Şantaja li Waşîngtonê
Gengeşîya li ser kêmkirina deynê Amerîkayê yê ku serok Barack Obama û piranîya komarxwazên Kongreyê tîne hemberî hev, mijara bingehîn vedişêre: Obamayê ku nema karî li hemberî dijberên xwe, xwe ragire, bi carekê paş de gav avêt û qebûl kir ku zêdetirî sê çarîkên çavkanîyên butçeya deh salên pêşîya me, ango 3 000 mîlyar dolar, bi rêya kêmkirina butçeyên civakî, bên bi dest xistin. Dihat payîn ku rasta amerîkî wê bi vê serkevtinê têr û kêfxweş bibûya, lê belê ew hertim zêdetir dixwaze. Ew her tiştî dixwaze.
Di kanûna 2010ê de dema cara pêşî li himberî vê zexta rasta amerîkî serî tewand, serokê Dewletên Yekbûyî kêmkirinên bacan ên pir bêedalet ên ku biryara wan ji alîyê selefê wî George W. Bush ve hatibû wergirtin, ji bo du salan dirêj kiribû. Çar meh bi şûn de, Obama vê carê jî weke Ronald Reagan axivî û ji ber "kêmbûna salane ya lêçûnên herî girîng a dîroka me" kêfxweşîya xwe derbirî. Wî dûre hevdîtin û muzakereyên li gel parlamenterên komarxwaz dan pey hev û da zanîn: "Bila ez bigihîjim encamekê, ez amade me ji alîyê partîya xwe ve bêm rexnekirin". Encam: Paşdegavavêtinên nû yên Qesra Spî …
Rasta amerîkî dijber e li himberî her şiklê kêmkirina deynê dewletê ya ku bi bilindkirina bacê pêk were.
Ev helwêsta ku li welatekî ku şapeya îmtîyazên bacî ya bi ser dewlemendan ve diherike, weke hewldaneke vala xuya dike, dike ku asta global a bacan ti caran ew çend kêm nebûbe di pêncî salên dawî de. Lê belê, li wêdetirî serhişkîya ku tenê lêçûnan ji xwe re dike armanc, komarxwaz di eslê xwe de dixwazin "heywanan birçî bihêlin" –ango, eger bi îfadeya yek ji stratejîstên wan were gotin, ew dixwazin "hêza dewletê lawaz bikin ku mirov karibe wê di kuvetekê de bixeniqîne".
Baş e, hilpekîna berî çendekê ya deynê gelemperî ya amerîkayê divê bi çi were îzah kirin? Berî her tiştî bi buhrana aborî, ku bêhtir encama bêserûberiya diravî ya deh salên dawîyê ye.
Dûre di encama berdewamkirina birêkûpêk a kêmkirinên bacan yên di 2001ê de bi dengdanê hatine qebûl kirin (2 000 milyar dolar kêmtir ji qezenca bacê dihat hêvî kirin). Nîhayet, bi şerên piştî 11ê îlonê li Afganistan û Iraqê (1 300 milyar dolar). Partîya Reagen û Bush li gel vê yekê jî îdîa dike ku wê hem kesên herî dewlemend ku wan weke "afirînerên kar" bi nav dike û hem jî butçeya Pentagonê ya ku (bi rastî jî weha bû) di deh salan de ji sedî 67 zêde bû, parastine.
5ê nîsana dawî, serokê komîsyona butçeyî ya Meclîsa Nûneran, Paul Ryan jî projeyên komarxwazan ên ji bo çend deh salên bên, hûrûkûr rave kirine. Li gor plana wî lêçûnên gelemperî yên vê gavê bi qasî ji sedî 24ê hilberîna hundirîn a brut in, wê di 2050yê de êdî negihîjîn raserî ji sedî 14.75ê hilberîna hundirîn a gelemperî. Rêjeya bacstandinê ya herî bilind jî wê ji sedî 35ê dakeve ji sedî 25ê (asta herî kêm ji sala 1931ê ve). Hemû qul û qewarên bacî yên kesên xwedî îmtiyaz tên dagirtin, lê belê tenzîmat û lêçûnên tenduristîya ixtîyar û xizanan tên cemidandin.
Eger Obama bi vî awayî reva xwe ya ji têkoşînê bidomîne, wezîfeyên civakî yên dewleta amerîkî dibe ku di demeke nêz de bişibin cenazeyekî di kuvetekê de. de.
Wergera ji fransî: Baran Nebar

