Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Rêya çareseriya aştiyane

Reya Astiye 2
Riza Topal (Bênav)

Di Kanûna 2002’an de ez hatim vexwendin da ku tevî şandeyeke mafê mirovan biçin serdana serokê giştî yê AKP’ê yê wê demê û serokwezîrê Tirkiyê yê niha Tayyip Erdoğan li Enqerê. Komeke mezin a wezîran û hevalên wî yên kar ên herî nêzîkî wî di hevdîtinê de amade bûn. Me ji wan re eşkere got, pirsgirêka mafê mirovan ên Tirkiyê bi tenê eger pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de bi awayekî aştiyane û siyasî were çareserkirin, çareser dibin. Ji bo vê jî me pêşniyarên xwe kirin. Bersiva Erdoğan ev bû: ‘’Pirsgirêka kurdan nîne.’’ Wî ev yek di 2004’an de di dema serdana xwe ya serokwezîrê Almanyaya Federal Schröder de li Berlînê jî dugêsinî kir. Di vê navberê de guherîneke mezin çêbû. Çareseriya pirsgirêka kurd di dawiyê de û bi awayekî ku veger jê nebe di rojeva Tirkiyê de cihê xwe girt.

Ji bo vê yekê gelek hêz bi hev re xebitîn: Hewldanên aliyê kurd tevî pêşniyarên wan ên li pey hev ji bo çareseriyeke aştiyane, demokratîk û siyasî û agirbestên yekalî jî hêjayî behskirinê ne. Serokkomarê İraqê Celal Talabanî bang li Tirkiyê kiribû da ku efûyeke giştî ji bo şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a qedexekirî derbixe. Talabanî ji rojnameya “Sabahê” re di 17’ê Adara 2009’an de axivî û got, gaveke bi vî rengî dikare bibe bingehê çareseriyeke aştiyane. Di civîneke navnetewî de wê komên girîng ên kurdan hemûyan bang li PKK’ê bikira ku di kontrola Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê (DYA) de sîlehan deyne. Berê nîşaneyan li aştiyê bû. Herweha girîng bû ku Talabanî daxwaza efûya giştî li Stenbolê ango li nava dilê Tirkiyê kiribû. Bi vî awayî nedibû ku elîta siyasî ya Tirkiyê xwe li vê daxwazê re kerr bikira. Daxwaza ku PKK sîlehên xwe di kontrola DYA’yê de deyne, nîşan dide ku li pey daxwaza efûya giştî û danîna sîlehan DYA jî heye. Têkiliyên DYA’yê bi kurdên İraqê2 re gelekî taybet û baş in.

Erdoğan hê sala 2005’an der barê ‘pirsgirêka kurd’ de -ya ku wî di vê navberê de naskiribû- nîqaş derxistin pêş. Heta, wî şaşiyê dewletê jî qebûl kirin. Daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül a 12’ê Gulana 2009’an hê jî ji bo îhtîmala siyaseteke nû ya Enqerê der barê vê pirsgirêkê de gelekî girîng e. Wî gotibû: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê ye. Mirov çi jêre bêje bila bêje, çi ‘pirsgirêka terorê, çi pirsgirêka başûrrojhilat çi jî pirsgirêka kurd’, ew pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê ye û divê were çareserkirin.’’

Li gorî vê, di dawiyê de sala 2009’an Erdoğan jî amade bû ku bi serokê giştî yê partiya kurd Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk re rûne. Ev hewldan hemû divê bi rêzdarî werin qebûlkirin, lewra li her du aliyan jî di şert û mercên herî dijwar de pêk hatin.

Nîqaşeke piralî ya navxweyî dest pê kir û di vê nîqaşê de hema bêjin her mijar hat ravekirin. Pirraniya van mijaran di nexşerêya dosyaya bi navê “Projeyên Çavdêriyê: Şewirmendiya Pirsgirêkan a Sivîl, Pêşîgirtina li Şîddet û Şer3” ya saziya Alman ‘Hevkariya ji bo Aştiyê4’ de hebûn û li derdorên ku berê wan li siyaseta aştiyane yên li Tirkiyê jî hatibû danasîn.

Di Mijdara 2009’an de ‘pirsgirêka kurd’ li parlemana Tirkiyê jî hat nîqaşkirin. Wezîrê Karê Navxweyî Beşir Atalay bahsa hin mijarên siyaseta kurd kir ku hewl didin pêş bixin. Di nav van de ev hebûn: Navên berê yên deveran wê ji nû ve bikarîbûya werin bikaranîn, Kurdî di jiyana dînî û civakî de were bikaranîn; dibe ku kurdî weke ‘dersa bijarte’ di dibistanan de were fêrkirin, kontrolên polîs û leşkeran werin kêmkirin û saziyeke serbixwe ji bo kontrolkirina giliyan were damezrandin. Guhertinên ku wezîr behsa wan dikir, bingeheke têrker ji bo siyaseteke lihevhatinê ya kurdan a nû nînîn. Ev guhertin bersiva pirsa sereke nadin; bi PKK’ê re li hevhatinek wê çawa çêbibe û şer wê çawa bi dawî bibe?
Sedemên çiva Enqerê di siyaseta kurdan de dayî xwe

Ji bo çiva Enqerê di siyaseta Kurdan de dayî xwe, ango guherîna siyaseta wê, gelek faktor hene ku divê mirov bahsa wan bike. Hikûmeta AKP’ê ji 2002’an ango destpêka ku hatiye ser desthilatdariyê û vir ve berê awirên xwe û hişê xwe dabû endametiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û ji ber vê yekê jî diviyabû serê xwe bi reforman biêşanda. YE yekîtiyeke firetnîsîte, fireçand û firedîn e. Siyaseta bi darê zorê asîmîlekirina kurdan û binpêkirina mafên mirovan ên bigehîn bi hev re meşiyan. Şerê leşkerî yê li dijî gerîllayên PKK’ê kêm serketî bû. Bi ser de jî daxuyaniya Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ê berê Yaşar Büyükanıt heye: “Eger em tevahiya artêşa tirk bişînin çiyayên Qendîlê5, emê nikaribin wî çiyayî ji PKK’ê paqij bikin.” Bi awayên eskerî hewldana çareserkirina pirsgirêkê ji bo budceya Tirkiyê gelekî buha ye û aliyê generalan jî beramberî hikûmetê bihêztir dike. Şer zirareke mezin li pêşketina aborî ya Rojhilat û Başûr-rojhilatê Tirkiyê dike. Xuya ye weke welatekî ku gaza xwezayî û nift têre derbas bibe, Tirkiye girîngiyeke mezin dide pozîsyona xwe. Lê lûle divê ji deverên pirraniya şêniyên wan kurd re derbas bibin, ango eger şer dewam bike, ev lûle jî wê timî di xeterê de bin. Enqere ev demek e hewl dide têkiliyên xwe bi welatên li Başûr û Rojhilat re baş bike. Lê pirsgirêka kurd ya nehatî çareserkirin pêşiyê li vê jî digire. Heman tişt ji bo başkirina têkiliyên bi dewleta federe ya kurdan a (li Bakurê İraqê) jî derbas dibe. Ev dewleta federe ji aliyê Amerîkayê ve bi awayekî taybet tê parastin û ji aliyê Tirkiyê ve gelek pere lê tên razandin. DYA jî ji ber planên xwe yên vekişîna ji İraqê dixwaze pirsgirêka kurd hatibe çareserkirin, lewra pirsgirêk li aloziya heyî ya herêma kurdan a İraqê, aloziyê zêde dike.
Tevî sozên tên dayîn hemûyan pêleke zextan

Hema piştî hilbijartinên herêmî yên Adara 2009’an, ya têde DTP’ya kurdan gelek deng li yên xwe zêde kirin û partiya hikûmet AKP’ê jî gelek ji dengên xwe kêm kirin, ne bi tenê operasyonên leşkerî yên Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk li dijî gerîllayê kurd destpê kirin, di heman demê de nîşana destpêkirina zextên li dijê DTP’ê jî hat dayîn. Bêhtirî 400 endam û rêveberên wê hatin girtin.

Êrîşên li dijî DTP’ê gihiştin parlemanterên DTP’ê yên di parlemana Tirkiyê de jî.Rewş dema girtina parlemanterên kurd yên li dora Leyla Zana ya sala 1994’an, tîne bîra mirovan. Weke mînak, li Cîgirê Serokê Koma DTP’ê di parlemanê de Selahattin Demirtaş de ji ber axaftinekê doz hatiye vekirin. Di wê axaftina xwe de ew weha peyivî bû: “Li Tirkiyê divê êdî ne dayikên kurd, ne jî dayikên tirk biêşin. Herikîna xwînê divê were rawestandin, divê diyalog bi Öcalan re were kirin.” Ev hemû, ne nîşaneyên amadebûna ji bo çareseriyeke pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de ne û bi kêra bawerîdana hev jî nayên.

Bi ser de jî bûyerên din yên xeternak qewimîn. Weke komkujiya li dijî civateke kurdan a dawetê, ya ku cerdevanên dewletê jî tevlî bûbûn. Weke ku tîmên taybet ên tirk di roja cejna zarokan a Tirkiyê 23’ê Nîsana 2009’an de bi awayekî hovane li zarokên kurd xist, ên ku li nav erdekî vala ji xwe re dilîstin. Îro nêzî 3000 zarokên kurd bi bahaneya kevir avêtine polêsan, girtîne. Zarok niha di bin tehdîda cezayên zindanê re rûbirû ne. Pirgirêka kurd di heman demê de parçeyek ji şerê di navbera hikûmeta AKP’ê û artêşê de ye jî. Pirsgirêka di navbera herdûyan de carinan gihîşte qonaxên xeter. Rojnameya ‘’Tarafê’’ di 12’ê Hezîrana 2009’an planeke veşartî ya Fermandariya Giştî weşand. Armanca vê planê bêîstîqrarkirina AKP’ê bû û sernavê wê jî “Plana çalakiyan ya li dijî paşverûtiyê (ya îslamî)” bû. Di nava planê de ev tişt hebûn: Bi dizî bicihkirina sîxuran, xirabkirina ‘dijminên ji berê de’ Ermenîstan û Yûnanîstanê da ku rastgir li Tirkiyê bi hêz bibin, vedîtina sîlehên berê hatin bicihkirin, kampanyayên dezînformasyonê û hwd. Gelo ev plana veşartî, êrîşek e ango bersiva kesên nêzî artêşê heta gelekî nezî leşkeriyê dayî doza li dijî darbeparêzên Ergenekonê6 ye? Şerê di navbera hikûmet û artêşê de, paşeroja pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de şîlo û nediyar dike.
Tirs û li hev ewlenebûn heye

Yê ku di PKK’ê de herî zêde li pêş e, Murat Karayılan gelekî bi Tirkiyê ne ewle ye û tirsên wî hene. Di hevpeyvîneke bi Hasan Cemal, rojnamevane Milliyetê (hejmara 6’ê Gulana 2009’an) Karayılan pêvajoya salên 90’î weha tîne bîra xwe: “Sala 1993’an Özal (serokkomarê wê demê yê Tirkiyê A.B.) mir, û derfeta aştiyê wê demê ber bi bê ket. Özal kesek bû ku maneya pirsgirêka Kurd têgihiştibû û li çareserkirina pirsgirêkê difikirî, li ser dihizirî. Özal 1993’an (di bin şert û mercên gelekî gumanbir de A.B.) mir û sala 1994’an bi rastî jî kujer û hov bû. Gelo dîsa êrîşeke mîna ya sala 1994’an li pêşiya me ye? Em bi tiştinan dihisin, lê bi xwe newle ne. Gelo hikûmeta AKP’ê jî wê darê desthilatdariyê bide dest eskeriyê û ji nû ve wê weke hingî xwîn bibe gol?”

Di daxuyaniyeke Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê ya 1’ê Îlona 2009’an de ev tirs û fikar bi awayekî zelaltir têne zimên: “Em bi helwestekê re rûbirû ne ku bi ti awayî bi kêr nayê, cihê siyaseta înkar û tinekirinê ya ku ji destpêka damezrandina komarê û vir ve li dijî me tê bikaranîn, bi gavên bawerî bi wan were, tirs û fikarên mafdar ên gel û tevgera me bêmane bikin, dagire. Beriya her tiştî divê dewleta tirk û hikûmet dev ji retorîka tesfiyekirinê û siyaseta şîddetê berdin.”

Di daxuyaniyeke KCK’ê ya der barê nîqaşên di parlemanê de jî weha tê gotin: “Siyaseta ku di destpêkê de bi navê ‘hewldana kurd’ bi raya giştî hat danasîn, paşê bû ‘hewldana demokratîk’; îro navê wê ‘projeya yekîtiya netewî’ ye û berpirsiyar wê weke ‘tesfiyekirina gerîlla û PKK’ê’ bi nav dikin. Çi hevdîtinên wezîrê karê navxweyî bi derdorên cihê re, çi têkiliyên dîplomatîk yên wezareta karê derve li herêmê û çi jî pêwendiyên serokwezîrê Tirkiyê bi DYA’yê re, ev hemû hewldan û kirinên ku armanca wan ne çareserkirina pirsgirêka kurd e, lê belê tesfiyekirina PKK’ê ye.”

Ya rastî, tişta xuya dike ew e ku Enqere dixwaze PKK û gerîlla heta ji destê wê tê, ji pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd der bike. Pêşniyarên berfereh yên serokê PKK’ê yê ku li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, ji aliyê Enqerê ve heta niha ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Ev rastî ji aliyê kurd ve, weke operasyonên leşkerî yên Enqerê yên misêwa û weke êrîşên dijwar tê şermezarkirin. Ji bo ku pêşiyê li xitimîna pêvajoyê veke, Öcalan bang kir ku sê komên aştiyê ji baregeha gerîlla ya Qendîlê, wargeha penaberan Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê û ji Ewrûpayê biçin Tirkiyê. Ev kom bi beşdariya girseyeke ewqasî mezin û bi coş û kelecaneke ewqasî bi heybet hatin pêşwazîkirin ku Enqerê biryarê bide çûna Tirkiyê ya koma aştiyê ya Ewrûpayê bide paş (vê rewşê heta 18’ê Mijdara 2009’an dewam dikir).

Di nîqaşa nîvê Mijdarê ya li parlemana Tirkiyê de partiyên muxalefetê Partiya Komarxwaz ya Gel (CHP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) bi awayekî dijwar êrîş birin ser partiya hikûmeta AKP’ê. Wan xwe disipart pêleke red û liberrabûnê ya di civaka Tirkiyê de ango civaka ku bi deh salan netewperest û kemalîst hatibû civakîkirin. Nîqaşa çareseriyeke pirsgirêka kurd diyar e dijminatiyên etnîk, yên demeke dirêj di şer û pirsgirêkê de ne xwedî rolekî girîng, sor dike. Timî ji nû ve tirs û fikara ku kurd dewleteke serbixwe dixwazin û ew cudaxwaz in, derdixin pêş. Ev îdîa ji aliyê kurd ve tê redkirin. Ya aliyê kurd der dixe pêş ew e ku ew dixwazin pirsgirêk di nava Tirkiyê de bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bibe. Nîqaşa heyî di navbera partiyên siyasî de her diçe dişibe xisletên hilbijartinên pêşde anî. Tevî ku hilbijartin wê di 2011’an de pêk werin. Ev yek mixabin li zelalkirin û çareserkirineke pirsgirêka kurd bi awayekî merdane, li gorî şert û mercan û bilez, dibe bar.
Divê şer ji dest neteweperest û artêşperestên Tirkiyê were stendin

Niha û wisa xuya ye hê demeke dirêj nîqaş wê li ser ‘awayê’ çareserkirina pirsgirêka kurd werin kirin. Jixwe ji ber şerê dirêj ê dîrokî tevî bandorên xwe yên kûr ên siyasî, civakî-derûnî û îdeolojîk-neteweperestî yên li ser civakê û beriya her tiştî li ser komên pêşiyê dikişînin, bi awayekî din jî wê nebe. Dîsa jî eger saetê nedin paş, tehlûke heye ku “qolinc bên çiyê, lê çiya bi tenê mişkekî bizê.7” Eger ev biqewime, hingî ‘demeke giran’ wê destpê bike ku wê bike xizanî û xeddarî vejî. Ti kes nikare pêş bibîne, kîjan şert û mercên navnetewî wê bandorê li pêvajoya çareseriyê ya evqasî hewcedarî pê heye, bikin. Lewma, li gorî min hewldaneke mezin û aqlîselîm a aliyê kurd pêwîst e, da ku tevahiya rewşa pirsgirêkê ji binî ve biguhere. Ev yek ji Enqereyê nayê, bi tenê aliyê kurd dikare vê yekê bi ser bixe.

Divê ji destê neteweperest û artêşperestên tirk û Herweha dewletên endamê NATO’yê, yên ku heta niha xwe ji bo çareseriyekê qet neêşandî û xwe li pey îdîaya beredayî ya terorîzmê ya li dijî aliyê kurd veşartî, şer were stendin. Ev jî bi tenê eger aliyê kurd di warê pêşbîniyên fereh û hizirînên stratejîk de bide zanîn ku ew amade ye, dev ji şerê eskerî bi tevahî berde û sîlehên xwe di kontrola navnetewî de deyne. Ango wê dev ji her gefxwarina eskerî were berdan, lewra kî gefê bixwe û bêje “û tu ne amade yî, naxwe şîddet ji min re divê8” ew li mentiqê eskerî yê şer vedigere û vedigere vê rewşa heta niha evqasî trajîk.

Rêya çareseriya aştiyane-2Bi gaveke evqasî aqlîselîm, aliyê kurd wê hevgirtî fikra xwe ya heta niha gelek caran diyar kirî û fikra serokê wê Abdullah Öcalan, ango fikra dibêje pirsgirêka kurd bi tenê bi riyên siyasî, demokratîk û aştiyane wê çareser bibe, bişopîne. Bi vî awayî wê serencama sereke ya ji daxwazên xwe yên heta niha derbixe û di heman demê de wê rewşa heyî hemûyî serûbinî hev bike. Hingî wê armanc û navgînan dîsa li hev bikira.

Bi vî awayî wê rê li pêşiya siyaseteke nû ya lihevhatinê û şerê ji bo pêkanîna edaleta beramberî gelê kurd li Tirkiyê vebûya. Tevahiya civaka kurd – bi hêviya tevî wê gelek welatiyên bi eslê xwe tirk jî – dikarîbûn ji hezar aliyên civakê ve beşdarî van hewldanan bibin. Ji bo demokratîkbûyîna civaka Tirkiyê dibû ku gelek sedemên berfereh derketa holê û ev jî wê ji bo tevahiya civakê baş bûna. Îdîaya terorîzmê li dijî aliyê kurd êdî nedikarî bihata bilêvkirin.

Hemin, divê ti kes der barê zehmetî û demdirêjiya pêvajoyek û siyaseteke lihevkirinê ya bi vî rengî ya civaka sivîl û demokratîk de xwe nexapîne. Weke berê hêzên xurt hene ku dixwazin pêvajoyeke lihevkirinê asteng bikin. Ev ne bi tenê generalên tirk, ne bi tenê hêzên kevin ên neteweperst in ku di nava gelek sazî û dezgehên dewletê de hê jî xwedî roleke girîng in, Herweha komên bendperwer yên ji şîddetê re amade yên li her aliyî, ku bingeha rewabûna wan a taybet a heta niha êdî di tehlûkê de ye.

Ji bo ku mirov tevî provakasyonên gelekî xirab jî li ber xwe bide, rewşeke diyarker belê ewqasî jî sosret heye. DYA, hêza pêşeng a NATO’yê, ji ber sedemên ku bi vekişîna wê ya ji İraqê ve girêdayî ne, dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin. Ev sînoran datîne ber artêşa tirk û dewletên din yên endamê NATO’yê yên ku heta îro di warê siyaseta aştiyê de rolekî neerênî bi cih anîn. Ya ku heta niha kêm mayî mixabin destekeke eşkere bilêvkirî ya dewletên endamê Yekîtiya Ewrûpayê ji bo çareseriyeke aştiyane ye. Ji ber pirsgirêka mezin a di nava civakê de û ji ber helwesta nezelal a der barê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê ya Tirkiyê de, ev dewlet nikarin fonksiyona navbênkariyê bigirin ser xwe. Ew dîsa jî dikarin cesaretê bidin û alîkariyeke mîna Plana Marshall ji bo rewşa bi dawî kirina şer û derxistina efûyeke berfereh, pêşniyar bikin. Wekî din, dikarin bibin xwedî helwesteke ku doza lihevkirinê li penaberên tirk û kurd ên li welatê xwe bikin.
Berê siyaseteke lihevkirinê di esasê xwe de li paşerojê ye

Nabe ku ew di daxwazên hesabê gunehên berê kirî, yên Herdû aliyan de biteqine. Hingê wê her du alî jî bi rik gunehbariyan, neweyiyan û înkaran li ber hev bikin lod! Mirov berê xwe bide nîqaşên li ser qirkirina Ermeniyan! Zêdebûna dijminahiya heta ku bigihe kuştinê û dubendbûnê wê bibin encamên wê! Vê yekê pêşî li bawerî-bihevanînê û amadebûna ji hevkariyê re girt. Di rewşa heyî de dadgehên ji welatên din û bûyerên dîrokî yên ji deverên din nabin mînak.

Eger gavên ji bo çareseriyê piçûk û hêdî bên avêtin û ji berdêla siyaseteke lihevhatinê, lihevkirinên qelp werin kirin, ev ê jî bibin tehlûke. Li aliyê din aliyê kurd daxwazên xwe ewqasî zêde bike ku di civaka pirranî de ya ku ev sed sal in bi neteweperestiya tirkîtiyê hatiye civakîkirin, dîsa tirsa parçebûnê derkeve holê jî tehlûke ye; lewra hingî ew ê ne amade be diyalogê bike. Piştî vê rabihuriya şîddetbarkirî, jixwe guherandina şêwazê fikrê wê têra xwe zehmet be.
Nabe ku deriyê li îhtîmala aştiyê vebûyî, dîsa were daran

Divê riyên bi serê xwe werin ceribandin û ev rê werin şopandin. Nîşaneyên sereke yên armancên wan divê ji nû ve bawerî-bihevanîn û beriya her tiştî bi hev re sazkirina edaletê bin. Divê ev yek di her asta civakê de ango ji gund, bajar, herêm heta bi tevahiya dewletê bi awayekî berfereh were ravekirin. Edalet çi ye? Eger mirov zêdebûna otorîteyê û kêmasiyên di demokrasiya Tirkiyê de li ber çavan bigire, gelek mijar û pirsên ku yekser bi pirsgirêka kurd ve ne eleqedar in jî wê werin nîqaşkirin û ev yek wê baş be! Bi vî awayî tevahiya civakê wê biketa nava diyalogeke li ser paşeroja xwe. Ev ‘diyaloga mezin a civakî’ neçar nîne ku li benda biryarên zehmet tên dayîn ên saziyên hikûmeta tirk bimînin. Ev diyalog dikare niha, di cih de destpê bike. Di girseyîbûna xwepêşandanên vê dawiyê de, ez nuqteyên destpêkê yên girîng dibînim ku dikarin ber bi vî aliyê min li jor behsa wê kirî de biberidin.

Di dawiyê de ‘derî li îhtîmalan’ vebû, li îhtîmalên bi awayê aştiyane bidawîkirina vî şerê xeddar û bêmane yê dewleta netewe ya tirk li dijî hemwelatiyên xwe yên kurd dimeşîne û xwe ji nav lepên siyaseta bi darê zorê asîmîlekirinê ya neteweperest xilas bike. Eger ev bi ser bikeve, ev ê ji bo tevahiya mirovên li Tirkiyê, çi tirk, çi kurd, çi ermenî û çi jî hindikahiyeke dînî bin, bibe dewlemendiyek.Ev ê bibûya rewşeke ku ji bo tevahiya Tirkiyê alî hemû bi ser bikevin, wê destûr bida ku Tirkiye tevahiya potensiyel û jêhatîbûna xwe bi pêş bixista û wê neçar nemaya ku xwe bi şerê birakujiyê yên li dora îdelojiyên kevinbûyî hêlak bikira.

Nabe ku ‘deriyê li îhtîmala’ aştiyê vebûyî, dîsa were daran û riya ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve bi salan were paşvexistin. Lewra di vê rewşê de divê tevahiya hêzên ku çareseriyeke aştiyane, sivîl û demokratîk dixwazin, pirsgirêkên xwe yên din deynin aliyekî û werin cem hev.
Agahdarî der barê nivîskar de

Dr. Habil. Andreas Buro (1928 li Berlînê ji dayik bû). Profesorê xanenîşin yê beşa Zanistiya Siyasetê û Têkiliyên Navnetewî li Zanîngeha Johann Wolfgang Goethe ya Frankfurt/Mainê. Yek ji sazkerên tevger û kampanyaya ‘meşa dema hêkesorkê’ ya Alman a ji bo demokrasî û bêsîlehbûnê ye û demeke dirêj berdevkê komîteya wê ya ‘Buroya Sosyalîst’ û komîteya wê ya ‘ji bo Mafên Bingehîn û Demokrasiyê’ bû. Îro berdevk û koordînatorê komîteyên jêr ên siyaseta aştiyê ya Dialog-Kreisê ye: “Dem ji bo çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de hatiye” û “Projeya Çavdêriyê: Çareseriya Pirsgirêkan a Sivîl, Pêşîgirtina li Şîddet û Şer.”

Çavkanî: 

Di Kanûna 2002’an de ez hatim vexwendin da ku tevî şandeyeke mafê mirovan biçin serdana serokê giştî yê AKP’ê yê wê demê û serokwezîrê Tirkiyê yê niha Tayyip Erdoğan li Enqerê. Komeke mezin a wezîran û hevalên wî yên kar ên herî nêzîkî wî di hevdîtinê de amade bûn. Me ji wan re eşkere got, pirsgirêka mafê mirovan ên Tirkiyê bi tenê eger pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de bi awayekî aştiyane û siyasî were çareserkirin, çareser dibin. Ji bo vê jî me pêşniyarên xwe kirin. Bersiva Erdoğan ev bû: ‘’Pirsgirêka kurdan nîne.’’ Wî ev yek di 2004’an de di dema serdana xwe ya serokwezîrê Almanyaya...