Sibê jî dora Îranê ye?
Guleyên kujer, dibe yên şiîyan bin, dibe yên sunîyan; dibe yên nêrînnerman bin, dibe yên nêrînhişkan, dibe yên hevalbendên rojava bin, dibe yên "dij-emperyalîstan". Kesên dimirin jî her wisa. Lê belê rejîmên ku guleyan direşînin hemû dişibin hev. Rejîma Trablûsê karî utopyaya xwe ya ji bo şoreşa cîhanê, bi kontrola sînorên Yekîtîya Ewropayê biguherîne (1).
Herwiha hikûmetên ku bi hin taybetmendîyên xwe cuda xuya bikin jî, xwedî heman fenûfûtan in. Tehranê jî bi vî awayî îdîa kir ku ew di serhildana demokratîk a ereban de îşaretên "hişyarbûneke îslamî" ya ku jêdera havêna wê şoreşa îranî ya 1979ê ye, dibîne. Îsraîlê jî bal kişand ser heman fantazmê, da ku vê rewşê bike sedema lêxistina zengila alarmekê. Li gel vê yekê jî, gava dijberên îranî xwestin xwepêşandanên li Qahîreyê silav bikin, teokrasîya desthilatdar a Tehranê gule li wan dan reşandin. Her çi artêşa Îsraîlê ye, ew girseyên sîvîl ên destvala qir nake –ji bilî dema ku girseyên sîvîl filistînî bin. Lê belê Benjamin Nétanyahou daxwaza azadîyê ya ciwanên ereb, ji Tehranê bêhtir naecibîne. Lewre ev serhildan dikare welatê wî ji hevalbendên muhteşem, otokratîk, lê amerîkîxwaz bêpar bihêle. Wekî din, tiştekî wisa dikare li pêşîya Îsraîlê bibe asteng ku xwe wekî "yekane demokrasîya herêmê" îlan bike, da ku çêtir li defa hawarê bixe.. Bi tenê Îran li ber destê wê dimîne ji bo ku karibe wê bike bahaneya tehdîdê û weke batirsokeke şer nîşan bide.
Lê belê tengezarîyên bi Îsraîlê re û ambargoyên navneteweyî dikin ku rejîma Tehranê, ya ku ciwanên îranî bi daxwazên demokratîk û civakî wê dihejînin, bi zimanekî tûj ê neteweperest reaksîyonê nîşan bide. Ev yek wê jê re ji tevgera kesk a 2009ê ya ku bi zextan pêşî lê nehat girtin, bifeydetir be. Rêberê asta herî bilind Alî Xamaney hêvî dikir ku "vaksîn" a dardekirinan û êşkenceyan û "tovên" nerazîbûnan hilweşîne. Hêvîya wî neçû serî; serhildanên ereban û kontrasta rûmetşikên a navbera civakeke perwerdekirî û pergaleke siyasî ya arkaîk, binê rewatîya rejîmeke ku ji xwe têra xwe derb lê ketine, zêdetir diqewêre. Hingê jî, li şûna ku bi "awayê lîbyayî", bi balafiran bombeyan li ser girseyên çalakger ên dijberî rejîmê bibarîne, ev eşîra olî ya li ser desthilatdarîyê xezeba kujer a seyîdên derdora xwe bi ser dijberên rejîmê de dibarîne.. Rojekê piştî liv û tevgera xurt a dijberîyê, ji 290 parlementeran 222yan xwest li hember du rêveberên muteber ên berê yên rejîmê Mehdî Karroubî û Mîr Mussein Moussavî doz were vekirin, yên ji dema ku li dijî rêberê herî bilind rabûn û vir ve di hepsa malê de tên ragirtin. Û 18ê sibatê, Tehran bû qada xwepêşandaneke şanoyî ya ku têde "li dijî sûcên hovane û dilxelîner yên şefên serhildêran û hevalbendên wan ên durû û monarşîst (2), xwepêşandêran kîn, hêrs û daxwaza xwe ya vereşînê anîn ziman". "Sîxurên sîyonîst", "berdevk û serkêşên serhildanê", hemû bi kuştinê tên tehdît kirin.
Herçende bi gotin nebêje jî, rejîma teokratîk ji destekê ne bêpar e: Qet paxavê bi hişyarîyên rojavahîyan nake û ne xema wê ye. Li gel vê yekê jî hebûna wê pir qels bûye, lewre weke ku serokkomarê tirk Abdullah Gul jî 14ê sibatê di dema gera xwe ya Tehranê de dest nîşan kir: "Gava serokên dewletê guh nedin daxwazên neteweya xwe, hingê gel bixwe bi wê peywirê radibe".
- Bixwînin: Alain Morice û Claire Rodier, "Yekîtîya Ewrûpayê çawa dorê li cîranên xwe digire", Le Monde diplomatique, hezîran 2010
- Banga li Tehranê ya Konseya ji bo Koordînasyona Propa- gandaya Îslamî. (Ji ber AFPyê hat girtin) 16 sibat 2011
Wergera ji fransî: Baran Nebar


