Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Tûnis, serxweşîya gengazan

Dara Aram: Erdê sor, boyaxa akrîl li ser tûwalê,  50 x 52 cm

Nêzî salek piştî xwekuştina Sîdî Bouzîyê ku çirûska serhildanên erebî vêxist, Tûnis hilbijartinan li dar dixe. Kampan-yaya hilbijartinê ya bêserûber, li ser bingeha pêwistiyeke lezgîn a civakî tê meşandin.

Bi daxistina ji text a zordar, gelo şoreş jî bi dawî hat? Li Tûnisê, li vê dema ku zêdetirî sed partî, ku piranîya wan nayên nas kirin, ketine nav hewldana dagirtina cihekî li Meclîsa Avakar a ku di encama hilbijartinên 23yê cotmehê de wê bi gewde bibe, hertişt mimkun xuya dike, hertişt vekirî xuya dike. Meclîsa hilbijartî wê karibe bibe xwedî nirx û rewatîyeke bêkêmasî ya demokratîk: Temsîla nisbî û wekhev (herçendî % 95ê serên di lîsteyê de mêr bin jî); rêziknameya dijwar a lêçûnên kampanyayê, sondaj, propagandaya siyasî; nenasîna tu îmtîyazekê ji partîyên mezin re. Weke nûner, Meclîsa Avakar wê dîsa bibe serwer. Ew ê di heman demê de dengeya hêzan, şeklûşemala rejîmê (serokatî an jî parlementerî), cihê olê di nav sazîyên welêt de û wekî din, eger bixwaze, ew ê rola dewletê ya di aborîyê de jî dîyar bike. Coş û xiroşa rûpela sipî; Hêvîya ji bo demokrasîyeke ereb û misilman. Milîtaneke çepgir ê bi welatê xwe pir bawer, bi van gotinan û bi awayê herî kurt tîne ziman ku Tûnis bi qabiliyet û derfetên xwe wê bikaribe rola xwe ya ronîkirina herêmê bidomîne: "Eger ev yek li vir pêk neyê, wê li tu devereke din pêk neyê".

23yê cotmehê, maseyên ofîsên dengdanê yên Sfak wê têra xwe zehf an jî mezin bin. Dengdar wê bên vexwendin ji bona ku ji nav sî lîsteyan ku nîvê wan jî xwe weke "serbixwe" îlan dikin, tercihekê bikin. Baş e li demeke ku vegotinên piranîya partîyên siyasî bi awayekî bêdawî li derdora heman têgehan diçin û tên, wê çawa tercîhek were kirin: "Nasnameya ereb-misilman", "aborîya civakî ya bazarê", "geşedana herêmî", "dewletastratejîst"?

Li gor Nicolas Dot-Pouillard lêkolî-nerê Koma Krîzê ya Navneteweyî ya ku li ser Tûnisê heta niha gelek rapor belav kirine (1) "Tîra şoreşê çepê navendî nîşan dide". Şefên têkçûyî yên partîya yekane ya Zine El-Abidine Ben Ali (Lihevkombûna Demokratîk ya Welatîyan, RCD), yên weke Kamel Morjane di eslê xwe de xwe weke navendparêz dinirxînin, eynî weke raqîbên xwe yên berê yên ji Partîya Demokratîk a Pêşverû yên li dû Nejîb Chebî ji nû ve li hev kom bûne. Lê belê, weke ku navendparêz bersivê didin îslamîstên Ennahda (Ronesans) eynî mîna du raqîbên wan ên sereke yên laîk, komunîstên berê yên Ettajdîd (Venûkirin) û sosyalîstên Enîya Demokratîk ji bo Kar û Azadîyan (FDTL) –yên ku xwe li navenda çepê bi cih dikin. Hetta, Partîya Kar a Tûnisî (PTT) a ji alîyê rêveberên Yekîtîya Giştî ya Tûnisî ya Kar (UGTT) ve hatiye ava kirin, xwe li ser heman mazgalê bi cih dike, tevî ku navenda sendîkayî berî demeke nêz di serhildaneke civakî de roleke sereke lîst. Gelo ev yek rewşê hinek tevlîhev dike? Ya rastî erê. Mîrasa ji Benalîst jî xwedî giranîyekê ye: RCD di wextê xwe de ji alîyê aborî ve lîberal (û mafiyayî), siyaseten polîsîye û endama Enternasyonala Sosyalîst bû.

