Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Rewşa awarteya daîmî

Serhad Bapîr - Bê nav

Li dijî siyaseta hişk a aborî, îsal li Ewropayê – li Yûnanistan û Fransayê, lê belê di asteke jêrtir de li Îrlanda, Îtalya û Îspanyayê jî – tevgerên protestoyî xwe dan der û du fîksiyon derxistin holê. Ya pêşî ji aliyê desthilatdariya siyasî û çapemeniyê ve tê bigewdekirin û xwe dispêre şuştina qeyranê ya ji siyasetê: tedbîrên hikumetan ên kêmkirina lêçûnên dewletê yên butçeyê weke ku ne tercîhên siyasî bin, lê belê bersiveke teknîkî bin ku didin xweferzkirinên malî. Dersa exlaqî ku mirov ji vê bigire ev e: heke em dixwazin ku aborî bi îstiqrar be, hingê divê em kemberê li xwe bişidînin. Çîroka din, ya grevîst û xwepêşandêran e, ew jixwerazî îddia dikin ku tedbîrên hişk ên aborî bi tenê alavek e di destê sermayeyê de, da ku dewleta civakî ji hev de bixe. Li aliyekî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) weke hakemekî weha xuya dike ku dixwaze nîzam û disîplînê bide qebûlkirin, li aliyê din hê jî bi rola xwe ya alîkar a maliyeya globalbûyî radibe.

Herçend ev herdu perspektîf hin hêmanên rastiyê di nava xwe de bihewînin jî, herdu ji binî ve şaş in. Stratejiya parastinê ya birêveberên ewropî bêguman li ber çavan nagire ku lihevderneketina mezin a butçeyên dewletan para bêhtir encama bi dehan milyarên li xilaskirina banqeyan hatine xerckirin e û krêdiya ku ew ê bidin Atînayê beriya her tiştî dê bi kêrî dayîna deynên banqeyên fransî û alman were. Alîkariya ku Ewropa dide Yûnanistanê bi tenê bi kêrî xilaskirina sektora banqeyan a taybet tê. Li hemberî vê, argumenta neraziyan ji nû ve xiyanet bi hejariya çepgiriya hemdem re kir: di nava xwe de tu aliyê bernameyî venahewîne, bi tenê redkirineke prensîbî ya li dijî jidestdana destketiyên civakî ye. Utopyaya tevgera civakî êdî ji guhertina sîstemê pêk nayê, lê belê jê pêk tê ku mirov bawer bike ku ev utopya dê bi kêrî parastina dewleta civakî were. Ev rewşa parastinê jî dibe sedem ku lidijrabûneke weha derkeve holê ku zehmet e ku mirov pûç bike: heke em dixwazin di nava bizmarên sîstema kapîtalîst a globalbûyî de bimînin, hingê li ber me tu rêya din nîne ji bilî qebûlkirina kêmkirinên ji butçeyê ku li ser karker, xwendekar û teqawîtbûyiyan tê ferzkirin.

Tiştek misoger e: piştî dehsalên dewleta civakî ya xweşhaliyê ku di dema wê de qutkirinên mesrefên ji butçeyê sînordar bûn û timî soza ku dunya wê rojekê li rewşa xwe ya normal vegere pê re dihat dayîn, nuha em dikevine rewşeke awarte ya aborî ya daîmî. Serdemeke nû ku di nava xwe de van sozan vedihewîne: planên aboriyê yên hişk yên ku her ku diçe bêhtir dişidin; aboriyên ku di siyaseta tenduristiyê, teqawîtbûyiyan û perwerdeyê de her ku diçe behtir tund dibin û herweha neewlebûna karan ya ku zêde dibe. Divê çepgir bi zehmetiyan re rûbirûbûyî vê pirsgirêka gumanbar a ravekirinê derxin pêş: qeyrana aborî serêpêşî qeyraneke siyasî ye – tu aliyên wê yên "xwezayî" tunnene, sîstema heyî encama rêzebiryarên weha ye ku bi tevahî siyasî ne –, di heman demê de divê hayê wan jê hebe ku heta mirov di navê de ye, ev sîstem li gorî mentiqekî qaşo-xwezayî tev digere ku dema ku mirov qaîdeyên wê bi cîh nayne, karesateke aborî provoke dike.
Heke em hêvî bikin ku ev qeyrana ku hê dewam dike, bi tenê encamên wê yên sînordar dê hebin û kapîtalîzma ewropî dê dewam bike ku asteke jiyanê ya baş ji pirraniya serjimara xwe re misoger bike, ev ê xeyalek be. Û awireke ecêb ê li tundrewiyê ku ji bo kêmkirina zirarên qeyranê, xwe bi tenê dispêre başbûna şert û mercan ya ji xwe ber... Bêguman yên ku jê mane ne bi tenê antîkapîtalîst in. Bi rastî jî gazinên ku ji xeddariya kapîtalîzmê dan ser me: lêkolînên rojnamevanî, hevpeyvînên di televizyonan de û pirtûkên best-seller (yên herî zêde nusxeyên wan tên firotin) yên li ser karsazên xwezayê talan dikin, banqevanên bertilxwur ên ku li ser rûnê bonusên gellekî mezin rûdinên û di heman demê de walîzên wan pereyên gelemperiyê dikişînin nava xwe, şîrketên ku ji fîrmayên konfeksiyonê re cil û bergan didin dirûtin ên ku zarokan rojê duwanzdeh saetan dixebitînin, roj bi roj li serûçavê me dixin. Dîsa jî, herçend ev rexne tûj xuya dikin, ew li cîhê biryardayinê kuh dibin: ew tu caran ji çarçoveya lîberal-demokratîk hesab napirsin ku tê de kapîtalîzm karûbarên xwe yên hilweşîner bi rê ve dibe. Armanca aşkere û sergirtî timî ji birêkûpêkkirina kapîtalîzmê pêk tê – di bin zexta çapemenî, parlemanter an jî lêpirsînên polîsan ên ji dil –, û cîhê gumanbirina ji mekanîzmayên dezgehî ên dewleta hiqûqê ya bûrjuwa qet di nava vê de nîne.

Analîza marksîst ji her demê bêhtir îroj tezebûna xwe diparêze. Ji bo Marx, pirsa azadiyê di serêpêşî de ne di nava qada siyasî de ye ku qet nebe, dema saziyên navneteweyî behsa dewletekê dikin, wan li ber çavan digirin: gelo hilbijartin azad in, dadger serbixwe ne, rêz ji mafên mirovan re tê girtin? Kilîta azadiyeke bi rastî bêhtir, ji kar heta bi malbatê, di nava tevna "apolîtîk" a têkiliyên civakî de ye ku ne reformên siyasî, lê belê veguherîneke têkiliyên civakî di nava dezgeha hilberînê de wê guhertinên pêwîst pêk bîne. Tu caran ji hilbijêran nayê pirsîn ku organîze bike ka divê kî xwediyê çi be, yan jî li ser pîvanên qaîdeyên di meriyetê de yên li cîhê wan ên kar fikrê xwe bêjin. Tu maneya wê tunne mirov hêviyê ji qada siyasî bike ku demokrasiyê li van qadên ku dûrî demokrasiyê hatine xistin jî belav bike, weke mînak banqeyên "demokratîk" yên di kontrola welatiyan de organîze bike. Di vê qadê de, guhertinên ji binî ve, ji qada mafên qanûnî û bi wê de ne.

Hemin, dibe ku pêvajoyên demokratîk bi destketiyên civakî ve bi encam bibin. Dîsa jî ew çerxeke saziya dewleta bûrjuwa ne ku rola wê misogerkirina hilberîna herî zêde ya sermayeyê ye. Ango du fetîş divê bi hev re werin hilweşandin: li aliyekî ya "dezgehên demokratîk" û li aliyê din jî fetîşa neyînîya li hemberê wan ku şîddet e.

Li navenda fikra marksîst ya şerrê çînan de fikra xurt ew e ku jiyana civakî ya "aştiyane" nîşana serkevtina (demkî ya) çîna serdest e. Heke mirov bi awira bindestan li mijarê binihere, hebûna dewletê weke amûreke di destê çîna serdest de, bi serê xwe kirineke şîddetê ye. Gotina îmanpêanînê ya lîberal – şîddet tu carî rewa nîne, lê carinan pêwîst e – têra xwe kêm dimîne. Di perspektîfeke radîkal û azadîxwaz de şertên prensîbên bivênevê divê serûbinî hev bibin: şîddeta bindestan timî rewa ye – lewre statuya wan bi xwe jî encama şîddetekê ye – lê belê tu carî pêwîst tunne: tercîha bikaranîna şîddetê li dijî dijmin bi awayekî hişk encama hesabekî stratejîk e.

Di rewşa awarte ya aboriyê ya bi me nas de, bi qasî ku di çavên mirov de biçe diyar e ku ya ku em pê re rûbirû ne, ne tevgerên malî yên kore ne lê belê destwerdanên stratejîk in ku desthilatdariyên dewletan û saziyên malî hesabê wan baş kiriye û dixwazin qeyranê li gorî pîvanên xwe û berjewendiyên xwe çareser bikin. Di rewşeke bi vî rengî de çawa mirov li bendê be ku êrîşeke ji hember pêk neyê?

Bi hizr û fikrên bi vî rengî re rûbirû, bi tenê dibe ku rehetiya entellektuelên radîkal xira bibe. Bi jiyaneke nerm û parastî, ma ne ew hewl didin ku senaryoyên felaketê binivîsin, da ku parastina asta xwe ya jiyanê rewa bikin? Ji bo gellekan ji wan, heke şoreşek wê pêk were, ew ê gellekî dûrî mala wan be – li Kuba, li Nîkaragua, li Venezûellayê –, da ku dilê xwe pê rehet bikin û di heman demê de bi baldarî bipêşdeçûna kariyerên xwe bişopînin. Tevî ku bi jihevdeketina dewleta civakî re li ekonomiyên pîşesaziyên bipêşketî, entellektuelên radîkal dikarî kêliya xwe ya rastiyê bibînin: wan doza guhertineke bi rastî dikir, nuha ew dikarin bibin xwediyê doza xwe.

Tu tişt rewa nake ku rewşa awarte ya aborî ya misêwa bike ku çepgir dev ji karê întellektuel ê sebrê berde, yê ku tavilê "di pratîkê de bi kêr" nayê. Dîsa jî bi awayekî her diçe zêdetir erka bi rastî ya fikrî ji holê radibe. Ji bo pirsgirêkên "civak" bi wan re rûbirû dibe – ango dewlet û sermaye – ne ku çareserî werin pêşniyarkirin, lê belê li ser awayê ku ev pirs tên kirin, bi xwe divê were hizirîn. Ango ya divê were kirin lêpirsîna awayê ku em pirsgirêkeke heyî dibînin e.

Di serdema dawî ya kapîtalîzmê ya piştî 1968’an de aborî bi xwe – mantiqê bazarê û hevrikiyê – xwe weke îdeolojiya serdest ferz kir. Weke mînak di qada perwerdeyê de, dibistana ku dewlet pê re bi dilrehmî têkildar dibe û ziyareta nirxên bi feyz e – azadî, wekhevî û biratî –, her ku diçe hindiktir nûneriya xizmeteke dewletê dike ku ji bazarê serbixwe ye. Ji ber hêza formula lîturjîk (têkildarî merasîmên dînî) "bi kêmkirina lêçûnan ya herî bikêrhatî", wê hişt ku bi awayên cihêreng ên hevkariyên dewletê bi sektora taybet re qada perwerdeyê were dagirkirin. Di qada siyasî de, sîstema hilbijartinan ku desthilatdariya siyasî bi rêxistin dike û rewa dike, weha xuya dike ku her ku diçe bêhtir li gorî şêwaza teşebbusa serbest reng digire: dengdan weke bikiriyeke bazirganiyê ku di pêvajoya wan de hilbijêr metayên ku weke ku wê nîzama civakî baştir biparêzin û gunehkaran ceza bikin û hwd. xuya dikin, "dikirin".

Li gorî heman prensîbê, erkên ku ji berê ve ji hêza dewletê re veqetandî, weke qada girtîgehan, ji nuha û pê ve dikarin werin taybetkirin. Artêş êdî xwe hew dispêre leşkeriya mecbûrî, lê belê xwe dispêre leşkeriya bi pere. Heta bi burokrasiya dewletê jî xisleta xwe ya gerdûnî ya hegelî (li gorî fîlozofiya Hegel) ji dest da, weke ku pergala Berlusconî têra xwe nîşan dide. Li Îtalyaya roja me, bingeha bûrjuwa bi xwe hêza qanûnî yekser bi rê ve dibe û bi tenê ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze vê hêzê bi awayekî aşkere û bêtirs talan dike. Ew ketiye heta bi nava têkiliyên jin û mêran ku xwe naspêrin qanûnên bazarê: "speed dating", hevnaskirina bi rêya înternetê yan jî ajansên zewacê, xizmetên ku pêşkêşî jin û mêrên siberojê tên kirin, dikin ku ew xwe weke bazirganan bibînin, û ev yek jî li ser wan ferz dike ku pesnê kalîteyan bidin û wêneyên herî baş hilbijêrin.

Li ser sînorê li hev rasthatina şert û mercên bi vî rengî, fikra veguherîneke civakî ya ji binî ve bi xwe jî weke xewneke nemumkin xuya dike. Lê belê, ji xwe ya ku divê bike em bisekinin û li ser bihizirin jî ev "nemumkin" bi xwe ye. Îroj dabeşkirina ya mumkin û ya nemumkin bi rengekî sosret pêk tê, bi heman pirroliya di pênasîna her kategoriyê de. Li aliyekî di qada heng, şahînî û teknolojiyê de em bi dengekî bilind didin zanîn ku "tu tiştê nemumkin tunne": bi dezgeheke fireh a xizmetên cinsî, bi arşîvên ansîklopedîk ên stranan em dikarin tamijî bibin, film û rêzefilmên televizyonan bi rêya daxistina ji tora înternetê li ber destê me ne, heta (heke em milyardar bin hingê) em dikarin li fezayê jî bigerin. Û soz ji me re tê dayîn ku di siberojeke nêzîk de ew ê "mumkin" be ku jêhatîbûna me ya fizîkî û ya derûnî bi rêya pêlîstina genên mirovan bigihîje asta xwe ya herî baş. Heta xeyala nemiriyê ya teknognostîk (1) jî êdî weha xuya ye bi hêsanî pêk tê, bi rêya veguherîna "software" ya nasnameyên me ku mirov dikare daxîne ser hard dîskekê.
Di qada civakî-aborî de, berovajiya qada heng û teknolojiyê, xisleta serdema me baweriya bi mirovatiyeke weha ye ku bi awayekî kamil gihîştî ye û jê hat dev ji utopyayên kevn ên hezar salan berde û ferzkirinên rastiyê (hemin rastiya kapîtalîst) tevî nemumkinan hemûyan ku pê çekdar e, qebûl bike. Peyva wê ya nîzamê, fermana wê ya pêşî "hûn nikarin" e: hûn nikarin bikevin nav kirinên mezin ên kollektîf ku bivênevê encama wan wê bibe terora totalîter; hûn nikarin bi dûvê dewleta civakî bigirin, heke hûn dev jê bernedin hûn ê kapasîteya xwe ya hevrikiyê ji dest bidin û bibin sedema qeyraneke aborî; heke hûn bîat bi Koreya bakur nekin, hûn nikarin xwe ji bazara global qut bikin. Ekolojî bi rengê xwe yê îdeolojîk jî li van qedexeyan qedexeyên xwe zêde dike, nirxên bingehîn ên navdar – nabe ku avûhewa ji du pîleyan bêhtir germ bibe – ku xwe dispêrin fikrên pisporan.

Îdeolojiya serdest îroj hewl dide ku baweriya me pê bîne ku guhertineke ji binî ve ne mumkin e, rûxandina kapîtalîzmê ne mumkin e, avakirina demokrasiyeke ku ne bi tenê parlemanterîzmeke bertîlxwur e û di heman demê de jî bike ku dubendiya di civakên me de xuya neke. Ji ber vê yekê, ji bo ku ji van bendên îdeolojîk bibihure, Lacan li şûna peyva "her tişt mumkin e" tesbîta objektîftir "ya ne mumkin diqewime" bi cîh kir.

Li Bolîvyayê Evo Morales, li Venezuellayê Hugo Chavez yan jî li Nepalê hikumeta maoîst bi hilbijartinên demokratîk ên "adil" bûn desthilatdar û ne bi serhildanê. Rewşa wan li gorî ya me bi awayekî "objektîf" hindiktir bêhêvî nebû: ew li dijî herka dîrokê dimeşin û ji bo vê jî nikarin xwe bispêrin tu "meyila objektîf" jî. Ya ku di rewşeke aşkere ya bêzariyê de dikarin bikin ew e ku ji xwe re li hev bînin. Lê belê, gelo ev yek azadiyeke îstîsnayî jî nade wan? Û gelo em çepgir hemû ne di nava heman zehmetiyê de ne?

Rewşa me ya nuha bi tevahî berovajiyê wê rewşê ye ku bi giranî di destpêka dedsala 20’an de hebû. Hingê çepgiran dizanî bê divê çi bikin, lê belê diviyabû bi sebr û semax li benda kêliya kirinê bin. Îroj, em nizanin ka divê em çi bikin, lê belê divê em tavilê bikevin nava liv û tevgerê, lewre betalî û tiraliya me dikare di demeke nêz de rêyê li ber encamên dilşewat veke. Ji her demê bêhtir li ser me ferz e ku "weke ku em azad in" bijîn.

Çavkanî: 

Slavov Zizek:
Fîlozof. Nivîskarê pirtûka Living in the End Times (jiyana di axirzemanê de), Verso, London 2010.

  1. Jêrenota wergêr: teknognostîk peyvek e ku ji bo gnostîzmeke (zanîna mirov bi rêya hîs û hizirînê digihêjiyê) sekuler a di nav teknolojiyêde hatiye kirin, tê bikaranîn

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê