Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Wall Street di armancê de

Serpil Odabaşi: Diya min şemî, 50 x 70 cm, teknîka tevlihev li ser kaxizê

Tea Party (Partîya Çayê), ku di 2009ê de ava bû, bû sebeb ku Partîya Komarî nêrînên xwe yên muhafazekar tûjtir bikin. Gelo tevgera "Wallstreetê dagîr bikin", dê bikaribe Barack Obama ji sirîkatîya wî ya fînansî dûr bixe?

Krîza gerdûnî ya kapîtalîst di çend salên bihurî de li welatên cur bi cur ên xizan û dewlemend, rê li xwepêşandan, serhildan û hetta şoreşan vekir. Dirûvê ku vê tengezarîya siyasî girt ji alîyê hin faktoran ve hat teşe dayîn, ku xwezaya vebirî ya krîzê jî, ku di bingehê de rû da, di nav de ye. Wekî mînak, di destpêka îsal de li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) teserufên budçeyê û êrişên li ser mafê bazarîya komî yê karmendan li hin dewletan bû sedema xwepêşandanan, ku di serî de Wisconsin dihat, ku lê bi sed hezaran derketin kolanan û avahîya rêveberîya dewletê dagîr kir.

Tevgera civakî ya girîngtir û radîkaltir, Wall Streetê Dagîr Bike (OWS), niha bilind bû. Vê tevgerê meha çûyî bi dagîrkirina parkeke piçûk a li taxeke fînansê ya Manhattanê dest pê kir, lê belê talîyê li seranserî DYAyê li sedan bajar û navçeyan belav bû. Ji protestoyên li Wisconsinê cudatir, tevgera dagîrkirina Wall Streetê ne li dij pêşnîyarqanûn, budçe yan jî gefxwarineke dîyarkirî ya hikûmetê ye. Di şûna wê de, OWS li dij hêzên hevkar ên him di teşeya aborî û him jî di teşeya siyasî de, tawanbarîyeke bihêrs, berbelav û dijwar pêşnîyar dike. Vê tawanbarkirinê li cem gelek kesan deng veda, ku tevger îdîa dike ku ew nûnerîya % 99ê gelheya welêt dike. 'Danezana Dagîrkirina Bajarê New Yorkê', ku ji alîyê çalakvanên OWSê ve hat nivîsandin, bi bandoreke hêzdar a îqnakirinê perspektîvên wan ên demokratîk û dij-sermîyandaran -û her weha ya enternasyonalîst- radigihîne:

"Em vê danezanê dinivîsinin, da ku her kesê ku xwe wekî mexdûrên hêzên sermîyandar ên cihanê hîs dikin, bizanibin ku em hevgirên wan in. Wek yek gel, gelekî yekgirtî, em rastîyê dîyar dikin: ku ji dahatûya nîjada mirov tevkarîya endamên wê divê, ku hikûmeteke demokratîk hêza xwe bi tenê ji xelk distîne, lê belê sermîyandar ji bo bidestxistina dewlemendîya mirovan û ya dinyayê li razîbûnê nagere; ku tu demokrasîyeke rast domdar nabe, heger rêbaz ji alîyê hêzên aborî ve werin dîyar kirin. Em di demeke weha de tên cem we ku sermîyandar li hikûmetan hikûm dikin, ku ji bo wan berjewendî berî mirovan, dewlemendbûn berî edaletê û zordestî berî yeksanîyê tê."

Bi vî awayî, herçend OWS banka û dezgehên fînansê, ku wekî 'Wall Street' tên bi nav kirin, ji xwe re kiribe armanc jî, aşkere ye ku ev tevger him li DYAyê û him li seranserî cîhanê bi giştî sermîyandar wekî çavkanîya pirsgirêkên van % 99 dibîne. Li welatekî, ku lê kapîtalîzm bi kêmî ve qelsî be jî hatibe, li dij derketin ev welat aşkere ye ku ev ne siyaseta DYAyê ye.

Rastîyeke vebirî ye ku çalakvanên OWSyê yên li New Yorkê ne marksîst in. Ew hewlê didin ku 'sermîyandarîya çavbirçî' birûxînin ne kapîtalîzmê. Lê belê aşkere ye fikir û îdealên sosyalîst û anarşîst bandor li ser wan kiriye. Di vî warî de, OWS 'tevgera gerdûnî ya edaletê' careke din vedihewîne, ku di 1999ê de li Seattleê teqiyabû, herweha wê tevgera heyî ya los indignados (hêrsxwaran) a Îspanyayê û xwepêşandarên ji Atîna heta Parîsê.

Patronîyeke çiqas famker

Taktîka dagîrkirina daîmî ya qadên vekirî, ji ber para wê, aşkere ye li jêr bandora dagîrkirina Meydana Tahrîrê ya li Qahîreyê maye, (1) ku sibata çûyî pêk hatibû. Girîng e ku ev yek ne tevgereke basît a li dij bêkarî, temahkarî, heczkirinên malan, zextên li ser sendîkayan, xerabkirina jîngehê, deynên xwendekaran, yan jî di siyasetê de hêza pere, ku mirovan dixurifîne. Di şûna wê de, çalakvanên OWSyê tevahîya van sedeman û wan bi hêza sermîyandaran a serxwereçûyî re, bi sedemên krîza niha re girêdidin, ku ew wan sedeman ne rasterat be jî wekî aborî û siyasî dibînin.

Gelo tevger heta niha bi ser ket? Bêguman. OWS bi ragihandina dengê wan kesan, ku bi banka û şirketan- û bi sîyasetmedaran, ku wan delalî radikin, hêrs ketine, xizmeteke vekirî ya girîng encam da û dîyar kir ku ew ne bêxwedî ne. Tevgerê herweha li seranserî DYAyê wan gotûbêj û gengeşî dan dest pê kirin, ku di salên dawîyê de hema bêjin qet neketibûn rojeva raya giştî: hêz û bêcezamayîna sermîyandaran, newekhevîya her ku diçe li Dewletên Yekgirtî zêde dibe û herweha gendelîya li cem her du partîyên mezin.

OWSyê wekî din li New Yorkê û li gelek deverên din rê li xwepêşandan, protesto û însîyatîfên siyasî vekirin. Di bingeha van çalakîyan de ev yek hebû ku OWS ji bo komên cur bi cur ên wekî sendîka, komên civakî, xwendekar, komên dijî şer, çalakvanên jîngehî, ku ji heman derdî bêzar bûn, bûbû xala sereke ku li dora wê civîyan. Çapemenî û raya giştî jî alaqeyeke mezin nîşanî tevgerê da. Dibe ku tê zanîn bi rastî jî 'Hevgirtina OWS' van hemû koman di nav xwe de vedihewîne. Jê wêdetir, ji bo hin kesan sazkirina jîyana demokratîk û siyaseta beşdar a li cem kampên OWSyê bala xelkê kişand- ev kamp li hember çanda giştî, ku debara wê ji alîyê şirketan ve tê kirin, alternatîfeke bi heyecan a jîyanê ye-

Di vê merheleyê de pirsa sereke ku bêbersiv maye ew e ku gelo tevgera OWSyê dê bikaribe hêrs, hêz û heyecan ku bi xwe re anî veguherîne û bixe naverasta hêzeke rasteqîn an ku unsureke fişarê, û ev yek dê çawa pêk were.
Mixabin, piranîya çalakvanên sereke yên OWSyê yan xwendekar in, yan jî ciwanên bêkar in (yan jî daîmî kar nakin) ku roleke stratejîk nalîzin, yan jî li ser banka û şirketên, ku wan rexne dikin, xwedî tu bandoran nînin. Herçend hewlê bidin ku hêza tevgerê zêde bikin jî, hêza mezin dê ji komên rêkxistî werin, ku li cem dezgehên girîng xwedî bandor in, ku ev dezgeh êdî digel OWSyê kom dibin.-Ev dezgeh ji rêxistinên civakî, komên xwendekaran û nemaze ji sendîkayan pêk tên-. Lê belê krîzê ev kom û yekîtî, ku ji berê de ne hêzdar bûn, qels hiştin. Bi ser de jî, karbidestên sendîkayan ên li DYyê (ji bilî çend awarteyan) digel fikra dij-sermîyan yan jî taktîkên mîlîtan ên çalakvanên OWSyê hevbîr nînin. (2)

Herweha, gefxwarineke din a li dij OWSyê ji siyasetmedarên lîberal demokrat tê, ku hewlê didin enerjîya vê tevgerê veguherînin û kanalîze bikin da ku di 2012ê de ji bo kampanyaya hilbijartinê bi kar bînin. Helbet, wekî Robert Reichê wezîrê kar û xebatê yê serok Clinton, di demên dawîyê de dest nîşan kir ku ne mimkûn e ku OWS bikaribe zorê bide Partîya Demokrat da ku siyaseteke li dij şirketan hembêz bike. Pêdivîya Demokratan gelek bi pereyên şirketan, çapemenî û têkilîyan heye, lewma pozîsyona xwe ji santîmek yan ji du santîman zêdetir naguherîne.

Lê belê, hin siyasetmedarên demokrat bêguman hewlê didin ku xwe li cem raya giştî wekî gelperwer û dij-sermîyan nîşan bidin -wekî ku serok Obama di 2008ê de kiribû, herçend têkilîyên wî yên nêz digel Wall Streetê hebûn jî- da ku bikaribin enerjî û heyecana OWSyê ber bi xwe ve bikişînin.

Gelo ev stratejî dê bi OWSyê re bixebite? Aşkere ye ku ne digel çalakvanên sereke, ku henekên xwe bi demokratên wekî Obama û favorîyekî din ên Wall Streetê Senatorê New Yorkê Charles Schummer dikin. Lê belê,, mirov dikare bi çavekî vebirî lê binihêre ku hin kom û sendîkayên ku di asta berfireh de endamên koalîsyona OWSyê ne, sala din dê digel hin xwendekar û komên din, ku hêza şirketan bi giştî rexne nakin, di kampanyaya hilbijartinê ya Partîya Demokrat de beşdar bibin û Partîya Demokrat dê xêrhatina van çalakvanên OWSyê bike. Dema ku sezona hilbijartinê dest pê bike, heyecana ku îro heye dikare biçilmise.

Çavkanî: 

Jeff Goodwin:
Di Zanîngeha New Yorkê de profesorê civaknasîyê ye. Herweha nivîskarê pirtûka bi navê No Other Way Out: States and Revolutionary Movements, 1945-1991(Rêya rizgarbûnê nîne: Dewlet û Tevgerên Şoreşger) (Cambridge, 2001)

  1. Max Rousseau, "Tevgera bê-tevgeran" Le Monde diplomatique, tîrmeh 2011
  2. Shannon Bond û Jeremy Lemer, "Serokên hevkar û navdar dibêjin ku ew protestoyan fêm dikin" Financial Times, Londres, 18.10.2011

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya