Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Têkoşîna me

Berî nuha bi salekê, me bangek li xwendevanên xwe kiribû (1). Bi rengê ku wan bikin şirîkên rewşa darayî û projeyên Le Monde Diplomatique’ê, me ji wan xwastibû ku pereyan li me bibexşin, xwe bikin abone, hevalên xwe bikin abone, hê bêtir bi rengekî nizamî Le Monde Diplomatique’ê li kîoskan bikirin. Agahdarî û ragihandina serbixwe heyiyeke giştî ye, lê belê para bingehîn ya mesrefên wê dimîne ser stûyê bikir û aboneyên rojnameyê bi tenê. Bêyî wan, yanî bêyî we, hebûn û pêşketina Le Monde diplomatique’ê teqez nabe.

Ev banga me gihişte xwendevanan. 1.648 xwendevanan bi şêweyê bexşan 164.321 euro razandine ser hesabê me, bi taybetî di navbera çiriya pêşîn û çileya pêşîna sala par de (2). Ji serê salê û bi vir ve, digel zêdebûna buhayê govarê û yê abonetiyê, rêjeya belavbûna daneketiye (+ % 0.4) ku netîceyeke qewî kêmpeyda ye di çapemeniya fransî ya îro de. Piştî çend serhatiyên bi kêmasiyên budçeyî, em hêvîdar in ku di 2010’an de hesabên tekûz û bêkêmasî pêşkêş bikin.

Bi vî rengî, çalakvaniya xwînerên me hişt ku tendurustiya darayî ya Le Monde diplomatique nema metirsîdar be. Di demekê de ku rewşa çapemeniya nivîskî cihê fikaran e, lewre hejmara rojnameyên azad ên ji hemû grûbên endustriyel, darayî an jî reklamî bi lez û bez dadikeve, ku hetta xwediyên Le Monde’ê têne guhartin, ev destkefta Le Monde Diplomatique’ê bêhed girîng e. Ev yek di tercîhên me de me xurttir dike, û rêya ku divê em bidin ber xwe nîşanî me dide. Herweha, wan xerantiyên destûrî yên li ber destê me jî piştrast dike: hilbijartina dîrektor ji aliyê tevahiya xebatkarên mehnameyê, ragirtina nêzîkî nîvê (49%) sermiyanê rojnameyê li ba komeleya Les Amis du Monde diplomatique [Hevalên Le Monde Diplomatique’ê], hebûna nasnavên grûbê yên din bi kesayetiyên yasayî yên cuda.

Berî buha bi salekê, me ji we re diyar kiribû ku meblaxê ji kampanyaya bexşan bidestketî ne ji bo pînekirina qullikan e, bo numûne ji ber daketina dahatên ji reklaman, lê belê ji bo, bi rengekî baştir pêdaketin û lidûçûna armancên bi nirxên me yên weşanê re hevaheng: buhayekî kêmtir li welatên feqîr; hevkariya bi çapên navneteweyî re ku, di hinek rewşan de, em qebûl dikin ku bo destpêkê pirr kêmtir heqê weşanê bidine me (Macaristan, edîsyona kurdî) an jî em meblaxên pirr cazîbtir pêşniyar dikin (Perû, Ermenistan, Koreya Başûrî, hwd.); dîjîtalîzekirina hemû hejmarên rojnameyê yên ji cerga avakirina wê (1954) da ku arşîvên me ne tenê ji bo çend pirtûkxaneyan vekirî bin, lewre koleksiyonên pirtûkxaneyan ên kaxezî xirab dibin, û heta kurtedemekê wan arşîvan pêşkêşî xwendevanên xwe bikin. Axir, van bexşan derfeta wê hindê da ku em zêdetir lêkolîn û roportajan bixwazin, ku gellek caran maliyeta wan pirr bilind e, derbarê nakokiyên heyî de, lê herweha roportajên li ser alternatîfên "realîst" an jî "ûtopîk", li dijî sîstemeke aborî ku wisa diyar e ku îstifadeyê ji wan qeyranên aborî dike ku ew bi xwe derdixe.

Bi vî rengî, di sala 2010’an de, me 82.000 euro terxan kirin ji bo erzankirina buhayî li welatên başûrî, 83.000 euro ji bo alîkarina çapên xwe yên navneteweyî da ku dest bi weşana xwe bikin an jî di weşana xwe de berdewam bin, 54.000 euro ji bo dîjîtalîzekirin û derxistina fîhrîstên hejmarên berê yên Le Monde Diplomatique’ê, 63.000 euro ji bo fînansekirina mesrefên awarte yên lêkolîn û roportajan. Encam (282.000 eruo) ji bexşên ku ji cotmeha borî ve bi dest me ketine zêdetir e. Lê belê, me budçeyeke piçûk hilanîbû ji bo mesrefên hevgirtin û pêşxistinê.

Em baş pê dizanin: em ji xwendevanên xwe ji halên normal zêdetir dixwazin, lewre di endustriyekê an jî tucaretxaneyekê de, di qutîka posteyê ya muşteriyên ku bazirgan dixwazin bixapînin de bêhtir dibe şeqşeqa diyariyan (saet, televîzyon, kanalên Hi-fi û abonetiyên bi buhayên erzan). Lê belê em ne firoşendeyên saetên bermayî ne. "Diyarî"ya me, serxwebûna me ye, takiya me ye, tercîhên me yên şêwe û naveroka gotaran e ku ji pêwîstî û şertên reklamderan bêrî û azad in û beramber heyraniyên pirraniya rojnamegeran bêpaxav in.

Ya herî hêsan ew e ku mirov rê û derfetên sade yên promosyonan û pêşketina ku em pê bi dest dixin digel yên weşanên din ku li dijî modaya zemanî tu carî li ber xwe nedane muqayese bikin. 17’ê adara bihurî, wek nimûne, France Soirê, ku malê Alexandre Pougachevê serkêşê olîgarşiyeke rûsyayî ye, ku bi wê rojnameyê dilîze her wekî zarokek bi trêneke elektrîkî bilîze, kampanyayeke 20 milyon euroyî da destpêkirin. Şeş mehan piştî wê, rojnameya Les Echos, malê Bernard Arnaultê xwedanê serweta herî mezin a Fransayê ye, 6 milyon euro terxan kirin bo kampanyayeke afîşan û spotên radyoyî da ku "formûla xwe ya taze", ku rengîntir e ji ya berê, bide naskirin. Heçko em, wan tiştên ku organên çapemeniyê yên din dikin, bi îmkanên xwe –ewên ku hûn ji bo me dabîn dikin– û bi hişyarane dikin…

Ji ber ku divê dewama armancên di 2010’an de bidestketî bê û herwiha ew armanc bêne xurtkirin, têkoşîna me berdewam e. Lewma em dîsa ji we dixwazin ku beşdariyê bikin di hewla me de ji bo parastin û pêşxistina rojnamegeriyeke bo berjewendiyên giştî, rojnamegeriyeke krîtîk û meraqdar beramber cîhanê, azade ji desthelata siyasî û hêza pere. Em careke din we bang dikin ku hûn bibin abone, hevalên xwe bikin abone, bexşeke darayî li me bikin berî dawiya salê, bibin endamên komeleya Amis du Monde diplomatique (3). Ji bilî piştgiriya we, em xwe nasipêrine tu piştgiriyên din. Û bi tenê ev pabendî ye ku li me tê.

Çavkanî: 
  1. Bixwîne: "Têkoşîna me", Le Monde diplomatique, çiriya pêşîna 2009’an
  2. Êdî, kesên ku li ser navê Presse û Pluralisme’ê alîkariya çapemeniyê dikin, dikarin ji bo vê alîkariyê, ji sê parên ku dane rojnemeyê du paran ji baca xwe kêm bikin
  3. Abonetiyên ku em bi rêyên din werdigirin (daxwazên ku bi rêya banqeyan û bi rêya malperên ji derveyî malpera me tên), me mecbûr dikin ku em komîsyonên gellekî buha bidin ku hin caran digihîje heta % 75’an. Ji ber wê, gellekî girîng e ku xwendevanên ku dixwazin alîkariya me bikin an jî bibin abone, vê yekê bi rêya malpera me ve bikin an jî forma me ya abonetiyê bi kar bînin (di rûpela dawîn de)

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn