Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Serkevtineke qaşo a “şampiyona îxracatê”

Aboriya Almanan


Aborî bilind dibe bêkarî kêm dibe: sanayiya alman ji nû ve dest pê dike. Her çend encameke weha ji ber îxracatê ye û heqdest zêde nabin jî û rewşa karkiran ber bi başbûnê ve naçe jî, ev model, modeleke aboriyê a rehetkir e. Lê di dema dirêj de, ew ê çawa bibe? Pêkanîna stratejiyeke weha Ewropayê bi xetera xirabbûna hevkêşiyê re rû bi rû dihêle.

Rayedarên alman baweriyeke xurt bi hêzdariya aboriya xwe nîşan didin. Çi sosyal-demokrat û çi muhafizekar, herdu jî hevdu pîroz dikin ku di nava deh salên derbasbûyî de reformên strukturel pêk anîne ku welatê wan “di warê îxracatê de bûye şampiyona cîhanê” – vê şampiyoniyê sala 2009’an dilê Çînê xweş kir, ji xwe, Çîn hê jî di warê nirxî de li dunyayê îxracatvanê yekemîn e.

Dîsa jî, aboriya Almanyayê ji qeyrana aborî ya sala 2008’an û jihevdeketina bazirganiya cîhanî ya ku piştî wê hat, derbên xirab xwarin. Hilberîna welêt a brut (HWB) sala 2009’an ji sedî 5 kêm bû, tevî ku li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê “bi tenê” ji sedî 3.7 daket. Tevî vê yekê jî, Almanya timî weke modeleke îstîqrarê di nava Yekîtiya Ewropayê de tê dîtin; bi taybetî jî dema ku mirov wê dide ber welatên keviya Yekîtiyê (Portugal, Îtalya, Yûnanistan, Spanya, Îrlanda). Weke mînak, mirov behsa bipîvanbûna lihevderneketina butceya wê bike ku di 2009’an de kêmî ji sedî 3’ê HWB’ya wê bû (di 2010’an de wê li der dora ji sedî 5’an be). Ev rêje li Portugalê ji sedî 8, Yûnanistanê nêzî ji sedî 14’an û li Fransayê ji sedî 8 e. Qaşo bi hewldanên xwe û disîplîna xwe ew bi ser ketiye û “baweriya bazarê” –heq kiriye. Yên din jî divê weke wê bikin.

Ev nirxandina qeyranê ku ji Renê û bi wê de şêwaza nirxandinê ya serdest e, xwe li ber azmûnan nagire. Heger aboriya herî mezin a Ewropî (ji çar paran yekê tevahiya HWB’ya herêma euroyê, ya wê ye) stratejiya mezinbûna aboriya xwe li ser hîmê îxracatê daniye, hingê hevnegirtin û bêdengetiyên peywendiyan dê bazirganiyê xirabtir bibin. Ew ê zorê li welatên din ên endamê Yekîtiyê bikin ku butçeya xwe bi ciddiyet kontrol bikin û mesrefên mûçeyan kêm bikin, da ku di warê aborî de karibin hevrikiya Almanyayê bikin. Dema ev tedbîr bi awayekî sîmultane hatin girtin, hingî xetere heye ku bibin sedema peydabûna xelekeke neyînî ku zêdebûna bêkariyê, deflasyonê û tansiyona civakî bi hev ve girê dide. Ev teşhîs bi tevahî bi ya John Maynard Keynes re li hev dike ku di rexneya wî ya merkantîlîzmê – doktrînek e ku sedsala 16’an hatiye bipêşxistin – de cih digire. Li gorî merkantîlîzmê, her netewe divê mêzîna xwe ya bazirganiyê ya bi lêçûnên welatên cîran re, baştir bike. Ev yek jî ji bo hevgirtîbûna tevahiya sîstemê, bi awayekî mecbûrî, dike ku daxwaza navneteweyî dakeve asteke gellekî kêm. Neo-Merkantîlîzma Almanyayê yekîtiya pereyan a ewropî bêîstîqrar dike. Dîsa jî ew heta 2009’an mijara konsensusekê bû, qet nebe heta 2009’an weha bû.

Sedemeke vê yekê ya baş jî hebû: Heta ku serokwezîr Gerhard Schröder cihê xwe da Angela Merkel, a ku hevsarê hukumeteke koalîsyonê ya ku tê de muhafizekar (CDU) serdest bûn girte destê xwe, Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) bû ya ku di navbera 1998 û 2005’an de Almanya bi rê ve dibir. Ji bo SPD’ê zehmet e ku lê mikur were, “reformên strukturel” ên ku di çarçoveya bernameyeke berfireh a bi navê “Agenda 2010” de sala 2002’an dest pê kirin, kirin ku berxwuriya hindur a Almanyayê kêm bibe û hevnegirtin peyda bibin. Di hilbijartinên federal ên 2009’an de namzetê SPD’ê Frank-Walter Steinmeier “Plana ji bo Almanyayê” ji raya giştî re eşkere kir. Di vê planê de Steinmeier weha pesnê serketina Agenda 2010’ê dide: “Ji 1998’an û pê ve, me sosyal-demokratan Almanya modernîze kir û hêza wê ya hevrikiya aborî ya navneteweyî ji nû ve xurt kir. Bi hevkariya bi pardarên civakî re, bi xêra hewldanên kêmkirina mûçeyan, ji me hat ku em bikin şîrketên me (û berhemên me) di bazara cîhanê de di rêza pêş de bin. Welatê ku çapemeniya navneteweyî beriya bi deh salan navê “nexweşê mezin yê Ewropayê” lê dikir, veguherî lokomotîfa Yekîtiyê û pêşiya wê dikişîne.”

Navê şermiyê ku li betalkirina kontrola mûçeyan a bazara kar hatiye kirin, “modernîzasyon” e; vê “modernîzasyonê” di salên 1990’î de dest pê kir û bi bandora Agenda 2010’ê jî bi leztir bû. Yekane kêrhatîbûna ew e ku para mûçeyan a di dewlemendiya neteweyî de kêm bike û newekheviyan zêdetir bike. Di axaftineke xwe ya di Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê ya 2005’an de, serokwezîrê hingê Gerhard Schröder bi kurtî ev yek weha dianî zimên: “Me sektoreke veşartî ya bazara kar ava kir ku tê de mûçe kêm in. Me herweha sîstema mûçeyê bêkariyê guherand, da ku zoreke bêhtir a vegera ber bi kar ve li mirovan bike.” Li gorî pêşniyarên Konseya Analîzên Aborî ya Alman û pirraniya pisporan, hukumet hê jî qebûl nake ku mûçeyê asgarî yê qanûnî diyar bike, lewra ditirse ev yek bike ku zexta li ser mûçeyan kêm bibe. Ev tercîh û li ser hev redkirinên ku peymanên şîrketan heta bi şaxên wan werin belavkirin, bi hev re armanca wan jihevdexistina sîstema peymana giştî ya kar e; ev sîstema peymana giştî a kar piştî şerrê cîhanê yê duyem ketibû pratîkê. Bi vî rengî, weha xuya dike ku hukumeta alman û şêwirmendê gellekî bi tesîr Hans-Werner Sinn hemfikir in. Sinn sala 2009’an ev texmîn dikir: “Pêkhatina sektoreke mûçeyên kêm û gellekî kêm, ne ku têkçûyina Agenda 2010’an, berevajî serkevtina wê piştrast dike (1).”

Neyeksanî, xizanî, paşdeçûna dewleta sosyal mûcîzeya Rhenan pûç kir

Ji bo yên ku serê xwe bi aboriya Almanyayê ya deh salên dawîn diêşînin, weha xuya ye ku ji daneyên berbiçav bêhtir, ev vîzyona xweşbîn xwe di serî de disipêre baweriyên nîzama îdeolojîk. Di nava herêma euroyê de, bi Almanyayê re Îtalya jî bi mezinbûna herî kêm kete sala 1999’an û 2007’an. 1999 sala destpêkirina pereyê hevpar euroyê bû û 2007 jî sala beriya qeyrana heyî bû. Aboriya wê li gorî ya Fransayê, Spanyayê û yan jî Îtalyayê hindiktir derfetên kar afirandin (eger em cûdatiyên HWB’ê li ber çavan bigirin, di warê afirandina derfetên kar de, ev paşvemayîn dewam dike). Heta dewra refahê ya di navbera 2005 û 2008’an de jî ku hin berpirsiyarên siyasî xwe jê venedan û weke “mucîzeya nû ya aboriya alman” bi nav kirin, di heman dewrê de û di destpêka vê mîlenyûmê de Almanyayê li gorî Fransayê (weke encama bi qanûnan diyarkirina hefteyê 35 saetan kar) hindiktir derfetên kar afirandin.

Di heman wextê de qelşa ku dewlemend û xizanan ji hev qut dike ewqasî bi lez mezin bû ku Saziya Hevkarî û Pêşketina Aboriyê (OECD) jî pê êşiya. Raporeke OECD’yê tesbît dike ku di navbera 2000-2005’an de “newekheviya mûçeyan û xizanî li Almanyayê ji hemû welatên din yên OECD’yê bi leztir zêde bûne (2).” Tevî başbûna aboriyê ya di navbera 2005 û 2008’an de jî, pîvana xizaniyê ku weke “rêjeya Gini” tê binavkirin û bi zêdebûna newekheviyê re ew jî zêde dibe, li Almanyayê çar puanan bilind bû. Beridîneke bi heman rengî mirov dikare qismî bi rakirina kontrola mûçeyan a di bazara kar de jî rave bike, ku bû sedem mûçe weke xwe bimînin û heta kir ku mûçe kêm bibin – herweha di boom (dewra bi carekê başbûna aboriyê) a ji 2005’an heta 2008’an de jî. Sedemeke rewşê jî ew e ku alîkariya civakî û mesrefên gelemperiyê bi awayekî giştî kêm bûn. Bi vî rengî, li gorî daneyên Komîsyona Ewropayê, Almanya li dunyayê tevî Japonyayê yekane welat e ku lêçûnên dewletê – piştî ku enflasyon jî li ber çavan hat girtin – di navbera 1998 û 2007’an de kêm kirine. Di herêma euroyê de em Almanyayê jî pê re hesab bikin, di nava heman salan de mesrefên dewletê ji sedî 14 zêde bûne... Ev piçûkbûna dewletê encama kêmkirinên bacên girîng e ku bi kêrî şîrketan û dewlemendên ku bac li ser wan ferz e, tê. Daxwaza xurt û hişk a “lihevderxistina butçeyê” û kêmkirina deynên dewletê jî sedemên vê piçûkbûna dewletê ne.

Kontrasteke zêde tê bilêvkirin a di navbera aboriyeke hundir a gellekî yekreng û neenerjîk û sektoreke îxracatê ya gellekî dînamîk, para bêtir encama vê siyasetê ye. Di navbera 1999 û 2007’an de Almanya yekane welatê herêma euroyê bû ku ji aboriya hundir bêhtir, îxracatê bi awayekî erênî tesîra xwe li zêdebûna WHB’yê kir. Ji ber kêmbûna mûçeyên reel û hîsa neewlebûnê ku reformên bazara kar û sîstema parastina civakî bûn sedem, mesrefên mal (malbat) dikin pirr kêm dimînin. Herweha bandora mesrefên ku dewletê li mezinbûna aborî kirine, di nava welatên endamên Yekîtiyê hemûyan de ya herî lawaz bû.

Bê guman, “modernîzekirina mûçeyan” hêzê dide hevrikiya îxracata Alman. Lê belê, gelo zirara ku ev yek li Ewropayê dike çi ye? Di çarçoveya yekîtiya darayî de, qelşa cudahiya hevrikiya di navbera welatan de êdî nabe ku bi devaluasyonên qaşo (bi tenê navlêkirî) li hev were derxistin. Weke encam, beridîna buhayê heqdestê karkirekî (peywendiyeke xurt di navbera wê û rêjeya enflasyona neteweyî de heye) di navbera welatan de ji hev cihê ye, hin jê bi awayekî mekanîk di hevrikiyê de li gorî yên din bi ser dikevin. Lê belê, di navbera 1999 û 2007’an de buhayê heqdestê karkirekî li Almanyayê kêmtirî ji sedî 2’an zêde bû, tevî ku li Yûnanistan, Îrlanda, Portûgal û Spanyayê ev rêje ji sedî 28 ta 31’ê zêde bû. Ev yek îşaret pê dike ku welatên din hemû di warê hevrikiyê de li hemberî Almanyayê têk çûn û herweha nîşan dide ku li Almanyayê enflasyoneke kêmtirî deverên din hebû, rêjeya faîza reel li wira bilindtir bû. Vê yekê jî daxwaza kirrînê di bazara hundir de kêmtir kir.

Şampiyona îxracatê, rewşa partnerên xwe yên aborî xerab dike

Li Fransayê bi xwe jî ku buhayê heqdestê karkirekî di navbera 1999 û 2007’an de ji sedî 17 zêdetir bû (ku kêm û zêde li gorî rêjeya enflasyonê ye ku Bankaya Navendî ya Ewropayê weke hedef diyar kiribû), mêzîna bazirganiyê ji 1999’an heta 2003’an li xwe zêde dikir, paşê mêyla wê çû aliyê zirarê - û piştre jî bi tevahî aliyê zirarê giraniya xwe nîşan da.

Belê, hedef ji hevnegirtina butçeyê bêhtir, êrîşên spekulatîf ên bihara bihurî girêdayî bêdengetiyên mêzîna bazirganiya welatên ewropî bûn. Di navbera 1999 û 2007’an de hevnegirtina butçeya Spanyayê ya dewletê tu carî ji sedî 3’an nebihurî – sînorê ku ji aliyê peymana Maastrichtê û Pakta Ewropî ya Îstîqrar û Mezinbûna Aborî ferz dikin (ji bo ku em bidin ber hev, em li vira bêjin ku Almanyayê ev pîvan di navbera 2002 û 2005’an de pêk neanî). Ya ji vê jî çêtir ew bû ku di vê demê de deynê gelemperiyê li gorî HWB’ê ji sedî 62’an dakete ji sedî 36’an (li aliyê din li Almanyayê ev rêje ji sedî 61’ê gihişte ji sedî 65’an) û dewletê di navbera 2005 û 2007’an de berhêmên zêde jî bi dest xistin. Di beramberî vê de di sektora taybet de (malbat û şîrket), mesref bi awayekî sîstematîk ji hatinên aborî bihurîn, sedema vê jî bi awayekî pirr bi lez buhabûna xanî û milkan bû ku, ya ku hin salan gihişte ji sedî 12’ê WHB’ê lihevderneketineke sabît bû. Mêzîna di navbera dewletê û sektora taybet de bi awayekî zelal negatîf bû, deynên giştî bi nisbetên mezin zêde bûn. Dema ku balona deyndariya sektora taybet diteqe û bêkarî bi carekê de gellekî zêde dibe ji 2008’an û pê ve, dewleta Spanyayê neçar ma ku dayina deynên ku doza wan tê kirin, bigire ser milên xwe û hê jî ne mumkin e van deynan bide.

Ev yek jî Spanyayê neçar dike ku bi miqdarên mezin pereyan deyn bike. Bi awayekî ciddî bazar ji îhtîmala rizgarkirina Spanyayê gumanan dikin. Rewş li Îrlandayê jî bi heman rengî ye. Li Îrlandayê di navbera 1999 û 2007’an de deynên dewletê ji sedî 49’an daketin ji sedî 25’an, lê belê di heman demê de deynên sektora taybet jî zêde bûn. (Li Yûnanistan û Portugalê jî demeke dirêj hatin û lêçûnên dewletê li hev dernediketin, lê dîsa jî ji deyndariya sektora taybet kêmtir bû.) Ango yên ku zirarê li îhtîmala rizgarkirina welatekî dikin û wê li spekulasyonên malî vedikin, ji lihevderneketina butçeya dewletê bêhtir, lihevderneketinên bazirganiyê ne ku herweha sedema deynên derve ne jî.
Yanî, rayedarên alman şaş in dema ku “reformên strukturel” mîna ku welat di çavên kes û saziyên pereyan razînin de “biîstîqrartir” û “ewletir” kiribe, pîroz dikin. Xurt xuyakirina Almanyayê ji serkevtineke qelp pê ve ne tiştekî din e. Eger em ji Plutark bawer bikin, dema ku ji bo serkevtina wî ya nû ya li dijî Romayê xelkê ew pîroz dikir, melikê Epîrê weha peyiviye: “Eger em careke din bi vî rengî bi ser bikevin, hingê Xwedê ji me stand!” Lewra wî di şerr de beşekî mezin ji hêzên xwe, pirraniya fermandarên xwe yên leşkerî û hevgirên xwe wenda kiribûn.

Rewşa Almanyayê jî ne cuda ye: serkevtina wê ya di şerrê globalbûnê de bi buhayekî giran hate bidestxistin. Serê pêşî, di warê civakî de bi carekê zêdebûna newekheviyê û xizaniyê, kêmbûna mûçeyên reel – ji bo çîna navî bi xwe jî. Di warê siyasî de jî li gorî pîvanên ewropî, lewma hevgirên wê yên herî baş hevîrê encamên neo-merkantîlîzma alman disitirin û her ku diçe bêhtir bi awayekî aşkere ji piştgiriya ewropî ya Angela Merkel gumanê dikin. Ya rastî, stratejiya alman ya ku xwe bi tenê disipêre îxracatê, ne mumkin e ku serkevtî bixebite eger tevahiya hevparên wê zêdekirina hevnegirtin û deyndariya xwe ya bazirganiyê dewam nekin. Ev jî weke ku me li jorê behsa wê kir, sedema qeyrana heyî ye. Mirov bi awira hişk a berjewendiyên neteweyî jî lê binêre, karekî kelevajî ye ku mirov bibe “şampiyona cîhanê yê îxracatê” da ku, paşê, gazindan ji buhayê tevdîrên rizgarkirina welatên ku ji derve dikirrin, bike. Ev tevdîr ji ber deynên ku hew dikarin werin dayin mecbûrî ne (bêhtirî ji sedî 40’ê îxracata Almanyayê ber bi welatên herêma euroyê ve ne). Heger aboriya wê ya herî hêzdar, ewqasî hindikî para xwe li daxwaza global zêde bike, yekîtiya darayî nikare demeke dirêj bikêrhatî bixebite. Ev dersek e ku divê ji analîza ku Keynes li ser şerrên bazirganiyê kiriye, bigire. Di pêncî salên destpêkê yên sedsala bihurî de, van şerrên bazirganiyê Ewropa parçe kirin û ji hev dirandin.

Sosyal-Demokratan ji xwe va ye dest pê kiriye û doktrîna xwe di ber çavan re derbas dikin. Di plana ji bo Almanyayê ya sala 2009’an de, SPD’yê bi gotinên nîv bilêvkirî, lê mikur tê ku “beramberî serdestiya alman, di qada hevrikiyê de berxwuriyeke lawaz heye. […] Wê pêwîst be ku parvekirina hatinên aborî bi awayekî wekhevtir pêk were û pererazandinên li qada dewletê werin bipêşxistin”. Li aliyê din, muhafizekarên ku Merkel pêşengiya wan dike tu meyila ku berê siyaseta heyî biguherin jî, nîşan nadin.

Çavkanî: 

Till van Treeck:
Aborîzan, Institut für Makroökonomie und Konjunkturforschung – IMK (Enstîtuya Lêkolînên ekonomiya makro û Konjonkturê) ya Weqfa Hans Böckler.

  1. Hans-Werner Sinn et al., “Die Agenda 2010 und die Armutsgefährdung (Agenda 2010 û xetereya xizaniyê)”, Ifo Schnelldienst, Munich, hejmar 17, 2009, rûpel 23-27
  2. OECD, “Growing Unequal? Income Distribution and Poverty in OECD Countries. Country note: Germany (Newekhevî zêde dibe? Parvekirina hatina maddî û xizanî li welatên OECD’yê. Welatê ku bêhsa wî tê kirin: Almanya)”, Paris, 2008

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê