Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Şoreşa bêhnfireh pêk nehat

Çarsedsaliya bajarê Kebekê sala 2008’an bi mirêsdariyê û bêpîvan di nava derxistineke pêş a serfiraziya yekîtiya neteweyî ya Kanadayê de hate pîrozkirin. Bi xêra sed û pêncî milyon dolarên ku hikumetên cuda dane, fîloyeke ji çil keştiyên babirkî ji La Rochelle’ê (1) da rê da ku derbaskirina Atlantîkê temsîl bikin, konserên belaş hatin organîzekirin (Céline Dion, Paul McCartney...), filmek li ser dîroka Kebekê bi dehan hefte her êvar li ser ekraneke li derve ya 60 metroyî bilind û 600 metroyî fireh hat nîşandayin, û hwd. Li hemberî vê, salvegereke din hebû ku bêyî ku zêde balê bikişîne derbas bû: pêncî saliya "şoreşa bêhnfireh", destpêka bipêşketina xweseriyeke pêşverû ku bi avakirina sîstemeke civakî ya bipêşketîtir bi dawî bû. Ji hingê ve, ji ber ku neteweperestiya kebekî dev ji armancên pêşverû berdaye, bû sedema wendabûna wê. Gelo dîrokê karîbû rêyeke din bidaya ber xwe?

Hewldana bidestxistina bi şûn ve

Kevneserokwezîr û hîmdarê şoreşa bêhnfireh Jacques Parizeau (Le devoir, 8’ê çiriya paşîna 2008’an) di sala 2008’an de digot ku "heger em bazarê jî amade bikin û mirovan fêrî wê bikin, ew ê xirab nebe". Fêrî çi ? Taybetkirina qismî ya Hydro Québec’ê ku monopola enerjiya dewletê di destê wê de ye û di 1963’an de ava bûye. Deftera pêşniyarên sempozyûma salane ya Partiya Kebekî ya gulana 2010’an biryar daye ku "xizmetên ku halêhazir ji aliyê Yekdestdariya Sîgorteya Tenduristiyê ve miso gerkirî ne” di ber çavan re derbas bike. Kêmkirina xizmetên civakî û taybetkirina şîrketên dewletê: ji bo rêxistineke hê jî ji xwe re dibêje “pêşverû” û girêdana xwe ya bi “şoreşa bêdeng” re îddîa dike, pêşniyarên ecêb in.

Sala 2007’an partiya Kebeka Hevgirtî (Québec solidaire) hat damezrandin. Ev partî karûbarên civakî li pêşiya pirsa neteweyî digire. Ev partî di nava çepgirên Kebekê de ku sîh salan siya ewrên neolîberalîzma Partiya Kebekê li ser wan bû, weke rohniyekê xwe dide der. Êdî ev partî divê ji nû ve çînên gel bi dest bixe ku di mijara piştgiriya serxwebûnê de zêde bê alî ne. Erkeke gellekî mezin e. Di hilbijartinên herêmî yên 2008’an de partiya "ekolojîst, femînîst, serxwebûnxwaz û rexnegira globalîzmê" yek parlemanter da hilbijartin. Ev serkevtina li taxeke halxweşan a Montréalê, Plateau Mont-Royalê û encamên lawaz ên li herêmên hilbijartinan ên xizanan an jî gundan, dikin ku mirov guman ji kapasîteya Kebeka Hevgirtî bike ku bibe partiyeke gel.

Sala 1960’î, serokê Partiya Lîberal a Kebekê (PLQ) Jean Lesage li şûna damezrînerê Yekîtiya Neteweyî ya zêde muhafezekar Maurice Duplessis bû serokwezîr. Li vê devera fransîaxêv ku paytexta biyanî lê serdest e, xetimîna aborî bûbû sedema bêkariyeke zêde (sala 1960’î, % 9.2) û bêyî ku destwerdaneke dewletê hebe, ya ku li qadên perwerde, tenduristî û xizmetên civakî de serdest dêra katolîk bû. Hikumeta nû ku slogana "xwediyê mala xwe" afirandî, dest bi "modernkirina" Kebekê kir – wateya peyva modernkirinê hingê ne kêmkirina ji xizmetên civakî bû.

