Ya nemumkin diqewime
Berpirsîyarên siyasî hez dikin behsa "tevlihevîya" tiştan bikin da ku rave bikin ku daxwaza veguherandina wan, dînane ye. Lê belê di hin şert û mercan de her tişt dîsa gelekî hêsan dibe. Çawa ku, weke mînak, piştî 11ê îlonê, kevneserokê DYAyê George W. Bush li ser herkesî ferz kir ku di navbera "me û terorîstan" de tercîha xwe bike. Li Tûnisê ev tercîh di navbera dîktatorekî dost û "rejîmeke mîna ya Talîbanan li bakurê Afrîkayê (1)" de bû. Alternatîvên bi vî rengî protagonîstan xurt dikin: dîktator dide zanîn ku ew tenya keleha li dijî îslamperestan e; îslamperest jî xwe weke tenya dijmina dîktatorîyê didin nîşan.
Lê belê heke tevgereke civakî yan jî demokratîk bike ku aktorên koreografiyeke heta hetayê kilîtkirî derkevin holê, hingê nîzama baleyê xira dibe. Ji ber rewşa xwe ya zehmet, desthilatdarî di xwepêşandan û protestoyên gel de guhên xwe li şûn û şopên herî kêm ên "kirinên dij dewletê" bel dikin. Heke hebin, ew wan bi kar tîne û sûdê ji wan digre; heke nebin jî, ew wan çêdike.
Erefa reva Zeynelabidîn Bin Elî ji welêt, ango 13ê çileyê, rewş bi vî rengî bû. Li hemberî sefîrê Tûnisê yê UNESCOyê Mezrî Heddad, muxalifê dîktatorîyê yê laîk Necîb Çebbî "modeleke pêşketinê ya ku mûçeyên kêm weke yekane feydeya liberhevgir a hevrikîya navneteweyî bi kar tîne (2)" gunehbar kir. Wî êrîş bire ser "danîşana provakatîv a dewlemendîyên neexlaqî yên li bajarên mezin", îşaret pê kir ku "tevahîya xelkê welêt vê rejîmê ne ji xwe dibîne". Heddad aramîya xwe ji dest da: "di demeke nêzîk de ew ê bên hundirê qesra te ya li Marsayê, da ku talanê te rakin, ji ber ku mentiqê tevahîya civakên ji cendermeyan natirsin, ev e. [...] Bin Elî Tûnis sala 1987ê ji qefleyên bêkêr û beredayîyan ên fanatîk û tundrew rizgar kir [...] Çi dibe bila bibe, divê ew desthilatdar bimîne, ji ber ku qefleyên bêkêr û beredayîyan ên tundrew û nûbolşevîkên ku hevgirên wan ên stratejîk in, gefan li welêt dixwin."
Dîsa jî çend saetan piştre, Heddadî xwest ku "rizgarkerê Tûnisê" welêt biterikîne. Çebbî jî 16ê çileyê bû wezîrê pêşxistina herêmî yê welatê xwe... Gelên ereb her roj şoreşan nakin, lê ku dikin bi lez dikin. Di navbera xweşewitandina Muhemmed Bûezîzî, defterên gilî û gazinên mezûnên lîseyê yên bêkar, bidestxistina qesra Kartacayê ya malbata Trabelsî, azadkirina girtîyên zindankirî û doza jêbirina îmtiyazan a gundîyên hatin Tûnisê de, ya rastî, mehek derbas bû.
Beyî ku bi rengekî misoger îşaret bi Şoreşa Fransayê bike, dewra dîrokî ku Tûnisê şahidî lê kir, bi me nas xuya dike. Tevgereke jixweber belav dibe, tevahîya tebeqeyên civakî yên gelekî cihêreng kom dike; desthilatdarîya mutleq diheje. Divê bi lez biryar were dayîn û tercîh were kirin: yan mirov wê dev ji lîstikê berde û tiştên bi dest xistî bide hev, yan jî ji bo ku karê xwe du caran ji berê zêdetir bike, lîstikê bidomîne. Di vê kêlîyê de beşeke civakê (bûrjûwaziya lîberal) çalak dibe, da ku çem bi ser cihoka xwe ve bibe; yeke din (gundî, karmendên siberoja wan nemisoger, karkerên bêkar, xwendekarên ku statuya wan hatî kêmkirin) dikeve şert ku şapeya protestoyan wê pêşî otokrasîyeke pîr dibe û klaneke yekdestdar bide ber xwe û bibe. Wekî din, ev tebeqeyên gel, nexasim ciwan pê nahesin ku jiyana xwe xistine tehlûkeyê da ku yên din ku bi qasî wan wêrek nînin, lê baştir hatine danasîn, ji rewşê sûdê wergrin û heman pergala civakî biparêzin, lê belê ji pirzikên polîsiyê û mafyawarîyê paqijkirî.
Li gor vê îpoteza dawîyê, dê şerê li dijî dîktatorîya ferdîkirî ya malbata Bin Elî fireh bibûya û veguheriya ser şerê li dijî serdestiya aborî ya olîgarşîyekê ku ne dilê şirketên tûrîzmê, ne yê bazarên malî û ne yê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) jî xweş dike. Heke ne ji bo tûrîstan, herêmên bazirganîya serbest û tevgerên sermayê be, ew bi xwe hez ji azadîyê nakin. Ji 19ê çile û vir ve ajansa notdayînê Moody's nota Tûnisê bi behaneya "ji ber guhertineke mirov ne li bendê ya rejîmê, welat bê îstîqrar e" kêm kir.
Şahî û kêfxweşî bi heman rengî li Cezayîr, Trîpolî, Beijîng û serokwezaretîyên rojavayî jî nebû. Dema ku girseyên piranîya wan misilman dirûşmên azadî û wekhevîyê digotin, Fransayê bi awayê xwe "nîqaşa" li ser hevgirtina di navbera demokrasî û îslamê de rohnî kir: wê "zanîn û tecrûbeya hêzên [xwe] yên ewlekarîyê" pêşniyazî rejîma Bin Elî kir ku textê desthilatdarîya wê diheje. Çi misilman, çi laîk yan jî xirîstiyan, olîgarşîyên desthilatdar dema ku xelkê wan serî hildide, pişta hev digrin. Li dijî tundrewên dînî, kevneserokê Tûnisê xwe weke stûna laîkiyê û mafên jinan îlan kir; ew serokê partîyeke endama Enternasyonala Sosyalîst bû: wî xwe spart .... Erebistana Suûdîyê.
Ka lê bifikirin ku li Tehranê yan jî Karakasê bi sedan cenazeyên xwepêşandêran ên bi gulleyên polîsan hatine qulqulî kirin, derdikevin holê... Berî bêhtirî sîh salan, di gotareke diyarker de, Jeane Kirkpatrick, mamosteya zanîngehê ya amerîkî ya ku hingê demokrat bû, libergirtineke bi vî rengî pûç kiribû (3). Li gor wê, rejîmên "otorîter" yên ku hevalbendên Rojava ne, timî çêtir in (û ew difikirî ku hêsanîtir tên reforme kirin) ji rejîmên "totalîter" ku mumkin e şûna yên "otorîter" bigrin.
Ev analîza wê çirîya paşî ya sala 1979ê hat weşandin. Vê analîzê namzetê serokatîyê Ronald Reagan ewqasî heyranî xwe hişt ku çawa hat hilbijartin, Reagan, nivîskara gotarê weke sefîra DYAyê li Neteweyên Yekbûyî dest nîşan kir. Kirkpatrickê li du stratejîyên dijberî hev yên ku Waşîngtonê di nav heman salê de bi kar anîn, kola: şoreşa îranî û şoreşa sandînîst a li Nîkaraguayê. Ew sedeman weha derdixe pêş, di her yekê ji van rewşan de ji bo destekkirina demokrasîyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di bin serokatiya Jimmy Carter de, "bi awayekî çalak hevkarî kir da ku otokratên tundrew ên ku li hemberî me kêm dostane ne bikevin şûna otokratên nerm yên li beramberî berjewendîyên amerîkî qenc bûn [Şahê Îranê û Augusto Somoza]."
Hemin, her du rejîmên dawî li desthilatdarîya wan hatî anîn, gilî û gazin ji wan dihatin kirin: "ew ji alîyê zilamên nehatî hilbijartin ve dihatin bi rê ve birin [...] ku ji bo girtin, zindanîkirin, mişextkirin û carinan jî wisa dibêjin [bi rastî jî di gotarê de wisa dinivîse] ji bo êşkencekirina li muxalifan, carna qanûna şer îlan dikin." Erê, lê belê Kirkpatrîck diwezinîne "ew bi rastî jî beramberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dostane bûn, wan zarokên xwe dişandin zanîngehên me, li Neteweyên Yekbûyî dengê xwe bi me re bi kar dianîn, ji bo wan zirar jî bûya bi rêk û pêk piştgirîya berjewendîyên amerîkî dikirin. Sefîrên her du hikûmetan mêvandarîya amerîkiyên xwedî hêz dikir. Şah û Somoza li cem me, li cihê ku gelek hevalên wan hebûn, mêvanên ezîz bûn."
Paşê birêvebirîya Carter a ku "girtîyê şêweyekî fikrê pêşketinê yê roja me ku ji serdema rohnayîbûnê ve tesewwûrên rojavayî trawmatîze kiriye" bû, destek da guhertineke rejîmê. Şaşîyeke bêyom: "Waşîngtonê pirrengîya siyaseta muxalefetê ji ya heyî meztir hesibandibû –bi taybetî jî hêza ‘derdorên nerm’ û ‘demokratan’– hêz û hişkbûna radîkalên di nav tevgerê de jî ji ya heyî kêmtir hesibandibû û bandora Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser hikûmet û muxalefetê şaş hesibandibû." Encama vê li alîyekî teokrasîya Ayetullahan û li alîyê din, sandînîst bûn.
Em tê de fikra "dîktatorîya herî kêm xirab" dibînin, lewra hevalbendên Rojava û îhtîmala dibe ku rojekê xwe baş bike (bi şertê ku em demeke bê dawî bidinê ji bo bigihîje wir), tirsa ku mumkin e tundrew (berê ev tirs ji komunîstan bû) li pişta xwepêşandêrên demokrat bin, ev hemû nû nînin û ji berê de hene. Lê belê van hefteyên dawîyê, asoyê Jeane Kirkpatrick weha xuya dike ku ji Waşîngtonê bêhtir Parîsê aciz û nerehet dike. Lewma rola jêbirî ya îslamperestan ya di serhildana tûnisî de –ya ku kir bereyeke fireh a civakî û siyasî li dijî Bin Elî were damezrandin– tirsa Dewletên Yekbûyî kêm kir û ew aş kirin. WikiLeaksê hisên Wezareta Derve ya DYAyê di derbareya "rejîma mîna mafyayê" û "rejîma hişkbûyî, kevirgirtî" ya eşîra desthilatdar de aşkere kiribûn; Qesra Spî serê xwe bi wan naêşîne, lewra bi hebûna serhildaneke lîberal û bûrjûwa piştrast e.
Lê belê serhildana tûnisî li seranserê cîhana ereb deng vedide. Teqemenîyên qeyrana tûnisî li cihine din jî peyda dibin: mezinbûneke aborî ya newekhev, bêkarîyeke zêde, protestoyên ji alîyê polîsekî zêde mezin ve tên tepisandin, ciwanên xwenda û derfetên kar peyde nakin, bûrjûwazîyên kurtêlxur ên ku weke tûrîstan li welatê xwe dijîn. Van sedeman hemûyan wê di heman demê de serê tûnisîyan neêşanda, belê wan nîrê çarenûsê û qederê ji ser xwe rakir. Li ser hev, li nav ser û çavên wan hatibû xistin: "alternatîv nîne". Li me hatibû vegerandin ku "carinan, ya nemumkin diqewime" (4) ...
- Daxuyanîya Nicolas Sarkozy 28ê nîsana 2008ê li Tûnisê dayî
- "L’invité de Bourdin & Co" ["Mêvanê Bourdin & Co"], RMC [radyoyeke fransî ye], 13ê çileyê 2011ê
- Jeane Kirkpatrick, "Dictatorships & Double Standards" ("Dîktatorî û cotstandart"), Commentary [Şirove], New York, çiriya paşî ya 1979ê
- Bixwîne: Slavoj Zizek, "Pour sortir de la nasse" ["Ji bo rizgarbûna ji xefikê"], Le Monde diplomatique, çirîya paşî ya 2010ê
Wergera ji fransî: Lokman Guldivê


