Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Ronahî tên hawara sedsala 21’ê!

Rustem Aghale - Efekt LMD kurdî

Carinan, li hember jiyîna li vê mîlenyûma sêyem ku bergeha reş û tarî ye, mirov dikeve nava xeman. Baweriya ku pêşketin êdî ne weke ku mirov digot qey weha ye, û dem êdî bi şûn ve diçe bi ser yên din re dikeve. Gellek caran, ji aciziyê li hember xêrxwaziya ku di nava xelkê de belav bûye, giriyê mirov tê û mirov bi tirs ji xwe dipirse gelo bi rastî jî xatirdayin û tevlêbûyina hemû fikir û baweriyên ku hene bi tenê nîşana mecbûriyetên toleransê ye, an nîşana bêhişketina xeternak e… Bi kurtî, ev dewr mirov aciz dike û mirov dide pey hişyariya fikrî. Ji xwe, Ronahiyan jî di eslê xwe de tim behsa vê dikir: Beyî ku mirov bifikire, xwendina fîlozofên wan, Voltaireii û Diderotiii û Humeiv, ku çapa berhemên wan ya bêrîkan tam li gora demê hat kirin, û bêtir behsa baweriya ji Xwedê dikin, kêfeke weha ye ku bi rastî jî mirov tîne ser hişê xwe.

“Sapere aude”: li gora Kant slogana Ronahiyan ev e. “Ceger bike û guh bide dilê xwe”: dayina pey vê sloganê, di eslê xwe de tekane rê ye ku mirov nehêle ku baweriyên hinin din rêyê bi ber mirov bixin. Hema mirov dibêje qey fîlozofên sedsala 18’an bi hişê xwe ve êdî kamil dibûn û diyarde, daxuyanî û cihên hevpar ku dibûn alavên hişmendiya dema xwe di nava têgihiştineke rexneyî re derbas dikirin. Bê guman, pirsa olê, bû mijara wan ya sereke, him bi nêrîneke fîlozofîk (gelo wateya baweriya ji Xwedê heye?) û him jî bi nerîneke axlaqî (gelo mimkun e ku mirov ji derveyî tirsa Xwedê jî dilrehm be?)

Berî nuha bi salan, mirov digot qey êdî dema van mijaran bi rastî jî derbas bûye. Bi awayekî ecêb, ev mijar dîsa ketin rojevê û hatin nîqaşkirin: serokkomar Nicolas Sarkozy bi vî awayî keşe pîroz kirin, lewre li gora wî ew ji mamosteyan baştir li perwerdehiya axlaqî dikin ; parlamenterekî ewrûpî yê portekîzî jî ji hêla xwe ve doz li José Saramago kir ku, ji ber ku romaneke bi navê Caínv nivîsandiye, dev ji hemwelatiya xwe berde, lewre ew roman li dijî perwerdehiya Încîl’ê ye. Ji bilî van herdu bûyerên gellekî navdar, gellek işaretên din jî hene ku vegera êrîşa olî diyar dikin. Ev işaret ji aliyê hin berpirsên oldar jî dikarin bên û ji aliyê hişmendiyeke bi awayekî zîrek tevlihev jî bên.

Tiştê ku kêfa mirov tîne û dibe sedem ku, digel ku li ser mijareke ciddî ne jî, mirov di ber xwendina nirxandinên Voltaire, Dîderot û Hume re ji kêfan bikene ew e ku ev pirsgirêka bingehîn –bawerkirin an bawernekirin- bi awayekî radîkal û aşkerebûneke rewşenbîrî ya ji derveyî hemû tirs û xeman hatiye nirxandin û nîqaşa wan jî li ser lêgerîna rastiyeke maqûl hatiye sazkirin. Mirov weha kêfa saf ya nîqaşan bi dest dixe… ku nîqaşên metafîzîk in, lê hewl didin ku li derveyî fikrên rûhanî bimînin. Di vira de, kêfeke xemgîn heye, lewre xebitandina ramaneke azad wê demê ji binî ve xeternak bû: Voltaire, gava ku Fîlozofê Cahil nivîsand, ji bîr nekiribû ku çend sal berî wê, cezayê mirinê li şovalyeyê bi navê de La Barre ku wî ji dil û can parastina wî kiribû hatibû birrîn û Ferhenga Fîlozofîk ku wî bi xwe nivîsandibû teva wî hatibû şewitandin. Dîderot jî bi xwe dît ku pirtûka wî ya yekem hat darizandin, afarozkirin û şewitandin, ji ber ku li dijî olê û adetên baş bû. Herçî David Humeyê ingilîz e, bêguman tedbîra xwe girtibû û ji ber wê pirtûka wî ya Diyalogên Li Ser Ola Xwezayî piştî mirina wî hate çapkirin.

Lê, ya herî baş, belkî ji ber wê ye ku ev lêgerîna sêqolî ya li ser wateya baweriya ji Xwedê ku mirov nikare bersivên wan bide ber hev, bi awayekî hevpar mirov ber bi şikbiriyê ve diajo (bingeha rasyonalîzma kartezyen), û bi vî awayî mirov herweha ji fanatîzma pêşderazîbûnê jî rizgar dike. Lewre, fîlozof serê xwe bi rehmê re naêşînin ji ber ku ew bi baweriyê ve girêdayî ye. Mijarên ku bala wan dikişînin, mijarên warê zanînê ne. Gelo mirov dikare çi li ser Xwedê bizane? Mirov nikare tu tiştekî jî bizane. Lewre, hişê mirov, yê ku xwedan sînoran e, nikare Xwedê fahm bike, lewre ew bê sînor e. Ecêb e. Lewre, piştî vê bêderfetiya hişî, tu qiymetê olê namîne: herkes di baweriya tiştên ku wî aş dike de serbest e. Di destê mirov de, ji ber bitenêtiyê, êdî bi tenê ew dimîne ku mirov bi rêzgirtina ji mirovahiya xwe re bijî. Hevaltiya bi Dîderot’ê ateîst, Voltaire yê bawermend û Hume’yê şikbir re, bi van hersê rewşenbîrên bêtirs re ku tê de xebitîn ku em derfeta peydakirina nirxên xwe bi dest bixin hê jî weke hercar kêfeke bêhemta ye.

Werger ji fransî
İbrahîm Seydo Aydoğan

Çavkanî: 

Ji bo fîlozof û rewşenbîrên sedsala 18’an digotin “Ronahî”, lewre nemaze li Fransa’yê mezintirîn rewşenbîran wê demê berhem dane. (Jêrenota wergêr).

Voltaire, Le Philosophe ignorant, présentation et notes de Véronique Le Ru, Flammarion, Paris, 2009, 242 p.

Denis Diderot, Entretien d’un philosophe avec Madame la Maréchale de***, présentation et notes de Jean-Claude Bourdin et Colas Duflo, Flammarion, Paris, 2009,106 p.

David Hume, Dialogues sur la religion naturelle, traduction de l’anglais, dossier et notes de Magali Rigail, Folioplus Philosophie, Paris, 2009, 240 p.

José Saramago, Caín, Edicions 62, Barcelone, 2009, 144 p.