Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Tenduristî, çandinî û projeyên hevbeş

Ji sê armancên ku IBSAyê ji cerga avabûna xwe ya sala 2003yê dane ber xwe –hevkarî û rêkxistina siyasî li ser kêşeyên navneteweyî, duristkirina komên xebatê û alîkarîya bo welatên li ser rêya geşedanê– ya sêyem bêhtir rê dide nirxandineke konkret. IBSA Facility Fund for Poverty and Hunger Alleviation [Fona IBSAyê ji bo Kêmkirina Xizanî û Birçîtîyê], ku sala 2004ê hatiye avakirin, alîkariya darayî dide wan projeyên qeware-biçûk û qeware-navîn ku tê heye di çarçoveya herêmî û derveyî herêmî de derav û delîveyê vekin û bibin nimûne bo "emelên baş" (1). Armanc herweha handan û pêşxistina wan teşebusên serkêş e ku ji welatên başûrî tên û hewl didin bi welatên din ên başûrî re pêwendiyan deynin (2). Her yek ji dewletên endam bi qasî 1 milyon dolar pere dide, ku hê jî mîqdareke nizm e, herweha ji çavkaniyên derekî jî, wek dewletên din, rêxistinên nehikûmî, weqifên xêran, hwd alîkarî tê.

Dezgeha taybet ji bo hevkarîya başûr-başûr li Programa Neteweyên Yekbûyî ji bo Geşepêdanê (PNYG) hatibû erkdarkirin ku fonan bi rê ve bibe û herweha pêdagîrîya îdarî û kiryarî ya projeyên neqandî bike. Gelek girîng e ku ev erkê serperiştiyê ji bo dezgeheke Neteweyên Yekbûyî hatiye spartin, ne ji bo rêxistinên darayî yên wek IMFyê. Ev awayê birêvebirinê –her wekî Banka Başûr (Banco del Sur) ku Arjentîn, Bolîvya, Brezîlya, Ekvador, Paraguay û Venezûelayê bi sermîyaneke destpêkî ya 20 milyar dolar ava kir (3) – dihêle ku li saziyên Bretton Woodsê nealiqin, ku ew sazî berpirsîyarîyên xwe bi cih nayînin. Êdî welatên wek Brezîlya, Hindistan û Afrîkaya Başûr ne mecbûr in mineta IMFyê li xwe bikin bar, ji ber ku ew bi xwe dikarin xelekên alîkarîyê ava bikin.

IBSA piştgirîya darayî dide projeyên warên cihêreng: mînak bi teknîkên pêşketî yên çandiniyê li Gîne Bisawê perwerdekirina cotyaran, li Haîtiyê danîna pergaleke vezivirandina gilêşan, nûkirina du navendên tenduristiyê li Kap Verdê, avakirina avahîyeke din li navendeke tenduristiyê li Kambocyayê, bihêzkirina îmkan û dezgehên heyî ji bo têkoşîna li dijî AIDSê li Burundiyê. Ev tercîhên serfkirina çavkanîyan, gelek caran digel armancên dîplomatîk ên her sê welatên endam hevaheng û sazgar in.

Bi vî rengî, projeya avakirina saloneke werzişê ya 1000 m² li Ramalahê, li Filistînê, ku nêzîkî 1 milyon dolar butçe jê re hatiye terxankirin, projeya herî biha ye ku dezgeha navgotî fon dayê, projeya li Gîne Bisawê digihişte 500 000 dolaran, ya Haîtîyê 550 000 dolaran û ya Kap Verdê 38 000 dolaran. Her wekî Francisco Figueiredo de Souza sekreterê şaxê IBSAyê li wezareta karûbarên derve ya Brezîlyayê diyar dike, ev teşebûs digel hevkarî û rêkeftina siyasî ya sê welatên endam li ser kêşeya îsraîl-filistînê pêwendîdar e û digel vîn û dilxwazîya dewleta Brezîlyayê ye ku wek aktoreke derveyî herêmê di pêvajoya aştîyê di navbera Îsraîl û Filistînê de pişkdar û xwedangotin be (4). Kanûna 2010ê, Brezîlyayê, piştî her du welatên din ên IBSAyê, dewleta Filistînê bi resmî nas kir, lê belê, naskirineke ji wan her du welatên din wêdetir, lewre Brezîlyayê Filistîn bi sînorên wê yên sala 1967ê nas kir.

Çavkanî: 

Folashadé A. Soulé-Kohndou:
Şagirda doktorayê di warê pêwendiyên navneteweyî de li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Parîsê û bi CERI-CNRSê ve girêdayî

  1. www.ibsatrilateral.org
  2. Ji avabûna xwe heta îro, fona IBSAyê di 2006ê de xelata Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevkarîya Başûr-Başûr û di îlona 2010ê de xelata Armancên Hezarsalîyê ji bo pêşketinê wergirtin
  3. Binihêrin Damin Millet û Eric Toussaint, "Banque du Sud contre Banque mondiale" [Bankaya Başûr li dij Bankaya Cîhanî", Le Monde Diplomatique, hezîran, 2007
  4. Emerging Powers: IBSA and the future of South-South Cooperation [Hêzên di Rabûnê de: IBSA û Siberoja Hevkariya Başûr-Başûr], rapora ji Woodrow Wilson Center, Waşhington, tebax, 2009 - www.wilsoncenter.org

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn