Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Tepco û hîssedarên wê

Şirketa Tokyo Electric Power (TEPCO)(1) a ku santrala nukleer a Fukuşîmayê bi rê ve dibe, ji bo bawerîyê bide japonan, gelo bi rastî jî çi ji destê wê hat, kir? Di îlona 2002yê de, şênîyên komegiravan tê derdixin ku, ji dawîya salên 1980yê ve, şirketê bîst û neh raporên ku arasteyî ajansa ewlekarîya nukleerî hatine kirin, texrîf kirine. Şênî, wekî din, fêr dibin ku rayedarên japonî ji sala 2000ê ve xwedîyên vê agahîyê ne, lê belê berîya hingê pêwîst nedîtin li vê rewşê bikolin.

Kovara The Economist dide zanîn ku "belgeyan cih nedida pirsgirêkên ku di heşt reaktorên cuda de derketibûn holê. (2) Bo nimûne yek ji pirsgrêkan weha bû:  "Terk li lahîta polayî ketibûn, lahîta ku dora dilê reaktoran dipêçe û ewlekarîyê misoger dike". Ev îfşa dibin sedema îstîfayên serokê şirketê Nobuya Minami û serokê konseya wî ya rêveberîyê Hiroshi Araki, ku di heman demê de serokê Komîteya Etîk ya mezintirîn federasyona karsazê japonî, Japan Business Federation bû.
Di tîrmeha 2007ê de, erdhejek TEPCOyê neçar dike santrala nukleer a Kashiwazaki-Kariwa, a xisarlêbûyî bigire. Hatinîya aborî ya şirketê ji sedî 75 kêm bû, para qezenca li hîsedaran dihat parve kirin, ji sedî 7 daket. Ew digihîje wêdetirî asta di navbera adara 2003 û adara 2007ê de.

Piştî sê salan, Masataka Shimizu (serokê nû yê şirketê) îdîa dike "ders wergirtiye [ji erdheja 2007ê] û hertişt kiriye ji bo ku santralên me, ne bi tenê yên nukleer, bi rastî jî têra xwe zexm bin". (3) Li gel vê yekê jî, karûbarên şirketê ji rabirdûya wê bi temamî qut nabin. TEPCOyê berî demekê qebûl kir ku di navbera 2001 û 2011ê de, wê pêwîst nedît ku kontrolên mecbûrî yên ewlekarîya kargehên xwe ferz bike. Van kontrolan ancax di dawîya sibata 2011ê de dest pê kir. Zêdebûna bistên ûranyûma bikarhatî li hewizên stokajê –sê qat zêdetirî hejmara ku destûra wê hatiye dayîn– heta roja erdhejê jî, weke ku zêde nebûye xaleke rojeva şirketê. (4)

Şansekî operasyonê hebû ku karibe ligel stratejîya teşwîqkirina qezencan bigunce; ew jî bi erzankirina fîyetan pêk tê. Rapora salane ya 2010ê nîşan dide ku stratejî her weha di warê venêrînan de jî (5) wê bibe mijara "hewldanên bi înad".

Gelo ev bîrbirin û îdraq bû ya ku bû sedema biryara dirêjkirina temenê yek ji şeş reaktorên santrala deh salî û bi wergirtina destûra rayedarên japonî? Ew bîrbirin gelo dikare bibe îzahek ji bo dudilîyên komê yên têkildarî bi ava behrê avdana reaktorên Fukuşîmayê, tedbîra ku bi kêrî sarkirina wan dihat, lê belê santral jî ji kar dixist? Japon nuha van pirsan ji xwe dikin.

Çavkanî: 

  1. Di dema vekişîna dewletê ji sektora hilberîna elektrîkê de, sala 1951ê hat ava kirin
  2. "A critical mass of disgust? (Asteke bi tehlûke ya hêrsê?)", The Economist, London, 5 îlon 2002
  3. TEPCO, rapora salane ya 2010ê
  4. Cf. Justin McCurry, "Japan nuclear firm admits missing safety checks at disaster-hit plant (Şirketa nukleer a Japonyayê li xwe mikur hat ku li reaktora felaketê lêxistî, kontrolên ewlekarîyê pêk neanîne)", The Guardian, London, 22 adar 2011
  5. Rapora salane ya 2010ê

Wergera ji fransî: Baran Nebar