Qet nebe, nasnameya siyasî ya partîyên mezin –an jî kesayetîya rêveberên wan li nav rewşa ku tê de ev nasname dikare guhêrbar xuya bike (2) -kêm zêde tê nasîn. Zehmet e ku heman tişt ji bo Yekîtîya Welatparêz a Azad a Fantomatique were gotin. Ev partî di hezîranê de ji alî karsaz Slim Riahî yê li Londonê bicihbûyî û li Lîbyayê xwedî serweteke mezin e, hat ava kirin. Dijberî bisînorkirina lêçûnên ji siyasetê, ku bi vî awayî ew herwiha hewl dide rê li derketina holê ya hêzên nû bigire, -ji ber ku hêza wî, wisa xuya dike ku ji tu derfetan ne bêpar e … -, Riahî tercih kir ku rêveberekî ku diploma xwe ji Paris 1 wergirtiye û ew jî serokê koma şirketan e, ji xwe re bike berdevkê partîyê. Vî berdevkî, berî çendekî bernameya partîyê pêşkêş kir: "modela me ya geşedanê xwe dispêre beşdarîya gel, aborîya bazarê, zêdetir edaleta civakî, rûmet û kar ji bo herkesî, geşedana herêmî". UPL wê pir hestîyar be, bêguman, li ser "parastina nasnameya ereb-misilman a welêt", bêyî ku "girîngîdayîna nirxên gerdûnî jî" di pişt guhên xwe re bavêje. (3) Tê fikirîn ku piştî haydarbûneke zelal ji taahutên wisa mukemmel, dengdar wê êdî zanibin çi bikin. Eger ne wisa be, hebûna lîstikvanê berê ê futbolê Chokri El Ouaer weke serê lîsteya UPLê ji bo herêma Tûnisê wê dengên wan bihelandana.

Paşgorinîyên li ser "hikûmeteke veşartî"

UPL tenê yek ji gelek serpêhatîyên van partîyan e, ev partîyên ji gelek parçeyan hatine afirandin û hesab dikin ku ew jî destê xwe bavêjin şabelotên li nav pizotên agir ên demokrasîyeke ku bêyî wan bi gewde dibe û ji xwe re ji vê rewşê sûdê wergirin. Kes nikare li derveyî îhtîmalan bibîne ku, di nav mehekê de dotira rojê ya hilbijartinan, an jî di nav salekê de muhtemelen li dawîya pêvajoya xebatên meclîsa avakar, derdorên ku di serhildana hilweşandina rejîma Ben Alî de pir zêde beşdar nebûn jî, -ji ber ku wan jî ji na’metên wê sûd werdigirtin-, dibe ku ji nişkave derkevin pêş. Bes e ku ew bînin ziman –jixwe ji niha ve jî wisa dikin– ku divê bêserûberî bi dawî bê û karûbar dest pê bike, ku hertişt êdî guherîye û êdî bes e ji ber ku çawa be zordar êdî ji ser kar hatiye xistin. Soreşa fransî ya sibata 1848ê bi navê Alfonse de Lamartine re tê bi bîr anîn. Halbû ku, deh meh piştî îlana komarê, nivîskar û wezîrê berê yê karûbarên derve tevlî hilbijartina serokatîyê bû û bi tenê 17 210 deng bi dest xistin. Louis-Napoléon Bonaparte, endamê qralgiran û partîya nîzamê, wê bihata ser deshilatê, ji ber ku wî 5 434 226 deng bi dest xistin.Hamma Hammamî, rêveberê Partîya Komunîst û Karker a Tûnisê (PCOT) restorasyoneke bi heman rengî li derveyî îhtîmalan nabîne. Ji ber vê yekê, dema ku tevnên civakî hin spekulasyonan berbelav dikin li ser fen û lîstikên wisa yên "hukûmeteke veşartî" ku hevsarên wê di destê karsazên girêdayî rejîma berê de ye, ew bê navber dubare dike ku "divê şoreş bidome". Di 9ê îlona bihurî de jî li Lassoyudê, bajarokê çandinîyê yê li heşt kîlometre dûrî Sidî Bouzîd, ku li wê derê di kanûna 2010ê de çirûska pêşî ya şoreşên ereban pêket, wî ev yek wiha îzah dikir: "Dewlemendên tûnisî ji alîyê dizan ve hatin şêlandin. Ji niha û şûn ve mirov dikare xwe îfade bike, lê belê jîyana rojane neguherî. Divê şoreş ji bo garantîkirina refaha piranîya gel bidome. Hin kes xwedî derfet in ku derkevin gerûgeştên li Amerîkayê, yên din derfeta wan tune ku pereyê aspirînekê peyde bikin. Tenê ji sedî yekê pereyên ku ji alîyê Ben Alî ve hatin dizîn, wê têra çareserkirina pirsgirêka avê bike".

Berîya wî, gundîyekî ev "pirsgirêka avê", hinekî din jî, raxistibû ber çavan: "Ji 1956ê ve [dîroka serxwebûnê], me ji hukûmetên ku li pey hev hatin jî tu tişt bi dest nexist –ava vexwarinê, binesazî. Wan rahişt "karûbarên" ku tu têkilîya wan bi razandina sermayê re tunebû. Ew radihêjin projeyên ku tu caran bi dawî nayên". Di eslê xwe de, ji bo heft hezar niştecîyên herêma Sidi Bouzid tenê lûleyeke avê hebû û ew carna diteqiya, carna jî ava wê diçikîya. Kişandina avê ji bîreke ku hêvî dida, bi carekê hate rawestandin û devê bîrê hate beton kirin, kêlîya ku rayedar têgihîştin ku ew ê neçar bimînin ji bo xwe gihandina kanîyeke berfireh a xwedî aveke boş û şîrîn tehtekê qul bikin.

Coşgermîya hilbijartinê fersendê dide niştecîyan ku daxwaza geşedana aborîyê, lîse, nexweşxanokek û rêyên baştir bikin. Ev herêma ku ji alîyê hilberîna çandinîyê dewlemend (zeytûn, fistiq, behîv), xwedî şênîyên xizan e. Hin gundî hê jî di xanîyên kelpîç ên piçûk û sist de tev li ser dilên hev dijîn, li erdê li ser "doşekên" bi gîya dagirtî yên sê santîmetre stûr, radizên. Xanîyên xweşik ên Marsa û qesrên Kartajê li mesafeyeke pir dûr in. Gelo hilbijartina Meclîsa Avakar wê derfetê bide wan ku berpirsîyarên riziyayî û sextekar ên rejîma berê ceza bikin, dezgeha wê ya têrnexur a polîsan ji hev bixin, birînên herêmî û civakî bikewînin û baş bikin û "cihêkarîya herêmî ya pozîtîf" ya ku mîlîtanê mafên mirovan û serokê Kongreya ji bo Komarê (CPR) Moncef Marzoukî pêşnîyar dike, bixin pratîkê?

Tevî ku ji alîyê deshilatê ve hat îhmal kirin, Lassouda ji 1956ê û vir ve guherî. Li qehwexaneyê tevneke Înternetê a pir bi lez heye; herkes an jî hema hema herkes weke ku xwedî telefoneke desta ye; piranîya ciwanan û carna dêûbavên wan jî Facebookê bi kar tînin. Gava gundîyekî ser bi kefî pirsgirêkên xwe yên ava vexwarinê ji delegasyoneke PCOTê re tîne ziman, rewş dişibe gravurekî berê, heta wê kêlîya ku telefona wî ya desta Nokia gilîgazincên wî qut dike; di vê navberê de bala cîranê wî, ji ber teksta ku kurê wî yê li Parîsê dijî jê re bi telefonê dişîne, belav dibe. Guherîn di warên din de weke ku hinek kêm zelaltir in. Di dema hevdîtina ku li bin taveke sotîner de pêk tê, temaşevan xwe li bin du holikên sergirtî ji rojê diparêzin: Yek ji wan ji bo zilaman, ya din jî ji bo jin û zarokan e. Piranîya temaşevanan jî zilam in.

Divê Hammamî careke din pozîsyona xwe ya beramberî olê dîyar bike. Milîtanek bi dengekî nizm dibêje "Ev pirs kemîn e". Bersiv dibe sedemê hinek xirecirê: –"Tûnisî misilman in. Ev yek ne muşkule ye: Em azadîyên takekesî, bawerî û derbirînê diparêzin". Şefê komunîst wiha pê de diçe: "Partî ne li dijî olê, ne jî li dijî mizgeftan e. Gava Ben Ali çû Mekeyê [di 2003yê de, ji bo wezîfeya xwe ya hecê bi cih bîne], çavên wî tije rondik bûn. Û tevî vê yekê jî ew mirovekî diz bû… " Temaşevan dikenin û ji bo vê bîranîna mexrebî ya bi terza pêkenîna Tartuffe, li çepikan dixin. Demeke din şûn de, Hammamî mijarê li ber me wiha bi dawî tîne: "Zavayê Ben Alî, Sakkhar el Matrî, zevîyeke mezin kirî û nod û neh navên pêxemberan da ser rêyên di nav milkên wî re derbas dibin. Wî banka îslamî ya Zeitouna ava kir. Û di nav da radyoyeke xwe ya ku tenê bernameyên olî diweşandin. Dema ku [Şêx Raşîd] Ghannouşî [rêveberê Partîya Îslamî] ji ber zextên Ben Alî revîya, gelo wî li ku derê ji xwe re starek peyde kir? Li Qralîyeta-Yekbûyî, welatê laîk. Dema ku Ben Alîyê laîk jî ji şoreşê revîya, gelo îcar wî li ku derê ji xwe re starek peyda kir? Li Erabistana Siûdîyê… Ev bibîrxistin hêjatirî hemû dersên teorîk e". Bi taybetî, kêlîya ku herkes texmîn dike ku îslamîst wê partîya herî girîng a nêzî Meclîsa Avakar ava bikin.

Analojîya balkêş Atatürk û Bourgîba

Pusûlaya dengan, awayê bikaranînê

Hilbijartina ji bo meclîsa avakar 23yê cotmehê li Tûnisê, bi lîsteya partîyan (rêbaza ya herî xurt dimîne) wê pêk were.

• 7.5 miliyon dengdarên potansîyel (li Tûnis û li derveyî welêt)

• 33 navendên dengdayînê ku 6 ji wan li derveyî welêt in (Marsîlya, Parîs, Îtalya, Almanya, Kanada, Abû Dhabî)

• 1.600 lîsteyên namzedan (di nîvê meha îlonê de), ku 845 ji wan ji alîyê partîyan (52%), 678 ji wan ji alîyê serbixweyan (42%), 77 ji wan jî ji alîyê koalîsyonan ve hatine pêşkêş kirin

• 218 parlementer wê bên hilbijartin

Yek ji rêveberên Ennahda, Alî Laarîdh, dipejirîne ku zexta polîsîye û surgunê bergeha birayên wî yên têkoşînê guherandîye: "Em bi neheqî û binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Em dizanin binpêkirina mafên mirovan tên çi wateyê. Em neçar man li pêncî welatên cuda bijîn. Û em fêr bûn demokrasî çi ye û çi ne, mafên jinan. Divê li gor guzergaha me em bên nirxandin û darizandin. Û wekî din temaşe bikin ka em çawa dijîn, em û malbatên me: Jina min dixebite, keçên min xwendin, yek ji keçên min ne sergirtî ye". Gelo ev yek bes e ji bo jiholêrakirina gumanên têkildarî "cot gotara" ku îslamîst pê tên sûcbar kirin? Parêzera dijberên bûne mexdûrên rejîma berê, xatûn Radhîa Nasraouî gumanan dike: "Mîtîngên Ennahda yên ku tê de dîrûşmeyên wiha tên dîtin: ‘Tu deng nikare derkeve raserî dengê gelê misilman!’". Û ew vê çavdêrîya xwe lê zêde dike: "Di navbera tiştên ku rêveber vedibêjin û tiştên ku hin endam dikin, ferqeke girîng heye". Bersiva Laarîdh bawerîyeke tam nede jî, mirovan îqna dike: "We dê tu garantîyeke pêşîn tunebe ku ti partîyek wê li ser soza xwe bimîne"…

Ji ber ku hê jî endîşeyên wan hene, ji bo ku nîşan bidin ku ew ji alîyê demokratîk ve guherîne, hin ji rêveberên Ennahdayê weke referans her diçe zêdetir xwe dispêrin "modela tirkan" a Recep Tayip Erdoganê ku berî demeke nêz ji alîyê tûnisîyan ve pir bi germî hat pêşwazî kirin. (4) Ev analojî hem bi cazîbe, hem jî ronîker e. Li her du welatan jî, pêşengekî karîzmatîk (Mustafa Kemal Atatürk an jî Habîb Bourgîba) zêde girîngî daye –dûre jî ferz kiriye– nûjenîyeke ku warên siyasetê û yên olê ji hev vediqetîne. Vî yê dawîyê, hetta, hin caran bi awayekî vekirî xwe spartiye palpiştên rasyonalîst ên rojavayî. Herçendî îdîa dikin ku ew dixwazin vê "kevanê" bigirin jî, li gor piranîya îslamîstên tûnisî, piçek çawa ku Atatürk Tirkiye "dezorîyantalîze" kiribe, Bourgîba jî Tunis "dezarabîze" kiriye. Bi gotineke din, wî ew nêzî Ewropayê kiriye. Bernameya Ennahda ya ku ne lîberalîzmê, ne jî vebûna bazirganî dike mijara guftûgoyê dixwaze di navber karsazên sermayê radizînîn û tûr-operatorên rojavayî û yên " îslamî", yên ji herêmê an jî ji Kendavê tên dengeyeke nû çêke.

Gelo her kesek behsa demokrasîyê dike? Laarîdh bi sûdwergirtina ji vê rewşê daxwaz dike Meclîsa Avakar bi "azadîyên bêsînor" bê xemilandin, ango ji "derfeta referansên olî, ereb-misilman" sûdê werdigire. Bi xemgînî dibêje, "Bi Bourgîba, dewletê eynî weke sîstemeke sovyetîk, bi darê zorê berê veguherîn ber bi rasyonalîteyê ve bir û ferz kir". Ji bo wî qebûlnekirina destkeftîya pêncî û pênc salên dawîyê ne mijara gotinê ye, ew îdîa dike ku divê ev yek "bi berdêleke erzantir pêk hatiba".

Îslamîst zêde berê xwe nadin nav qadên bi rîsk. Piştrastbûyî û razî ji tesîra gotareke têkildarî dersên exlaqî li welatekî ku tê de saman û sermaye ji alîyê eşîra Ben Alî ve hatine talan kirin, Ennahda ji guftûgo yeke ku wê û "éradicateur"ên rojavayikirî yên li taxên dewlemendan dijîn bîne pêşberî hev, zêde natirse. Ji bo van ên dawî bi xwe, xetere mezin e. Mîlîtanê çepgir ê berê û endamê PDPê Omeyya Seddîk rewşê bi kurtî wiha tîne ziman: "Pêvajoya sedsalekê ew bûn bijarteyên çandî yên welêt, lê niha ew ê êdî bibin bermahîyên lihevkomkirî. Di vê rewşê de ew ê bi berdêla jîyana xwe derkevin meydanê".

Hunereke berxwirîyê ya dîyalektîk

Xala yekem a Destûrnameya niha dibe mijara gengeşî û guftûgo yên bêdawî. Ew bi baldarî ji alîyê Bourgîba ve hatiye nivîsandin: "Tûnis dewleteke azad, serbixwe û serwer e: Ola wê îslam, zimanê wê erebî û rejîma wê komar e.". Bi taybetî bi peyveke duwateyî tê dest nîşan kirin ku Tûnis misilman e. Lê belê ev yek dikaribû herwiha weke ferzkirina rewşekê jî bihata xwendin û Qur’an bibûya çavkanîyeke huqûqa gelemperî. Di vê qonaxê de jiholêrakirina referansa olî dikare îslamîstan aciz bike; destnîşankirina wê jî wê "laîk" bixistana nav endîşeyê. Ya herî rengebira ew e ku teksta heyî were parastin. Li gor Hammamî "guftûgoya li ser xala 1 bi armanca kemîndanîna li pêşîya laîkan ji alîyê îslamîstan ve hat dest pê kirin. Û ew ketine nav kemînê. Hal bû ku bersiva rast wiha bû: Baş e hûn çima dixwazin xwezaya misilman a Tûnisê binxêz bikin? Bi kîjan armancê? Ji bo pêkanîna şerîetê? Ji bo ku wekhevîya jinan bibe mijara guftûgoyan? Her cara ku ev pirs hatin kirin, îslamîstan berepaş ve gav avêtin".
Sosyalîstên FDTLê jî red dikin li ser qadeke olî dor li xwe bidin girtin. Gava ew ji bo qoda statuya takekesî bergirîyê dikin; ya ku, ji bilî mîrasgirîyê, mafên wekhev ên ji bo zilaman ji jinan re jî nas dike, ew vê yekê weke hêmaneke bingehîn a nasnameya neteweyî pêşkêş dikin, ne weke tiştekî wergirtî ji kevneşopîya rasyonalîst a rojavayî. Bernameya wan pirsgirêkê bi hunereke ku pala xwe dide dîyalektîkê dinirxîne: "Nasnemeya gelê tûnisî xwe dispêre kokên nirxên xwe yên ereb û misilman û bi şaristanîyên curbecur  hatiye dewlemend kirin; ew di bingeha xwe de ji bo çandên cîhanê nûjen û vekirî ye." 10ê îlona dawî, Ben Jaffar, rêveberê FDTLê mîtîngeke li Sîdî Bou Saîs, taxa dewlemendan a li peravê bi peyvên din ên tije hêvî bi dawî anî: "Yên ku red dikin ku welat biguhere, tirsûxofê berbelav dikin. Em bi xwe bawer bin. Welatekî weke Tûnisê piçûk ê ku gava şer li ser sînorên wî bi dijwarî rû dida, karî xwe li ser piyan bigire, welatekî xurt e".

Welatekî ewçend xurt wê bikaribe bêderengî pirsgirêkên xwe yên ava vexwarinê jî çareser bike.

Çavkanî: 

  1. Bi taybetî, "Serhildanên gel ên li Afrîkaya Bakur û yên li Rojhilata Navîn (IV): Rêya Tûnisî", Koma Krîzê ya Navneteweyî, Tûnis / Bruksel, 28 nîsan 2011
  2. Raqîbê qedîm ê dîktatorîyê, Chebbi car caran bû kesekî nêz ê Baasa iraqî, marksîst-lenînîst, sosyalîst, berî ku bibe navendparêzerekî lîberal û mezdanvanên derdorên karsaz. Têkilîyên wî yên li gel îslamîstan jî guherîn û weke ku di sê mehên dawîyê de xira bûne
  3. Hevpeyvîna li gel Mohsen Hassen, Le Quotidien, Tûnis, 11 îlon 2011
  4. Li miqabilê vê yekê, Birayên Misilman ên misirî weke ku zêde guh nadin şîretên wî û bi gumana pêkhatina serwerîyeke Tirkîyeyê li Rojhilata Navîn

Wergera ji fransî: Baran Nebar