Tûnis Êdî kes li benda Godot * nîne...
Ji meha kanûnê ve hemû cîhanê berê xwe dabû Sûdanê û meraq dikir ka di encama referandûma li ser cihêbûna başûrê vî welatî de dahatûya welêt dê çawa bibûya. Lê hîna ku encamên referandûmê bi awayekî fermî nehatin aşkere kirin, li welatekî din ê Afrîkayê, li Tûnisê desthilatdarî, mirov dikare bibêje ji nişkan ve, hat guhertin.
Ev guherîna deshilatdarîyê ne di encama darbeyeke leşkerî de, lê belê di encama tevgereke sivîl a hevwelatîyan li dij bêkarî, bilindbûna buhayê xwarinan, gendelî û nebûna azadîya xwe derbirînê, bi lidarxistina meş û xwepêşandanên li kolanan pêk hat. Di encamê de roja 14ê çileyê çapemenîya Tûnisê ragihand ku serokdewlet Zine El Abidine Ben Ali (Zeynelabidîn bin Elî) piştî deshilatdarîya xwe ya 23 salî, ku bi lepeke hesinî bi rê ve dibir, dest ji karê xwe kişandiye û li Erebîstana Suûdîyê doza penaberîyê kiriye.
Hevdem, çapemenîya cîhanî jî wekî meyla van demên dawîyê navekî rengîn li van bûyeran kir: "Şoreşa Sosîsan". Şoreşên din ku wekî şoreşên rengîn tên binav kirin ev in: Şoreşa Gulan li Gurcistanê (2003), Şoreşa Porteqalî li Ukranyayê (2004), Şoreşa Dara Sedîrê li Lubnanê (2005), Şoreşa Laleyan li Qirxizistanê (2005), ku jê re Şoreşa Pembe jî tê gotin û Şoreşa Kesk a xwendekaran li Îranê (2009).
Weha xuya dike ku êdî kes li benda Godot namîne û şoreşa xwe bixwe pêk tîne. Helbet, hin faktorên din jî hene ku şoreş weha bê çek û ji nişkan ve çêdibin, lê belê xelk pê dizanin ku guherîn ne bi qasî ku xuya dike, dijwar e.
Yekemîn şoreşa xelkê ya erebî: Tûnis
Piştî destpêkirina bûyeran, serok Zine el-Abidine Ben Ali bi hin taktîkan xwestibû ku bûyeran biçilmisîne: Di 12ê çileyê de wî zexta li ser çapemenîyê sist kir û ragihand ku piştî dawîlêhatina serdema wî ya serokatîyê, ku di 2014ê de bi dawî dihat, di hilbijartinan de dê nebûya namzet. Vê yekê têrî aştbûna xwepêşandaran nekir, lê dijberî wê, wêrekîya wan zêde kir. Di encamê de dîktatorê salan ji deshilatdarîyê hat xistin.
Lê belê tu kes li benda rûdanên weha nebû. Tûnis di nav welatên din ê ereban de wekî modern, sekuler û herî rojavayîbûyî dihat nas kirin. Wekî îspata vê yekê jî gelek gotarnivîsên rojavayî binxêz dikir ku li Tûnisê jin ne mecbûr in ku rûserî bidin serê xwe. Lê haya wan jê nîne ku ji bilî Erebistana Suûdî û Îranê (û Afxanistana Talîbanan) li welatekî din ê musulman jin ne mecbûr in serê xwe bigirin. Heta li welatên din ên wekî Tirkiye û Tacîkistanê jin nikarin li her derê rûserî bidin serê xwe. An ku pîvana Rojava ew e ku welatekî ereb/musulman ji hêla çandî ve çi qas nêzî Rojava bûbe ev welat hinde demokrat e. Pîvan ev e.
Dema ku li dîroka welatên ereban were nihêrtin, tê dîtin ku heta niha raya giştî ya ereban di guhertina hukûmetan de yan jî di bandora li ser siyaseta desthilatdarîyên xwe de tu cara nebûye faktorek. Ev yek bêhtir balê dikişîne ku li welatekî wekî Tûnisê, ku wekî dewleteke xedar a polîsan tê nasîn, tevgereke civakî encamên bi vî rengî derxistin holê. Her ji ber vê yekê, ev serhildan ne tenê ji bo welatên Bakurê Afrîkayê, lê her weha ji bo hemû cîhana ereb wekî erdhejekê bû.
Zine el-Abidine Ben Ali welatê xwe wekî cîranên xwe yên Cezayîr û Lîbya û herweha wekî hevgirên Amerîkayê, Misir û Urdunê bi rê ve dibir, ku li van welatan muxalîf tên girtin yan mişext kirin, çapemenî li jêr sansûra dewletê de ye û civaka sivîl tê çewsandin. (1) Çapemenî radigihîne ku di van 23 salan de li Tûnisê gendelî berbelav bûye û nifşên nû ji ber nebûna derfetên aborî û azadîyên siyasî bêzar bûne.
Tiştekî din ku balê dikişîne ev e: Bûyera ku tetika serhildanê kişandibû xwesotina Mohamed Bouazizi yê 25 salî bû, ku ji bo debara malbata xwe li kuçeyan tişt difirotin. Tiştê ku cîhan ´elimandî ye ew e ku li welatên musulman çalakîyên xwekujî li ser navê cîhadê bi bombeyê tê kirin. Lê belê vê carê weha nebû. Wî xortê ciwan xwe ne ji bo xatirê xwedê yan îslamê, lê belê ji bo nan û azadîyan şewitandibû. Wekî Jan Palach ê çekî ku di sala 1969ê de li dij dagîrkirina sovyetan xwe şewitandibû û wekî rahîbê budîst Thích Quảng Đức da ku darizandina rahîban a ji aliyê rêveberîya Vîetnama Başûr protesto bike, xwe şewitandibû. (Helbet gelek mînakên xwe-şewitandina protestoyî di dîroka nêz a kurdan de jî heye, lê belê van çalakîyan nikaribûn bi qasî ku dihat xwestin bala cîhanê bikişînin ser kurdan.)
Hişyarî ji bo dewletên ereban û her weha ji bo cîhana Rojava
Di encamê de mutlaqîyetek, anku deshilatdarîya qral û mîran ku heta dawîya temenê didome, bi dawî hat. Ev yek divê ji bo hemû welatên ereban di serî de Misira Husnî Mubarek bibe hişyarîyek, ji ber rewşa aborî û siyasî ya welêt xeterek e û her ku diçe mezintir dibe.
Bûyerên Tûnisê herweha ji bo birêveberîyên rojavayî nemaze ji bo Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê peyamek girîng bû. Wekî mînak Obama, da ku hevdilîya cîhana ereb bi dest bixe, êdî qala demokrasî û mafên mirovan nedikir û wezîra karên derve Xanim Hillary Clinton hema piştî bûyerên li Tûnisê daxuyanîyek dabû û gotibû ku DY di vê mijarê de bêalî ye. Lê belê pir pê neçû Xanim Clinton daxuyanîyeke din da, ku tê de li dij deshilatdarîyên gendel û paşdemayî yên Rojhilata Navîn, bêyî ku navê demokrasîyê bi lêv bike, banga reforman kir. Birêz Obama jî paşê daxuyanîyek belav kir, ku tê de pesnê serhildana Tûnisê dida û banga hilbijartinên adilane dikir.
Lê belê tê zanîn ku cîhana Rojava, ku her tim qala demokrasî û azadîyên takekesî dike, li Rojhilata Navîn piştgirîya otokratan an ku dîktatoran dike. Sedema vê yekê aşkere ye. Rojava, rejîmên dîktator wekî enîyeke qewî ya li dij ‘gefa îslamî’ dibîne. Her ji ber vê yekê Cîhana Rojava di sala 1992ê de li Cezayîrê pişta artêşê girtibû ku mudaxaleyî yekemîn hilbijartinên pir-hizbî ya welêt kiribû. Di tûra yekemîn a van hilbijartinan de partîya îslamî ya bi navê Eniya Rizgarîya Îslamî bi ser ketibû. Herweha di sibata 2005ê de, her çend Husnî Mubarek bi soza bêhtir azadî û demokrasî qanûna li ser hilbijartinan guhertibû jî, di encamê de nehatibû hiştin ku Ayman Nourê serokê partîya îslamî ya bi navê El Ghad li hember Mubarek bikeve hilbijartinan. Cîhana Rojava xwe li hember van rûdanan kerr û lal kiribû.
Niha mînaka Tûnisê li ber çavan e. Divê ev helwêsta Rojava careke din were wezinandin û nirxandin. Ev rejîm nikarin him hebûna xwe biparêzin û him jî li peşîya nifşê nû, ku bala xwe pirtir dide ser demokrasîyê, ne li ser îslamê, asteng in.
Gotarnivîs û analîstên amerîkî, bêyî ku wext derbaz bikin, tawsîye li Obama kirin ku digel Fransa û Yekîtîya Ewropayê rista xwe di demokratîzasyonê de bilîze. Bi rastî jî Tûnis xwedî potansîyel e. Her çend fîgureke hêzdar a muxalefetê nîne û partîyên siyasî gelek qels dimînin jî avantaja vî welatî ew e ku, tundrewên îslamî wekî li Cezayîr û Misirê, bihêz nînin.
Destûra Tûnisê dibêje divê di nav 60 rojan de hilbijartinên serokayetî werin li dar xistin û serokê parlamentoyê, ku niha wekî serokdewletê demkî peywirdar(wezîfedar) e, dîyar kir ku hilbijartin dê di nav vê serdemê de werin li dar xistin.
Serokê Lîbyayê Muammer Qeddafî bûyer wekî peyam fêm kiriye, ji ber ku piştî destkişandina Ben Ali peyamek weşand û tê de serhildan şermezar kir û belgeyên Wikileaksê wekî sedema alozîyê nîşan dan. (2) Ev peyam dikare wekî nîşandana fikarbarîya serokên din ên ereban jî were şîrove kirin, ku ew jî wekî Ben Ali bi salan e li ser desthilatdarîyê ne.
Nûçegihanên ewropî herweha ji devê serokmuxalefetên misirî ragihand ku bûyerên Tûnisê îlham daye wan û ew xwe ji her demê bêhtir nêzî guherînê dibînin. Her weha lê zêde dikin, şîddet berhema zexta salan bû. (3) Serokdewletê Misirê Husnî Mubarek jî divê van bûyerên dawî baş şirove bike. Mubarek ji 1981ê û vir ve serokdewlet e û di hilbijartinên îsal de wê careke din were hilbijartin. Kurê wî jî amade ye ku li dû bavê xwe wekî xelefê wî serokatîyê bike. Heger Misir di dahatûyeke nêzîk de pergala xwe ya siyasî neguherîne serhildana ciwanên bêzar, bivênevê ye ku li vî welatî jî pêk were. Lê belê hebûna îslamîyên tundrew ên li vî welatî nîşaneyek e ku heger Mubarek bi tevgereke weha were rûxandin nayê wê wateyê ku welat bibe demokrat.
Îslamî û Şoreşa Tûnisê
Di bûyeran de, ji bilî îslamîyan ji her alî kes beşdar bûbûn. Her çend li welatên sekuler ên ereban, wekî Misir, Urdun û Cezayîr îslamî li dij deshilatdaran zahmetîya herî mezin in jî, li Tûnisê muxalefet ne ji îslamîyan lê belê ji rewşenbîr, huqûqnas û sendîkayên sekuler hat. Mirov dikare bibêje ku nebûna muxalefeteke bihêz a îslamî encama siyaseta hukûmetên Tûnisê ye, ku di van pêncî salên dawîyê de hewlê didin ku teşeya jiyaneke îslamî ji nav jiyana gelemperî derxin.
Ji salên 90ê û pê ve Ben Alî jî bi rikdarî ev siyaset meşand û bi sedan endamên tevgera sereke ya îslamîyên Tûnisê, Al-Nahda xistin girtîgehan. Endamên vê partîyê tûşî îşkence, zindana heta dawîya jiyanê û mişextîyê bûn. Wekî encam piranîya vê muxalefeta îslamî li derveyî welêt dijî û yên li welêt mayî jî ji neçarîyê hevbendî digel sekuler û komunîstan girêdane.
Analîst dibêjin ku her ji ber vê yekê serokdewlet bi dilrehetî diyar kiribû ku ew dê di hilbijartinên dahatû de nebûya namzet. Lê heger îslamîyan di vê serhildanê de risteke girîng bilîstaya tedbîrên ewlekarîyê ku li dij xwepêşandaran hatibûn stendin dê dijwartir bûbûna. Anku serhildan li dij elîtan pêk hatibe jî, rûxandina sekularîzma dewletî ne mebesta xwepêşandanan bû. Sedema vê yekê jî weha tê şirove kirin. Dewleta Tûnisê li ser îdeolojîyeke sekuler a ereban ava dibe û sekularîzm û neteweperestîya wê li gor cîranên wê kevintir û hêzdartir in. Ji alîyê din, ji ber ku Ben Ali ji bo malbata xwe û elîtên gendel ên karsazan pere îsraf dikirin, ku ev yek ne bi dilê artêşê bû, giregirên serbazan ji bo parastina deshilatdarîya wî tiştek nekirin û xwe paş de kişandin.
Jixwe dema ku selefê Ben Ali, Habib Bourguiba, bavê Tûnisa piştî kolonyalîzmê, piştî hatina xwe ya ser kar, dest danîbû ser erdên dezgehên îslamî, dadgehên îslamî veguherandibûn dadgehên sekuler û qanûneke medenî ya sekuler çêkiribû. Wî herweha wekî Komara Tirkîyê, îslamî wekî gefeke li dij dewletê dîtibû û ji ber vê yekê derfet nedabû wan ku di pergala siyasî de cih bigirin. Piştî hin êrişên li havîngehên tûrîstan wî fermana înfazkirina îslamîyan dabû û peçeya jina jî wekî tiştekî kambax bi nav dikir.
Ben Ali jî di riya Bourguiba de çû. Her çend qralê Fasê Muhemmedê Şeşemîn û serokdewletê Misirê Husnî Mubarek xwedî unvanên îslamî ne û dixwazin deshilatdarîya xwe bi îslamê meşrû bikin, Ben Ali unvaneke îslamî li xwe nekir û tu car hewl neda ku digel îslamîyan hevkarîyê bike, şûna wê, ew li derveyî siyasetê hiştin.
Ev faktora taybetmendîyên civaka Tûnisê divê li ber çavan were ragirtin. Anku nebûna muxalefeteke hêzdar a îslamî hişt ku tevgereke weha li Tûnisê bi ser keve. Lê ev yek dikare ji bo welatên din ên ereban, ku îslamî lê rêkxistî ne, weha nebe. Wekî mînak heger deshilatdarîya Husnî Mubarek bi awayekî wekî Ben Ali hilweşe ne dijwar e ku îslamî deshilatdarîyê bixin destên xwe.
Ji niha û şûn de Tûnis
Dijwar e ku mirov guman bike ka ji niha û şûn ve Tûnis dê ber bi ku ve here. Lê hin şoreşên rengîn ên li welatên wekî Ukrayna, Gurcistan û Qirxizistanê her çend bi hêvîyên mezin pêk hatibûn jî ne bi awayekî ku xwepêşandaran dixwest bi dawî hatin. Di hilbijartinên (2010) ji bo serokdewletîyê de li Ukranyayê dijberên şoreşa purtaqalî bi ser ketin. Li Gurcistanê jî, ew kesên ku di Şoreşa Gulan de cih digirtin îro dijberîya hukûmetê dikin û dibêjin rêxistina Sorosê ku piştgirîya şoreşê dikir êdî bûye parçeyeke hukûmetê. (Çend rêvebirên Enstîtuya Civaka Vekirî- OSI ya bi ser Sorosê ve di parlamentoyê de ne.)
Di vê navberê de divê mînaka ‘înqilaba îslamî’, ku di 1979ê de li Îranê pêk hatibû, jî were bi bîr anîn. Li wê derê jî darbeyeke leşkerî na, lê belê tevgereke xelkî (û partîyên cur bi cur) hebû ku ji komunîstan heta îslamîyan, ji kurdan heta azerîyan her kes tê de cîh girtibû. Lê belê di talîyê de îslamîyên şiî deshilatdarî bi dest xist. Ev yek ji welatekî ereb her tim wekî xetereyek e.
Ji bo paşeroja Tûnisê, Rojavayî Tirkiyeyê wekî mînak nîşan didin. Ew pêşniyar dikin ku Tûnis dikare muxalefeta îslamî li derveyî pergala sîyasî nehêle û wan bi awayekî tev li siyasetê bike. Bi vî awayî ew dikare bibe Tirkiyeya cîhana ereb. Helbet tirk, ku xwe wekî welatekî sekuler bi nav dikin û naxwazin navê welatê wan bi îslamê re bi hev re were bilêvkirin, bi awayekî germ li vê dirûvbirinê nanihêrin. Lê belê çi dibe bila bibe heger demokrasîyeke rasteqîn were Tûnisê divê îslamî jî tê de hemû partî û muxalefet tev li pergala sîyasî bibin. Ev yek him pêşî tundrewîyê digire him jî Tûnis pê dikare pêşengiya cîhana ereb bike.
* Li Benda Godot (îngilîzî:Waiting for Godot, fransizî: En attendant Godot) lîstika şanoyê ya nivîskarê îrlandî Samuel Beckett e. Lehengên vê lîstikê, ku du kes in, li benda kesekî yan tiştekî bi navê Godot in. Gelek kes Godot wekî ‘şoreş’ bi nav dikin.
Celîl Kaya:
Huqûqnas/Rojnameger
- Li gor Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor di warê azadîya çapemeniyê de di nav 178 welatan de Tûnis di rêza 164emîn de, Misir di 127emîn de, Cezayîr di 133emîn de, Lîbya di 160emîn de, Fas di 135emîn de ye. Binihêrin: http://en.rsf.org/press-freedom- index-2010,1034.html
- Binihêrin: http://www.guardian.co.uk/world/2011/ jan/16/muammar-gaddafi-condemns-tunisia- uprising
- Ibid. (heman çavkanîya jorîn)

