Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Televîzyonên Kurdî

Televîzyonên Kurdî - Logo

Dîroka televîzyonên kurdî, televîzyonên zimanê kurdî gelek nû ye. Dema mirov difikire ku televîzyon ji salên 1950-1960ê ve di nav cîhana rojava de dest bi weşanê kiriye û di salên 70ê de ber bi rojhilat ve jî hatiye û zimanê kurdî heta bihara 1995ê, heta vebûna televîzyona satelît MED-TV jê bê par maye, wê demê zelal dibe ku televîzyon bi kêmayî 20 heta 30 sal derengtir ji zimanên din gihîştiye zimanê kurdî. Heta wê demê kurdan televîzyon tenê bi zimanê biyanî nas kirine. Vê yekê di serê gelek kurdan dê şopeke neyînî hîştiye ku qey bi kurdî televîzyon çênabe, kurdî ne ji wan zimanan e ku bikeve serzemînê zimanên din û pê weşanên televîzyonê çêbibe.

Di Adara sala 1995ê de MED-TV dest bi weşana zindî ya televîzyonê kir. Weşana televîzyona kurdî li ser satelîtê bû û ji her aliyê cîhanê ve bi rêya sêlikên peykî karibû bê temaşekirin. Li Rojhilata Navîn, di navbera kurd û dewletên cîran yên dagirker de derveyî şerê siyasî, çandî û çekdarî şerekî sêlikan jî dest pê kiribû. Bi taybetî dewleta tirk davêt ser malan û satelîtên kurdên ku dixwastin televîzyonê bi zimanê xwe temaşe û guhdarî bikin û sêlikên peykî dişikandin, ji holê radikirin. Kurdên hejar hew pê serî derdixistin ku sêlikên eslî yên peykî bikirin, di wê demê de dest bi nûvekariya(îcad) sêlikan kirin û bi sêlikên sifre û sehanan li televîzyonê temaşe kirin. Televîzyon ji bo kurdan bû moralek, baweriya pir kesan bi wan hat ku zimanê wan jî dikare di asta herî bilind, di asta satelîtê de bi kar bê. Televîzyon mîna "şoreş" mîna "bûyera sedsalê" dihat nirxandin. Herçiqas bernameyên kurdî ji yên zimanên din di yekemîn-televîzyona kurdî de kêmtir bûn jî, pêşwaziya MED TV ji aliyê hema bêje hemû kurdan xurt û bi kêf bû, moraleke mezin bû.

Duyemîn-televîzyona kurdî KURDISTAN TV bû, ku li Başûrê Kurdistanê vebû. KURDISTAN TV di sala 1999ê vebû û vebûna televîzyoneke din bi zimanê kurdî rewşa medyaya kurdî hîn çêtir kir, tirsa girtina televîzyona kurdî ji holê rabû. Êdî kurd xwediyê du weşanên satelîtî bûn. Rewşa înternetê jî, berepêş diçû, malperên kurdî ber bi zêdebûnê ve diçûn. Bi vebûna KURD-SATê di destpêka sala 2000ê (01.01.2000) rê li ber pêşketinê berfireh bû; tecrûbeya kurd û weşana televîzyonê gihîşt asteke din, asteke wêrekiyê, tirs ji ser têkçûn, jiholêrabûnê çû. Piştî sala 2000ê weşangeriya kurdî ji her aliyê ve zêde bû, di vê zêdebûnê de carna jihevcudakirina qelîte, neqelîte pirsgirêk dianî holê lê dîsa jî, pirbûna malperên zimanê kurdî, zêdebûna weşanxane, radyo û televîzyonan çanda kurdî gelek berepêş bir û hîn jî dibe.

Mirov dikare vebûna du kanalên din ên televîzyonê (KURDISTAN TV û KURD-SAT) bi demeke kurt pey hev mîna peqîneke pêşketinê binirxîne, piştî vê yekê heta roja me hejmara televîzyonên kurdî ji 30 (sihî) derbas bûne. Hejmar bi serê xwe mane nade der, divê ji aliyê kalîteyê û asta naveroka xwe jî bername û televîzyonên kurdî di nav hawirkanê de bin, hawirkana erênî dikare hejmara temaşevanan jî zêdetir bike. Gelek kurd hîn li televîzyonên zimanên biyanî temaşe dikin; hin ji wan kurdiya televîzyonên kurdî fêm nakin, hin jî, xwe bi televîzyonên kurdî îfadekirî nabînin, bername û tiştên pêşkêşkirî têr nabînin. Lê tiştekî zelal ew e ku êdî hîç kesek nabêje, bi zimanên kurdî televîzyon nabe, kurd nikarin bigihîjin rewşa gelên din. Bawerî û bi xwe bawerî çêbûye, niha ber bi qelîte û asta bilind ya naveroktijî ve gavavêtin li pêş hemû birêvebir û berpirsiyaran e. Dibistanên Medya û komunîkasyonê dikarin perwerdekirina kadroyên radyo û televîzyonê bînin cî; dibistanên weşangeriyê hebin, kêmasiya kadroyên televîzyonê ji holê radibe, bisporên vî karî zêde dibin. Bê şik zêdekirina pisporên televîzyonê beşek e ku girêdayê pêşketina bingehîn ya sîstem û organîzeya perwerdeya giştî ye.