Rizgarbûna ji krîzê: Em ê ji ku dest pê bikin?
Di demeke weha de ku Yekîtîya Ewropayê ji ber krîza deynî li ber teqînê ye, Dewletên Yekbûyî ji bo rêlibergirtina daketina rewşa aborî a muhtemel bifilitin, di nav hewldanan de ne û Asya bi tehlûkeya pêre rû bi rû ye ku bîhna wê biçike, kesên ku pesnê globalbûnê didin her ku diçe hindik dibin. Lê belê, fikira "jiglobalbûnekê" cihê nerazîbûnên esas e, yên ku metna li jêr bi hûrgilî dide xuyan.
Di pirtûkan de
Jacques Sapir
La démondialisation
(Ji globalbûnê)
Seuil, Parîs, 2011, 259 rûpel
Tevî ku pêşnîyarên sernavê pirtûkê xuya dikin, bi tenê li dawîya berhemê keşif dibe ku analîza globalbûneke fînansî û ticarî ya "êdî nayê ragirtin" bi xurtî tê saz kirin. Ew bi bîr dixe ku sinifên serdest ên welatên zengîn -çi li bakur û çi li başûr- globalbûn dane dest pê kirin (û herweha jê sûdê werdigirin) û bi derewên weha dînamîkeke li ser berpirsên siyasî ferzkirî pûç dike. Wek mînak, li Ewropayê, parastina diravî li ser dewletan "ferz" kir ku "deflasyona meaşan organîze bikin". Ev "gulana 1968ê berevajî" ji bo hîssedaran encamên neyînî bi xwe re anîn, nemaze ji ber ku vekirina ji bazirganîya navneteweyî re -dervekirin- rê da wan ku "êdî bi bazara hundirîn û lewre jî meaşên lê dayî ve ne girêdayî bin".
Vegera li projeyeke pêşketina neteweyî dê asê bimîne, ji ber ku serkevtineke ticarî ya efsanewî, weke ya otomobîla DSê ya Citroënê, di tevahîya heyînîya xwe de bi tenê mîlyonek û nîv erebe da firotin. Lê îro, "produksîyoneke mîlyonek heban bi serê salê rêjeya qezenckirinê ya asgarî ye. Em weha fêm dikin ka çima fîrmayên pirneteweyî zext ji bo sistbûneke rêgezên bazirganîya navneteweyî kir." Almanya û Çîn ên ku, di vê leyistikê de, bi awayekî sosret mîna hev in, heta niha qezencên herî baş jê wergirtin.
S. H.
Lawazbûna civakan a ji ber êrişên dinyaya fînansê, gihîşt sînorekî: Tevnên aborîyê dilerizin û perdeya îdeolojîk a ku temsîlên wê xist bin dûmanê çirîya. Pesndarên globalbûnê weha mecbûr man ku dengê pesnên xwe yên li ser serkeftina pîyaseyan kêm bikin û dijtez bûye cihê minaqeşeyan: Ji globalbûnê filitîn. Orîjînalîya vê minaqeşeyê jî ev e ku reqîbên wê ne parêzvanên ortodoksbûnê û "dijber" in, lê belê ew di nav refên aborînas û van siyasetmedaran de derbas dibe ku, bi taybetî di dema têkoşîna li hemberî projeya peymana destûrî ya ewropî de, li dij dîktatorîya pîyaseyên fînansî derketibûn. Ev çend meh in ku qûncikên rojnameyan, nivîsar û pirtûkan mijarên proteksîyonîzm, derketina ji euroyê û jiglobalbûnê, xistin meydanê. (1) Nîqaşên herî dûvdirêj li dor çawanîya krîza kapîtalîzmê, çarçoveyeke pêwîst a qaîdeyan û pirsa hikumdarîya demokratîk tên gerandin.
Ji destpêka salên 1980yê ve, tevnên kapîtalê weha hatin saz kirin ku berhemdarîyeke maksîmum a razandinên fînansî -"afirandina nirxê ya ji bo hîssedar"- çêkin, ligel organîzekirina sîstematîk a bênirxkirina kedkaran. Jixwe, ev yek rê dide berhemdarîya behskirî; lewre ku azadîya çûnûhatina kapîtalê rê li ber reqabeta sîstemên civakî û bacî vekir. Eufemîzma "globalbûnê" jî bi vê yekê îşaret dike: Ji nû ve belavkirina kapîtalîzmê li tevahîya dinyayê, da ku ji krîza rêjeya qezencê ya werçerxa dehsalên 1960-1970yê re çareyek were dîtin, serkeftina sinifên serdest ligel milkên ji meaşan girîngtir û ferzkirina tevgerîyana li gor bazaran li ser sazûmanên verastkirinê.
Du dehsalan têrî herifandina vê avahîsazîyê kir: Di nîvê dehsala 2000ê de, bilindbûna rêjeya qezencê li Dewletên Yekbûyî disekine û kredîya ji feqîran re veqetandî ji bo temamkirina kêmanîyên meaşî êdî têrî pişaftina pirberhemdarîya endustrîyel nake. Şok bi qasî çûnûhatina sermayeyan lezgîn belav bû.
Krîz liserhevkirina zehmetîyên neteweyî (yûnanî, îrlandî, portekîzî, spanyolî ûym.) yên ji ber pirsgirêkên taybet û navxweyî yên her welatî, bi awayekî tesadûf di heman demê de destpêkirî nîne. Ji destpêkê ve, ev krîza kapîtalîzmekê ye ku li tevahîya cîhanê "gihaştî", ligel mantiqekî afirandina nirxê yê ji bo hîssedar ê ku heta asta xwe ya herî bilind hat birin, lewre ku diviya hertişt bibûya mal, ji çêkirina milk û xizmetên bingehîn heta tenduristîyê, perwerde, çand, serkanîyên xwezayî û tevahîya gîyandarîyê.
Globalbûn bi pevguherandina azad a mal û milkan, yanî bi çûnûhatina wan bi sînor nabe. Fînansa derê axê aniha bi qanûna nirxê, yanî pêwîstîyeke dualî ya bêyî hev nabe re, rû bi rû dimîne: Li alîyekî, dîsa nirxdana xebatê ku heta hetayê tade nikare lê bê kirin; li alîyê din, pêkanîna vê nirxdana nû li ser bingeheke maddî ya kêm. (2) Li pişt krîza fînansî, zêde hilberandina kapîtalîst û neçarîya modeleke pêşketinê hene.
Argumaneke sereke a parêzvanên çepgir ên dijglobalîyê ew e ku xirakirina îstîhdamê û ji pîşesazîbûnê derxistina welatên zengîn dixe stûyê globalbûnê. Jacques Sapir weha texmîn dike ku "heta nîvê salên 1990ê, qezencên berhemdarîyê yên welatên di pêşketinê de têrî guherandina dengeya hêzan a ligel welatên serdest nedikir. Lê belê, ji nîvê salên 1990ê û vir de, qezencên berhemdarîyê yên manedar li welatên weke Çînê an welatên Ewropaya rojhilat tên dîtin. Ev jî dibe sedem ku aktîvîteyên teva welatên endustryalbûyî biterikînin". (3) Lê belê, berevajîbûna dengeya hêzan li nav sinifa serdest û karkerên welatên endustryalbûyî berîya gavavêtina Çînê bi panzdeh salan tê.
Heke em bi tenê li mînaka fransî binihêrin, xirabbûna para meaşan a di nirxa lêzêdebûyî de (nêzîkî pênc puanên nirxa lêzêdebûyî ya brût a fîrmayên nefînansî li gor 1973ê û nêzî du qatê vê hejmarê li gor 1982ê) (4) û firîna bêkarîyê di dehsala 1980yê de çêdibin. Sewiyeyên wê demê gihaştî (pir nizm ji bo para meaşan û pir bilind ji bo bêkarîyê) dê piştre zêde neyên guherandin, ji derveyî kurte-serdema di navbera 1997 û 2001ê de. Em weha dikarin bi rastî bibêjin ku reqabeta hêzên xebatê ya di salên bihurî de zêdebûyî, pozîsyonên maldaran bi dest xistibûn, xurt kirin; lê belê em nikarin welatên di pêşketinê de weke berpirsîyarên sereke yên xirabbûna meaşan a di welatên kapîtalîst ên pêşketî de bibînin.
Dawîyê, şideta sinifan a nûlîberalîzmê li welatên zengîn weha çêdibe: Parvebûna kapîtal/xebat bi xatirê kapîtalê tê kirin û belavbûna navxweyî ya tevahîya meaşan diguhere (meaşên bilind pir pêş dikevin, nemaze ji ber ku elemanên mibadeleya kapîtalê, weke stok opsîyon, tê de hene). Ev alîyê duyem hem têkildarê dewsa civakî ya kadroyên bilind a şirketan ji ber qabiliyetên xwe yên teknîkî digrin, hem têkildarê dampînga civakî ya li derve ye, ya ku karkerên dereceyên binî jê re dibin qurban.
Lewre jî, ihtiyateke teorîk pêwîst e da ku pevçûneke sinifan veneguhere pevçûneke neteweyan; dîsa jî, Lordon bi tirs e ku ev ihtiyat "dê bi kêr neyê" ji ber ku, li gor wî, "strukturên globalbûna aborî [mûçegirên çînî û mûçegirên fransî] bi awayekî objektîv dixin nav têkilîyeke dijberîya dualî- û înkarên vê yekê dê bê encam bimînin". (5) Ji xwe, çareya proteksîyonîst dê serdestîyeke dijberîya neteweyan li ser dijberîya sinifan saz bikira. Lê çawanîya sîstemîk a krîza kapîtalîst a dinyayî bi têkilîya civakî ya esas a kapîtalîzmê îşaret dike û li ser îmkana xelkên cihê ya jêderketina bi rêyeke neteweyî gumanan çêdike.
Ji bilî çend istîsnayan (wek mînak Ekvador li ser pirsa deynî), peywira dewletan ev e ku buhayê krîzê bi xelkê bidin dan, ev jixwe armanca bingehîn e ku sinifên serdest dike yek. Hikumetek nîne ku bixwaze an karibe rîska liserxwegirtina encamên nedana deynên neteweyî bigire, lewre ku bi berdana xeleka yekem ihtimala belavbûnê çêdibe. Hemû weha aborîyên xwe li rawestîyanê mehkûm dikin. Wekî din, globalbûn bi tenê bazirganî û fînansî nîne, ew herweha berhemdarî ye, heta wê radeyê ku şirketên mezin ên pirneteweyî zêde bi rêçûyînên aborî yên neteweyî mijûl nabîn. (6) Ango pirsa zemînên ji bo verastkirin û têkoşîna dij krîzê minasib, esas e.
Hikûmdarî û hevkarî
Lê belê, gelo divê em heyîna pirsgirêkeke desthilatdarîya cîhanî înkar bikin û "xeyala" (7) sazîyên navne-teweyî yên bihêz şermezar bikin? Belê, em dixwazin klîşeya "desthilatdarîya cîhanî" red bikin û dudilî û têkçûnên G8, G20 û civînên din ên bilind ên hikûmetên serdest mehkûm bikin. Lê belê divê kêşeyek were çareser kirin: Kêşeya avakirina verastkirineke cîhanî. Jixwe, parêzvanên çepgir ên dijglobalîyê serdema pişt-şerî ya ku verastkirina bi awayê keynesî ya li Bretton Woods îlanbûyî mohra xwe lê xist, weke mînak nîşan didin.
Du heb nîşanên biryardêr acîliyeta verastkirinê nîşan didin, bêyî ku em li hêvîya jiholêrabûna an jî vegirtina kapîtalîzmê rawestin. Nîşana yekem ji cotyarîyê tê, ku roja îro bi jiqaîdekirina her cure pevguherînên cotyarî tarîf dibe û encamên wê jî, veqetandina erdên herî baş ên welatên başûr ji bo çandinîyên ixracatê li hember çandinîyên jîyanê, kêmbûna daxwaza jê tê deynê xwe bide û bêistiqrarîya ekstrem a fiyetên bingehîn ên cîhanê ne. Em çawa dikarin bifikirin ku her welatek dê xweserîyeke nisbî ji xwe re bibîne û serxweyîyeke zadî dê çêbibe, eger bazarên cotyarî li tevahîya cîhanê di çarçoveya rêgezên sert de nayên xistin, da ku hemû xwardemenî cotyarî û bêhtirî wan, hemû maddeyên bingehîn jî ji destê spekulasyon û tesadufên bazarê xilas bikin? (8)
Nîşana duyem jî têkildarê têkoşîna li dij germbûna hewayê ye ku jixwe divê li tevahîya cîhanê were meşandin. Digel vê, heta niha, muzakereyên pişt-Kyotoyê yên 2009ê li Kopenhagê û 2010ê li Cancunê, ji ber nelihevîya berjewendîyên dewletên herî bihêz ên esîrên girêdanên xwe yên bi daxwazên lobî û grûpên pirneteweyî ve têk çûn. Derketina holê ya haydarîyeke welatîyan a xwedîya nihêrîneke global a ji bo xilaskirina malên hevpar, dikare tesîrê li van muzakereyan bike, wek mînak bi rêya Banga Konferansa Cîhanî ya Gelan li ser guherîna avûhewayê ya li nîsana 2010ê bi înîsîyatîva hikumeta bolîvyayî çêbû.
Wekî din, cotyarî û avûhewa herdu jî pêwîstîya tavil a bi şoreşeke radîkal a modela pêşketinê ya globalbûna kapîtalîst bi xwe re dibe, keşf dikin. Parêzvanên dijglobalîyê carna vî alîyî piştguh dikin, lewre ku referansa wan a sereke modela fordîst a neteweyî ye ku, rast e, ji modela nûliberal bêtir kontrolkirî ye, lê berhemdarîyeke xirabker jî da dest pê kirin. Em wisa bi tarîfa zemînê pêkanîna hikumdarîya demokratîk re rû bi rû dimînin.
Dawîyê: Hikûmdarîyeke demokratîk
Parêzvanên dijglobalîyê çawa li meseleyê dinihêrin? "Em çi li ser bifikirin, Frederic Lordon dinivîse, çareya vegera li hikumdarîya nete-weyî dîyar e lewre ku, berevajî yên din, qencîya wê ev e ku aniha li ber destên me ye -tevî pêkanîna guherînên tevnî yên di warê aborî de rê didinê: Proteksyonîzma hilbijartî, kontrola sermayeyan, kontrola siyasî ya banke-yan; îrade hebe, ev tişt hemû mimkin in". (9) Ev sê sewiyeyên guherînên tevnî pir minasib in. Pirsgirêk di "dîyarbûn" û "berdestbûnê" de ye, ji ber ku encameke girîng a pêvajoya globalbûnê, valakirina naveroka demo-krasîyê û spartina klîtên mala hevpar li bazarên fînansî bû.
Ji ber vê yekê, astenga herî zor a li hember gelan disekine, ji nû ve înşakirina tevahîya hikumdarîya wan û ne tenê dîsa zindîkirina wê ye. Divê ev kar ne tenê li asta neteweyî lê ji bo ewropayîyan, li asta herêmî jî bê kirin, lewre ku pevçûna digel hêzên kapîtalê êdî ne tenê li asta neteweyî û heta bi piranî li derveyî wê çêdibe. Nakokîya ku divê were derbas kirin jî ev e ku, tevî ku demokrasî hê jî bi piranî li asta neteweyî saz dibe, verastkirin û guherînên pêwîst, nemaze di warê ekolojîyê de, di ser neteweyan re ne. Ji ber vê yekê afirandina gav bi gav a zemînekî demokratîk ê ewropayî jî girîng e. Ji ber ku krîz ne liserhevkirina krîzên neteweyî ye, xilasbûna ji krîza neteweyî nabe.
Pirsa mayî ev e ka em karê jihevdexistina kapîtalîzma nûlîberal ji ku dest pê bikin. Bi awayekî demkurt û heta ecele jî, divê rewanebûna piranîya deynên dewletî û nedana wan bê îlan kirin, pêşî li welatên di rewşa herî acîl de ku wê bi biryareke ewropî bên dest nîşan kirin. Divê ev biryar li ser bingeha kontroleke giştî ya hesabên deynên dewletî bê dan. Divê tevahîya sektora bankayê ya ewropî bê civakî kirin û gavbigavbûneke xurt a bacan bê restore kirin. Tê de tu bêimkanîyên pratîk tunene, bi tenê îradeya siyasî ya "fetisandina faîzê" (Keynes) ligel betalkirina wê kêm e. (10)
Bi awayekî demnavîn û demdirêj, divê pêvajoya guherandina radîkal a modela pêşketinê bi maneyeke nekapîtalîst bê dest pê kirin. Xirakirina strukturên fînansê yên heyî gava pêşî ye, ku dikare bi qedexekirina transaksyonên hevalbend û yên berhemên têkildar, herweke bacgirtina li ser transaksîyonên mayî, dest pê bike. Jê bêhtir, sînorkirina sert a zemînê ticarî yê di lêgerîna qezencan de lazim e, da ku aktîvîteyên neticarî an jî bera wan li tevakirina pêwîstîyên xelkê digel parastina dengeyên ekolojîk e, pêş bikevin.
Em ê çi navî li van tiştan bikin? Parastinên pêwîst (ji qanûna xebatê, sîgortaya civakî, xwezayê...) dîsa jî nayên maneya sîstemeke proteksîyonîst. Pêkanîna fikira hilbijartina zemînên ku wê "dijglobalîyê bibin" an jî, berevajîya vê, wê gerdûnî bibin, helbet zehmettir e lê belê, qencîya wê ev e ku ew hedefên pêwîst nîşan dide, guherîneke sosyoekolojîk a civakan dide dest pê kirin û gav bi gav, hevkarîyeke navneteweyî ya rasteqîn înşa dike. Ev jî peyama alterglobalîzmê, ya ku qet dev ji rexnegirîya globalîzmbûnê bernade, lê dijbera wê ya xuyanî jî minasib nahesibîne.
Jean-Marie Harribey:
Profesorê alîkar li zanîngeha Bordeaux-IV, birêveberê pirtûka Attac a bi navê Le Développement a-t-il un avenir? Pour une société solidaire et économe [Gelo siberoja pêşketinê heye? Ji bo civakeke piştgir û xercneker], Mille et une nuits, Parîs, 2004 û nivîskarê La Démence sénile du capital, fragments d’économie critique [Dînîtîya êxtiyarî ya sermayeyê, fragmanên aborîya rexnegir], Le Passant, Bègles, 2002.
- Ji bo kurtasîyeke minaqeşeyan: "Démondialisation ou altermondialisme?" ["Jiglobalîzmbûnê an alterglobalîzm?"], http://alternatives-economiques.fr/blogs/ haribey/2011/06/07 û "La démondialisation heureuse? Éléments de débat et de réponse à Frédéric Lordon et à quelques autres collègues" ["Jiglobalîzmbûna xweşik? Elemanên nîqaş û bersivê ji Frederic Lordon û çend hevpîşeyên din re"], http://alternatives-economiques. fr/blogs/haribey/2011/06/16/ ; herweha bixwînin Frédéric Lordon, http://www.fredericlordon.fr/triptyque.html, Bernard Cassen û Jacques Sapir, http://www.medelu.org
- J.M. Haribey, "Crise globale, développement soutenable et conceptions de la valeur, de la richesse et de la monnaie" ["Krîza global, pêşketina durust û niherînên li ser nirx, dewlemendî û diravê"], Forum de la Régulation, Parîs, 1 û 2 kanûn 2009, http://haribey.u-bordeaux4.fr/ travaux/monnaie/crise-valeur-monnaie.pdf
- J. Sapir, "La mondialisation est-elle coupable?" ["Gelo globalîzm sûcdar e?"], Nîqaşa li nav Daniel Cohen û Jacques Sapir, Alternatives économiques, hjm. 303, hezîran 2011
- INSEE, Rapora J.P. Cotis, "Partage de la valeur ajoutée, partage des profits et écarts de rémunérations en France" ["Parvebûna nirxa lêzêdebûyî, parvebûna qezencan û cudatîyên pareyê standî li Fransayê"], 2009
- F. Lordon, "Comment rompre avec le libre-échange. La démondialisation et ses ennemis" ["Çawa ji pevguherîna azad qût bûn. Dijglobalî û dijminên wê"], Le Monde diplomatique, tebax 2011
- M. Husson, "Une crise sans fond" ["Krîzeke bêbinî"], 28 tîrmeh 2011, http://hussonet.free.fr/sansfond.pdf
- F. Lordon, op. cit.
- Bnr. Aurélie Trouvé û Jean-Christophe Kroll, "La politique agricole commune vidée de son contenu" ["Siyaseta cotyarî ya hevpar ji naveroka xwe valakirî"], Le Monde diplomatique, çile 2009
- F. Lordon, "Qui a peur de la démondialisation?" ["Kî ji dijglobalîyê ditirse?"], 13 hezîran 2011, http://blog.mondediplo.net/2011-06-13-Qui-a-peur-de-la- demondialisation
- Bixwînin: François Chesnais, Les dettes illégitimes, Quand les banques font main basse sur les politiques publiques [Deynên nerewa. Dema ku banka siyasetên dewletî bi dest dixin], Parîs, Raisons d’agir, 2011
Wergera ji fransî: Simko Destan

