Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Tenê bi Bachelet’ekê bihar nayê

Bachalet2
Bachalet, T- Ingrid Betancourt (Ben Heine)

“Ez jin, sosyalîst,bî û bê ol im. Ez çar gunehên mezin tînim cem hev. Ewçend jî bawerdikim ku emê bihevre karên baş bikin.” Xanim Michelle Bachelet dema ku ji aliyê Serokkomarê Şîliyê Ricardo Lagos ve hatibû tayînkirin bi vê axaftinê silav li fermandarên artêşê kir. Ew di destpêka 2002’yan de bûbû wezîra parastinê. Ev meqam heta niha tu caran ji jinekê re nehatibû raspartin û ji dema hikûmeta Salvador Allende tu sosyalîst ev meqam bi dest nexistibû. Di adara 2006’an de, di nav heman rewşa ramînê de ewê were desthilatiyê, ku ji aliyê Concertation’a (lihevkirin) partiyan ve ji bo demokrasiyê hat anîn (concertación). Ev koalîsyona ku xiristiyan-demokrat, lîberal, sosyal-demokrat û sosyalîstan tîne cem hev, ji dema derbaseya demokratîk ve, sala 1989, Şîliyê birêdibe. Serokên berê Patricio Aylwin, Eduardo Frei û Ricardo Lagos ji wir dihatin.

Di dema desthilatiya xwe de, “Michelle’ê” (Mîşelê), -gelek Şîliyî ew wisa bi nav dikin- rêze bername û reformên arasteyî ji bo baştirkirina kalîteya jiyana gel danîn holê, bi sivikkirina bandorên modela aborî ya neolîberal ku di bin dîktatoriya General Augusto Pincohet de hatibû bicihkirin (1973-1989): Firehkirina sîgortaya tendurustiyê, piştevaniya zêdetirî milyonek kesî; avakirina toreke netewî ya zarokxaneyan (sê hezar û pêncsed heb heta 2010’an) ku bi encama vê zîndikirina tevlîbûna jinan a li bazara kar pêk hat...

Tevî vê yekê, di dused saliya serxwebûnê de, di Îlona 2010’an de, Şîlî wê nebe welatê “pêşketî” ku kevneserok Lagos ev soz dabû. Pêşbînî bêguman xwe dispart nîşaneyên ekonomîk ên salên 1990’î, û bi taybetî jî xwe dispart pêşveçûna navincî ya dahata hundurîn a brut (DHB), ku wê demê ji % 7,6 bû. Lê krîza asyayî ber li ev mezinbûna ekonomîk girt û di şeş salên desthilata Lagos de, DHB hema hema gihîşt ji % 4,3.

Xanim Bachelet dema ku hat Qesra Moneda’yê ev rewş mîras girt. Di pêvajoya sê salên pêşî yên serokatiya wê de, DHB daket ji % 4,2 û temayûl daketinê didomîne: Krîza ekonomîk a gerdûnî bandor li ser daxwaz û bihayên paxirê (sifir, mis) jî kir, berhema bingehîn a Şîliyê di bazarên navnetewî de – ku nêzîkî ji % 50 yê îxracata paxirê ye.
Bi rasthatinî, hikûmetê tedbîrên hêvişîner girtibûn. Dema ku bihayên paxir di îxracatê de digihîşt fiyetên maksîmûm ên nedîtî - di serî de ji ber daxwaziyên Çîniyan –, wê ev dahat ji bo paşrojmendiyê veqetandin û zêdetirî 25,5 milyar dolar civandin. Banqeya navendî jî ji aliyê xwe de 24,2 milyar dolar rezerv qeyd dikirin. Destpêka 2008’an, dema nîşaneyên pêşîn ên lewaziya ekonomîk xwe dida hîskirin, serok (Bachelet) devê kîs vekirin. Ev e yek ji sedemên nasyariya wê ya mezin.

Wextê ku krîza gerdûnî bi cih bû, Xanim Bachelet, destpêka 2009’an, planeke bizavdarkirina kar (bêkarî ji % 10 derbas dibe), pakêteke piştgiriyên nû yên dewletî, programeke destekkirî ya veberhênanan arasteyî binesaziyan, tevî kapîtalîzasyona dezgeha dewletî ya paxir – Komeleya Netewî ya Paxir (Codelco) – di radeya 4 milyar dolar de, diyar kirin. Tedbîrên bergir ên ji bo “sînorkirina ziraran” bi mehan li dû hev dewam kir. Pejirandina alîkariyên nû, planên bizavdarkirinê yên di avakirinê de, programên arasteyî îstihdamkirina ciwanan.

Tevahiya van tenê digihîşt ji % 20’ên rezervên civandî yên wextê bilindbûna bihayên paxir. Lewra Xanim Bachelet karî projeyên “parastina sosyal” – arasteyî ji % 40 kesên herî xizan – û projeyên kêmkirina feqîriyê (di 1989’an de ji % 38,6; îro kêmî ji % 13ii) bidomîne. Hewldan, herwiha di warê perwerdehiya beriya dibistanê de jî hatin berdewamkirin, rêjeya xwendina li dibistanan ji % 16 derket ji % 36’î.
Wek serok, “Michelle’ê” ecêb kêfxweş e ji ber nasyariyeke derasayî ya di nav gel de – bi taybetî jî li herêmên bajarîiii. Bi îfadekirina vê piştgiriyê ku nayê guftugokirin, ew li gorî xwe binê tiştê ku taybetmendiya rêveberiya wê pêk tîne, xêz dike: “Nûjenbûn, ev tê wateya dabînkirina mafên sosyal ên domdar ji bo ku sererastkirina newekheviyan rasteqîn be di nav demê de. Ne mijara gotinê ye ku îro alîkarî bidî ji bo ku sibe wê paşve bigirîiv.”

Tu tişt wê ne hêsan bûya ji bo vê jinika ku di destpêka salên 1970’yî de ket nav Partiya Sosyalîst û bi coş tevlî Unîteya gel a Allende bû. Xwendina wê ya di beşa tibê de bi dawî bû ji ber derbeya dewletê ya 11’ê îlona 1973. Bavê wê, generalê artêşa hewayî Alberto Bachelet, hat girtin û piştî çend mehên di bin îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest da. Ew bi xwe jî – tevlî diya xwe Ángela Jeria – ji aliyê servîsên ewlekariyê ve hat revandin û danîn girtîgeheke nepenî ku ew li wir dûçarî şîdeta fîzîkî bû. Piştî bi awayekî çalak tevlîbûna wê ya berxwedana nepenî, wê mişextî nas kir li Komara Demokratîk a Almanyayê (KDA).

Bi vegera xwe ya Şîliyê, di salên 1980’yî de, ew tevlî têkoşînê dibe ji bo sazkirina demokrasiyê û bi buroyên parastina mafên mirovan re dikeve nava têkiliyan. Lê belê “fenomena Bachelet” wê di zivistana 2002’yan de çêbe, dema ku ew wezîra parastinê ye. Baranên pir zêde hingê taxên paytextê di bin avê de dihêle. Ew leşkerên artêşê dixe bin xizmeta dûçaran, bi xwe jî derdikeve ser tanqekê û çavdêriya xebatan dike. Ev dîmen bandoreke mezin li mirovan dike.

Ew di hilbijartina kanûna 2005’an de, ji bo serokatiya bloka Concertation’ê dibe berendam û derdikeve pêşiya du berendamên rastgir, karsazê kevneperest Sebastián Piñera û alîgirê Pinochet Joaquin Lavin, herwiha nûnerê çepgir ê derparlamenter Tomás Hirsch, ku ji aliyê endamên partiya humanîst û komunîstan ve dihat destekkirin. Ew di tûra duyemîn de bi girtina ji % 53,5 a rayan bi ser dikeve, ligel ku Piñera ji % 46,5 ray bi dest dixe.

Tevî vê yekê, Xanim Bachelet tu caran nebû favoriya elîtên polîtîk ên Concertation’ê; berendamiya wê berî her tiştî bi piştgiriya gel hat destekkirin. Bi zanebûna vê yekê, wê bi dayîna cihekî mezin ji bo tevlîbûn û şêwirmendiyên di warê polîtîkayên gel de pêşniyar kir welêt bi rê ve bibe; wê ekîbeke wezaretan ku di rêjeya jin û mêran de bihurmet, saz kir û di ekîbên xwe de “rûyên nû” bi cih kirin – hewldaneke ji bo nûkirina kadroyên rêveber.

Vê nêzîkahiyê şikberî û dijayetî derxistin holê. Di nav Concertation’ê bi xwe de jî, li ser kapasîteya wê ya rêvebirinê guman hatin bilêvkirin – gumanên dubarebûyî yên rojane ji aliyê mûxalefeta rastgir. Gelek faktoran rê li ber vê bîrbirinê vekir.
Di destpêka desthilatiyê de, û li gorî krîterên sinifa polîtîk, tayînkirina hikûmeta wê zêde wext stand. Piştî du mehan berberiyeke xurt diqewime: zêdetirî yek milyon şagirtên hîndekariya navîn dirijin kolanan ji bo protestokirina asta lawaz a perwerdehiya gelemperî. Xwendekar, mamoste û malbatên şagirtan tevlî wan dibin. Bi qasî mehekê ew hikûmetê wek têkçûyî dinirxînin. Xanim Bachelet esasa xwestekên berberiyekê ku ne aîdê ajandaya wê bû û dibe sedema yekemîn ji nûh ve organîzekirina wezaretan, qebûl dike: Karmendên Wezareta Karê Navxweyî û yên Perwerdeyê tên guhertin.

Tenê bi Bachelet’ekê bihar nayê-2Pirsgirêka hê mezintir, plana navgînên veguhastina gelemperî ya paytextê derdikeve holê. Ji aliyê hikûmeta Lagos ve sazkirî, wek Transantiago binavkirî û 9’ê sibata 2007’an merî bûyî, ev sîstema nû xetên otobusan, sixletiya wan, saziyên berpirs ên xizmetê diguherîne, û bilêteke elektronîk pêwist dikev. Bi mehan, bi hezaran mirov mecbûr in bi saetan sebir bikin beriya ku karibin li otobusên qerebalix ku hejmara wan qet ne bes e li ber darêja rêwiyan, siwar bibin. Otobus dev ji derbasbûna ji taxên derdorî, û bi taybetî jî ji taxên şevnişîn berdidin, şêniyan neçar dihêlin riyên dirêj bi peyatî bimeşin ji bo gihîştina rawestgeha yekemîn. Ji kêfnexweşiya giştî wêdetir, xwepêşandan û pevçûnên carna bişîdet ên bi polêsan re, veberhênanên pêwist (di warê binesazî, mekîne, personelên nû û alîkariyên dewletî de) ji bo jiholêrakirina peyderpey a vê aloziyê wê bibin sedema zêdetirî yek milyar dolar lêçûnên ekstra ji bo dewleta şîliyî.
Xwestekên herêmî yên gel û qebîleyên Çermsoran, li Araucanía’yê, li başûrê welêt, di pişt guh re hatin avêtin. Li vê herêma xizankirî, zêdebûna projeyên şixulandina daristanan û yên masîgiriyê xwecih û xwediyên biçûk ên çandiniyê veguherandin karkerên bimeaş ên demdemî, ku vê yekê berberiya sosyal zêdetir kir. Ji xeynî gelek binçavkirinên kêfî, du milîtanên ciwan ên çermsor (comuneros) di seferberiyên bi rêveberiya hikûmeta niha de mirin, hikûmeta ku teredut nekir qanûnên antîterorîst ên ji çaxa Pinochet bi kar bîne.

Wek encam, ligel pêşveçûnên bicihanî, Şîlî di warê newekheviyan de qeydkirina rekoran didomîne. Raporeke Programa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêşketinê (PNYP), bi tarîxa 2005vi û qatjimara Gini’yê jî tê de – ku ew dereceya newekheviyê di belavkirina dahatan de dipîve – Şîlî danî rêza sed û dehemîn ku bi temamî sed û bîst û çar welêt hatibûn rêzkirin. Heman rapor diyar dike ku dahatên ji % 10 ên Şîliyî yên herî dewlemend 31,3 caran zêdetirî dahatên ji % 10 ên herî xizan in. Anketa li ser butçeyên malan a Enstîtuya Netewî ya Îstatîstîkan (ENÎ) a di navbera cotmeha 2006 û mijdara 2007’an de pêkhatî, derdixe holê ku di nav ji % 80 malên Santiago û yên berbajar de, dahat têrî nakin ji bo dabînkirina mesrefan, ku ew serî li krediya fermî û nefermî didin. Li herêmên herî hejar, dahata per capita (serê şexsekî) ya rojane hema hema zêdetirî 3 dolar e – ku nîvê wê diçe navgînên veguhastinê.

Pirsgirêkên sosyal ku Xanim Bachelet neçar ma rû bi rû bimîne, ne tenê mîrasa rêveberiyên berê bû. Bi binyatî, ew rehên xwe ji destûra bingehîn digirin, ku ev qanûn mîrasa dîktatoriyê ye û qezenc hatiye pîrozwerkirin wek motora sîstemê. Bi vî rengî, îslehata perwerdeyê ya ku ji aliyê xwendekaran ve dihat xwestin, rêveberiya dibistanan ên di destên piyasayê de û beşeke gelemperî ya demdemî û mehrûmên fonan dikirin armanc.

Ligel her tiştî, dema nirxandina çepa latîn-amerîkî mijara gotinê ye, popularîteya şexsî ya serokê, delaloka çapemeniyên biyanî – ku serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva jî xwedî heman pênasê ye –wê Concertation’ê zêde xelas neke. Concertation’ê yekemîn têkçûna xwe ya hilbijartinê di dema dengdanên şaredariyan de nas kir. Berendamê wê yê ji bo hilbijartina serokatiyê ya 13’ê Kanûna 2009’an, Eduardo Frei – serokdewletê berê (1994-2000) û xiristiyan-demokrat – wisa xuya dike ku zêde nikare piştgiriya ku Bachelet û Partiya Sosyalîst (PS) didin wî, mezintir bike. Li ser çepîtiya wî dijayetî derket holê, bi dorê ji aliyê Jorge Arrate (Bi hev re em zêdetir dikarin) û Marco Enríquez Ominami (serbixwe)vii ve, ku ew herdu jî ji PS’yê veqetiyan.

Dibe ku kevneperest Piñera 13’ê kanûnê raya herî zêde bi dest bixe – lê bêyî ku bigihîje piraniyê. Frei, ku demeke dirêj wek raqîbê wî yê qethî dihat dîtin, dikare di tûra duyemîn a 13’ê çileyê de were şemitandin ji aliyê Ominami, ku vî li ser navê “navinceke çepgir a serbixwe” van mehên dawî quleke derasayî vekir. Encama dawî qet ne diyar e.

Çavkanî: 
  1. Binêrin Fundación para la Superación de la Pobreza: www.fundacionpobreza.cl
  2. Bi nirxên navincî, li gorî Banqeya Navendî ya Şîliyê.
  3. Binêrin li anketa Centro de Estudios Públicos (CEP), tebax 2009:’‘Evolución de aprobación de gobiernos de Patricio Aylwin, Eduardo Frei, Ricardo Lagos y Michelle Bachelet’‘.
  4. Binêrin li raporên Wezareta Plansaziyê: www.mideplan.cl
  5. Deh şîrketên mezin ên tîcarî şûna bi sedan şîrketên biçûk ên veguhastinê ku xizmeta gel dabîn dikir û ji bo hemû taxên derdorî şixul dikir, girtin.
  6. Programa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêşketinê (PNYP), “Human Development Report 2005”, New York, 2005.
  7. Kurê Miguel Enríquez, hîmdarê Tevgera çepgir a şoreşger (TÇŞ), ji aliyê leşkeran ve di 1974’an de hat qetilkirin.