Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Şerê di nav îslamê de

Tîrmeha 2007ê –artêşa Pakistanê êrişê dibe ser Mizgefta Sor a li Îslamadê ku stara îslamîstên întegrîst (hişkbawer) e. Çend meh piştre li herêmên eşîrî "Tevgereke Talîbanan a Pakistanî" kom bû. Siyaseta nezelal û nakok a serokdewletê hingê general Pervez Muşeref ê ku hedefa êrişên ji 2003yê û pêde bû, kir ku beşeke ji milîsên îslamîst ên ku ji alîyê rêxistinên taybet ên artêşê ve dihatin bi kar anîn, bibin dijbera desthilatdarîyê. Hin milîs redkirina wî ya fermî ya cîhadê qebûl dikin, ji ber ku komên qedexekirî dikarin di bin navên din de dîsa xwe saz bikin. Hinên din li ber dewletekê radibin ku ji 2004ê ve bi Hindistanê re dîyalogê dike û di nav "şerê li dijî terorê" de cihê xwe digire ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji 2001ê ve li Afganistanê bi rê ve dibe. Rejîmê gelek rayedarên payebilind ên El-Qaîdeyê dan dest amerîkîyan –lê ne şefên wê.-

Pakistan her diçe girantir berdêla stratejîya xwe ya bikaranîna komên îslamîst ên çekdar dide. Di xizmeta siyaseteke herêmî ya pir çalak de, wê di nav sîh salan de yan bixwe ev kom ava kirin, yan jî ew bi rê ve birin: Mucahidînên afganî ên dij-sovyet, serhildêrên keşmîrî yên koma Hizb ul Mucahidîn; cîhadîstên pakistanî yên Leşkerê Taîba yên ketin Keşmîrê û li bajarên hindistanê êrişên terorîstî pêk tînin; talîbanên li medreseyan perwerdekirî ji bo ji nû ve kontrolkirina Afganistanê.

Demeke dirêj, şerê di nav Îslama pakistanî de "şer û pevçûnên mezhebî" ji nû ve derxistin pêş: Di salên 2000ê de tundrewên sunnî yên Leşkerê Cihagivî û yên Sîpahê Sahîba Pakistanê êrişên xwe zêdetir birin ser îbadetgehên şîiyan yên ku li gor hinan piştî şoreşa îranî ya sala 1979ê alîkarîya pereyan ji ayetullahan distand. Di nêz de dewreke nû wê çerxa xwe bigerîne. Radîkalbûna sunnî ya demeke dirêj ji ber armancên stratejîk musamehe nîşanî wê hat dayîn, mijûmorana tundrew û şervanên wê bi kêrî siyaseta desthilatdarîyê ya ber bi Hindistan û Afganistanê dihatin. Ev radîkalbûn êdî qismî ji kontrolê derket: Sala 2009ê eskeran şerê serhildanên li herêmên eşîrî û yên li Swatê kir û ji hingê ve bi pêlên êrişên xwekuj li bajarên mezin her sal bi hezaran mirov tên kuştin.

Tebeqeyên navîn kuştina waliyê Pencabê pîroz dikin

Qonaxeke din tê derbas kirin, dema ku şerekî di nav sunnîtîya piranî bi xwe de, li şerê di navbera sunnî û şîiyan de zêde bû. Ev parçebûn li alîyekî ekstremîstên ultra yên îdeolojîya dewbendî a nêzî wehabîtîya suûdî ya ku general-serokdewlet Muhemmed Ziya ul Heq di salên 1980yê de piştgirîya wê dikir (1), li alîyê din îslama gelêrî û "durehîtîyên" wê tîne dijberî hev –ev "durehîtî" îslameke ku di encama têkilîya sedsalan de weke ku "bi nexweşîya" hîndûtîyê ketibe tê dîtin, îslameke sûfî ya ku li ser xas û qelenderan stranan dibêje û li ziyaretên wan duayan dike.

Bi vê çanda şiddetê ya ku terorîzma El-Qaîdeyê wê azad dike û radîkaltîya talîbanên pakistanî, ev ziyaret vediguherin hedefên êrişan: Data Darbar li Lahorê, yek ji cihên pîroz ên herî girîng ên Pakistanê (di tîrmeha 2010ê de 45 kuştî), ziyareta Baba Ferîd li Pencabê (di çirîya pêşîn de 6 kuştî), êrîşeke din li Dera Xazî Xan nêzî mintiqeyên eşîrî (di nîsana 2011ê de 41 kuştî) û hê gelekên din.

Û di dawîyê de qonaxa dawî: Qanûna ku kufrîyê ceza dike ya ku ji qanûna ceza ya Hindistana brîtanî ya sala 1860ê hatiye girtin, lê belê misêwa girantir bû heta ku bi cezayên sala 1986 û 1991ê gihişte îdamê. Bêyî ku bi rastî were pêk anîn, ev qanûn gelek caran hate îstîsmar kirin. Bûyera ku hat medyatîzekirin a xirîstîyana sala 2010ê cezayê girtîgehê lê hatî birîn a bi navê Asia Bibi (2) bû. Vê bûyerê kir ku reformatorên pakistanî ji bo betalkirina vê qanûnê bangê bikin –di nav wan de walîyê Pencabê Seman Tasîr û yekane wezîrê xirîstîyan yê hukumetê Şabaz Bhattî jî hebûn, ku bi dorê yek di çile yê din jî di adara 2011ê de hatin kuştin. Kujerê Tasîr parêzvanê wî yê şexsî bû. Piştî demeke kurt ji alîyê gelek bawermendên çîna navîn ve wê bihata pîroz kirin; ev endamên çîna navîn weha xuya ye ku di fedakarîyeke tundrew û nemusamahekar de wan nîşanan dibîne ku di nîzama civakî û siyasî de êdî nînin. Yên mewzûbehs êdî ne bi tenê dewbandî ne, belê herweha barelvî ango alîgirên sûfîzmê ne. Ji bo pakistanîyên lîberal qada gelemperîyê teng dibe, jê kêm dibe û di heman demê de hukûmet li ber radîkalan destên xwe bera ber xwe dide.

Pakistana ku di destpêkê de para bêhtir weke erdên soza wê ji wan re hatî dayîn ên misilmanên jêr-parzemîna Hindistanê hat danasîn, diviyabû bi awirê damezrênerê wê Muhemmed Elî Cinnah dewleteke demokratîk û musamahekar bûya. Îslam pir bi lez veguherî referansa damezrêner, biryara sala 1949ê ya ku li Meclîsa Damezrêner hat qebûl kirin weha dibêje: "hukumranîya li ser tevahîya gerdûnê bi tenê xwedayê qadir e, yê ku desthilata xwe weke erk daye Dewleta Pakistanê". Lê belê pirsa hê jî nezelal a têkilîya Îslam û netewe û korîtîya jeopolîtîk a ku destek da cîhada ji sînoran dibihure, bi xemsarî tovên fitnê reşandin, - şaşîyên xiraker yên kaosa ku civaka bawermendan hejand. (3) Şer hew bi tenê neteweyî ye, ew êdî êrişî netewe bi xwe dike. Îslama ku diviyabû welêt bike yek, dest bi parçekirina wî dike. Li ser vê mijarê jî divê paradîgma were guhertin.

Çavkanî: 

  1. Muhemmed Ziya-ul –Heq (1924-1988) fermandarê giştî yê artêşa bejî bû, di îlona 1978ê de bi darbeyeke eskerî bû desthilatdar. Îdeolojîya dewbendî ya pakistanî ya ku di salên 1880yê de li Hindistanê peyda bû, waezên îslameke li gor eslê xwe yê destpêkê didin ya ku ji bandorên çandî yên hindistanê hatiye pakij kirin; ev tevgera ku li Pakistanê ji ya li Hindistanê radîkaltir e, bi wehabîtîyê re kete yek cihokê. Cîhadîstên ji cîhana ereb hatî ji dema şerê dij- sovyetê yê li Afganistanê ve, ev wehabîtîya sedsala 18ê li Erebîstanê peyda bûyî li Pakistanê belav kirin
  2. Ev jina ciwan piştî pevçûneke bi cîrana xwe re hate girtin
  3. Gilles Kepel : Fitna. La guerre au cœur de l’islam [Fitne. Şerê di nav Îslamê de], Gallimard, 2007

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê