Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Sir û çizirîn

Di cotmeha sala 1962ê de, bayê şerekî mezin ê nukleerî rûyê cîhanê difirikîne. Demeke kin berîya hilbijartinên nîvserdemî, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê John Kennedy bê navber tîne ziman ku tu baregeheke fuzeyên êrişê yên sovyetî dê li Kubayê bi cih nebe, ew ê neyê qebûlkirin. Moskova wêdetir jî diçe, lê belê bêyî ku karibe tê derxe ka daxuyanîyên amerîkî ji bo nermkirina hilbijêran tên kirin an jî îqazên cidî û jidil in. Ragihandinên veşartî dê niyeta aktoran diyar bikin û weha bikin ku karibin buhranê çareser bikin.

Amerîkî bi awayekî dibêjin ku ew ê bi berdêlên ku Moskova dixwaze, razî bibin, lê belê paşê û bê lezûbez: vekişandina fuzeyên NATOyê yên li Tirkiyeyê bicihkirî. Her çi aliyê sovyetî ye, bi nameyeke pir veşartî, Nikita Kruschev ji Kennedy garantiyê dixwaze ku careke din bi ser Kubayê venegire, da ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst jî bêyî ku îtîbara xwe winda bike, fuzeyên xwe yên li giravê vekişîne. (1)

Gelo wê îfşayên Wikileaksê nerehetiyê bide dîplomasîya ku, mîna di 1962ê de, pêşîyê li şeran digire, an jî ya ku bêhtir şeran amade dike? Ji ber ku çizirînên agahîyan, hemû rastî heman helwêstan nehatin. Gava "Plana Potkova" ya sirbî ji bo rewakirina şerê Kosovoyê ji aliyê eskerên alman ve hat amade kirin, gava New York Timesê derewên Pentagonê yên têkildarî hebûna çekên hilweşandina girseyî yên li Îraqê eşkere kirin, Qesra Sipî qet jî doza mueyîdeyên taybet nekir…

Hin kes îdîa dikin ku îfşaya têkildarîya filan an jî bêvan sefareta mezin a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibe ku jiyana hin kesên çûne serdana wê, bixe xeterê. Lê belê madem eşkerebûna agahîyan pir xeter e, (heta niha jî ji ber vê diyardeyê tu mexdûrek nehatiye destnîşankirin) çima ew belgeyên veşartî ewçend xirab tên parastin? (di rûpela 18ê de nivîsa Felix Stalder bixwînin)

Gelo ev rîskên siyasî ne? Rêveberê sosyalîst ê fransî yê ku di 2006ê de bi qasidekî George W. Bush ewle bû û pê da zanîn ku dijberîya Parîsê ya beramberî şerê li Îraqê "zêde vekirî" bûye (François Hollande), an jî ewê ku dixwaze wisa nîşan bide ku têkiliyên navbera her du welatan "hertim baş bûn gava ku çep li ser desthilatê bûn" (Pierre Moscovici) bi herhalî wê tercîh bikirana ku ew hevaxaftin piştî çend dehsalên din hatibana eşkere kirin.

Li gel vê yekê jî, sefîrekî mezin ne peyamnêrekî jirêzê ye. Ji bo nirxandina bandora xwe, ew dikare hewl bide kesên bi wan re dide û distîne ji bo welatê xwe bike alîgir. Gotinên ku li hevaxivên dîplomatên amerîkî tên bar kirin, nehatibin piştraskirin jî, ji bo weşandina wan, bes bû ku bişibin heqîqetê, ango li tiştê ku jixwe rastbûna wan dihat texmînkirin, biguncin.

Her çi ewlebûna bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, di vê mijarê de Wezîrê parastinê Robert Gates, xwe aram nîşan dide û weha dibêje: "Hukûmetên ku bi Dewletên Yekbûyî re didin û distînin vê yekê ji bo berjewendîyên xwe dikin. Ne ji ber ku ji me hez dikin, ne jî ji ber ku bawer dikin, em zanin razekê vedişêrin..." (2)

Çavkanî: 
  1. Binihêrin Graham T. Allison, Essence of Decision. Explaining the Cuban Missile Crisis [Ruhê biryarê. Şiroveya Krîza Mîsîlan a li Kubayê], Little Brown and Company, Boston, 1971
  2. Sêşem 30ê mijdarê, dema di civîneke çapemeniyê de li Pentagonê

Wergera ji fransî: Baran Nebar