Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Şerê Armageddon li rê ye

Ahmet Gümüştekin (Tayr û Tav)

Li gor cîwanokên İsewiyên protestan ‘Armageddon’ şerê dawîn yê navbera xristiyan û muslumana ye. Heman bawerî di nav muslumanan de jî wek hatina Mehdî û şerê wî bi Yecuc û Mecûc re tê îfadekirin.
Li gor fundamentalîstên protestan ji bo ku Îsa Mesîh careke din were jiyanê divê di navbera xristiyan û muslumanan de şerê nihayî yanê ‘Armageddon’ biqewime.

Ji bo ku ev şer biqewime divê an cihû êrişê muslumanan an jî musluman êrişê Cihûyan bikin. Li gor efsaneyê şerê Armageddon wê li girê Magedon ku li nêzî Qudus’ê ye biqewime. Li gor efsanê şer wê bi êrişa muslumanan ya ser Beni İsmaîliyan destpêbike. Fûndamentalîstên Protestan dibêjin ku vî şerî de lazime ew piştgiriya Îsraîl’ê bikin. Lewra Hazretî Îsa jî wek ‘Şêrê Îsraîl’ê’ hatiye jiyanê. Heta ku cihû li dijî muslumanan di vî şerî de bisernekevin wê Îsa careke din nezivire cîhanê. Ji ber vê yekê hevkariya Îsraîl’ê fermaneke ayînî ye. Di vî şerî de tenê wê 144 hezar cihû xelasbibin. Wê ew jî îman bi Îsa bînin. Bi vî awayî vê li cîhanê tenê bawermendên Îsa bimînin.

‘Mehdî’ Ahmedînejad û ‘Mesîh’ Obama!
’’Bê ku em hîç tawîzek bidin, di nava çend salan de em bûn welatekî nûkleerî. Hêza nûkleerî ya Îran’ê, desthilatiya pergala otorîter ya gerdûnî şikand. Niha 3 hezar santrîfuj dixebitin. Her hefte xelekek nû ya santrîfujan tên damezÎrandin. Ji alî me dosya ya nûkleer hat girtin. Yek dû dewlet bîlesebeb feryad dikin. Bawer bikin nikarin tiştekî jî bikin.’’
Ev gotinên jorê yên Serokkomarê Îran’ê Mahmûd Ahmedînîjad’in. Gelo rast e ku Ahmedînîjad ewçend wêrek û prowokatîf biaxife û Îran gav bi gav ber bi armanca bidestxistina çekên atmomîk bibe û di serî de Amerîka û Îsraîl û alema Rojava jî vê hewldana Îran’ê bê ku tiştekî bikin temaşe bike? Wek Ahmedînîjad dibêje bi rastî Amerîka û Îsraîl nikarin li dijî hewldanên bombeyên atomî yê Îran’ê tiştekî bikin?

Îran li dijî biryara Licneya Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî bernameya dewlemendkirina ûranyûmê didomîne û hijmara 3 hezar santrafûjên heyî duxwazê derxe 50 hezarî.

Serokê Licne ya Enerjiya Atomî ya Navnetewî (LEAN) Muhamed Baradai di raporta xwe ya dawîn de dibêje ku bernama dewlemendkirina ûranyûmê ya Îran’ê di bin qapasîteyê de dimeşe û Tahran hîn jî dûrî hedefa hilberîneke xeter ya sotemeniya nûkleer e. Li gor raporê hevkariya Îran’ê li gel LEAN’ê gaveke girîng e û gerek dewlemendikirina ûranyûmê gerek jî înşakirina raektora hilberîna platonyûmê ya Rejima Tahran’ê gelek hêdî dimeşe.
Li gor pisporên leşkerî û enerjiya nûkleer, Îran di navbera 3 û 8 salan de wê çekên atomî hilberîne. Li gor Ahmedînîjad ew ‘gelek nêzî lûtkeyê ne.’ Wiha diyar e ku Îran a nêzî lûtkeyê bernama xwe ya nûkleer neguhurîne Amerîka û Îsraîl beriya bidestxistina bombeya atomî wê li Îran’ê bidin.
Wiha diyar e ku di derbarê pirsgirêka hewldanên bidestxistina çekên atomî yên Îran’ê û biryara Amerîka û Îsraîl’ê ya dijberiya vê yekê wê Rojhilat a Navîn nêzî şerê Armageddon bike!

Têkoşîna Navbera Şaristaniyan
Helbet hewldanên hêza atomî tenê nînê yê ku Îran û Amerîka aniye dijî hevûdû. Şoreşa Îslamî, ku rejima Şah ya hevkarê Amerîka ruxand, Washington’ê li Rojhilat a Navîn ji dosteke mezin bêper hişt. Îran a Îslamî piştî têkçûna sosyalîzma real li cîhanê wek dijbereke berjewendiyên Amerîka cîhê Rusya girt. Meleyên Îran’ê bi taybetî li Rojhilat a Navîn, li erdnîgara Îslamî, Asya navendî û Kafkasya wek rakîbê alema Anglo Sakson tev geriya.

Piştî dagira İraq’ê jî ku Amerîka û Îran bûn cîranên hevûdû nakokiyên navbera herdû aliyan wek rewşeke rasteqîn hat rojewê. Niha şerê navbera Tahran û Washington’ê li Filistîn, Lubnan, İraq, Afganîstan û çend deverên din didome. Lê wiha diyar e ev şerê sar yê aliyan di demekî nezîk de wê wek tofaneke germ rengê xwe buguhurîne. Lewra Amerîka di pêvajoya ‘şerê navbera şaristaniyan de’ wek rakîbê herî xurt Îran’ê li hember xwe dibîne. Di hemû hesabên Amerîka yê Rojhilat a Navîn de Îran wek nokê hesinî di gewriya Amerîka de dieliqe û rayedarên Amerîkî vê noka hesinî nikarin daqurtînin. Ev yek jî perdeya dawîn ya têkoşîna herdû aliyan bileztir dike.

Di şerê İraq’ê de Amerika bê ku bihesibîne, İraq a Şia diyarê Îran’ê kir. Amerika ku berî ruxandina rejima Saddam, Şîayên İraq’ê wek hevkarê xwe dizanibû, piştî dagira İraq’ê xeletiya vê hesabê xwe baş naskir. Amerîka ne Şîayan, lê Şîa ji Amerîka îstifade kiribû. Rejima Tahran’ê piştî ku Amerîka kaşî dafika İraq’ê kir û Rejima Saddam ruxand, qertê Şîayan ji destê wan stend, li İraq’ê dîsa bi saya Şîayan darbeyên gewre li pîlanên Amerîka dide. Li aliyê din li gor agahiyên ku ji deverên kûr ve tên, di navbera Qaîde û Îran’ê de hewa sar belavbûye û di navbera wan de li dijî Amerîka cehpeyekî hatiye sazkirin. Yanê Îran di heman katî de li İraq’ê komên Sune yên êrişkar jî li dijî Amerîka manipule dike. Tê bawerkirin, li İraq’ê di teqandina her bombe û fîşeka dijî hedefên Amerîkî de tiliya meleyên Tahran’ê heye.

Niha di hilbijatinên dawîn yên İraq’ê de Barack Obama dixwaze xeletiya Bush sererast bike û ji ber vê yekê Malîkî yê ku teslîmê Îran’ê bû, bi Alawî re duguhurîne. Yanê Amerîka ji çemê İraq’ê derbasbû niha dema guherîna hespê ye!

Tahran wek her baharan di bahara 2010’an de jî bi topbarana ser Başûrê Kurdistan’ê rasterast li dijî serdestiya Amerîka dest bi operasyonên germ kiriye. Wateyeke topbarana Îran’ê ya gundên sînorê Kurdistan’ê jî ev e. Herwiha balkêş e ku Obama jî wek Bush hefta borî hat İraq a ku ji alî Îran’ê ve tê bombekirin û di derbarê vê meselê de bêdeng dimîne. Diyar e wê Obama jî wek Bush demekî li İraq’ê kuştina leşkerên xwe yên ji alî Îran’ê ve temaşe bike.

Divê neyê jibîrkirin ku hêzen Brîtanî ku qaşo li dijî berbendkirina xetera Îran’ê li Başûrê İraq’ê hatibûn mewzîkirin, wek vekişîna Necef’ê hêdî hêdî dev ji sengerên xwe berdidin bi vî awayî İmparatoriya herî kevnarê ya Rojava li hember İmparatoriya herî kevnare ya Rojhîlatî neçar û belengaz dimîne. Balkêş e li hember ev wêrekî û çalakiyên Îran’ê generalên Amerîkî, li İraq’ê heta niha tenê karibûne çend dîpolamatên Tahran’ê derdest bikin. Lê serê generalên Pentagon’ê ku heryek bi qasî hemû Artêşa Îran’ê hêzgewren e, ji alî kesên wek Mukteda Sadr ê ve tên gerandin û ew di germola İraq’ê de heta niha nizanin çi dikin?

Dema mirov li dîroka nêz ya İraq, Îran û Amerîka temaşe dike yekser trajîkomedî tên bîra mirov; Amerîka di sala 1979an de bêrê Saddam Huseyîn dabû Îran’ê. Biaqilên Pentagon’ê qaşo wê bi destê Saddam, Şoreşa Îslamî têk bibrana û dostê xwe yên ruxandî Şah Riza careke din vegerandina ser textê wî yê li Tahran’ê. Bi saya êrişa Saddam Şoreşa Îslamî li Îran’ê temam bû. Di berdewama vê serpêhatiyê de Saddam bi kindirê Îran’ê hat sêdarê kirin, İraq ji alî Amerîka ve hat dagirkirin lê ji alî Îran’ê ve hat fehtkirin û ev fîlmê trajîkomîk hîn jî didome.

Sînorên Îran’ê ji nêzî Qudus’ê destpêdike!
Di pirsgirêka Filistin’ê de Meleyên Tahran’ê bi saya bandora xwe ya li ser Hamas’ê hemû pîlanên Amerîka û Îsraîl’ê têk dibin. Herçend Îsraîl qaşo Hamas’ê tecrît dike û Fetih û hikûmeta Mehmûd Abbas diqetîne jî, berewajiyê vê yekê jî rast e. Mirov karê bêje Îran, Hamas’ê ji bin tesîra pîlanên Îsraîl’ê dûrdixe û bi vî awayî di siyaseta navxweyî ya Îsraîl û Filistîn’ê de wek mînaka Hîzbûllah a Lubnan’ê, enstrumanên taybetî diafirîne. Lewra li Filistin’ê Fetih êdî li gel Îsraîl li dijî Filistîniyên din li dij Hamas e. Yanê Fetih û Tel Awîw li aliyekî, Hamas û Tahran jî li aliyekî ne. Bi vî awayî Îran coxrafya nakokî û şer fireh dike û sînorê xwe yê parastinê bi hezaran kîlometre ji dûrî ve didamezrîne.

Di pirsgirêka navxweyî ya Lubnan’ê de bi saya Hîzbûllah û Feht-ül Îslam’ê pîlanên Amerîka yên vî welatî hemû betal dikin. Katûyşayên Hîzbûllah’ê ku ji Tahran’ê tên îdarêkirin, ewçend bihêzin ku di dîroka Îsraîl’ê de cara yekem têkçûneke leşkerî bi generalên cihû dide tamkirin. Bi saya Hîzbûllah’ê Tahran di dewleta Lubnan’ê de wek hevparên hikûmetên Beyrûd’ê yên qederê ye. Ne bi wan ne jî bê wan dibe. Hîzbûllah piştî sengera yekem ya nav Îsraîl’ê di sînorê Îsraîl’ê de sengera dûyem ya parastina Îran’ê ye. Heta desthilatiya meleyên Tahran’ê bimîne wê Hîzbûllah a Lubnan’ê jî bimîne. Amerîka û Îsraîl piştî şerê îsal yê navbera Şîayên Lubnan’e û artêşa Îsraîl’ê vê rastiyê careke din teyît kirin. Îran li Lubnan’ê bi taybetî di navbera penaberên Sune yên Filistînî de jî hevkarên radîkal afirandiye. Bûyera Feth-ul Îslam ya sala 2008’an ku di raûnda yekem de bi kuştina sedan kesî bidawî bû, pîlanên Tahran’ê dida dest. Wiha diyar bû ku întîxarkirina çekdarên radîkal yên Feth-ul Îslam’ê di kampa penaberan de peyameke xurt bû ji bo Amerîka’yê. Lewra ew karibûn teslîm jî bibûna. Lê wan ’’şehadetê’’ hilbijart! Bi vî awayî tradîsyonekî jî afirandin. Ji ber vê yekê di şerê Gazza’yê yê sala 2009’an de Hammas’ê li dijê hêza erjeng yê Îsraîl’ê karibû berxwe bide. Divê neyê jibîrkirin ku di civaka Lubnan û filîstiniyên vî welatî de tevna Îran’ê ji bilî Hîzbûllah û Feth-ul Îslam’ê jî heye û heta niha Feth-ul Îslam nedihat naskirin!

Germola Afganistan’ê
Li Afganistan’ê 9 sal piştî dagirê hîn jî hêzên Amerîkî û hevkarên wan ji bilî bajarên sihêtiya vî welatî nekirine. Hikûmeta Kabîl’ê heta niha jî wek hikûmeteke leşkerî ye û li welat hîç projeyekî serkeftî yê civakî pêk neaniye. Hêzen dagirker û rejima Kabîl’ê hemû qabîlîyeta xwe ji bo parastinê xercdikin. Ger îro Amerîkî û hevkarên wan ji Afganistan’ê vekişin, wê kê rêya peytextê li dijî çekdarên Talîban’ê bigre? Li aliyê din yek ji sedemên dagirkirina Afganistan’ê dorpêçana Îran’ê bû. Lewra li gor pîlanê stratejên amerîkî, Îran ji bakûr ve bihata dorpêçkirin wê di rewşa şerekî parastinê de kûrahiya coxrafyayê nikaribûya bikarbaniya. Helbet meleyên Tahran’ê jî dersên stratejiyê dîtibûn û baş zanibûn ku taktîka herî baş, valaderxistina taktîkên dijmin e. Ji ber vê yekê dagira Afganistan’ê û tehdîdên ser Îran’ê Talîbanên Sune û meleyên Şîa anî kêleka hev. Îran bê ku ji sînorê Afganistan’ê werê tehdîtkirin, lê sînorê Afganistan’ê niha wek tehdît bikartîne. Generalên Pentagon’ê qaşo wê sînorê Afganistan’ê li dijî Îran’ê wek rêya îxrackirina terorê bikarbanîna. Esta sînorê Afganistan’ê ji alî heman generalan ve ji bo berbendkirina terorê ku ji Îran’ê tê ixrackirin, tê parastin. Bi saya piştgiriya Îran’ê, Taleban bi taybetî îsal careke din ji çiyayan daket û dest bi şerê partîzanî kir. Di mehên dawîn de Talîban û komên Usama Bîn Laden ku tê gotin li Îran’ê ye, dest bi rêzêerişên xurt yên li dijî yekîneyên Amerîka û hevkarên wan kirine. Piştî ewqas hêz, desteka navnetewî û hevkarên heremî jî siyaseta Amerîka li Afganistan’ê biserneketiye. Wiha diyar e ku heta Îran destê xwe ji Talîban û komên din yên Îslamî nekşîne, wê Amerîka li Afganistan’ê bisernekeve.

Roviyên Tahran’ê, Afganistan a Sune ya ku ji bo ruxandina rejima wan hat dagirkirin niha wek sengera parastina welatê xwe bikartînin û Amerîkî bê ku nizanibin çi bikin li germola Afganistan’ê bi sîberê re şer dikin. Wiha diyar e amerîkiyan jibîrkirine ku musîbeta dawî li Yekîtiya Sowyet’ê anî şerê Afganistan’ê û Talebanên Afganî bûn ku Pentagon alîkariya wan dikir. Lê niha ew li Afganistan’ê ne û Taleban li dijî wan şer dike. Tenê ferqekî heye; Niha Îran li pişt Taleban e û ew li hedefê ne! Divê em bînin bîra xwe ku Amerîka meha borî serokê Cindûllah a Belûcîstan’ê jî di ser da roviyên Tahran’ê!

Hevkariya Şîa û Nusayriyan
Îran herwiha wek sîbera Sûriyê jî tevdigere û rejima Şam’ê li dijî Amerîka û Îsraîl’ê fît dike. Tahran, Rejima Esad ji bo valaderxistina hemû pîlanên Amerîka û Îsraîl’ê li heremê birêdive û tevî Şam’ê blokeke hesinî li dijî wan dirîse. Rejima Nusayrî ya Şam’ê û Rejima Şîa ya Tahran’ê li dijî berjewendiyên alema Anglo Sakson û cihûyan qedera xwe kirine yek. Ji vê alyansê heta yek neyê ruxandin ya din wê li ser hikum bimîne. Ruxandina Şam’ê, ruxandina Tahran’ê ye û berewajiyê vê yekê jî wê heman encamî bide. Sûriye di parastina sînorên Îran’ê de sengera sêyem ya meleyên Tahran’ê ye. Ji ber vê yekê di bûyerên wek kuştina Herîrî, çekdarkirina Hamas’ê, Hîzbûllah û Feth-ul Îslam’ê û hêzên heta niha nediyar de hevkariya ev herdû rejimên ayînbrader hevkariyeke stratejîk e. Divê neyê jibîrkirin di backgraunda vê îtîfaqê de Rûsya jî wek fîgurekî siyasî tê xuyakirin. Li aliyê din Rejima Husnî Mubarek ya Kahirê yê jî ji bo li gel Amerîka û Îsraîl bibe dostekî qedirşînas, herçend li aliyekî vê di binî de vê hevkariyê teyît dike, li aliyê din wek braderê mezin yê alema ereb di proseya vê nakokiyê de bi rola nabençîtiyê, dewra ‘Li Rojhilat a Navîn aştiya bê Misir nabe’ didomîne.

Ji bilî vê yekê Rejima Tahran’ê bi saya eqaliyêtên Şîa yên li welatên wek Siûdî, Pakistan, Yemen û Emaret ev rejimen dostê Amerîka’yê tehdît dike û aloziyê li seranserê sahaya berjewendiyên Amerîka’yê belavdike.

Roviyên atomî û maceraperestên global
Gelo Amerîka û Îsraîl di serî de xetera atomî wê heta kêngê tahamula vê siyaseta Îran’ê û têkçûnên beramber Îran’ê bikin. Rayedarên Îsraîl’ê heta niha gelek car diyar kirin ku hewldanên bidestxistina bombeyên atomî yên Îran’ê ji bo hebûna dewleta Îsraîl’ê xetera herî mezîn e û ev mesele ji bo wan xeta sor e. Îsraîliyan bi gelek awayan jî tînin ziman ku Amerîka li dijî Îran’ê tedbîr nestîne, ewê biserê xwe vê hewla Îran’ê berbend bikin. Tê zanîn ku Îsraîl’ê di sala 1982’an de santralên nûkleer yên İraq’ê bi êrişên hewayî ruxandibû.

Rayedarên Îran’ê jî li dijî ev tehdîdên Îsraîl’ê ji devê Ahmedînejad îfadekirin ku êrişa Îsraîl’ê wê bibe sedemê ji holêrabûna vê dewletê. Di serî de Bush û Obama gelek rayedarên Amerîkî ji mêjve gelek caran gotine ku ew firsend nadin Îran’ê da ku ew ûranyûmê dewlemend bikin û bi vî awayî bibin xwedî çekên atomî.

