Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Serdema dijîtal - Îhtîşam û sefaleta rojnamevaniyê

Serdema dijital

Di sala 2006’an de bankavanekî BNP-Parisbas’ê yê vexwendî Kongreya Federasyona Neteweyî ya Çapemeniya Fransawî ya li Strasbourg’ê, gotibû rewşa rojnamevanan weke rewşa karkerên hesin û pola yên salên 1970’î ye û bi vê yekê jî bûbû sedema sensasyonekê: diviyabû tine bibin lê ... hê jî haya wan jê nebû. Hejmarên li ber destên me wî mafdar û heq nîşan didin. Di dawiya 2009’an de bêhtirî 2300 cihên kar yên sektora rojnamevaniyê jê hatin birin, li Fransa’yê krîzeke mîna ya rojnameyên Amerîka’yê diqewimî. Li Amerîka’yê par 24500 cihên kar kêm bûn û hejmara xebatkarên rojnameyan dakete 300000’î, ev hejmar beriya bi deh salan 41500 bû1. Di 2009’an de Washington Post neçar ma buroyên xwe yên li derveyî paytextê bigire û Los Angles Times û Chicago Tribune’ê xwe sipartin parastina qanûna îflasê. Li Fransa’yê ji bilî L’Equipeê karê tevahiya rojnameyên neteweyî kêm bû.

Mirov êdî ji ber têkçûneke bi vî rengî matmayî namînin. Li gorî kabîneya Bain & Company di nava deh salan de înternet pişkivî, para xwe ya di karê îndustriya çandî ya cîhanê de ji sedî 4’an gihande ji sedî 22’an û kir ku karê çapemeniyê kêm bibe, karê çapemeniyê ji sedî 40’î dakete ji sedî 14’an, ji navgîn û medyayên din hat ku kêrhatin û karanîna xwe ya global biparêzin û heta zêde bikin2. Budceyên karê reklaman û danezanên piçûk ji rojnameyan ber bi înternetê ve diherike û ev yek tê gunehbarkirin. Rojnamevan Bernard Poulet weha dinivîse: “Yekem car e ku di dîroka çapemeniya girseyî ya ku nîvê sedsala 19. destpêkirî, ji bo malên xwe bi berxuran bidin nasîn, yên reklamê dikin êdî neçar nînin ku medyayên agahdarkirinê bi kar bînin3”.

Lê di heman demê de eleqeya raya giştî ji naveroka pere pê tê dayîn re kêm bûye. Ev naverok ji aliyê elîteke rojnamevaniyê ve ku bawerî êdî pê nayê, tê amadekirin. Sedema pêbawernebûnê jî alîgirî û texlîdvaniya wê ye û tevî ku doza pereyan dike jî qîmet bi xwendevanan nade. Di 2009’an de edîtorên rojnameyan avakirina konseyeke çapemeniyê qebûl nekir. Vê konseyê karîbû dest werde rojnamevanan da ku pêwendiyek bi raya giştî re mumkin be. Blogvanê navdar ê amerîkî Jeff Jarvis di pirtûka xwe ya bi navê rêbaza googleê4 de weha dinivîse: “Hêzê bidin dest miştiriyan û ew ê rahêjinê. Eger hûn vê nekin, ew ê ji dest we biçin.” Desthilatdariya rojnamevanan ji ber şoreşeke dîjîtal jî bi vî awayî tê jêpirsîn. Weke ku rêveberê beşa stratejiyê ya Agence France Press Eric Scherer gotî, ev şoreş “afirandina pêdiviya gelemperiyê bi rastî ye5”. Lewra, krîza çapemeniyê kapasîteyên lêkolînê yên rojnameyan dixe tehlûkeyê, lê ev ji bo xweîfadekirina demokratîk gavavêtineke ber bi paş ve nîne.

Berovajî, malperên înteraktîf – em nav lê bikin 2.0 – dike ku girseyên xwendevanan hemû agahiyan di cih de bigirin û bi xwe wêneyan, vîdeoyan lê zede bikin û her weha şîrove û analîzên nûçeyan bikin. Ji tsunamiya li Asya’yê heta bi serhildanên li Îran’ê, ji êrîşên li London’ê heta bi yên Bombay’ê, komkirina şahidî, agahdarî û fikran her diçe bêhtir di navbera medyayê û blogan yan jî tevnên civakî de tên parvekirin. Ragihandina agahiyan bi xwe jî êdî bi tevahî di destê medya kevneşop de nîne. Medya kevneşop her diçe bêhtir neçar dibe girîngiya bi bûyeran dide li gorî reaksiyona ku wê li cem bikarhênerên înternetê peyde bike, diyar bike. Tevna înternetê qismî rojeva medyayê diyar dike.

Ji berdêla takekirina naverokên xwe da ku li ser înternetê xwe baştir cihê bikin, rojname giraniya xwe didin li her deverî amadebûnê û lezê. Divê li her derî, her kêlî, li her platformê û di her awayê xweîfadekirinê de hebin: blog, dîmen, wêne, îşaret biwankirina li ser motorê lêgerînê, xuyakirina wan li ser malperên civakî yên mîna Facebook yan jî Twitter’ê... Di sala 2010’an de edîtorên rojnameyan hêviyê ji belavbûna telefonên biaqil (smartphones) yên weke I-Phone, Apple dikin, ku li Fransa’yê niha behtirî du milyonan miştiriyên wan hene. Armanc ew e ku bikin bikarhênerên telefonên destan pereyan bidin. Lewra gelekî zehmet e pereyan ji bikarhênerên înternetê bistînin, jiber ku ew fêrî belaşbûnê bûne. Lê belê mirov çima qadeke li ser înternetê ya malpereke çapemeniyê bi pere bi kar bîne, tevî ku ji sedî 90’ê 100000 kirariyî belaş in?

Em berê xwe bidin rojnamevanan, ew divê êdî hertim bêhtir û çêtir bikin... û vê yekê bi hejmareke kêmtir bikin. Tehlûkeya her diçe bêhtir zehmetbûna vê rewşê ya nakok ew e ku rojnamevan bi karên multîmedya re mijûl dibin û ji ya ku diviyabû herî lezgîn be, dûr dikevin: lêkolîna agahiyên nehatî sererastkirin û awirên orjînal ên li bûyeran. Bi ser de jî, ev pozîsyonek e ku xwe li gorî bikaranîna dîjîtal bi rêk û pêk dike. Ev pozîsyon têra xwe dûrî ya li gorî Jeff Jarvis diviyabû bibe ye. Jarvîs dema şîretan li rojnamevanan dike dibêje divê ew giraniya xwe di serî de bidin hilberîna “naverokên nirxên zêdetir” ku dikarin bala mirovan bikişînin ser înternetê: “Dêhn û bala xwe bidin karê hûn herî baş dikin û girêdanan bi ya mayî re deynin6.”

Hê ti carî agahdarî ewqasî li ser evçend qadên curbicur amade nebûn, lê amadekirina wan jî ti carî evqasî di tehlûkeyê de nebû. Krîza çapemeniya bi pere, dike ku hejmara nûçegihanên dewamî yên li derve were kêmkirin, lêkolîn û hevpeyvînên dirêj werin sînordarkirin û redaktor û sererastkeran ji kar derxe... Ji bo ku li ber xwe bidin, medyayên kevneşop neçar in bibin yek yan jî xwe veguherînin karxaneyeke agahdariyên erzan, weke di komên Alain Weill’ê (La Tribune, RMC, BFM TV) de qewimî. Di vê komê de rojnamevanên ciwan ên mûçeyekî kêm distînin weke hemalên nûçeyan tên bikaranîn7. Ma sibe? Serokê Konseya AM Conseil’ê (şirketeke fînasê û karê bankayan e) Alain Minc bi hêrs dugesînî dike û dibêje “Rojnameyên heyî riyeke din li pêşiya wan nîne, ew neçar in bibin yek, lewra naveroka wan weke hev e8”. Bi giştî, piştî ku piştgiriya besîtkirina karê edîtoriyal ku armanca wê peydekirina reklaman e, stendin, dîsa jî hênceta ku Philippe Merlant9 jêre gotî “hevrikiya texlîdkar” bikartînin da ku banga demeke nû ya konsantrasyonê bikin. Di dawiya vî mentîqî de ev hene: proleterkirina redaksiyonan û lawazkirina kalîte û çawaniya agahiyan. Ev jî wê bike ku xwendevan berê xwe bêhtir ji wan bidin alî û serberjêrçûna rojnameyên bi peran bi leztir bibe.

Gelo gava li pêş wê bibe, weke îndustrî, jihevxistina çapemeniyê? Hew bikaranîna kaxezê wê destûrê bide edîtoran ku mesrefên hilberînê û belavkirina rojnameyekê kêmtir bikin. Edîtor hêvî dikin ku bi vî awayî karê xwe zêdetir bikin. Lê ev mijar niha li bin guhê dîwarekî dikeve, ango ne mumkin e mesrefên redaksiyonê bi tevahî ji malperên înternetê heqê xwe derxe, ji ber ku di dinyaya înternetê ya mişt reklam de mişterî bê qîmet dibin û belavkerên teknolojiyê navbênkariyê dikin. Malpereke înternetê divê ji sedî 30 komîsyonê bide da ku Apple wan qebûl bike, eger dixwaze pêre kar bike jî divê nîvê karê xwe yên reklaman bide Google’ê û eger dixwaze bikeve bernameya xwendinê ya Kindle ya Amazonê divê ji sedî 70’î bide. Ev bername jî lewheyeke xwendina dîjîtal e. Me behsa motorên lêgerînê nekir yên ku ji pereyên peyvên danasîna dema lêgerînê qirûşeke bi tenê jî nade edîtorên naverokan.

Hevseroka rêveberiya rojnameya Libérationê Nathalie Collin gazinên xwe weha tîne ziman: “Mirovên teknolojiyê gotin li cih be nirxê [naverokên me] kêm kirin10”. Berdêleke tinekirina materyalan jî heye. Ma gelo bi riyeke din jî dibe? Xwediyê Wall Street Journal, Times û New York Post’ê Rupert Murdoch gef li dewê înternetê Google’ê xwarin; eger qebûl neke karê xwe parve bike, gotarên xwe ji Google’ê nîvê sala 2010’an wê bikişîne. Ya çêtir jî wî banga damezrandina konsorsiyûmeke edîtoran kir da ku bikin xwendevan li ser înternetê pereyan bidin. Lê ti kes xewnan nabîne: heta ku hevrikên wî hemû heman tiştî nekin Murdoch wê rojnameyên xwe venekişîne. Ew dizane ku nirxê agahdariyan sînordar e, ev nirx nikare di demê de bi awayekî birêkûpêk li ser tevna înternetê were parastin. Google bi gelekî rihettir li ser vê rûbirûbûnê serwer e ku karê wê yê ji rojnameyan marjînal e û bi tenê ji sedî 1.5 heta 3’yê lêgerînên li ser motor pêktînin.

Gelo paşeroj ya yên bi pere ye? Apple li ser lewheyeke belavkirina çapemeniyê ya ku wê li gorî bikaranîna gotarên di înternetê de pereyan bistîne, dixebite. Ev yek ji bo sala 2010’an hêviyê dide. Lê misoger nîne ka kirîna rojnameyekê li ser înternetê wê xwe bide qebûlkirin yan na. Li gorî Boston Consulting Group, ji sedî 54’ê fransiyan amade ne ji bo nûçe û agahdariyên li ser înternetê pereyan bidin, bi taybetî jî di qada herêmî de. Lê dîsa jî bi şertê ku buhayê wê serê mehê ji 3 euroyan nebihure. Ev pereyekî gelekî kêm e, dema ku em li ber çavan bigirin ku malpereke bi pereyan a mîna Mediapart’ê ji bo ku xwe li ser piyan bigire sê caran li vî pereyî dixwaze. Tenbûra belaşbûnê demeke zêde dirêj lêxist; êdî gelekî zehmet e mirov paş ve vegere.

Berpirsiyarê vê rewşê ji aktorên înternetê bêhtir edîtorên rojnameyan in. Ên ku di destpêkê de bijartin gotarên edîtoriyal ên bêmane û bêtam ên bazara reklamê binivîsin, ew bi xwe bûn. Bêyî ku li modelên tevlîhev bigerin, yên ku xwe sipartin karê ji reklamê û belaşbûna malperên xwe ferzkirin û xwendevanên xwe gelekî dan ber reklamên lîstik û lotoyê her weha ew bûn. Pêla ji peravan vedigere ya yên reklama didin, îro tesîreke baş dike: Ew bi tenê dikarin berê rêveberên rojnameyan bidin xwendevanan, bikin ku xwe ji hewcedariya reklaman xilas bikin. Û bikin ku xwediyên rojnameyan yên ku di çapemeniyê de ji çavkaniyeke karê madî pêve tiştekî din nabînin, birevin. Ya ku dikeve ser milê rojnamevanan jî ew e ku divê paşerojekê ji xwe re ji nû ve vebînin. Gelo pîşeyê wan wê siberojê bi rezonansa xwendevan û pisporên di înternetê de li hev bike, yên ku wê haya profesyonelan bi agahiyan bixin û bibin hemhilberînerê (koproduktorê) nûçeyan? Ji bo derbasdariya agahdariyekê, nifşê ciwan ji markeya medyayê bêhtir guh dide tevna hevalan ya ku agahiyê radigihîne. Ji bo ku bala bikarhênerên înternetê yên ciwan bikişîne ser xwe, nabe ku çapemenî “civakên (înternetê yên)” wan ji nedîtî ve were. Amerîkî ji niha ve ji sedî 17’ê dema xwe li ber înternetê li ser blog û tevnên civakî derbas dikin û ji sedî 0.56’ê dema xwe jî li ber malperên çapemeniyê yên di înternetê de...11

Em werin ser mijara modela aborî, ew dişibe ya Pascal îdîa kirî. Tecrûbeya malperên nû yên nûçeyan girîngiya zêdekirina çavkaniyên aborî nîşan dide: xwendevanên pereyan didin yên Mediapartê û dikanên înternetê, reklama perwerde yan jî xizmetên ji bo kolektîfên herêmî (weke şaredariyê) ji bo rêya 89’an... Sibe, wê wekî din mumkin be mirov beşekê ji lêkolînekê, ji aliyê civakên bikarhênerên înternetê ve bide fînansekirin, weke bi riya komele yan jî weqfên ji bo xizmeta gelemperiyê yên mîna Pro Publica yan jî Spot US yên li DYE’yê. Heta bi fikrekî xizmeteke gelemperiyê ya agahdarî û nûçeyên nivîsandî jî peyde dibe. Fîlozofê elman Jurgen Habermas weha dinivîse: “Fikra ku mirov rêvebirina hilberîna çapemeniyê di destê bazarê de bihêle, aliyekî wê heye ku wê tiştên mirov ne li bendê biafirîne12.”

Di civakeke dîjîtal de, pêşkêşkirina zêde agahî û nûçeyan dike ku azadî bêhtir bibe û destekê dide şerê li dijî li derveyî xwe hiştinê. Belê şertê vê jî heye, divê ferdek zanibe di daristana înternetê de bi ser riya xwe ve bibe. Tehlûke ew e ku li ser înternetê nûçe li gorî du çînên civakî yên cihê pêş bikevin.

Li aliyekî nûçeyên zêde, weke ku Eric Scherer dibêje “înfobezîte (obezîteya nûçeyan)” ango deryaya mezin a nûçeyên negirîng ên belaş ên magazîn hene ku di herikîneke dawî lê nayê de yek li pey ya din tê û ne rêzkirî ne û ne jî bi mane ne. Li aliyê din agahdariyên gelekî baş hatî lêkolîn û amadekirin ji bo yên ku dikarin pereyekî baş bidin, pêş dikevin.

Siberoja milkekî bi vî rengî yê hevpar, eger ew bi rastî bi kêra civakê were, wê ne girêdayî karê ku ji xwediyê medyayê re bîne û nejî girêdayî encama terada di navbera Murdoch û Google’ê de be. Ger û belavbûna agahdariyên ku qîmeta wan kêmpeydebûna wan e, li gorî xwezaya wan nikare bê texmînkirin. Sala 1845, damezrênerê New York Herald’ê James Gordon Bennett, telgiraf bixwe jî weke “awayekî nû yê belavkirina agahiyê” nirxandibû ku tehlûkeya wê hebû rojnameyan têk bibe...13

Çavkanî: 

1 Hejmarên Bureau of Labor Statistics, Market Watchê di malpera wsj.com de behsa wan kiriye.

2 Lêkolîna Bain & Company ji bo Foruma Avignonê, Mijdara 2009’an.

3 Bernard Poulet, La Fin des Journaux (Dawiya rojnameyan), Gallimard, Parîs, 2009, rûpel 31.

4 Jeff Jarvis, La Méthode Google (rêbaza googleê), Parîs, 2009, rûpel 50.

5 Eric Scherer, AFP-Media Watch, Observatoire mondial des médias (çavdêriya medyayê ya cîhanê), hejmar 7, payîz-zivistan 2009-2010.

6 La Méthode Google (rêbaza googleê), heman çavkaniya beriya niha, rûpel 27.

7 Marc Endeweld, “Des chaînes ‘tout info’ bien peu dérangeantes (kanalên ‘bi tevahî nûçe’ têra xwe kêm zivêrker” , Le Monde diplomatique, Hezîran 2007’an.

8 Colloque Nouveaux Paysages Audiovisuels (Koma xebatê ya Rûyên Nû yên Medya Deng û Dîmenan), Maison de la Chimie, Parîs, 22’ê Cotmeha 2009’an.

9 Philippe Merlant û Luc Chatel, Médias, la faillite d’un contre-pouvoir (Medya, îflasa hêzeke dijber) Fayard, 2009

10 Binêre li nîqaşa “Google, adversaire ou partenaire (Google, hevrik yan hevgir e)”, 4/12/2009, li ser malpera www.observatoiredesmedias.com

11 Lêkolîna Nielsen û NiemanjournalismLab a îlona 2009’an, Cotmeha 2009’an, Eric Scherer behsa wê dike, çavkaniya li jor navê wê bihurî.

12 Jurgen Habermas, Il faut sauver la presse de qualité (Divê çapemeniya bi kalîte were rizgarkirin), Le Monde, 22’ê Gulana 2007’an.

13 Networks Effects (Bandorên Tevnê), The Economist, London, 17’ê Kanûna 2009’an.