Tûnis û serîhildana biserketî
Sekreterê Giştî yê Lîga Ereb 19’ê Çile di dema civîna bilind a li Şarm el-Şêxê (Misir) got, "ruhê ereb ji ber xizanî û bêkariyê şikestiye". Ne mumkin bû ku me tirsa hikûmetên herêmê yên ku dîtin şoreşa tûnisî rejîmên wan jî dixe tehlûkeyê, bi rengekî baştir xulase debibirin.
Tûnisîyan rejîmeke des-potîk ji textê wê anî xwarê, ku veguherîbû kleptokrasîyeke -pergaleke li ser hîmê dizî û bertîlê hatî danîn- ducarî ya otokrasîyeke zordar. Di vê sîstemê de desthilatdarî bi malbatekê bi gewde dibû, malbateke ku civaka tûnisî talan dikir. Xweşewitandina ciwanekî lîse qedandî yê bê hêvî yê ku li ser dezgeha xwe ya seyyar mêwe û heşînayî difirotin, serîhildanek da dest pê kirin. Vê serîhildanê yek ji rejîmên herî zordar ên cîhana ereb têk bir. Tevî ku dîktatorî li herêmê têra xwe hene.
Ev serîhildana qehremanî ya milletekî mezin, mînak e. Nedihat pêşdîtin, rêbertîyeke wê ya siyasî ya bi rastî nebû, xisleta wê ya neavakirî bi kêrî serîhildanê hat. Heke xisleteke wê ya bi vî rengî ji berê de hebûya, rejîmê wê ew bi îhtîmaleke mezin bitepisanda. Bi tenê mentiqê "êdî bes e" ya li dijî otokratîya Zeynelabidîn Bin Elî, serîhildêr dikirin yek û wan bi riya Înternetê peywendî bi hev re datanî. Rejîmê nedizanî çawa pêşîyê lê bigire (tevî ku Tevgera Kesk li Îranê 2009ê ji alîyê teokrasîya deshilatdar ve hate kontrol kirin). Di demeke ji mehekê kintir de, ji serîhildanê hat ku pişta vê rejîmê bide erdê, vê rejîma ku nêzî çaryek sedsalê Tûnis kirî yek ji welatên herî girtî yê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn.
Avantajên serîhildaneke bi vî rengî êdî lawazîya wê ya sereke ne: nebûna lîder, bernameya siyasî yan jî jêhatîbûna ku piştî ji desthilatdarîyê xistina serokê şermdêr, berpirsiyarîya civakê bigire ser xwe.
Welatê ku xelkê wê yek ji xelkên herî baş perwerdebûyî û herî zêde sekulerbûyî yê cîhana ereb e, heta îroj jê hat ku pêşîyê li her şêwazê serdestîyeke îslamperestên tundrew bigire. Ya ku derdikeve holê, weha xuya ye ku wê derfetê nede îslamperestên tundrew da ku bi şiddetê desthilatdarîyê bi dest bixin. Ji ber vê jî heke partîyeke îslamî (weke Nahda (1) qebûl bike di lîstika demokratîk de cihê xwe bigire, ev yek wê bi kêrî bicihkirina wan a di pergala siyasî de û bêhtir marjînalkirina îslamperestên tundrew, were.
Hestên neewlebûnê yên darîçav ên ku piştî ji text ketin û ji welêt reviyana bin Elî peyda bûn, çavkanîya wan nebûna elîteke siyasî ya xweser e ku dikare guherîna dewra desthilatdarîyê û derbasbûna bi ser rejîmeke demokratîk misoger bike; ya mayî hê jî bi tenê elîta rejîma hilweşiyayî, partîyên siyasî yên hê pêşneketî û sendîkayên serê wan jêkirî ye. Heke tirsa ji kaosê, bawerîya bi kapasîteya xwebirêvebirinê ya civakê û realîzma siyasî serdest bin, dibe ku avahîyên siyasî peyda bibin. Di ser riya demokrasîyê de ciwan wê weke kozekê bi kêrî civakekê bên û ji vê civakê hat, bêyî ku zirarên vegera ji wan nebe, lê bibin, ji dîktatorîyê xilas bibe.
Tirsa ji îslamîzmê rê li ber desthilata gel digire?
Bi nêzîkbûna yekemîn hilbijartinên damezirêner re, gelo birêvebirên nû wê careke din xwe bispêrin tirsa ji îslamîzmê da ku redkirina desthilatdarîya gel bi hikûmetên rojava bidin qebûl kirin? Dema wê dikudînin, rê xwedîyên nû yên desthilatdarîyê ditirsîne. Ji bo pêşîlêgirtina pirroletîyên şiddetê, qet nebe bi qasî ku beşekê ji desthilatdarîya serokdewletê têkçûyî biparêzin, dibe ku rejîma derbasbûnê hewl bide statukoyekê biparêze. Bi lidarxistina hilbijartinan di demeke nêzîkkirî de, tehlûke heye ku ev rejîm giranîya elîtên êdî ne rewa, zêde bike, ew ê jî xwe ji nû ve bi rêxistin bikin da ku etîketa guhertinê îstîsmar bikin.
Şema klasîk e. Em di destpêka salên 1990ê de li Bulgaristanê û Romanyayê jî wê dibînin. Li van welatan, rejîma berê bi elîtên kevin re dixebite da ku bi reng û rûyekî nû vejî. Mesela Ukraynayê ji van her duyan jî bêhtir tiştan îfade dike: qutbûn bêhtir bingehîn e (lewma dewleteke nû derdikeve holê), lê belê çawa xir û cir û tevlihevî kêmtir bûn, kadroyên kevin ên siyasî vegerîyan ser kar. Xeta hevpar a di van rewşan hemûyan de ew e ku li dijî otorîteyên nefret ji wan tê kirin, gel seferber dibe û hilweşîna rejîmê di cih de zexta gel kêm dike, dihedinîne. Li deverên ku civaka sîvîl kêm bi rêxistin bûye, ev yek astenga sereke ya tevahîya derbasbûnan e.
Serhildana çileyê ya li Tûnisê dîsa jî hêvîyê dide gelên din ên ereb. Tecrûbeya azadîyê vedigire, him li Cezayîrê, him li Misir, Urdun, Fas û Sûrîyeyê, heta bi Filistînê jî. Li her deverê hinekî, nifşên nû yên ji pergalên otorîter zivêr bûyî, bê hêvî dibin ku xwe ji wan azad bikin. Lê belê, jixwe ji ber ku kes li bendê nebû, tecrûbeya tûnisî wê nikaribe bi heman rengî li cîhana ereb a mayî dubare bibe.
Li Tûnisê artêş nisbî têra xwe ji rêxistinên îstîxbaratê û –polîs jî di nav de– ji yên zordarîyê cihê bû. Ji bilî muhafizên serokdewlet, para bêhtir mûçeyê wan kêm e, dîsa jî ji van rêxistinan hat ku serîhildanan bi sînor bikin, kirinên guhnedanê hê pêk nehatî bifetisînin. Lê belê wan nedizanî çawa serîhildanên hindikî organîzekirî û li gelek tebeqeyan belavbûyî bitepîsînin, ji heq wan werin der.
Ne weke Cezayîra dîktatorîya wê belav e –û ne di destê mirovekî de kombûyî ye–, belê weke Misira ku Reîs tevahîya kîn û nefretê kom dike, ji bo gel wê teşhîr bike dîktatorîya tûnisî armanceke hêsan bû. Hema bêje destê tevahîya malbata Bin Elî di zept û repta welêt de bû û vê jî ev fenomen xurttir dikir. Li gor dîktatorîyên ku yek rûyê diyar di hisa gel de nûnerîya wan dike, weke mînakên bi herkesî diyar Şahê Îranê yan jî Suharto li Îndonezyayê, zehmettir e dîktatorîyên belavbûyî ji textê desthilatdarîyê werin xistin. Wekî din, li gorî dîktatorîyên takekesî, koalîsyonên olîgarşîk xwediyên bingehên firehtir in: di encama vê de jî ew hindiktir hesas in û bêhtir xwegirtî ne. Dema beşeke desthilatdarîyê didin gel û nemaze komên cihê yên berjewendîyan, sîstemên otorîter ewqasî bêhtir xwegirtî dibin. Dema mirov li ber Tûnisê bigire, desthilatdarîyên Fas û Cezayîrê kirin ku tevnên gelekî firehtir û tevlihevtir ên berjewendîyan derkevin holê û ew jî bi van desthilatdarîyan ve girêdayî ne. Li Cezayîrê kara ji petrolê gewdeyeke siyasî ya ku yekser dixwaze rejîmê li ser piyan bigire, pêk tîne.
Lawazîya civaka sîvîl, "xurtbûna" rejîman e
Xisleteke din a pergala tûnisî ew bû ku wê hilbijartin vediguherandin referandûmên xemgîn (sala 1989ê % 99.27ê dengan, sala 1994ê % 99.91ê dengan, sala 1999ê % 99.45ê dengan, sala 2004ê % 94.49ê dengan, sala 2009ê % 89.62ê dengan) û tu rê ji muxalefetê re nedihiştin. Qada siyasî, ya rastî, nebû. Li Misirê rewş ne ev e. Sîstema hilbijartinê ya Misirê bê guman di bin nîrê sextekarîyeke mezin de ye, dîsa jî cihekî liberrabûn û xwe li hev rakişandinê ye. Wekî din, hevsarê çapemenîyê ne qasî ya li Tûnisê şidandî ye.
Li Cezayîrê jî rewş bi heman rengî ye. Li wir wekî din kara ji petrolê destûrê dide radîkalbûneke hêrsa gel. Qet nebe bi qasî ku hîyerarşîya eskerî him hevgirtî dimîne, him li ser dika siyasetê kêm tê dîtin û him jî jê tê ku beşeke aktorên siyasî yên ku lîstika destnîşankirinê qebûl dikin –dema vê dike serî li wan ditewîne– bigire nav xwe. Jixwe wekî din piştî şerekî navxweyî yê bêhtirî deh salan dewam kir, xwîn di Cezayîrê de nehişt û kir ku welat ji bo serîhildana li dijî rejîmê kêm amade be, rejîmeke ku di berdêla sedhezar mirîyan de li dijî îslamperestîya tundrew bi ser ket.
Dimîne Fas, cihê ku heta îroj kîna gel berê tîrên xwe nedaye monarşîyê. Lê belê, ji ber nebûna perspektîvan, ji ber lîstikeke siyasî ya xitimî, sazîyeke zordar ya ewlekarîyê û ji ber tevnên hevparêz ên zordest, dibe ku ciwanên heqê wan hatî xwarin ji bo serîhildanekê sedemekê bibînin. Ev serîhildan dibe ku ji ber tevlihevîya avahîya welêt radîkal bibe. Ya rastî, bi pêvajoyeke yekrengkirinê ya kêm pêşketî, qelşên etnîk li wir him pir zêde ne û him jî kûr in.
Li van welatan hemûyan modeleke pêşketinê ya hindikî dînamîk û pir newekhev, ya ku kurtêlxurî û hevparêzîya di nava sazîya dewletê de nîşanên wê ne, dorgirtineke xurt a gel û nebûna pêşîvekirina li qada siyasî, dikin ku ev rejîm gelek caran ji ber lawazîya civaka xwe ya sîvîl "xurt" bin. Lê belê dema ku kêmasîyeke herî piçûk jî xwe di zirxê wan de da der û beşek ji nerazîbûnê jî xwe bavêje ser, hingê jihevketina pergalê li ber derî ye.
Di tecrûbeya tûnisî de tam jî xisleta kurmî ya rejîmeke tengavbûyî û ne rewa, kir ku serîhildana gel peyda bibe. Gelo mêweyeke gihayî bû û ket? Dîsa jî, desthilatdarîya Bin Elî weke yek ji yên herî zexm û bi îstîkrar ên herêmê dihat qebûl kirin. Qelş xuya nedikir û mirov nikarîbû li ya ku wê biqewimiya bifikire.
Rejîmên din evqasî hesas nînin û di heman astê de jî nînin. Temendirêjîya wan dike ku ew bibin nêçîrên hêsan ji bo tevgerên îroj em bi zor dikarin li wan bifikirin, lê belê wê paşê derkevin holê, ev yek bi qasî ya ku pişta rejîma tûnisî şkand, bivê nevê ye. Dîktatorîya Bin Elî bi hêsanî li hember êrîşên ciwanan serî tewand, ev yek îşaret bi bêkêrîya sazîya zordestîyê li dijî tevgerên bi carekê weke brûskê peyde bûyî, dike.
Cudatîyên di navbera herêman de rejîm da ber xwe û bir
Newekhevîyên pêşketinê yên di navbera herêmên cihê yên welêt de bi kêrî serîhildana tûnisî hatin. Sermayeguzarî herî zêde li herêmên peravên deryayê hatibû kirin da ku tûrîzm were teşwîq kirin, lê belê herêmên dûrî peravan bê xwedî hatibûn hiştin. Ya ku rejîm da ber xwe û bir, tam li wir peyda bû. Li welatên din ên ereb jî hemin ev newekhevî heye, lê belê bi awayekî din. Di civakekê de ku komeke gelekî piçûk û nerewa pergala wê ya siyasî desteser bike, ew welat wê nikaribe bi rengekî mantiqî bi pêş keve; helbet heke xweserîya teknokrasîyeke weke modela Çînê tevdigere nebe. Lê belê piranîya welatên ereban teknokrasîya xwe li ser qurbangeha bertîlxurîyê û otorîtarîzmê bi gorî dikin.
"Trabendîst û ciwanên nizanin çi bikin, ku pirî caran zanîngeh xwendine, li kolanan in, pişta xwe didin dîwaran: gelo "hittîst" (2) ew kes in ku meyila wan heye îslamîsmê tercîh bikin yan jî qurbanên sîstemekê ne ku ji wan re qet şansê bi awayekî bi rûmet bijîn, nehişt? Yan bêhêvîbûna wan weke li Misir û Cezayîrê xwe îfade dike (bêyî ku karibe rewşê biguhere, ew ê bi agirekî piçûk vemire). Yan jî ew weke kîna nedayî der dimîne (weke li Urdun û Fasê). Carinan bêyî pê bihisin, rejîm îstîqrara xwe li ser hîmê xemnexwarîya civakeke ku êdî nikare serî jî hilde, datînin. Roja ku qehr û kîn diteqe, ev civak bi tenê kortir û bêhtir bi şiddet e.
Heta ku bêhêvîtîya ciwanan negihe wê astê ku xwe bi kirinekê ve girêbide ya ku dikare êgir bi barûdê bixe, ev rejîm wê bi saxî û silametî dewam bikin. Lê belê "kirineke din" a herî piçûk weke xweşewitandina ciwanekî, dibe ku têrê bike ku civakeke sihê li pişta serîhildanê çeper bigire, serê pêşî li deveran û herêmî û bike ku rejîm di nav şermê de bi lezeke hişê mirov bisekinîne, ji hev bikeve.
Bandora tevgera tûnisî ya li ser cîhana ereb wê girêdayî jêhatîbûna wê ya demokratîkkirina welêt be. Heke demokrasî xwe bi rêxistin bike, em ê bi îhtîmaleke mezin şahidîyê li belavbûna wê bikin, bi taybetî jî li Mexrebê. Daxwazên gel wê pê re zêde bibin, heta ku bigihin daxwaza pirrengîbûn û tevlîbûna siyasî. Heke bi bin keve, rejîmên otorîter wê hêzdartir bibin û berdêla wê jî wê bêhêvîtîya gelan be: bibe sedema kaosê jî, piranîya rejîmên ereb hemin ya duyemîn tercîh dikin.
Du senaryo. Gelo rejîmên ereb wê kîjanê hilbijêrin?
Em dikarin li du senaryoyan bifikirin: yan rejîmên ereb wê guh bidin daxwazên gelên xwe û dest pê bikin ku di warê siyasî de xwe vekin; yan jî berdêla wê çi dibe bila bibe, bêyî ku bersivê bidin daxwaza beşdarîya siyasî ya welatîyên xwe, ew ê hewl bidin desthilatdarîya xwe biparêzin.
Heke îhtîmala pêşî pêk were, li ser rê wê gelek kemîn vedayî bin. Piştî bi gelek dehsalên girtîbûn û zordarîyê, rejîmên ereb divê ya rastî hêdî hêdî pêşîyê li xwe vekin da ku pêşîyê li şokeke ji hember ya ku wê ber bi hilweşîna wan ve bibe, bigirin. Mirov nemana hêvîyên gel li ber çavan bigire, hingê pêşîlêvekirina wan a demokratîk divê têra xwe jidil be, da ku weke êmekî xapandinê neyê dîtin û divê têra xwe pêşverû be da ku pergala siyasî werneke nav bahozên şoreşgerî. Dîsa jî heke jîrbûn û hevrikîya elîteke siyasî nebe ya ku wê ne îstîqrarê û ne jî pêdivîya lezgîn a bi demokrasîyê bi gorî neke, guhertinên hêdî hêdî jî nikarin pêk werin. Gelo kapasîteya rejîmên heyî heye ku ji elîteke bi vî rengî alîkarîyê bixwazin û têra xwe hêzê bidinê da ku erka xwe ya pêşîlêvekirinê bi cih bîne, ev yek gumanbar e.
Ya dimîne, çareserîya girtîbûna siyasî ye. Rejîmên otorîter ên erebên ku ders ji tişta li Tûnisê qewimî girtin, hewl didin sedemên yekser ên serîhildanê bê tesîr bikin, nexasim bi şerê li dijî buhabûna zad û qûtên ku pêdivîya sereke ne (nan, şekir, goşt, hêk û hwd.). Paşê ew bi xurtkirina şarezayîya sazîyên xwe yên ewlekarîyê û îstîxbaratê dadikevin.
Mînaka Tûnisê nîşan dide ku qelsîyekê xwe di pergala ragihandinê, Înternetê de da der. Înternet ji bo muxalifên ku bi riya YouTube, Twitter, Facebook û hwd. bi hev re danûstandin, weke stargehekê bû. Sîstema zordariyê ya tûnisî jî derb ji hevkarîyeke xirab a di navbera ast û qonaxên xwe yên cihê de (polîs, îstixbarat, general û artêş) xwar. Rejîmên ereb êdî îlhamê ji modela îranî ya tepisandina tevgerên civakî digirin û fêr dibin Înternetê parzûn bikin û heke pêwîst be wê bi tevahî asê bikin. Di rewşên pir radîkal de yan rojnamevanên biyanî der sînor dikin yan jî wan mecbûr dikin ku li devereke diyarkirî bimînin. Li gor modela bêsîcên (3) li Îranê, bi dabeşkirina li taxên ji hev cihê û danîna nuqteyên stratejîk ên ku bi kêrî destwerdanên herêmî bên, ew hewl didin serîhildanên li bajaran bifetisînin. Kurt û kurmancî, di rewşeke bi vî rengî de em ê şahidîyê li "hemdembûn" û "berfirehbûneke" sazîyên zordestîyê bikin. Lê bi van navgînan nikarin pêşîyê li şêweyên nû yên çalakîyên kolektîv bigirin ku tevgerên civakî yên biqewimin, dikarin wan derxin holê. Çareserîyên tepisandin û zordarîyê di rewşa herî baş de jî bi tenê di dema kurt de bi kêr tên.
Erê li rojava sempatîyeke mezin ji bo Tevgera Kesk a li Îranê hebû, lê ji bo serîhildana li Tûnisê tiştekî bi vî rengî nebû. Heta, vê serîhildanê rê li ber reaksîyonên pêşîya xwe nabînin û bi tevahî ne di cih de jî vekir. Nexasim jî li Fransayê, welatê ku heta dawîyê dilsozê dîktatorîya Bin Elî ma. Di vê navê de Waşîngton jî paytextên din ên rojava jî, bi nîvdilî di bin lêvan re destek da serîhildanê. Ango bi qasî misqalekê jî daxwaza Rojava ya ji bo demokrasîya li welatên ereban nîne, ev dîsa jî retorîkek e ku carinan der dikeve pêş. Tevgera Tûnisê dikare bibe derfet û munasebeta guhertina helwêstê, nemaze li Parîsê.
Cîhana ereb dek û dolabên bi dîktatoran re weke dewama kolonîkirin û împeryalîzmê bi riyên din dibîne. Li hemberî vê, li vê cîhana ereb palpiştîya demokratîkbûyînê weke pîvaneke rêzgirtina ji bo civakên rejîmên ne rewa zordestîyê li wan dikin, tê dîtin. Çi tirsa ji îslamperestîya tundrew û çi jî ji ber berjewendîyan, Rojava ji kerê xwe nayê xwarê û piştgirîya tevgerên bi vî rengî nake, lê belê qet nebe dikare pozîsyoneke bêalîtîya niyetbaş biparêze.
Hicham Ben Abdallah El Alaoui:
Endamê Desteya Şêwirmendiyê yê Human Rights Watchê, li Freeman Spogli Institute for International Studies ya zanîngeha Stanfordê (Kalîforniyayê) lêkolîner.
- Tevgera ronesansa çandî û siyasî ya ku dawîya sedsala 19ê derkete holê. Ew daxwaza reformkirina Îslamê û veguherîna civakê dixe nav hev. Bixwîne; Anne-Laure Dupont, "Nahda, la renaissance arabe" ["Nahda, renesansa ereb"], Manière de voir, hejmar 106, tebax-îlon 2009
- Hittîst (ji hitt ji gotina "dîwar" a bi erebî tê): bêkarên ku tevahîya rojê pişta xwe didin dîwarekî û rûdinin
- Bêsic dildarên ciwan ên artêşa pasdaran (Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî) in
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