Keynesyanîzma col ya netewe-perestiya aborî ya mîmarên "şoreşa bêhnfireh" rê li ber peydabûna dewleteke civakî ya ku îlhama xwe ji Brîtanyayê girtî vekir. Yekdestdariya sîgorteya tenduristiyê lêçûnên sektora tenduristiyê girtin ser xwe û ya teqawîtbûyinê ya Kebekê jî kete şûna sîstema teqawîtiyê ya dewleta federal a Kanadayê ku têrê nedikir. Bi misogerkirina belaşbûna perwerdeyê hikumeta lîberal kir ku perwerde were demokratîzekirin. Û ji bo ku para dewletê di aboriyê de zêde bike, şîrketên dewletê (qaseyên veşartin û bicîhkirinê, şîrketa giştî ya fînansmanê û hwd.) ava kirin. Şîrketên elektrîkê (Shawinigan Water and Power Company, Quebec Power, Southern Canada Power...) bi tevahî kirin malê dewletê û vê yekê kir ku Hydro-Quebec bibe nîşana serfiraziya fransîaxêvan ya ji nû ve peydabûyî.
Van reforman hemûyan kir ku di sektorên dewletê û sektorên nîvdewletî yên herêmî de hejmara karker û karmendan gellekî zêde bibe. Tu alaqeya "şoreşa bêhnfireh" bi şoreşeke civakî û gel re nîne: ew ne li ser rêyan, lê belê di hundirê buroyan de pêk hat. Ew sîstema aborî rexne nake, lê rê li ber peydabûna bûrjuwayeke nû ya fransewîaxêf vedike. Di erka dewletê û sektora taybet de û her weha di nava şîrketên kebekî yên mîna Bombardier an jî Quebecor’ê de jî ku carinan di asta global de derdikevin pêş, qiymeta vê bûrjuwayê zêde dibe. Elît zimanê xwe diguhere.

Civat diqirqile

"Şoreşa bêhnfireh" a xwe ji tevahiya tesîrên sosyalîst şuştî dîsa jî hîmê neteweperestiya çepgiran pêk tîne. Neteweperestiya ku berê di destê dêrê de bû – dêrê xwe weke parêzvanê ziman, çand û dînê Kebekiyan nîşan dida – ji hingê ve kirasekî aborî û civakî li xwe dike. Kombûna ji bo Serxwebûna Neteweyî (RIN) ya ku sala 1960’ê hatiye damezirandin veguherî yekemîn tevgera siyasî ya xweserîxwaz a çepgiran. Ev tevger mêtingeriya kapîtalîzma anglo-sakson ya li ser karkeran aşkere rexne dike û ji bo grevê pişta karkeran digire: di karxaneyên Dominion Ayers, Canadian Gypsum, Armstrong Corck yan jî Best Ever Shoes’ê de milîtanên wê tevlî xwepêşandanan dibin û belavokan belav dikin. Eniya Azadkirina Kebekê (FLQ) ku sala 1963’an hatiye damezrandin jî rengê radîkal yê vê polîtîkbûna neteweperestiyê ya li çepê pêk tîne. FLQ piştgiriya tevgera çekdar dike.

"Şoreşa bêhnfireh" di heman demê de dibe sedema xurtkirineke rewşenbîrî û civakî. Fikra marksîst kete zanîngehê û kir ku kovar û weşan derkevin holê ku li gorî aliyê hatî girtin rê da ber nîqaşên civakê. Di qada hunerî de şêwazeke nivîsê ku "devoka kebekî" li ser qaxezê bi cîh dike, û jê re dibêjin joual, wejeyeke weha pêşniyar dike ku guh bide gel. Bi "sînemaya yekser" derhênerên belgefilman bêyî ku çivan bidin xwe şert û mercên jiyana Kebekê dikin fîlm. Ev kelekel li taxên karkeran jî belav dibe, cîhê ku komeleyên xelkê (kooperatîvên berxwuriyê, klînîkên gel, komeleyên kirêdaran) lê peyde dibin da ku berjewendiyên herêmî yên karkeran biparêzin.

Di vê rewşa rexneya civakî ya zêde de endamên ku ji Partiya Lîberal a Kebekê veqetiyan û di nava Tevgera Desthilatdarî-Komeleyê (Mouvement Souveraineté-Association) de gihîştin hev, sala 1968’an Partiya Kebekî (PK) damezirandin ku RIN’a ku hê nû hatibû fesihkirin û Kombûna Neteweyî (Ralliement national) ya muhafezekar di nava xwe de vehewand. PK’ya ku bi destê elîta nû ya fransîaxêv ku bi xwe encama "şoreşa bêhnfireh" bû tê birêvebirin, dixwaze meyilên neteweperest bigihîne hev û çîna karker bixe nav refê serxwebûnê. Ev stratejî bi hilbijartinên herêmî yên nîsana 1970’ê de hat piştrastkirin, di van hilbijartinan de PK’yê % 23.6’ê dengan bi dest xist. Heft parlemanterên wê li herêmên hilbijartinê yên karkeran an jî xizanan (Maisonneuve, Gouin, Saint-Jacques, Sainte-Marie, Bourget, Lafontaine, Saguenay) kursiyên xwe bi dest xistin. Serokê partiyê René Levesque kêfa xwe tine: "tiştek bi taybetî girîng e: piştgiriya ku me di nava çînên gel de peyda kir, çînên ku me herî zêde di ser guhê xwe re avêtiye." Heke serkevtin hê nehatiye bi dest xistin yekane sedema vê ew e ku "hêzên pereyan, hêzên statu quo’yê ditirsiyan ku îmtiyazên xwe ji dest bidin".

PK’ya ku bi kelecana civakî û rewşenbîrî ve êdî ber bi çepê ve hatiye kişandin, pesnê reformên pêşverû dide ku ji prensîbên "şoreşa bêhnfireh" dibihurin. Di dema kongreya sala 1972’an de endamên wê nîqaşa beşdarbûn û birêvebirina hevpar dikin, û biryarê didin ku konseyên karkeran û komîteyên şîrketan ku ji aliyê karkeran ve werin hilbijartin, damezirînin. Bêyî ku li ber rewabûna sîstema kapîtalîst rabe, manîfestoya wê digot "em ê her tê de bixebitin ku ew berhemên ku halêhazir şîrketên taybetî wan tînin ser bazarê, ber bi sektora dewletê ve biçin" û pêşxistina aboriya kooperatîf erê dike (2). "Hêzên pereyan" fikaran dikin: li gorî serokê konseya karsazan Charles Perreault serxwebûnxwaz dixwazin "rola ku dewlet li welatên sosyalîst ên rojhilatê Ewropayê pê radibin, bidin dewletê (...), dixwazin hilberînê bi navendekê ve girê bidin, planeke mecbûrî ava bikin û desthilatdariya tevahî bixin destê dewletê. Divê em li bendê bin ku aborî kêmûzêde weke ya li Polonya, Çekistan yan jî rojhilatê Almanyayê bi pêş keve." (3)

Di hilbijartinên sala 1976’an de PK bi ser ket û bû sedema matmayineke giştî. Bi soza referandûma li ser desthilatdarî-komeleyê di dawiya dewra wî ya desthilatdariyê de, René Lévesque bû serokwezîr. PK’ya ku di vê navberê de bû desthilatdar siyaseteke bacê ya bi tevahî guhertî qebûl kir. Ji budceya xwe ya destpêkê û pê ve kevne-aborîzanê "şoreşa bêhnfireh" wezîrê maliyê Jacques Parizeau êdî pîvana bacê li gorî mûçeyên reel hesab nedikir (û ne li gorî mûçeyên navlêkirî yên li pey buhayan tê). Wî lêçûnên dewletê gihandin asta herî jor, baca li ser karê şîrketan kêm kir û hejmara karmendên dewletê jî cemidand. Roj êdî ne roja mezinbûna dewletê bû, ya piçûkkirina wê bû: stûnên dewleta civakî di bin barê qeyrana aborî de ditewiyan. Piştî birêvebirineke hişk a aboriyê ya çar salan, hikumetê êdî hew karîbû xwe bisipartaya pirsa civakî. Wê êdî li ser tevlêbûyina dezgehên fermî pirs ji xelkê kir û çû referandûmê; "na" bi hêsanî û pirranî (% 59,5) bi ser ket.

Vê têkçûyinê kir ku neteweperest û çepgir bikevine reşbînî û bêmadiyeke xirab. Sala 1982’an di encama lihevnekirinên îdeolojîk û dijberiyên navxweyî de du rêxistinên sereke yên radîkal (Herne şerr! Û Partiya Kommunîst a Karkeran) ji hev de ketin, lê belê bi yekdengiya Margaret Thacher û Ronald Reagan, PK’yê bi kêmkirina lêçûnên dewletê bersiv da xirabçûna aborî. Têkçûyina hêviyan ya li pey hev, bû sedema ji nû ve derketina holê ya îdeolojiyên dijberiya kollektîf ên ku bi kêrî ekolojiyê û "îdeolojiyên ezeziyê" tên. Ev "îdeolojiyên ezeziyê" têra xwe ji aliyê bazirganiyê û reklaman ve hatin bikaranîn û berê awirên xwe dane ser jiyana taybet, başbûna bedenê, derûnê û hîssiyatê. Rewşenbîr her ku diçe bêhtir ji qada gel dûr dikevin: angajmana dehsalên bihurî cîhê xwe ji dewra serdestiya pisporên zanîngehan û şêwirmendên mîrî re hişt. Çepgirên kebekî her ku çû bêhtir serxwebûn ji bîr kir, li aliyê din tevgera xweserîxwaz a ku li dora PK’yê kom bûye mijara civakî û aborî dide aliyekî û li dora neteweperestiyê digere.

Bi fikara zêdekirina xweseriya herêma Belle Province’ê Partiya Kebekî her ku çû bêhtir veguherî parêzvaneke dilsoz a bihevguhertina serbest. Ji bo vê heger lazim be amade bû ku tev li hikumeta fédéral jî bibûya. Sala 1989’an tevî patronên şîrketan û serokwezîrê muhafezekar Brian Mulroney piştgirî da Peymana Bihevguherîna Serbest (ALE) ya di navbera Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û Kanadayê de. Sala 1993’an, tevî ku herêmên din, pirraniya sendîkayan û raya giştî li dijî Peymana Bihevguherîna Serbest a Bakurê Amerîkayê (ALENA) bûn jî PK’yê bê şert helwêsta xwe parast û piştgirî da hikumeta lîberal a Jean Chrétien. Argumana wê jî ev bû: heke girêdana aboriya Kebekê bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê re zêde bibe, di rewşa serxwebûnê de ev yek wê destûrê bide ku Kebek xwe li dijî zextên malî yên muhtemel ên Kanadayê biparêze. Xetereyên yekrengkirina çandî û zirarên civakî yên ku ev peyman dibe sedema wan ne xema wê ne.

Asêbûyina di nava pirsgirêkên nasnameyî de

PK dîsa jî nafikire ku navika xwe ya bi Ottowayê ve ye, bibire. Li gorî desthilatdarî-komeleya ku sala 1995’an hatiye pêşniyarkirin, tevahiya peymanên navneteweyî (di navê de endametiya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê NATO’yê jî heye) dê bihatana erêkirin, dolarê Kanadayê dê dewam bikiraya û devereke bihevguhertina serbest dê bihataya parastin – ango Kebek bi tevahî diket nava sîstema bakurê Amerîkayê: dewleta siberojê ji roja jidayikbûna xwe û pê ve wê ji beşek navgînên xwe yên kirin û çalakiyan bê par hiştî be. Serkevtina "na"yê ya 29’ê îlona 1995’an li ser hemanekê bû (% 50,6).

Weke nîşaneke werçerxa çandî ya neteweperestiya Kebekê, serokwezîrê ku endamê Partiya Kebekê ye, Jacques Parizeau, têkçûyinê bi "pere û dengên etnîk" rave dike. Rast e, koçberên nûhatî ku pirraniya wan ji çînên herî jêr in, alaqeyeke zêde nîşanî partîzanên desthilatdariyê nadin. Bi xeyala Kanadayê ew dev ji welatê xwe ber didin da ku li Montréalê bi cîh bibin û alîgiriya wan a doza neteweperest divê hê bi tevahî nû were avakirin. Ji sala 1981’ê û vir ve di belgefilmê Denys Arcand ê bi navê "Le Confort et l’indifférence (konfor û xemsarî)" de koçberekî yewnanî dema çêlî referandûma pêşî dike, rêya ku mirov divê bidin ser, nîşan dida: "Kapîtalîst hemû dibêjin dengê ‘na’ bidin (...) Ez karker im û ez ê pişta karkerên Kebekê bigirim. Heke hêza karkerên kebekî zêde bibe, hêza min jî dê zêde bibe. Vaye sedemeke din ji bo ku mirov dengê ‘erê’ bide". Jê nehat ku projeyeke civakî ya ku mumkin bû koçber jî bi fikrê serxwebûnê ve girê bidana, PK nuha hewl dide ku baweriya koçberan bi başiyên çanda Kebekê bîne û bi vê jî xwe di nava pirsgirêkên nasnameyî de asê kir ku tê de projeya netewe bi xwe têra xwe dike. Herdu partiyên sereke bernameyên aborî yên dişibin hev şopandin – qutkirina lêçûnên xizmetên civakî yên PK’yê di 1996-1997’an de û yên PLQ’yê di 2004’an de –, ji hingî ve pirsgirêkên çandî û zimanî mijarên nîqaşên raya giştî ne. Delîla herî nû pêşniyara "qanûneke laîkiyê" ya PK’yê ye. PK’yê sala 2010’an bi vê bersiv da komîsyona li ser "lihevkirinên mantiqî" ya ku ji 2006’an ve hewl dide ku dubendiya bala siyasî û çapemeniyê li ser mijara koçberiyê zêde bike.

Çavkanî: 

Benoît Bréville:
Dîroknas. Navenda dîroka civakî ya sedsala 20’an a Zanîngeha Paris 1’ê.

  1. Li rojavayê Fransayê, li qiraxa okyanûsa Atlantîkê
  2. Quand nous serons vraiment maîtres de chez nous (Gava ku em bi rastî jî bibin xwediyê mala xwe), weşanên Partiya kebekî, Montreal, 1972
  3. Radio-Canada, 9’ê gulana 1972’an
  4. Diane Lamoreux, "Le rôle des intellectuelles et intellectuels en sciences sociales dans le débat politique actuel", (Rola rewşenbîran û rewşenbîr di zanistiyên civakî û di nava nîqaşên siyasî yên rojevê de) in L. Balthazar, G. Laforest û V. Lemieux, Le Québec et la restructuration du Canada, 1980-1992. Enjeux et perspectives, (Kebek, û ji nû ve avakirina Kanadayê, 1980-1992. Armanc û perspektîv), Septentrion, Sillery, 1991
  5. Bixwîne: Jean Pichette, "Régime minceur, version social-démokrate" (Parêza zeîfbûnê, versiyona sosyal-demokrat) û Gérard Duhaime "Offensive contre l’État social au Québec" (Li Kebekê êrîşa li dewleta civakî), Le Monde diplomatique, çileya paşîna 1997’a, û tîrmeha 2004’an

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê