Tevgera bêtevgeran
Ji meydana Tehrîrê heta Puerta del Solê, tevgerên civakî yên van mehên dawîn fermana likar a dadgehê ku xisleta bajarê neoliberal e, têk bir.
Nakokîya efsanewî ya di navbera Wall Street û Main Street de, ku li Amerîkayê, li "kolana ereb" ji bo tevgerên protestoyê yên li Rojhilata Navîn û welatên Mexrebê li pey hev pêk hatin, dest nîşan bike, ku jê re "desthilata kolanê" jî tê gotin, ji bo kortejên pir ên xwepêşanderan li Fransayê bi bîr bîne, ji nû ve geş û gur bû: Metafora kolanê ji bo behskirina gelê li hember bêdadîya nû ya civakî seferber bûye, di qada navneteweyî de deng vedide. Herwiha, kolektifa spanyolê! Democracia Real Ya! (Ji bo demokrasîyeke rastîn aniha!) ferman dide yên ku xwe weke mexdûrên bindest ên desthilat û dewlemendîyên olîgarşîyeke bisînor, lê ji bo "kolanê bigire" (Toma la calle) bûye yek.
Bi sloganên "Acampa da Sol" (Li Solê kom bibin), "Toma la plaza" (Cih bigre) yan jî "No nos moveran" (Em ê xwe tev nedin), tevgera spanyolê ya 15ê gulanê tevî vê jî kolan weke cîyekî fizîkî bikar nanî (kolan weke qadeke kombûnê ya berî tevgera hevbeş) an jî cîyekî sembolîk ("kolan" weke cîyê lêhebûna bindestan) bi kar anî. Ew wê li hemberî rîskê radike. Ev bajarîbûna pirsên siyasî û aborî ji alî tevgera spanyolî ve alîyekî berbiçav ê din dide wan, ku herkes di cîh de li wan xwedî derkeve. Ew di heman demê de fikra tesbîteke siyasî ya hêsan, lê ronîker dide: Amadebûna kolektîf, aştîyane, lê dûvdirêj li ser cîyekî giştî, bi serê xwe weke kiryareke berxwedanê diyar dibe.
Têgihîştina vê têkilîya qada bajêr di tevgerên civakî de ji nû ve şikildana bajarê rojavayî ji alî du hêzên dîrokî yên ji hev nexweş, ango demokrasî û kapîtalîzmê ferz dike. Ya pêşî qebulkirina gerdûnî ya domdar a qada giştî dixwaze; ji ber ku ew ji alî meyla ya diduyê ya maksîmîzekirina herikînê li ser navê lêgerîna berdewam a tevgerê ve tê tehdîd kirin.
Tevgera haussmannî ya ji bo lihevanîna paytexta fransayê bi "kêmkirina qad û demê (1)" re, ku rêbaza rejimeke zordest û lîberal nîşan dide û kapîtalîzm xwe pê xwedî dike, di dîroka bajarvanîya rojavayî de weke werçerxekê xuya dike. Baron Georges Eugène Haussmann bi rastî jî, di nîveka sedsala XIXê de, têgeheke nû ya bajarî ku dê bi awayekî pir berfireh belav bibe û ku mirov dikare wê weke "makîneya bitevger" bi nav bike, xiste rojevê. Di nav du dehsalan de, ew kolanên lihevgerîyayî yên heyama navîn hemî hilweşandin, ew kirin navenda aborî û civakeke pir nêzîkî hev û bulvarên fireh ji bo lezandina herikînê di çarçoveya bajarekî de; ji alîyê din ve bi riya pêşxistina tora riyên hesinî rê li ber girêdana wan bi kevîyên bajarên mezin ên fransî ve vedike. Hîn ku bankgêrên mezin nû bilind dibûn û bajarvanî bi awayekî pir bikar fînanse dikirin, tayeke spekulatif bi parîsîyan girt. Bihayê firotina xanîyan ji yê bikaranîne zêdetir bû. Di dawîya "dema barîkadan" de, karkir bigirseyî veguhestin kevîyên paytextê, lê burjuwazî li navendê bû xwedîya avayîyên nû û herwiha ya bulvarên ku êdî weke cîyê mezaxtinê yê zengînan e jî. Komuna ku di 1871ê de, di nav xwînê de hate pelixandin, dikare hinekî jî weke taktîkeke serîhildanê ya mebesta wê -bêyî ku bi ser keve-, guherandina berê pêşketineke wiha ya maneya bajêr jî were analîz kirin.
Di destpêkê de, ev têgeha bajarvanîyê bi awayekî giştî berfireh nebû. Pêşketina skeleta bajarvanîya ewropî wê gavê li ser pêşketina senaîyê bilind dibû. Sermîyanên senaîyê kêmtevger in û sûdjêwergirtina kargehekê, ji bikaranîna wê ya ji bo demeke dirêj tê. Pêkanîna sermîyanê senaîyê wê gavê pêdivîya xwe bi xizmetên berdewam ên renca destê karker a pir heye. Kapîtalîst bajarê senaîyê weke cûre "kuneke reş" ava dikin ku tê de renceke destî ya her ku diçe dûr dibe, dibîne ku bi rêze teşwiqinan tê kişandin, paşê tê sabît kirin. Les Company Towns, weke Le Creusot li Fransayê yan Colònia Güell li Spanyayê, weke nimûneyên serekî yên vê bajarvanîya bêtevger xwiya dikin. Başbûn û pêşketina lojmanan, avakirina navgînên hevbeş, pêşkêşkirina xizmetên nû: Karkerê nêzîkî kargeha "xwe" bicîbûyî, divê neçe cîyekî din nebîne. Li hember vê, zext li serserîtîyê tê kirin, lewra ew cureyê mînak e ku nayê kontrol kirin û weke potansîyel jê tê vegirtin, û hêza dewletê jî bi qendê patronan jê dipelikêne.
Tevî vê jî, di nîveka sedsala XXê de, pêşketina bi digel tirimbêla girseyê û bajarvanîya hevdem ku pêk hat, tevger zêde bû. Lê ev tevgereke di bin kontrolê de, rûtînî, di navbera malê (li derdorê) û kar (li navenda bajêr) de bû. Berfirehbûna wê di salên 1950yê de, ji alî tevgerên dij-çandî yên weke "beat generation /cîlê bextewer" li Amerîkayê yan jî "les situationnistes" li Fransayê derket holê, ku serserîtî diparastin yan jî "jirêderketin" teşwîq dikirin.
Îrlanda
Karmendîya giştî
-Kêmkirina mehaneyan heta ji % 15yê (bitaybetî di nav mamosteyan û hêzên polîsî de).
-Jêbirina 25 000 kadroyan (ji 250 000 kadroyan)
-Cemidandina girtina kar
-Kêmkirinên ji budceyê yên digihêjin heta 10 mîlyar euroyan, ji niha û heta 2014ê
Di 2010ê de, dahata dewletê weke 31 milyaran hatiye texmîn kirin.
Xanenişînî
-Ji % 4 kêmkirina alîkarîya ji bo sektora giştî a salê di ser 12 000 euroyan re
-Temenê xanenişînîyê, di 2010ê de ji 65ê derket 66ê û di 2018yê de dê derkeve 68ê
Parastina civatî
-Kêmkirina ji % 25ê budceya tenduristîyê û xizmetên civatî ji niha û heta 2014ê.
Sîstema bacê
-Zêdekirina bacê ya hatinîyê
-Cîbicîkirina baceke ji bo karbonê, herwiha tiştên weke av û xwedîtîya mal û milk
-Bilindkirina BBZ (Baca bihayê zêde), di 2013ê de ji % 19,6ê heta ji % 21ê, paşê di 2014yê de heta ji % 23yê.
Mafê xebatê
-Kêmkirina mehaneya herî kêm ji % 11,6ê
Portekîz
Karmendîya giştî
-Cemidandina mehaneyan
-Li şûna du kesên xanenişînbûyî girtina kar a kesekî
-Kêmkirina mehaneyê li dor ji % 5ê ya 500 000 karmendên ku mehê mehaneyeke ji 1 550 euroyan zêdetir digrin û ya birêveberên sektora giştî
-Jinavbirina ji % 1ê meqamên birêveberîya navendî, ji % 2ê, birêveberîya xwecîh û herêmî
-Zêdekirina temenê qanûnî yê xanenişînê ji 62 salîyê bo 65ê
-Kêmkirina mehaneya xanenişînîyê ya mehê 1 500 euroyan (li ser hev dike 445 milyon €)
Parastina civatî
-Kêmkirina hatiniya herî kêm a bêkarîyê
-Kêmkirina dem û mîqdara alîkarîyên bêkarîyê.
Xizmetên giştî
-Di warê perwerdeya netewî û tenduristîyê de kêmkirna ji budceyê.
Sîstema bacê
-Zêdekirina bacê ya li ser dahatê
(ji % 1,5)
-Bilindkirina BBZ ji % 21ê heta ji % 23yê
-Zêdekirina baca şirketên ku hatiniya wan 2 milyon euroyî derbas dike (li ser hev dike 300 milyon €)
-Bilindkirina baca li ser malên xeyrî menqûl (300 milyon €)
-Bacbirîna ji alîkarîyên civatî (300 milyon €)
-Bacbirîna cixare, erebeyan û elektrîkê (400 milyon €)
Taybetîkirin
-Firotina gelek teşebusên neteweyî ji sektora vejen, guhaztin, ragîhandinê, heta ewlehîyê li ser hev 5,5 milyar €
Jêder:
Damien Millet û EricToussaint (birêveber), La Dette ou la Vie / Deyn an Jîyan, Aden-CADTM, Bruksel, 2011
Ji salên 1970yê vir de, kapîtalîzma rojavayî ji nû ve kiras guhert; vê carê bi tesîra zêdebûna herikîna di asta cîhanê de û ji nû ve parvekirina navneteweyî ya karê ew dike. Bi pîvana ku sermîyan û karên senaîyê karibin cîh biguherin, têgeha bajarvanîyê jî weke "kuna reş" êdî bêmane bû. Li hember guherankarîyan derketin bi tevgerên dij-çandî yên bisînor û rûtîn ji alî medyayan ve ji armanca xwe tên bi dûr xistin û mezin kirin, ku êdî pesnê ferd didin "ku bixwe muteşebis e" û ew jî bê teredut astengên mekanî derbas dike ku jîyana xwe ya şexsî û pîşeyî ava bike. Ev biryar zerûrîyeta sistemeke nû, bihêzkirin herwiha jî tekrara çarçoveya –êdî cîhanî– cîguhastina wê nîşan dide. Makîna tevgerî, bajarê neolîberal ji bo mezinkirina berjewendîyan ku êdî ne di nav sînorên cografî de, ne jî li ser başkirina mercên jîyana tebeqeyên gelerî ne, radiweste.
Bi pilankirina Defansê (Défense), sîteya senaîyê û karkeran a ku ji salên 1960ê vir de bi mebesta pêşwazîkirina navendên şîrketên herî globalbûyî bikin ji nû ve bi pêş ketiye, Parîs careke din xwe dike qereqola pêşî. Bi berfirehbûna mistewaya herikîna pir ku di Defansê (Défense) re derbas dibe, weke ku li hemberî bajarvanîyeke hatiye fikirîn ku wê bihêztir bike, tê. Weke ku fîlozof Zygmunt Bauman di gotara xwe ya "mekanên giştî yên nesîvîl" de şirove dike, li hewşa neserî, nebinî ku dilê taxê pêk tîne tu nîşaneke ku destûra lê sekinî li cîyên giştî bide kesên ku di wir re derbas dibin, tuneye (2): Awayê bitenê yê kirina wê ew e ku mirov awayê bikaranîna nêrdewana Grande Archeyê biguhere, çawa ku karker û tûrîst, rojên ku dinya xweş e, li ser pêlikên wê rûdinên û firavîna xwe dixwin. Cîyên bingehîn ên çûnûhatinê yên berdewam yên weke vê hewşê, herwiha jî termînalên balafirgehan, garên trênan, cîyên serekî yên têkilîyê, heta bi riyên dorûberê, bûlwar û galerîyên bazirganîyê, nav û nîşanên "bajarekî ku qezenc dike" ne. Birêveberên bajarên mezin ên ewropî vê fikrê parve dikin ku êdî bi mahna gurbûna rikeberîya navneteweyî li şarevanîyên navîncî jî belav dibe. (3)
Bi vê bîr û bawerîyê, xwedêgiravî radeya kêm a tevgera nifûsa bajaran a hejar, li hember mezinbûna bajarvanîyê weke asteng û li hemberî sazûmana giştî jî weke tehdîdekê tê dîtin. "Kuna reş", bajarê piştî senaîyê, ku êdî di navbera şarevanîyên metropolî de integre bûye, weke "jenîn"eke tevgera rojane ya niştecîyên xwe yên herdem û katî –turîstên ku herikîneke pirtir pêk tînin û hîn bêtir tên xwestin– zûtir bike, tê dîtin. Heta bi sêwirîna cîyên giştî yên bajêr ji binî ve hatiyê guhertin. Bi mahneya "ewleyîya giştî" û kêmkirina "fersendên tawanî", cîyên rûniştinê yên bajêr ku bi bicîhkirina "dijminên bêtevger" (parsek, fahîşe, bêmal...) tên tawanbarkirin, yên weke sekoyên giştî yên ji ber çavan wendabûyî, hatin hilweşandin. Firoşkarên kolanan, ku aborîyeke ne fermî di himêza herikînê de berfireh dikin, dibin armanca tacîzên polîs. Li Fransayê, qanûna ewleyîya navxweyî, ku di 2003yê de derket, li dijî girtina bi mişterîyan, civînên li holên avahîyan, dagirkirina avahîyan û parsekîyê tawan û cezayên nû afirandin. Ev pratîk heman taybetmendîya fizîkî, laşî dihewîne: Di navenda bajêr de bêtevgerîya mekanî pêk tîne.
Bajar weke mekîneya bitevger ne wek hev e, heta dualî ye. Ji bo îqnabuna di vî warî de jî, bi tenê divê mirov li pirbûna avayîyên rûniştin û bazirganîyê yên navenda piranîya bajaran a di bîst salên dawîn de binêre: bûrjûwabûn, ku "biserketî" dibe sedemê yekdestîya wan, berî hertiştî bi bicîhbûna xwe ya di navenda herikînên bajarî de û her wiha soza wan a xwe gîhandina zû û bi awayên cihê ya kar, ya berxwerî û ya şayîyê tê ravekirin. Lê, ji bo yên "bibinketî", li pey balonên avayîyan çûn û xwe sirgûn kirina hin bihin dûrî girêbendên herikînan, tevgerîyan hin bi hin zelaltir weke astengekî, heta êşekê xuya dike. (4)
Gelo, bajar weke cîyê afirandina demokrasîyê dê çawa bibe? Ji agoraya atînayî vir de, qada bazarê û sîteya gotûbêjê, qada giştî weke cîyekî –sembolîk, lê herwiha jî, berîya her tiştî, fizîkî –ji nêzîk bi likarbûna baş a demokrasîyê ve girêdayî xuya dike. Ji ber vê jî, divê bi awayekî ku derfetê bide guhastin, parvekirin û hevdîtinê bê sêwirandin. Veguherîna wê ya weke qadeke tevgerên berdewam, bi rengekî pir darîçav karên civakgêrîyê, bi taybetî jî yên gelerî, û herwiha jî fikirîna gerdûnî ya berjewendîyan aloz dike.
Gotûbêjkirina bajêr weke makîneyeke bi tevger êdî weke mijareke nû derdikeve holê. Taktîkên nû yên pir ji hev cuda, armanca wan hêdîkirina kolanê ye û herweha elaqeya wê hem bi rizgarkirina kolanan ji tevgera Reclaim the Streetsê re heye ku îlhamê ji herêmên otonom ên katî yên anarşîst werdigire (5), hem jî bi awayekî bêhtir dezgehî, peywendîya wê bi şebekeya bajarên hêdî Città Slow re jî heye. Bixwe bêtevgerkirina di qada giştî de û bi xwedîlêderketina ji bo guhastin û afirandina pratîkên nû, kampgerên 15ê gulanê pêlikeke din a gîhaştinê di warê liberrabûna gelêrî ya bajarê neoliberal de li pey xwe hiştin. Ji krîza ji ber teqiyana baloneke xeyrîmenqulên neteweyî ya ku ev qederê sîh salan e ji alî siyaseta giştî ve tê nepixandin û ku ji xeynî biqende tilîyên destekî bank û grûbên mezin jê îstifade nekirin, derbeke mezin xwarî, ciwanên "bê-tevgerkirî" ji Bîlbao heta bi Málagayê nîşan da, ku ji sînorên spanî hîn wêdetir, maneya bajarî, îro ji her gav bêtir, ji bo siberoja demokrasîyê mijareke pir girîng û diyarker e.
Max Rousseau:
Doktorê zanyarîya siyasî, postdoktorantê bajarvanîyê li Ecole nationale des travaux publics de l’Etat (Vaulx-en-Velin).
- David Harvey, The Condition of Postmodernity, Blackwell, London, 1989
- Zygmunt Bauman, La Vie liquide / Jîyana Şilavî, wergera ji ingilîzî Christophe Rosson, Editions du Rouergue, Arles, 2006
- Vincent Doumayrou, "Veut-on singapouriser la Flandre / Em dixwazin Flandrê sîngapûrîze bikin?" bixwîne, Le Monde diplomatique, nîsana 2010ê
- Gatien Elie, Allan Popelard û PaulVannier, "Exode urbain, exil rural / Koça Bajarî, Sirgûna Gundî", Le Monde diplomatique, tebaxa 2010ê
- Hakim Bey, TAZ. Zone autonome temporaire / Herêma Otonom a Katî, L’Eclat, Paris, 1997
Werger ji fransi: Yaqûb Karademîr