Wek tê zanîn li Rojhilat a Navîn Îsraîl yekta dewlet e ku xwedî bombeyên atomî ye. Herwiha hebûna çekên atomî yên Pakîstan’ê li gor dengêyên Asya ya Nêz yanê dengeyên navbera wan û Hîndîstan’ê tê hesibandin û li dervayê mijarê tê girtin. Lê helbet Amerîka vê yekê jî dihesibîne û li ser girên Afganistan’ê temaşeyê bombeyên Îslamabad’ê dike.
Ger Îran hêza atomî bidest bixe wê li Rojhilat dengeya heyî xerabibe û serdestiya Îsraîl’ê ji holê rabe. Xofa bombeyên atomî heta niha wek dîwarekî nedîtî 6 milyon cihû û îsraîlî li dijî 230 milyon ereb û milyarek musluman parastiye. Ger Îran vê çekê bidest bixe wê parastina Îsraîl’ê betal bibe û dengeyên leşkerî dîsa werin ser hesabên konwansiyonel. Ev jî tehdîdeke mezin e li ser Îsraîl’ê. Herwiha li gor pisporên rojavayî li dewleteke ewçend radîkal ku têkiliya wê bi rêxistinên radîkal yên Îslamî re hene, li seranserê cîhanê xetereke atomîk rûdide.

Bi vî awayî ev pozberiya mijara bermaneya nûkleer ya Îran’ê ji niha ve wek sebebê şerekî navbera Amerîka û Îran’ê de ku tarîxa wê ne diyar e tê hesibandin. Hemû hesabên siyasî niha li ser şerê mêjûnediyar yê navbera Amerîka (Îsraîl) û Îran’ê tên kirin. Muxalefeta Îran’ê li gor vî hesabî tevdigere, kurdên Îran’ê li benda vî şerî ne, Dewleta Îran’ê amadekariyên xwe li gor vî şerî dike, Amerîka hêzên xwe li gor vî şerî tanzîm dike. Ji bilî vê yekê ji ber ew sedemên ku me li jorê analîza wê kir, Amerîka, Îran’ê wek rakîbê herî mezin li Rojhilat a Navîn dizane û Îran, Amerîka wek xetera herî mezin! Bi kirtahî şer navbera Amerîka û Îran’ê di kemînê de ye.
Dick Cheney’ê cîhgirê Serok Bush, bi perê Sûdiyên dijminên mezhebî yên Şîatiyê û bi hêza saloxdarî ya Îsraîl’ê ji bo têkbirina Îran’ê operasyonên sergirtî pêk dianî. Stratejên Pentagon û Qesra Spî ji mêj ve li ser pîlanên pasîfîkasyona Îran’ê hildiberînin. Heta niha siyaseta maceraperest ya Amerîka serî bi roviyên Tahran’ê re dernexistiye. Lewra di hemû nakokiyên navbera aliyan de Îran’ê heta niha paşve gav neavêtiye û hîç hevkarekî xwe ji dest nedaye.

Bi vî awayî di têkoşîna dijî roviyê atomîk de, maceraperesten global niha opsiyona yekta yanê mudaxeleya leşkerî anîne ser masê. Ji ber vê yekê leşkerên zêdetir li Afganistan’ê bicih kirine, li İraq’ê Alawî anîne ser hikum û bi Baasiyên kevn re lihevhatine.

Li gor çavdêrên siyasî, ger Amerîka li dijî Îran’ê mudaxeleya leşkerî neke, wê ancax tenê belavbûn û bihêzbûna Îran’ê û şikestina hêviyên xwe yên li heremê temaşe bike. Wiha diyar e pîlanê hemû aliyan ji niha ve amade ye. Gelo di vê germolê de pîlaneke kurdan jî heye, an ewê di pîlanên kesên din de bibin fîgûran?