Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Serhildana ji bo bêhtir dewlet û kêmtir desthilatê

Ismet Polatli: Rûxîn II boyaxa rûnî li ser tûwalê, 80 x 120 cm

Lawazkirina dewletê, lîberal-kirina aboriyê û xizankirina civakê serhildanên ereban xwedî kirin.

Bingehên "biharê" ne bi tenê daxwazên azadîyên giştî û demokrasîyê ne. Jê bêhtir, divê em di aborîya siyasî de li sedemên redkirina vê "istisnaya erebî" bigerin, ya ku hişyarîya nû dixwaze wê ji holê rake: Ji salên 1970ê ve, desthilatên otorîter û bi istîqrar li van welatan serdest in. Li vê herêma dinyayê, desthilateke bilind (1) li ser serê dewletê û sazûmanên di dema serxwebûnê de çêbûyî, cihê xwe çêkir û îmkanên hebûneke domdar jî dane xwe; lewre jî, monarşî mutleq in û serokkomarên ji bo jîyanê (û peywirên bi mîrasê dewam dikin) komaran kilît dikin.

Ev rewş çawa çêbû? Jixwe, xizmetên ewlehîyê hene ku bi awayekî dîrekt di destê vê îktîdarê de bûn û tu çavdêrîya Parleman û heta hikûmetan jî li ser tunebû. Gelek caran, endamekî xizmetên ewlehîyê dê wezîrek biaziranda an jî biryarek li ser wî ferz bikira. Lê fînansmana van makîneyên pirşaxî jî, her wekî tevnên muşterîperest ên cihê li partîyên yekane an jî teslîmbûyî peyda dibin, pêwîst bû. Fon ne ji budceyên giştî weke yên polîs an artêşê, lê ji serkanîyên cuda dihatin.

Sala 1973yê bi pey firîna bihayê nefta xam re, hatina ji petrolê pir bilind bûbû. Di şebekeyên belavkirinê de û bi hevkarîya şirketên navneteweyî yên mezin, beşeke ji hatinan rasterast diçû kaseyên malbatên qralîyetê an "komarî", li şûna ku biçe xezîneya maliyeyê. Lê belê îqtîdarê bi tenê neft bi dest nexistibû. Piştî komîsyonên li ser peymanên giştî (sîvîl û leşkerî), ku ji ber kêmkirinên budceyê yên têkildarê "sererastkirina strukturel" hindik bûn, fersendên nû derketin holê. Li salên 1990ê telefonên mobîl ketin rojevê û pêla pêşî ya ferdîkirina sektora dewletê li gel "hevkarîyên giştî-ferdî" yên cihê (peymanên BOTê (2) dest pê kir. Bi taybetî di destpêkê de, dema ku mişterîyên wê li sinifên herî dewlemend ên xelkê peyda dibûn û wan dikarî bihayên giran bidin jî, telefonên mobîl qezencên mezin derxistin holê. Li nav operatorên navneteweyî yên mezin, karmendên herî bi bandor û desthilatên heyî, şerê ji bo bidestxistina van qezencan dijwar bû. Pirsgirêka li gel operatora Djezzy, ya di navbera Orascoma misirî û leşkerên cezayirî de mînaka wê ye, her weke yê ku berê dîsa di navbera Orascom û Syriatela li Surîyê ketibû rojevê jî. Vî şerî, rabûna şirketên navneteweyî yên ereb ên pêşî bi xwe re anî, mîna Orascoma navbihurî an jî Investcoma lubnanî.

Hemû desthilatdariyên ereb heyranî "mûcîzeya Dubayiyê" bûn û hewl dan wê ji nû ve biafirînin

Globalîya di zêdebûnê de ya aborîyên ereb, li gel mecburiyetên ji Fona Darayî ya Navneteweyî (IMF) -bi piştgirîya Komîsyona Ewropî ya ji bo welatên Deryaya Sipî re -, ev serdestîya desthilatê ya li ser aborîyê bi lez kir, nemaze piştî herifînên fînansî yên 1986ê (3): Kêmbûna sermaye guzerîya dewletê û lawazbûna peywira birêkûpêkkirinê ya hikûmetan; wergirtina rewşên monopol û olîgopol (karê çîmentoyê, belavkirinê, hwd.) ji hêla hin şirketên navneteweyî ve, bi şertê parvekirina qezencan li gel giregirên desthilatê. Hemû rayedarên şirketên mezin yên global dizanîn ka biryar bi rastî li ku derê tên girtin û hevkarên herêmî yên ferzkirî ji bo sermaye guzerîya nû kî ne: Trabelsî û Materi li Tûnisê, Ezz û Sawires li Misirê, Makhlouf li Sûrîyê, Harîrî li Lubnanê, hwd. Wek mînak, Sawiresan di dawîyê de, berî "şoreşa" misirî, parên xwe yên di Orascom-Mobînîlê de firotin France Telecomê, her weke parên xwe yên di kargehên çîmentoyê de jî. Najîb Sawires niha dikare xwe weke leyistikvanê guherîna welatê xwe îlan bike. Najib Mîkatî yê ku jixwe Investcom firotibû grupa başûr-afrîkî MTNê, aniha peywirdarê hilbijartina hikûmeta nû ya Lubnanê ye.

Karê emlakê paşê hatiye. Bi xêra coşa giştî ya "mucîzeya Dubaîyê", hemû desthilatên ereb destê xwe di operasyonên emlakê yên bi heybet werda, da ku tevlihevîya berjewendîyên giştî û taybet binixumînin. Hin erd weke deverên feydeya giştî hatin îlan kirin ji bo ku bi fiyatên nizim bifiroşin pêşengên emlakê; navendên dîrokî yên bajaran berdan da ku riyad ên xwe bi veberhênerên heyranên "şîrînîya Rojhilat" bidin nû kirin. Taliyê, bihayên emlaka herêmî bi qasî fiyatên li Tokyo, Parîs an Londonê bilind bûn.

Çerxa esasî ya vê makîneyê, qada bankayî bû. Bi xêra bankayan, qezencên heyî hatin şûştin û ji bo operasyonên emlakî û ticarî jî dîsa hatin bi kar anîn. Ew jî di destê îqtîdarê de bûye aletek, ku bi alîkarîya kredîyên bankayan karî piştgirîyeke mayînde ji mutehidên herêmî misoger bike. (4)

Lê rûyê din vê pêşketina bê hempa jî, lawazbûna dewletê û xizmetên dewletê bû. Endamên hikûmetan ji hêla payebilindên dewletê ve dihatin hilbijartin; di rewşa herî baş de, ew teknokratên ji sazîyên navneteweyî yên mezin (bi taybetî Bankaya Dinyayê) bûn, ku rewatîya wan a hilbijartinî an jî bernameyeke hesabê wê dê ji wan bihata xwestin, nebû. Êdî dewlet weke burokrasîyekê dihat hesibandin. Heta artêş jî lawaz bû û hêzên pretorî yên baş teçhîzkirî û misogerên domdarîya îqtîdarê bixwe, cihê wê digirt. (5)

Awayê hikumdarîyê êdî ji yê piştî serxwebûnê, ku ceyran anîbû gundan û perwerdeya giştî berfireh kiribû, tam cuda bû. Weke raporên li pey hev ên Bernameya Neteweyên Yekgirtî ji bo Pêşketinê (UNDP) nîşan dabû, xizmetên dewletê av û av diçûn; ji ber taybetkirineke zêde ya ku li gor qezencên mihtemel dimeşîya. Heta li Erebistana Suûdîya zengîn, li Ciddeyê, ava kanîyê tenê hefteyê carekê heye û mîrekî hiştiye ku li ser gelîyan avahî werin lê kirin, bêyî şebekeya tehliyekirina avê, lewre jî du lehîyên kujer çêbûn.
Her ku skandalek dide der, kampa-nyayên dij-bertîlxurîyê tên dest pê kirin, lê zêde bi bandor nabin, çunkî ev ne tenê pirseke exlaqî yan jî dînî ye, ev talaneke pergalî ya li ser nirxa zêde ye, ku grûpeke rayedaran a êdî şikla kapîtala mezin girtiye, dimeşîne.

Li bingeha pîramîda civakî, rûmeta mirovî û nirxa xebatê tê înkar kirin. Nêzîkî ji sê paran pareke xebatkaran di qada nefermî de dixebite, qada "karên piçûk"; lê ew ji bo îstatîstîkên bêkarîyê nayên hesibandin -tevî vê yekê, ev îstatîstîk ji du dehsalan ve rêjeyeke bi du hejmaran nîşan didin. Ji sisiyan yeke din di beşa taybet ya fermî de dixebite; ew bi giranî ji xebatkarên serbixwe, an jî "xebatkarên meaşgir" pêk tê; bê peymana kar, sîgortaya civakî, mehaneya teqawîtê yan jî mafên sendîkayî yên rasteqîn... heta ku têgiha meaşgirî bixwe jî winda dibe (6), qet nebe li derveyî qada taybet û îdareyî. Li van qadan, mafên civakî parastî dimînin, lewra jî xelk û bi taybetî jin dixwazin lê kar bikin. Bes, fersendên bi vî rengî ji ber siyasetên "sererastkirina tevnî", ku kêmkirina mesrefên dewletê li şûna zêdekirina qezencên wê ferz dikin, hindik in.

Bazara xebatê ji ber hejmarên mezin ên koçberan li van welatan jî, hîn bêhtir dabeş dibe. Hin ji van koçberan (pênaberên filistînî, iraqî, sûdanî yan jî somalî ku ji şerê navxweyî reviyane) dixwazin bimînin, hinên din jî demî ne û li ser cudatîyên di navbera welatan de dileyizin. Ji bo wan, mafên aborî û civakî hîn xirabtir in û mêtinkarîya xebatê jî dibe mijarê wergirtina qezencê, ev qezenc carinan pir mezin e. (7)

Pêla ciwanên baby boom a ereb -bi çandeke nû re mezinbûyî- salên 2000ê ket temenê xebatê û li Tûnis û Misirê bingeha pîramîdê serê wê biriye. Li warên din jî, tevahîya tevna civakî hejîya. Hin kes ji ber zêdebûna daxwazên civakî yan qadî, ku li her derî dan der, matmayî dimînin, mîna ku sazkirina piştî serxwebûnê di aramîyê de derbas bûbû û vegera li rewşa asayî hêsan bû.

Jixwe, li welatên ereb, divê dewleta hiqûqê dîsa bê saz kirin. Dewleteke wisa ye ku bi desthilatên demî yên di bin çavdêrîya sazûmanan de -ne ku di ser wan re ne- dimeşe; dewleteke wisa ye ku qezencên îqtîdarê, herweha monopolî hemû yek bi yek ji hev bên xistin da ku enerjîya sazkirinê azad bibe. Dewleteke wisa ye ku azadîyên giştî û civakî ji her kesî re misoger in, da ku xebatkar bi rêya têkoşîn û muzakereyê mafên xwe bistînin. Dewleteke wisa ye ku lihevhatina civakî lê serdest e û divê ew hesaban bide jî. Ew ê hêsan nebe, ji ber ku li her derê dinyayê, Ewropa jî di nav de, rewş ber bi vî alî de naçe...

Çavkanî: 

Samir Aïta*:
Serredaktorê Le Monde diplomatique weşanên erebî, nivîskarê pirtûka "les travailleurs arabes hors-la-loi (Karkerên Ereb li Derveyî Qanûnê)", L'Harmattan, 2011.

  1. Samir Radwan û Manuel Riesco, "The Changing Role of the State" ["Rola Dewletê ya Tê guhertin"], ERF, 2007
  2. Build-Operate-Transfer: Cûrê peymana kirêkirinê ku imtiyazên demkurt dide veberhênerên sektora taybet
  3. Daketineke tund a bihaya neftê Cezayîr û Surî xist rewşeke rawestiyana xerckirinê. Li 1999ê, heman diyardeyê xwe di asteke piçûktir de da der
  4. Li anketa Beatrice Hibou ya li ser meseleya tûnisî binihêrin, La Force de l'obéissance [Hêza Îtaetê], La Découverte, Paris, 2006
  5. Bixwînin: Salam Kawakibi û Bassma Kodmani, Le Monde diplomatique, adara 2011ê
  6. Bnr. li "Le travail et la question sociale au Maghreb et au Moyen-Orient" ["Kar û Pirsa Civakî li Mexreb û Rojhilata Navîn "], Revue des mondes musulmans et de la Méditerranée, hjm. 105-106, Edisud, Aix-en-Provence, 2005
  7. Suhbeta li ser kotayên karkerên koçber li Erebistana Suûdîyê bixwînin; der bareyê pirtûka Steffen Hertog de, Princes, Brokers and Bureaucrats: Oil and State in Saudi Arabia [Mîr, Simsar û Burokrat: Petrol û Dewlet li Erebistana Suûdîyê], Cornell University Press, Ithaca, 2010; li ser malpera www.economistes-arabes.org (bi fransî)

Wergera ji fransî: Simko Destan