belê ew ji derfetan bêpar in. Ji qewlê Cornelius Castoriadis, şênîyeke ku heta îro "bi qasî pêwîst nekariye civateke siyasî saz bike", (10) gelo dikare modeleke çawa ya civakê xeyal bike? Dîsa weke ku bi zimanekî pêkenokî Lainas dibêje, gelo ew ê bixwaze "vegera berî krîzê, serdema ku mirov di nav derewan de dijîyan", ya ku ew ê nikaribe xwe lê ragire: Şok zêde dijwar e û – ev e ya herî bi tesîr – bi bangên hercar yên ji bo nîzam û pergalê, tê vegotin. Vekolînên alîgir ên dema sazkirina hukûmeta nû ya di bin serokatîya Lucas Papademos de, rêveberê berê yê Bankaya Yewnanistanê yê ku serê mijdarê li şûna Papandreû weke serokwezîr hat tayîn kirin, li cem beşeke civakê dibin sedemê peydebûna hestê ku wê baştir be ku şûna sinifeke klasîk a teknokrat a nefretkirî teknokrat li ser deshilatê bin. Ev yek bi ti awayî nayê wateya pejirandina bernameyên kemerşidandinê, lê belê bêhtir tê wateya daxwaza livûtevgereke ji bo guherîneke kokdar. "Dîktatorekî bîyanî" ("podestà forestiero"), (11) ev vegotina Mario Monti ya têkildarî daxwazên Bankaya Navendî ya Ewrûpî, berî ku ew bi xwe li Îtalyayê bibe serokê konseyê, ji bo hin kesan tê wateya temînateke hukûmeteke durist û jêhatî ya ku ji bo berjewendîyên welêt tevbigere.

Gelo ew ê bi rastî jî wisa tevbigere? Gelek sedem hene ji bo mirov ji vê yekê bikeve gumanê. Piştî ku bawer kirin ku wan xwe ji rêveberan rizgar kirine, dibe ku yewnan êdî nema bizanin ka ew ê li dijî kê serî hildin. Laînas vê tesbîtê dike: "Dijmin tine. Hukûmet tiştekî ne li ber çavan e, ev bi xwe ye hêza wan. "FESF". (12) Dibe ku dijmin tiştekî neberbiçav be, lê belê bedbextî tiştekî xuya û reel e. Ew jîyana te ji te didizin. Ew min ji paşerojê bêpar dihêlin."

Çavkanî: 

Noëlle Burgi:
Lêgerînerê Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî, CNRS, li Navenda Ewropî ya Civaknasîyê û Zanista Siyasî ya Sorbonneê (CESSP)

  1. "Bûyerên şideta navmalbatê sê qat zêde bûn", I Simerini, Chypre, 16 adar 2011; "Zêdebûna xirabtevgera li himberî zarokan û tehdîda xizanîyê li ser zarokan", www.tvxs.gr, 15 nîsan 2011
  2. Di rêya arizîkirinê de, şirketa rêyên hesinî di çarçoveya planeke kêmkirina kedkaran de ev prosedur pêk anî
  3. Lêkolîna hê neweşandî ya Enstîtuya Zanîngehî ya Tendu- ristîya Gîyanî, a ku di 2011an de ji meha sibatê heta nîsanê hate meşandin. Binêrin li Eleftherotypia, Atîna, 5 cotmeh 2011
  4. Alexander Kentikelenis et ali., "Health effects of financial crisis: omens of a Greek tragedy", The Lancet, Londres, 22 cotmeh 2011, cild. 378, hej. 9801, r. 1457-1458, li ser navnîşana www.lancet.com
  5. Cf. "Risk of HIV outbreaks among drug injectors in the EU", European Monitoring Centre for Drugs and Drug Addiction, Lîsbon, 14 mijdar 2011, www.emcdda.europa.eu
  6. Lêkolîna rêxistina der-hukûmetî (ONG) Klimaka, Athènes. Binêrin li nivîsa "Greek crisis creates thousands of middle-class homeless", www.monstersandcritics.com 9 cotmeh 2011
  7. Vegotina Karl Polanyi, La grande transformation, Gallimard, Paris, 1983
  8. Pişti şerê serxwebûnê (1821-1830), lihevhatina Londonê ya di 1832yê de qralîyetekê li Yewnanistanê ferz dike. Ji alîyê hêzên mezin ên ewropî ve weke qralê pêşî Otto de Wittelsbach, mîrê Bavière, tê hilbijartin. (Fransa, Rûsya, Gewre-Brîtanya). Ew dimînin weke hêza berdewam a desttêwerdanê
  9. Binêrin li Nicols P. Mouzelis, Modern Greece. Facets of Underdevelopment, Macmillan, London, 1978
  10. Cornelius Castoriadis, "Em ji dîroka xwe berpirsîyar in", di "tevgera yewnan a ji bo demokrasîya rasterast", Collectif Lieux Communs, n° 18, îlon 2011
  11. Mario Monti, "Il podestà forestiero", Corriere della Sera, Milan, 7 tebax 2011
  12. Ji bo "Fonên Ewropî ya Aramîya Diravî".

Wergera ji fransî: Baran Nebar