Tîpen qedexekirî: Kovara W
Têkilîya edebîyat û polîtîkayê; edebiyat û îdeolojîyê her dem bûye babeta gengeşeyên gur û germ. Encam bi piranî bûye du helwêstên dijberî hev: Helwêsta ku têkilîya polîtîkayê û edebiyatê piştguh dike û helwêsta ku têkilîya edebiyat û polîtîkayê dipejirîne. Lê ligel vê piştguhkirina têkilîya edebiyat û polîtîkayê jî, em baş dizanin ku sazîya edebiyatê li welatên Ewropayê di nav kîjan şert û mercan de û ji bo bicihanîna kîjan mîsyonê hat damezirandin. Loma jî ev helwêsta piştguhkirinê bixwe jî bi me baş dide xuya kirin ku ev yek desttêwerdaneke polîtîk û îdeolojîk e, li ser edebiyatê.
Gengeşeya têkilîya edebiyat û polîtîkayê bi awayekî gur, bi derengî be jî hêdî hêdî di nav civaka kurd de jî dest pê dike
Belê. Mîna ku di nav hemû civakan de heye, gengeşeya têkilîya edebiyat û polîtîkayê bi awayekî gur, bi derengî be jî hêdî hêdî di nav civaka kurd de jî dest pê dike.
Kovara wêjeyî û çandî, Kovara Wyê bi hijmara xwe ya dawî ev gengeşeya derengketî da dest pê kirin û berê wêjevan û wêjehezên kurd da têkilîya wêje û polîtîkayê.
Kovara Wyê di hijmara xwe ya dawîn de cih dide "Têkilîyên wêje û polîtîkayê; wêjeya polîtîk"
Kovara Wyê di hijmara 36ê de, bi dosyaya: "Têkilîyên wêje û polîtîkayê; wêjeya polîtîk" ket destên xwendevanên xwe. Nivîskar Medenî Ferho, Sîdar Jîr, Sînan Sutpak, Fatma Savci, Çîya Mazî, Feratê Dengizî û Îsmaîl Dîndar her yekî/ê ji hêla xwe ve li ser têkilîyên polîtîka û edebiyatê nêrîn û ramanên xwe derpêş kirin.
Di nivîsara xwe de Medenî Ferho piştî ku dagirkerîya hovane ya li ser kurd û Kurdistanê dest nîşan dike, dehfekê li "bêalîtî" ya wêjevanên kurd dide û wiha dibêje: "Eger nivîskarên kurd, nebin Vîctor Hugo, zarok û xizanên Amedê nenivîsin; nebin Balzac, bûyerên rojane nenivîsin û sosyolojîya civaka kurd nekin romanên xwe, eger nebin Romaîn Gary û têkoşîna li çîyayên Kurdistanê nenivîsin, gelo wê hêza emperyalîzm û dagirkerîya faşîzane çawa were şikandin?"
Sîdar Jîr jî di nivîsara xwe de li ser têkilîya wêje û polîtîkayê dipeyive û bi nêzîkatîyeke troçkîst, edebiyatê wekî afirînerîyeke piştî şoreşê dipejirîne û bala me dide ser êşa estetîzekirî ya di berhema edebî de.
Edebiyat, di her serdem û civakê de di qadên desthildatdarîyê de, li hewşên perestgeh, qesr û dêr û medreseyan de zîl daye û bişkivîye
Baş tê zanîn ku edebiyat di her serdem û civakê de di qadên desthildatdarîyê de, li hewşên perestgeh, qesr, dêr û medreseyan de zîl daye û bişkivîye. Berken Bereh jî bi nivîsara xwe balê dikişîne ser têkilîya desthilatdarîyê û edebiyatê û wiha dibêje: "Serdema ku kurd li ser axa xwe azad û serbixwe dijîyan, berhemên wêjeyî li gor wê civakê, rengîn û têra xwe navdar in. Melayê Cizîrî û berhema wî vê rastîyê diselimînin."
Sînan Sutpak di nivîsara xwe de rola neynikê li wêjeyê bar dike û dibêje ku wê neynikê dahurandinên pirsgirêkên civakî, derbirîna kul û kovanan, rêbaza teşedan û raberkirina birîna civakî heye. Sutpat têkilîya wêje û polîtîkayê ya rasterast datîne û helwêsta wêjeya ji polîtîkayê dûr wekî helwêsta polîtîk dibîne û dibêje ev feraset piştigirîya desthilatdarîya siyasî dike.
Bi giştî dema ku mirov bala xwe dide nivîsarên li ser mijarê mirov rastî helwêsteke polîtîk a edebî tê. Lê ev helwêsta "Edebiyata Polîtîk'' berê me nade edebiyateke propagandayî, sloganîk. Di van nivîsaran de wêneyê li ber çavê xwendevan zindî dibe ''edebiyateke polîtîk lê estetîzekirî'' ye.
Ji bilî nivîsarên li ser dosyayê jî, Rênas Jîyan bi nivîsara xwe ya ''Teorîya Aborîya Nûjen'', bi me dide çespandin ka kurdîya kurmancî ji bo teorîya aborîyê çiqasî guncan û lihevhatî ye.
Di kovarê de herwiha hevpeyvîneke ku Serwet Denîz li ser şanoyê bi Muhsîn Osman re kiriye cih digire.
Ji bilî van jî, di kovarê de çîrokên Inka Bach, Oscar Wilde bo kurdî hatine wergerandin. Û gelek navên din: Kawa Nemir, Avjen Lîs, Îlhamî Ozer, Şenger Çîya, Janbijan Ar, Xort Bajarvan, Nesrîn Navdar, Dilşêr Bêwar, Fahrî Karakoyunlu, Înan Eroglu, Berfo Barî, Kamran Simo Hedilî, Rêdûr Dîjle, Arda Janxwar, Sîpan Xizan, Zekî Akdag, Marîn Rehman, Hasîp Yalniç, Tewfîq Hêja, Faysalê Ûsiv, Xecê Omerî, Şengul Ogur, Îsmaîl Hacanî, Peya Suvarî, Mîrza Ronî, Elîxan Loran bi helbest, çîrok, pexşanên xwe. reng dane kovarê.
Kovara Wyê hê jî bi tîpên qedexe dilîze.


