Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Xatirxwestina dawî ji xweşbînîya holandî

Peyvbêjên êrişbaz yên weke Geert Wilders, bi axaftinên xwe yên tûj destek dan berbelavbûna rasteke radîkal a ku heta berî pazdeh salan jî li Holandayê hema hema qet tinebû.

Li parlemanterê rastgira radîkal Hans Janmaat 29ê kanûna 1997ê, du hefte cezayê girtîgehê û 3 400 euro cezayê pereyan hat birîn, ji ber ku nav di kîna nijadî da: 27ê çirîya pêşî ya 1994ê, di dawîya xwepêşandaneke li Zwollê, wî got, kengî ew bikaribe, ew ê di cih de dawîyê li civaka pirçandî bîne. Û dîsa jî, tu kesî gilîyê bernameya hilbijartinê ya ku îlham daye wî nekir – slogana vê bernameyê "Oost west thuis best" (bi her çivîkî hêlîna wî xweş e) û di nav wan tiştan de ku vê bernameyê pesnê wan dida, çêkirina wargehên kar ji bo mirovên serî li mafê penaberîyê didin û vegerandina koçberên bêkarmayî jî hebû... Ya darîçav ew bû, heke mirov li ber sozên kampanyayên hilbijartinan bigire, dadgerî li hemberî daxuyanîyên li raya giştî aşkere hestyartir bû.

12 salan paşê, ev cudatî ji holê rabû. Parlemanterê rastgira radîkal Geert Wilders di hevpeyvînekê de -14ê hezîrana 2009ê- da zanîn ku divê mirov "piştî ku pasaportên wan ji wan bistîne bi milyonan heta bi dehan milyon misilmanan ji Ewropayê bike der (1), "gunehkarên" ku bernameya wan avakirina şerîetê li Ewropayê dixwaze yan jî ew bi xwe dixwazin vê dozê bikin. Dadgerîyê xwe qet tev neda.

Welatê Erasmus û Spînoza çawa dikarî bi niqaşeke siyasî ya li dijî toleransê û rêbiwarîyê bibane, toleransa ku Holandayê demeke dirêj pê pesnê xwe dida? Doh, hejmara rastgira radîkal bê qîmet bû, tevî ku sîstema hilbijartinan a li gorî nûnerîya %100 ku bi kêrî partîyên marjînal tê jî: di hilbijartinên 1994ê de, partîyên cihê yên rasta radîkal % 2.4ê dengan bi dest xistin û sê parlemanter dan hilbijartin. Îroj, pêşnîyarên herî zêde hêrsker jî bûne asayî.

Di vê navberê de, 11ê îlonê qewimî. Hê sê hefteyan berîya vê, Pim Fortuyn, yê ku ji çepê veqetîyabû, nêremoyekî narîn û dijminekî Îslamê yê êrîşkar, kete nava sîyasetê û berê tîrên xwe jî da "tabûya" pirçandîtîyê. Dema mirovî hin pêşnîyarên wî didan ber yên lîderê Vlams Belangê Filip Dewinter, pêşnîyarên Dewinter nerm xuya dikirin. Di gulana 2002yê de, kuştina Fortuyn, paşê di çirîya paşî ya 2004ê de ya sînemevanê Theo van Gogh, karê mayî temam kir. Ji hingê ve, kîn di nîqaşên entelektuel de serdest e û radîkalbûneke giştî teşwîq dike. Parlemanterê lîberal Geert Wilders ji vê fenomenê xilas nebû, bi taybetî jî di bin bandora hempîşeya xwe de, sembola navdar Ayaan Hirsi Alî. Her du jî tamijîbûna provokasyonê par ve dikin û mirov nikare jêhatîbûna wan di vê mijarê de înkar bike.

Wilders 2ê îlona 2004ê ji partîya xwe veqetîya û tevgereke ku îroj weke Partîya ji bo Azadîyê (PVV) tê nasîn, damezirand. Vî kesê alî guhertî kursîyê xwe yê parlemanterîyê parast, di keleha dawî ya şaristanîya rojava ya li dijî dagirkerîya misilmanên hov de cîhê xwe girt: fikra wî ya sabit misilmanbûna Rojavayê ye. Ji ber vê jî, bê lam û cîm ew dostê Îsraîlê ye û destekê dide sîyaseta wê ya dij-filistînê.

Mijar temam bû: ew li dijî Îslamê pêşnîyar dike ku azadîyên misilmanan werin sînor kirin; her weha li dijî Îslamê ew bû qasidê homoseksuelan. Mafên mirovan ji bîr kirin, bijîn mafên ... mêrî.

Dijminê aşkerekirî yê çep, elît, çapemenî û Ewropayê, Wilders êrîşê dibe ser her kesê ku li dijî neteweya holandî "komployê digerîne". Bêyî ku tirsa wî ji nakokîyan hebe, ev kesê ji 1990ê ve alîkarê parlemanter ê koma lîberal, bi xwe jî ji sala 1998ê û vir ve parlemanter e, weke ku ne ji elîtan be xwe nîşan dide; heta xwe weke ku ne ji vê çîna sîyasî be ya ku ew weke "rizî" bi nav dike jî, nîşan dide. Jehra dijminatîya wî ya ku mezin dibe, her weha rave dike ku ew di parastina misêwaya parêzvanan de dijî û li navnîşanên nepenî dimîne. Di hilbijartinên giştî yên çirîya paşî ya sala 2006ê de, PVVyê %5.9ê dengan û 9 kursî bi dest xistin. Wilders bi xwe bi alîkarîya zilamê doza xwe, kevnerojnamevan Martin Bosma namzetan dineqîne. Lewra partîya wî tu tişt ji demokrasîyê fêm nedikir: xebitîna partîyê xwe disipêre "Führerprinzip" – prensîpa lîder. Ew ne bi tenê lîderê bê nîqaş ê partîyê ye: ew her weha yekane endam e jî. Tevî ku ew pir caran gilî û gazinan ji helwêsta partîyên din a hemberî partîya xwe dike, yên ku PVVyê li derveyî koalîsyonan dihêlin, rastî berevajî vê ye.

Piştî ku zilamên wî ketin parlemanê, şêwazê xebatê û atmosfer guherî. Parlemanterên wî henekên xwe bi ferheng û adetên parlemanterîyê dikin û heqaretên şexsî dixin nav nîqaşa sîyasî; heta heqaret vediguhere sîleha wan a li pêş. Li hemberî vê, kî biwêre bi awayê Wilders bersivê bide, ew bi "weke şeytan nîşandan" û amadekirina kuştina sîyasî ya bê, tê gunehbarkirin: ango bi kuştina Wilders bi xwe. Dema vê dike tu tiştekî nû nake: Pim Fortuynî dijminên xwe gunehbar dikirin ku bi liberhevgirtina li ber Jörg Haider yan jî Philip Dewinter û Jean-Marie Le Pen, wî "deq dikin". Wî digot "heke tiştek were serê min, hûn ê jê berpirsîyar bin."

Jêhatîbûna wî ya di warê retorîkê de alîkarîya wî kir, Wilders bû hostayê peyvên baş û sloganên ku cihê xwe digirin û di anketan de rêjeya dengên xwe her zêde dike. Û her weha di hilbijartinan de jî. Sîyasetnasên ku ji xisleta demdirêj a serkeftina wî ya di hilbijartinên ewropî yên 2009ê de -%17– guman dikirin, di hilbijartinên giştî yên 2010ê de dengê xwe û îdîayên xwe kêm kirin: PVVyê %15ê dengan stend û ji 150 parlemanterên meclisa Staten-Generaal 24 bi dest xistin.

Wildersê ku bi serkeftinê xurt bûyî, maskeyê wî ji ber rûyê wî ket: wî dev ji doza dewamkirina teqawîtbûna di 65 salîyê de berda, ev doz yek ji mijarên li pêş ên bernameya wî ya hilbijartinê bû. Ev guherîna fikirê ya ku armanca wê, nêzîkbûna "modela danîmarkî" bû, têra xwe bi kêr hat: PVVyê di demeke kurt de bi hikûmeta hindikahîyê ya lîberal û xiristîyanên demokrat re peymanek mohr kir.

Weke birayê xwe yê mezin ê li Kopenhagê, Partîya Gel (DF), ew li parlemanê piranîyê dide hikûmetê da ku hikûmet bikaribe piranîya pêşnîyarên xwe li parlemanê bide qebûlkirin. Di berdêla vê de, Wilders hişkbûneke girîng di sîyaseta koçberî, entegrasyon û ewlekarîyê de bi dest xist. Bêhtir ne hewce ye: parlemanterên wî li pêş rêza tedbîrên neolîberal ên mijara civakî, ji bo "parastina" tenduristîya gelemperîyê, bûn asteng.

Wilders bi zarê rastgira radîkal a bakurî (welatên Skandînavyayê) dike û bi awayekî berfireh kîna li dijî Îslam û misilmanan bi hev re dimeşîne û her weha ya li dijî çepgira di nav profîleke civakî ya ku wê dike hevgira armancên sendîkayan û ... çepgiran, mafên civakî diparêze jî. Ev kombînasyon bi awayekî têra xwe aşkere salên 20î û 30î yên sedsala bihurî tînin bîra mirov.

Kiryarên mirovên nêzî wî jî dike ku mirov wisa bifikire. Bi tenê di çirîya paşî ya bihurî de, ji 24 parlemanterên PVVyê herî kêm heft, pirsgirêkên wan ên girîng bi polîs yan jî bi dadgerîyê re çêbûn. Ji ber bûyerên mirov dikare nû bihesibîne, kesî ji wan jî bawer nekir ku baş e ku lîderê xwe agahdar bike: çavtirsandina cîranan, şiddet, destdirêjîya cinsî, sextekarîya belgeyan, bi serxweşî ajotina maşînê, deynên zêde... Ev ne agahîyên kite bi kite ne, nexasim di partîyeke ku pesnê xwe bi gewdekirina prensîpa "law and order" (qanûn û nîzam) dide – û ku bi giştî doza du qatan zêdekirina cezayan dike.

Yekane kesê vê elîta neteweyê neqandî Geert Wilders, di destpêkê de bi dilnizmî reaksîyon nîşanî vê kombûna "gotegotan" da. Lê belê, gelek bi lez, ew dîsa hate ser xwe û banga nêçîra pîresêhran (çalakîya tepisandinê) kir. Ev refleks bi xwe jî dike ku rastgira radîkal a berê were bîra mirovan. Bê guman, ya "nû" bi rastî ji ya rabirdûyê qut nebûye...

Çavkanî: 

Rinke van den Brink:
Nivîskarê gelek pirtûkên li ser rastgira radîkal a li Ewropayê û rojnamevanê kanala dewletê ya nûçeyan a holandî NOS.

  1. Hevpeyvîna bi kanala televizyonê ya danîmakî DR2’yê re

Wergera ji fransî:Luqman Guldivê