Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Vejen, faktora herî girîng a pêşketina dinyayê

Ismet Polatli: Lîstika rengan, boyaxa rûnî li ser kartonê, 20 x 40 cm

Krîza aborî û diravî ku dinya daye ber xwe carinan tiştên bingehîn dide ji bîr kirin: aborîya sedsala 21ê dê herdem û her ku biçe bêhtir girêdayî jêderên xwezayî be, ji ber ku di bin taqîb û giranîya, herçend bi sînor be jî, pirbûna nifûsa dinyayê û her weha jî hatina bi berdewamî ya hêzên nû û çînên navendî yên bi mesref a nav bazara dinyayê de ye.

Hîdrokarbur ango petrol, gaz û yên mayî, motora bivênevê ya aborîyên hevdem e…

Çil salan piştî Şerê Sar ê ji ber serdestîya tirsa pevçûneke Amerîka û Sovyetê, biheq neheq, gelek kes difikirin ku di dehsalên pêşîya me de, ji bo kontrola jêderên serekî yên vejenê, dinya dikare bibe şahida şerekî ku dê di navbera Amerîka û Çînê de derkeve. Hîdrokarburan ango petrol, gaz û yên mayî, motora bivênevê ya aborîyên hevdem, ger em gişt bi hev re riyên kêmkirina para welatên mezin ên îro yên serfkerên wê ya di bilançoya vejena dinyayê de nebînin û rezerv an jêderên nû peyda nekin, ew ê bibe navenda nelihevkirineke weha.

Ev hejmara Manière de voir mezinahîya rîsk û tehdîda heyî, lê her weha jî şans û hêvîyên ku di salên bê de derkevin meydanê nîşan dide. Çi di warê têkilîya herêmên mezin ên serfker (bi taybetî jî Çîn, Japonya, Yekîtîya Ewropa yan Amerîka Bakur) ên jêderên gaz û petrolê yên Rusya û Asya navîn de be, çi jî di yê belavbûna berfireh û hesas a sîstemên nukler an di yê pêşketina aborîyeke global a kêmxur de be, vejen dê tam di navenda mijarên bi rîsk ên serekî yên vê sedsalê de be.

Beşdarîyên cihê nîşan didin ku serfkerên mezin bi rastî jî ne ew in yên em bawer dikin. (Internet beşekî mezin ê elektirîkê dixwe), ku ardûyên biyolojîk hîn ji dermanbûna her derdî pir dûr in, heta ku belavbûna wan dewam bike ji bo demeke dûr û dirêj tedarikkirina pêdivîyên kiştûkalî yên dinyayê tehdîd dikin. Her weha li cihê ku mirov dibêje qey tiştek naguhere, çawa ku devjêberdana hêdî hêdî ya nifûsa amerîkî ji awayê bikaranîna jêderên xwe yên vejenî jî nîşan dide hêvi heye. Anîna ber çavan a grafik û kartografîkan derfetê dide ku mirov rewşa pirsekê bi awayekî giştî, jeopolîtîk, darayî û civatî jî bibîne. Mirov tê digihîje ku tu mijareke rojane ya aborî yan dîplomatîk dê ji destê amadebûna çi bigire bi rik a vejenê rizgar nebe.

Rûsya hevalbenda ku nebe nabe ya Ewropa, Çîn û Japo-nyayê ye; lê Rojhilata Navîn navenda dinyaya petrolê ye

Fransa bixwe jî di vî warî de bi gelek kêmasîyên di vê hejmarê de pêşkêşkirî re rû bi rû ye: nûkirina bendavên wê yên hîdroelektrîkê, hebûna şirketên wê yên petrolê yên li Afrîka jêrsahrayî, li hemberî dijberên xwe yên çînî û amerîkî, tercîha bê tawîz a ji nû ve destpêkirina bernameyên nukleerî: tevî ku dizane dê reaktora ezmûnî ya termonukleer a navneteweyî (ITER) berî demeke dirêj nekeve bazara endustriyê jî, ji reaktora bi press a ewropî (EPR) wê de dikare çi bike? Entegrasyona wê ya di hîpotezeke siyasî ya ewropî ya hevbeş a vejenê de, dê hinekî jî girêdayî lihevkirina miheqeq netetmînker a bi saya serê Komisyona Ewropî û hevalbendên wê bidestxistî be. Ji sînorên şeşkuçî wê de, hin pirs dê bi berdewamî mijara vejenê rêk û pêk bikin: Rûsya hevalbenda ku nebe nabe ya Ewropa, Çîn û Japonyayê ye; lê Rojhilata Navîn navenda dinyaya petrolê ye.

Ev hejmara nû derketî ya Manière de voir him bilançoyekê, him tesbîtekê, him jî çarçoveya şiroveyekê pêşkêş dike ku di vî warî de bibe bingeha gotûbêjeke dûr û dirêj.

Çavkanî: 

Christophe-Alexandre Paillard*:
Doçent Li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Parîsê û li Dibistana Netewî ya Birêveberîyê, lêkolînerê hevkar ê Unîversîteya Bernardo O’Higgins (UBO, Santiago, Ṣîlî) e.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir