Xanîyên japonî diderizin
Nîqaşa li ser nukleerê
Piştî şoka tsunamiyê, dinya li gor rîtma dilê santrala nukleer a Fukuşîmayê û şeş reaktorên wê jiya. Nîqaşa li ser licihbûna nukleera sivîl û kontrola wê zindî bû. Lê belê weki mînaka fransî ya jihevxistina superphénixê jî nîşan dide, ji bo ku her tişt raweste, têrê nake mirov dezgehekê bigire.
Li Hindistanê li dijî bicihkirina reaktoreke ewropî ya bi ava di bin zextê de asta protestoyan bilind dibe (nivîsa li jêr bixwîne). Li Japonyayê hikûmet li gor agahiyên ku şirketa taybet Tepco dide, ku mirov dikare jêr e bibêje herî kêm derfehatî ye: geh li defa hewarê dixe, geh der barê vegirtina radyoaktîf de baweriyê dide mirovan.
Japonyaya kevneşop dîyardeyên xwezayî yên mîna xela, şewb, fûrîna çîyayên volkanîk, an jî baranên meteorê û her weha hatina bîyanîyan, weke encamên xemsarî û bêserûberîya çînên serdest dinirxandin. Li demeke ku nîzama civakî xwe dispart ser xwezaya ku ji xwe re dikir nimûne û çav lê dikir, her serûbinbûn weke hişyarîyekê dihat têgihîştin. Ev rewş her weha dihat wateya pêşnîşaneya felaketên dijwartir û ev felaket bi xwe jî peyamnêrên hilweşîna rejîma heyî. Pîrejineke tokyoyî, roja 20ê adarê, ji bo rojnameya New York Timesê eynî wisa bi cezakirineke îlahî rave dikir: Dema rêveber xirab û bêxêr bin, felaketên xwezayî jî rû didin". Li gel vê yekê jî di şiroveya wê de awirekî qedîm ya aqilmendîya di sîyasetê de veşartî, bala mirov dikşîne.
Hilweşîna berdewam a erdhej û tofana 11ê adarê karesata herî mezin e ku ji têkçûna 1945ê û vir ve bi serê Japonyayê de hatiye. Serokwezîrê Japonyayê Kan Naoto, binê vê tesbîtê bi taybetî wiha xêz dike: Trawmaya Japonya tê gerîya, pir dişibe ya şerê duyemîn ê cîhanê. Dîroka rabirdûya nêz a welêt helbet wekî din jî, bi gelek qonaxên kambax û kujer dagirtî ye: Erdhej û agirê di 1923yê de Tokyo şewitand û kavil kir, her weha bû sedemê mirina sed û çil hezar kesan; wekî din zelzeleya li Kobeyê ya di 1995ê de ku tê de şeş hezar kesan jîyana xwe ji dest da û bû sedemê zirareke madî yê bêhempa, hê jî ji bîra mirovan neçûne. Fîlozofên japonî jixwe pirbarebûna erdhejan êdî weke yek ji egerên esasî û dîyarker ên nermbûna nasnameya neteweyî ya japonî (1) dinirxînin.
Tsunamî: "Tolhildana îlahî"
Di xîtabeteke xwe de, walîyê Tokyoyê, Ishihara Shintaro erdhej û tsunamî weke "tolhildana îlahî" (tenbatsu) şirove kirin. Li gor wî, bi awayek ji awayan hêza îlahî li "ferdperestîya sînornenas", li "materyalîzm"ê û li "diravê ku herkesî bawerî pê dianî", ceza dibirî û pêwîst bû ev dirav ji nuha û şûn ve ji bo "maliştina" vî awayê jîyana bêserûber û rizîyayî bihata bi kar anîn û gelê japonî bianîya ser rêya qenc û rast. (2) Lîsteya argumanan hê di dema erdheja 1923yê de hatibû bi pêş xistin û ji alîyê împeretor Hîrohîto ve di 1946ê de ji nû ve hatibû rojevê; dema dihat xwestin ku ew ji ber sûcên şer were mehkeme kirin. (3) Împeretor şer weke "encama rizîna exlaqî ya gelê bi materyalîzm û berxwirîyê sermestbûyî" rave dikir. Bi heman awayî, rexneya walî Ishihara çîna sîyasî jî ji berpirsîyarîyên wê bêrî dike û wî pûrûpak nîşan dide, da ku sûc bixe ser stûyê gel. Daxuyanîyên tên dayîn qet jî nikarin ji bo vê felaketê bibin bersiv; ji bo aqûbeta bi hezaran felaketzedeyên ji alîyê exlaqî ve di rewşeke pir xirab de ne û li nav xirbeyan li nasên xwe digerin an jî li îşareteke têkildarî jîyana wan a jidestçûyî çavên xwe digerînin.
Wêdetirî bîlançoya mirovî ya hê jî zelalnebûyî û zêdewêrekîya wergirtina berpirsîyarîya çar sed hezar kesên ku êdî bêcihûwar in, santrala nukleer a Fukushima ye ku dibe sedema endîşeyên hê mezintir. Çizirîn û fûrînên radyoaktîf ber bi atmosferê ve, endîşe û gumanên pir erjeng û tirsnak bi mirovan re peyde dikin. Di dema xîtabeta xwe ya neteweyî de, serokê şirketa Tokyo Electric Power Company (Tepco), di heman demê de operatorê wargehê, li pêşîya kamerayan hêstirk ji çavan barandin. Bi îfadekirina hem poşmanîya xwe, hem jî dilovanîya xwe ya ji bo parvekirina êşên felaketzedeyan, wî bi awayekî ecêb da zanîn ku şirketa wî pir baş nizanibû tam çi dikir. Di 2007ê de jî navendeke nukleer a li bakur-rojavayê komegiravan û dîsa di bin rêveberîya Tepcoyê de piştî erhejeke bi mezinahîya 6.8 a pîvana Rîchterê zirar dîtibû. (li nivîsa di çarçoveyê de binêrin). Tevî ku xebatkarên ewlekarîyê li himberî hejeke wisa bi hêz berê nehatibûn agahdar kirin, bi tesaduf û şansekî mezin, encamên karesatê dîsa jî di asteke biçûk de mabûn. Hê di demeke nêzîktir de, dengên dijber li himber rêveberên şirketê yên ku ketibûn nav rîskeke mezin, bilind bûn. Ji bo ku reaktoran ji hilweşîneke gengaz biparêzin, wan pêvajoyeke sarkirinê bi derengî xistibû. (4)
Bawerîya japonîyan bi beyanên hikûmetê nayê
Tepco, yekane şirket e ku dikare li seranserî welêt qutbûnên dorveger ên elektrîkê eyar bike, her weha perdeya li ser nihênîya ku heta nuha têkilîyên navbera derdorên taybet ên bazirganîyê û dezgehên gelemperîyê bi rê ve dibir jî rake: Hevparîya bi hizûr. Gilîlêkirî ji demeke dirêj ve ji alîyê komeleyên ber-xwiran, di rewşa nukleerê de ew dibe xwedî serûberî û alîyekî taybet. Lewre di vê mijarê de, çi hewldanên ji bo kêmkirina xeteran, çi jî hewldanên ji bo ku qezayên berî demeke nêz neyên bihîstin, hemû delîlên înkareke di asta sûc de ne. Helbet nemana bawerîya bi dewlet, rêveberî û şirketan, ne tiştekî nû ye, lê belê ev bûyer wê karibin lezûbezê bidin vê pêvajoya bi geremol û aloz.
Biryarên têkildar ên ji alîyê hukûmet û Tepcoyê ve ji bo bicihkirina navendên nukleer li Bakur, hatine wergirtin, bersiv nedidan daxwaza geşkirina herêmekê ku ji ber sedemên dîrokî yên rehên wê digihîjin sedsala XIXê, ji texîrbûna karûbarên pêşxistina aborî gazin dikirin. Li devereke sabit bicihkirina şênîyan divîyabû her weha pêşî li ber belavbûna ber bi herêmên pêşketîtir ên Başûrê Girava bingehîn bigirta. Lê belê dema ku aborîya herêmî pêrgî erdhejê tê, encamên kambax ên tofanê tesîrê li tevahîya welêt dike û hejekê li aborîya cîhanê jî didin; hingê raya giştî -li dirêjahîya şerîdeke kevîya deryayî ya bi tsunamîyan bi navûdeng e, bi taybetî jî perava Sanriku- li ser rêûrêbaza bicihkirina rêze-santralên nukleer dest bi pirsan dike.
Tevî nebûna agahîyên ji herêmên zerarlêbûyî, her tişt nîşan dide ku ji ber nebûna reaksiyonê, ji hukûmeta xwe bi endîşe ne û ne qayîl in. Hêdîbûna têkildarîyê, alîkarîyê û awayê anîna pêdivîyan ji bo erdhejzedeyan, rojên piştî erdheja Kobeyê tînin bîra mirov. Hingê, heta ku rayedaran xedarîya felaketê fêm kir gelek roj derbas bûbûn û ancax bi qasî heftîyekê şûn de, karûbarên çûna hawarê dest pê kiribûn; bûyereke ku dibe pêşagahî ji bo bersiva derenghiştî û kêm a ku Waşîngtonê wê piştî deh salan bida. Bersiva li ser rewşa perîşan û kambax a ji ber bagera Katrina ya li başûrê Dewletên Yekbûyî derketibû holê.
Tirsa epîdemîyeke radyoaktîf xewa japonan vedirevîne
Ji alîyekî ve lezgînîya çûna hawara şênîyên bêcihûwarmayî xwe ferz dike, ji alîyê din ve jî tirsa berbelavbûna şewbeke (epîdemîyeke) radyoaktîf, xewa japonan vedirevîne. Lê belê xetera nukleer her weha tehdîdek e li ser tevahîya çîna sîyasî ya zêdetirî şêst salan e li cihê xwe ye, herçendî ev cara pêşî ye ku hikûmeteke Partîya Demokratîk, Japonyayê bi rê ve dibe. Tevî ku dewletê bênavber gel der barê rîskên girêdayî hilberîna enerjîya nukleer de hişyar kir, ew di heman demê de jî bû sedema zêdebûna xeterê. Ji salên 1950yê ve, japonî ketine bin nîrê nîzameke sîyasî ya fazîletên xebat û dîsîplînê mezin dike, bîrbirina fedakarîyê, xweeyarkirina li gor şertûmercan, îstîqrar, sedaqet û serîtewandinê dipesinîne. Berevajîyê vê rewşê, ev sîyaset bû sedema bi gewdebûna civakeke yekcar xemsar, beramberî bêxemî û sistîya demokrasîyeke du partîtî ya ku tê de guherînên herî mezin jî ti caran nagihîjin asta guherînên siyasî. Ev yek jî nikare rê li vê gewdeya civakî bigire ku li hemberî rêveberên xwe bibe xwedî helwesteke pir rexnegir –û carna jî serî hilde.
Dema ku hikûmet bi taybetî li herêmên dûrî deverên ewlekarîyê ya li derdora santrala Fukuşîma I, daxuyanîyên razîkirinê zêde dike, nerazîbûna derdikeve holê jî dibe îşareta bigewdebûna xembarîyeke kûr û kolektîf a li hemberî rîskên berbelavbûna şewba radyoaktîf. (5) Çi kesên derfetên wan hebûn, lêxistin û çûn, bi rêyên bejayî, an jî hewayî, bi trênê an jî bi otobusê, eynî çawa welatîyên çînî, fransî an jî brîtanî revîyan, wisa. Wêneyên dorên têra xwe dirêj ên li rawestgehên benzînê, yên trênên serdevde tijî, yên bi hezaran rêwîyên li ser rêyên gar û balafirgehan, ji hêstirkên çavên rêveberên Tepcoyê an jî ji dîmenê awarte yê împarator Akîhîtoyê li ser ekrana televîzyonê, der barê rewşa rasteqîn ya welêt de zêdetir tiştan tînin ziman.
Akîhîtoyê ku ji welatîyên xwe arambûnê û bi hevgirtina neteweyî, serbilindbûnê dixwaze, bivênevê axaftina bavê xwe împarator Hîrohîto ya 1945ê tîne bîra mirov. Hîrohîto di wê axaftina xwe ya radyoyê de xilasbûna şerê cîhanê îlan kiribû û ji japonan xwestibû ku "bikevin bin barekî nehilgirbar". Berevajîyê selefê xwe, împaratorê îro xwe weke cewhera îlahî bi nav nake: Ew temsîla neteweyê dike. Ev xuyabûna wî ya di televîzyonê de ji bo gazîya aramî, sebir û hêvîyê, dibe weke olaneke pêşnîyarên hikûmeta ku ji japonan bêhnfirehî û fedakarîyê dixwaze.
Desthilat dixwaze pêşî li hêrsa japonîyan bigire
Bi bikaranîna rûçikê xwe yê parêzvan, împarator di heman demê de cihê xwe yê girîng ê ku hê jî di nav civaka japonî de diparêze, dest nîşan dike. Ev yek hem ramana tolhildana îlahî ya ji alîyê Ishihara ve hat bi bîr xistin xurt dike, hem jî rengekî rewa dide nîyeta xwe ya ku dixwaze pê berpirsiyarîya felaketê ji rêvebiran bêhtir bixe stûyê gelê japonî.
Herçendî japonî dezgeha qiralîyetê wekî dezgeheke modeya wê bihurî dibînin jî, balkêş e, ew hê jî pir girêdayî şexsê împarator û alîgirên berdewamîya xanedanê ne. Ev nakokî dihêle ku hikûmeta sedsala XXIê ji bo pêşîlêgirtina alozîyên gengaz ên li dijî nîzama gelemperî, axaftina împarator bi kar bîne. Împaratorê ku ji gel dixwaze plan û bernameyên heyî qebûl bike, ya rastî dikeve nav nakokîyê li hemberî gîyan û nameya Destûrnameya ku gel weke serdest dest nîşan û misoger dike. Bi vê rêûrêbazê tê xwestin ku hestên dilsozîyê yên ku japonî ji bo civak û nirxên xwe hîs dikin, veguhere têgihîştineke siyasî. Bi formên siyasî yên rêvebirinê, navnîşankirina komekê bi prensîba baviksalarî tê xurt kirin û împarator jî dîsa dimîne weke bavê neteweya japonî.
Deshilat bi vî awayî daxwaza xwe ya pêşîlêgirtina hêrsê nîşan dide, rê li ber pêlên nerazîbûn û serhildanan digire û pergala redeke hişk û dijwar diparêze û di encamê de jî xwe ji barê giran ê berpirsîyarîyê rizgar dike. Li gel vê yekê jî, lawazîya berbiçav a rayedaran a têkildarî, wergirtina biryarên agahdarkirin, destekkirin û razîkirina gel, dikare bibe sedema destpêkirina guftugoyeke dijwar li ser şemaya pênasîya navbera serdestîya gel û otorîteya sîyasî ya ku di nav nîv sedsalê de bi sebr û aramîyeke mezin sitewîyaye.
Rêzeke dirêj a şaşîyan, lê her weha etaletîya li hemberî buhran û lîstikên dijwar ên cîhana hemdem der barê avakirina paşerojê de, ne nîşanên xêrê ne. Dema jihevdeketina dezgeha dewletê jî li ber çavan tê girtin, bivênevê mirov jixwe dipirse ka rêveberên japonî wê karibin xwe bigihînin asta serkeftineke hêjayî destkeftên ku berê hatibûn bi dest xistin: Di salên 1920ê de jinûvesazkirina Tokyoyê, an jî piştî şerê cîhanê afirandina neteweyeke nû?
Harry Harootunian*: Profesorê li zanîngeha Duke û li beşa Lêkolînên Asyaya Rojhilat a zanîngeha Kolombîya, nivîskarê berhema bi navê Têkoşîna di Navbera Dîrok û Bîranînê de: Hemdemîya Japonyayê Piştî-şer, Miszu, Tokyo, 2010.
- Jean-Marie Bouissou, "Qîyameta japonî a ji bo rojavahîyan ravekirî" bixwîne, li ser malpera Le Monde diplomatique, http://www.monde-diplomatique.fr/
- New York Times, 20 adar 2011
- Bi taybetî Tetsuya Takahashi bixwînin, "Le sanctuaire Yasukuni ou la mémoire sélective du Japon (Perestgeha Yasukuni an jî hişbîra neqîner a Japonyayê)", Le Monde diplomatique, adar 2007
- Ken Belson, Keith Bradsher and Matthew L. Wald, "Officials may have wasted time in reactor crisis, experts say (Pispor dibêjin, dibe ku rayedaran di dema krîza reaktorê de wext heba kiribe)", International Herald Tribune, Parîs, 21 adar 2011
- Wargeha ku pêşî bîst kîlometre, û piştî çend rojên din sî kîlometre li dûrahîyê hat saz kirin
Wergera ji firansî: Baran Nebar

