Şoreşa li dijî bedewînokratîyê û lîderê wê
Serhildana Lîbyayê hema bi carekê weha ji ber xwe ve rû neda. Bi qasî însîyatîvên wêrek ên mîlîtanan, ewqas jî bi hewldanên reformê yên rejîmê jî hatibû amade kirin.
Di hevpeyvînekê de bi kanala televizyonê El-Erebiyayê re, 19ê sibatê kurê Mû‘emer Qedafî, Seyf el-Îslam da zanîn ku bi alîkarîya bavê xwe ew plan dike ku reformên cidî yên pergala siyasî pêk bîne. Wî herweha da zanîn ku hefteyekê bi destpêka serhildanê re, "rêber" bi hin muxalifan re rûniştiye û soza reformên radîkal yên destûra bingehîn, banga hilbijartinên azad û derxistina qanûnên nû daye wan. Ya ku Seyf el-Îslam ji bîr kir bibêje ew bû ku pêşîlêvekirina ku wî bixwe hewl dabû sala 2003ê pêk bîne, sala 2008ê bi bin ketibû. Berîya heşt salan, Seyf el-Îslam projeyeke reformên destûra bingehîn pêşniyaz kiribû. Ji bo pêkanîna van reforman jî demek diyar kiribû: Yekê îlona 2008ê. (1) Li gor tedbîrên wê pêk bihatana, bîst û yek qanûnên bingehîn wê bihatana derxistin, di nav van qanûnan de yek li ser sermayeguzarîyê û qanûna cezayê bû, yeke din li ser prosedurên sîvîl û bazirganîyê bû. Seyf el-Îslam digot, ev reform di çarçoveya hewldanekê de pêk tên; hewldana xelaskirina Lîbyayê ji tecrîdbûna wê ya navneteweyî. Ya ji vê jî çêtir, wî ev înîsîyatîv li banga damezirandina civakeke sîvîl anî ku wê her şêwazê rêxistinên serbixwe bi pêş kevin: Sendîka, federasyon, lîg, komeleyên hiqûqî û yekîtîyên pîşeyî. Armanc ew bû ku rewabûneke destûra bingehîn bide rejîmê, ku wê şûna rewabûna şoreşgerî û eşîrî ya ku Albay xwe ji dema bûye desthilatdar ve dispêriyê. Bi her halî, ev qanûn tu caran ji alîyê parlemanê ango Kongreya Gel a Giştî ve nehatin qebûl kirin. Ya rastî, weha xuya ye ku yekane fonksîyona vê înîsîyatîvê ew bû ku manovrayekê pêk bîne. Armanc? Bidestxistina demê û avakirina îmajeke baştir a rejîmê li paytextên rojavayî. Dadgerê ku erka wî nivîsandina destûra bingehîn bû da zanîn ku wî têra xwe ji çavkanîya "pirtûka kesk" –pirtûka piçûk a fikrên rêberî– vexwariye û bi îhtîmam îşaret pê dikir ku erka wî ne guhertina xwezaya rejîmê bû... lê belê ji nû ve dabeşkirina deqên fermî yên ji berê de heyî wezîfeya wî bû. Rêz ji mohleta dawî ya ji bo lidarxistina hilbijartinan û çêkirina destûreke bingehîn –di 1ê îlona 2008ê de– re nehate girtin.
Dema ku Sûbayên Azad 1ê îlona 1969ê bûn desthilatdar, % 75ê Lîbyayê ji Bedewîyan pêk dihat
Ji bo fêmkirina vê paşvexistinê, divê em li dîrokê binihêrin û hîmên fikra Albay Qedafî fêm bikin. Dema ku Sûbayên Azad 1ê îlona 1969ê bûn desthilatdar, 2.5 milyon mirov li Lîbyayê –ya di warê petrol û gaza xwezayî de gelekî dewlemend- diman, civakeke eşîrî ya ku % 75ê wê ji Bedewîyan pêk dihat. Bi tenê sê bajar derdikevin pêş: Trablus, Bingazî û Mîsurata. Guhertinên sereke yên ku birêveberên nû kirin, bidawîkirina monarşîyê, damezirandina komara ereb û bi rêya kongreyekê erêkirina "desthilatdarîya gel" bû ku adara sala 1973ê çêbû. Ji 1972ê ve qanûna hejmara 17ê pirpartîtîya siyasî û avakirina partîyên siyasî qedexe dike, çawa ku slogana hanê îşaret pê dike: "Her endamê partîyekê xayinek e."
Yekîtîya sosyalîst a ereb –ku nuha "Tevgera komîteyên gel" – êdî hestîyê pişta pergalê pêk tîne û bi awayekî nakokane tevî ku Albay Qedafî xwe lê datîne ku li "rêyeke sêyem" ya di navbera kapîtalîzm û sosyalîzmê de dikole, şaxên meyla xwe ya sosyalîst berdide jêr. Li gor lêkolînerê tûnisî Tewfîq Mestîrî, hizirmendê fransî Jean-Jacques Rousseau (2) bandor li Qedafî kiriye: Qedafî ji bo li Lîbyayê "bedewînokratîyê" saz bike, xwe spartiye wî. Pergaleke bi vî rengî bi nebûna dewletê, serokdewlet ("rêber" şûna wî digire), partî (komîteyên gel yên îdareyê bi rê ve dibin, dikevin şûna wan) cihê dibe û li hemberî vê komîteyên şoreşger (herweha komîteyên kontrolê yên ku ji bo newekhevîyên komîteyên gel û komîteyên şoreşê li hev bike, derketine holê) tên bi cih kirin. Xebitîna van sazîyan bi tevahî zelûl û qels dimîne, tu kes nizane ka endamên wan çawa tên wezîfedar kirin. Qedafî timî ji alîyê eşîra xwe El Ghdedfa ve hat parastin. Bi vî rengî, dema ku Albay diçû derveyî welat jî konê xwe yê bi nav û deng bi xwe re dibir, sedema wê ew bû ku bi bîra eşîra xwe bixe ku li derveyî welêt jî, wî tu caran dev ji wan bernedaye. Ev kar dibe ku folklorîk xuya bike, lê ew peyameke xurt e ji Bedewîyan re, yên ku ew ne weke serokkomar, belê weke lîder hilbijartin.
Di dema desthilatdarîya xwe de Albay Qedafî ji erebîzmê ber bi neteweperestîyê û eşîrperestîyê ve çû û li ber şaristanîya bajarî rabû
Ev statuyek e ku her cara Qedafî rave dike ku nabe ew ji desthilatdarîyê were xistin, behsa wê dike. Di dema desthilatdarîya xwe de Albay Qedafî ji erebîzmê ber bi neteweperestîyê û eşîrperestîyê ve çû û li ber şaristanîya bajarî rabû. Wî ji xeymayê (kon, xêm) mala xwe çêkir û tevahîya wezîrên bajarî li derve hiştin. Wî sala 1977ê birêveberîya hevkaran fesih kir ku xizmeta Konseya Birêvebirina Şoreşê (KBŞ) dikir, KBŞyê sala 1969ê desthilatdarî girtibû destê xwe. Wî ne bi tenê muxalifên pêşverû, îslamperest û neteweperest tesfiye kirin, lê belê wî herweha yeko yeko hevalên xwe yên eskeriyê, subayên azad jî li derve hiştin. Fermandar Abdessalim Celûd di dema darbeya eskerî ya 1969ê de kesê herî girîng ê duyemîn bû, ji sala 1993ê û vir ve xwe spartiye eşîra xwe El-Mhergua. Fermandarên bi navê Muhemed Necîb û Muxtar Karûî yên pêşî bûn ku sala 1972yê weke nîşana protestokirina redkirina dana sîvîlan a desthilatdarîyê, ji KBŞyê îstîfa kirin. Heman salê Albay Muhemed El-Meguerîf di şert û mercên pir tarî de hat ceza kirin. Beşîr El-Hûadî û Yaûz Hemza sala 1975ê hatin kuştin; Omer Mehîşî sala 1984ê hat kuştin. Ji çaryek sedsalê û vir ve Abdelmonem El-Hûnî ji hingê ve tevlî nav refên kesên ji rejîmê qutbûyî bû, -berîya demeke kurt– bi Albay re li hev hat, di encama serhildana sibata 2011ê de îstîfa kir. Ji 12 endamên KBŞyê sisê bi tenê man: Abû Bekir Yûnis Caber ê ku tevlî nav refên serîhildêran bû, fermandar Xuîldî Hemîdî û General Mûstefa Xerûbî. Her sê jî bi wezîfeyên marjînal ve hatibûn girêdan. Kurên Qedafî ketin şûna mirovên nêzî bavê xwe. Bi vî rengî wezîrê parastinê Abû Bekir El Caber bi tenê yekîneyên marjînal kontrol dike, belê hêzên baştir çekdarîkirî di bin birêveberîya kurên Qedafî ango Saadî, Moatîsîm, Muhemed û Xamîs de ne. Piştî binketina "pêşîlêvekirina" wî, Albay Qedafî herkes matmayî hişt dema ku wî kurê xwe Seyf El-Îslam çirîya pêşî ya 2010ê weke "koordînatorê hêzên gel" wezîfedar kir. Ev fonksîyon wî dike serokdewletekî xwedî hêza potansîyel a ku şaxên sereke yên desthilatdarîyê bi rê ve dibe: Kongreya Gel a Giştî (parleman), Komîteya Gel a Giştî (hikûmet) û hêzên ewlekarîyê. Dema vê înîsîyatîvê, rastî dema xerakirina girtîgeha Abû Salim ya li kevîya bajarê Trablûsê ya nîsana 2010ê hat. Armanc ew bû ku tevahîya şûnên qetlîamên li vê girtîgehê jê werin birin: Li gor rêxistinên derveyî hikûmetan (NGO) sala 1996ê li wir 1 200 girtîyên siyasî hatine kuştin. Armanca xerakirinê pûçkirina tevahîya hewldanên lêkolînên li ser vî gunehî bû. Di vê hewaya siyasî de ya ku bêhn li mirovan diçikand, fikra besît a lidarxistina xwepêşandaneke aştîyane jî dikir ku cezayên giran ên girtîgehê li xwedîyê înîsîyatîvê werin birîn. Dadgeha Ewlekarîya Dewletê her yekî dwanzdeh û panzdeh sal cezayê girtîgehê li milîtanên siyasî Camel El-Hac û hevalê wî Frec Hûmîd birîn, bi bahaneya tevî deh gunehbarên din bi rasthatina bibîranîna xwepêşandêrên di şerên bi şidet ên bi hêzên ewlekarîyê re sibata 2007ê de mirî, xwepêşandaneke aştîyane li Trablûsê plan kir. Vê dadgehê herweha sala 2007ê bîst û pênc sal cezayê girtîgehê li Îdrîs Bûfayedê muxalif birî bi bahaneya komploya li dijî desthilatdarîyê û sîxurîya ji bo welatên bîyanî, bi tenê ji ber ku têkilî bi dîplomatekî amerîkî yê li Trablûsê qebûlkirî re danî.
Qedafî bi dest xistina tevahîya navendên biryardayînê û di sazîya eskerî de wezîfeyên stratejîk, dabeşkirina xelkê welêt û bêdengkirina çapeme-nîyê, derî li guhertinên aştîyane hemûyan girt û gel ber bi serhildanê ve ajot
Elîtên ku ji ber, belavkirina pereyan a bêedalet û nebûna azadîyê hêrsa wan rabûye, dest pê kir, dengê xwe bilind kir û bi awayekî aşkere dîktator, destikên wî û çeteya desthilatdarîyê rexne kirin. Di dema konferanseke tebaxa 2010ê li ser mijara "eşîr û eşîrperestî li Lîbyayê" li Bingazîyê pêk hatî de, doktora li beşa zanistên siyasî ya zanîngeha Gar Yûnisê (Trablûs) Amel Laabîdî giranîya girêdana eşîrî di qada siyasî de rexne kir. Ev yek çêkirina "Birêvebirîya gel a civakî" di destpêka salên 1990ê de nîşan dide; wezîfeya vê birêvebirîyê ew bû eşîrê weke dezgeheke fermî ava bike û bike alîyekî siyasî. Ji ber ku dewlet nîne, vê mijûlbûna eşîrî kir ku diyardeyên bertîlxwarinê, rêznegirtina ji qanûnan re û tehlûkeyên li dijî ewlekarîya dewletê derkevin holê. Kevneserokê baroyê Muhemed El-Allaguî li alîyê xwe îlona 2010ê rexne li deshilatdarîya mutleq a di destê komîteyên gel de girtin, xwest ew jî tabiyê qanûnê bibin û pirpartîtîya siyasî were saz kirin. Di heman demê de El-Allaguî li raya giştî vekirî, êrişî sekreterê karên yekîtî, sendîka û lîgên pîşeyî yê li kongreyê Muhemed Cibrîl (tam wezîrekî karê hundir e) kir û ew bi tesîrkirina li encamên hilbijartinên buroyên komeleyên sivîl gunehbar kir. Heman Cibrîlî li sendîkaya parêzeran a Bingazîyê havîna bihurî qedexe kir ku civata xwe ya giştî bicivîne. Ev civata giştî bi armanca hilbijartina konseyeke nû ya nîzama parêzeran wê biciviya ku dema wê ev salek bû bihurîbû. Di gotara 10ê îlona 2010ê ya rojnameya Oyayê de keça kevnewezîrê karê derve Ezzat Kamil El-Maxûr mafê welatîyan ê damezirandina sendîkayên serbixwe parast. Wê rexne li qanûna sala 2001ê girtin, ev qanûna li ser komeleyên sîvîl kontrola NGOyan ji dest çavdêrîya dadgeran derdixist û dida hêza birêveber. Ezzat Kamil El-Maxûrê ev qanûn weke "kêm rêzê ji mafê mirovan re digire" û "li gor yên berîya xwe bêhtir hişk û çavtirsîner" nirxand.
Li hemberî vê kelkelê, desthilatdarî geh parçebûyî û geh yekbûyî ye, bi taybetî jî dema ku berjewendîyên wê di tehlûkeyê de ne, yekbûyî ye. Êrişkarîya di dawîya îlona 2010ê de li Bingazîyê ya li dijî rojnamevan Muhemed Larbî Essarît vê yekê têra xwe dersdar nîşan dide. Rojnamevanê bi nivîsên xwe yên rexnegir navdar, bi awayekî giran hatibû birîndar kirin û li nexweşxaneyê hatibû razandin, lê belê tevî vê rewşa wî jî polîs ji bo jêpirsînê ew bir. Weqfa Qedafî ya Navneteweyî ya ku Seyf El-Îslam wê bi rê ve dibe, bi rêya dengê komeleya xwe ya mafê mirovan bi lez û bez hewl da ku berpirsiyarîya hêzên ewlekarîyê ya di vê bûyerê de red bike. Vê otîzma [ber bi xwe ve girtî] deshilatdarîyê, ji alîyê malbata Qedafî bi dest xistina tevahîya navendên biryardayînê û wezîfeyên stratejîk di sazîya eskerî de, dabeşkirina xelkê welêt û bêdengkirina çapemenîyê derî li guhertinên aştîyane hemûyan girt û gel ber bi serhildanê ve ajot.
Rachid Khechena*: Rojnamevanê El-Cezîreyê, berpirsiyarê Mexrebê
- Helen De Guerlache, "Quand la Libye se reconnecte au monde (Dema Lîbya xwe ji nû ve bi dinyayê ve girêdide)" bixwîne, Le Monde diplomatique, tîrmeha 2006ê
- Gotara Mu’ammar Kadhafi, Encyclopedia Universalis, Parîs
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


