Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

REHE, rêxistineke ewlekariyê ya kêmnas

Serhad Bapîr - Keçik

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE), li rex Hevpeymaniya Atlantîk (NATO, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûrî) û Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji wan sê rêxistinên navneteweyî ye ku ji bo ewlehiya parzemînê Ewropayê dixebitin. Lê belê tenê ew e ku pêncî û şeş welatan bi xwe ve digire, ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) di ser Rûsyayê re heta digihîje dewletên Asyaya navîn û dewletên ewropayî. Bi vî rengî, li dunyayê, rêxistina herî girîng a ewlekariya herêmî ye. Digel vê, çalakiyên wê û rola wê bi raz û nihêniyan pêçayî ye: REHE’ya ku di fiîliyatê de li bal pirraniya hemwelatiyan nayê nasîn, gellek caran digel Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (RHGA) tê têkelkirin.

Lê belê, REHE di gellek waran de serkêş bûye. Li welatên Ewropaya navendî û Ewropaya rojhilatî heta dawiya heyama şerrê sar, sêwiran û pêkhatina wê di berbelavbûna bizavên parastina mafên mirovan de roleke mezin lîstiye. Bi vî rengî, beşdariyeke xurt kir di rûxîna bloka Sovyetê û bidawîhatina dijminatiya Rojhilat-Rojava de. REHE herweha yekemîn rêxistina navneteweyî bû ku boçûna global a ewlekariyê (polîs, leşker, aborî, mafên bingehîn, û hwd.) ku îro gellek şirîn e li ber dilê Yekîtiya Ewropayê, di çalakiyên xwe de tetbîq kir. Diyar e ku sekreterê giştî yê NATO’yê dil heye ku ji bo Hevpeymaniyê kelkê ji vê têgehê [ewlekariya global] wergire û tê de bixebite ku di civîna lûtkeyî ya bê de ku dê dawiya sala 2010‘an li Lîzbonê pêk bê, konsepteke stratejîk a nû bê pejirandin.

REHE bi rengekî resmî sala 1975’an hate damezrandin. Rêxistina ku bi biryarnameya dawîn ya konferansa Helsinkiyê ve hate avakirin, wê çaxê navê Konferansa Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (KEHE) lê bû. Heta dereceyekê berhema siyaseta derve ya Henry Kissinger‘ê wezîrê karên derve yê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bû. Piştî ku Kissinger dest avêt hewldanên xwe yên ji bo aştkirina peywendiyên di navbera Dewletên Yekgirtî û Çînê de –sala 1972’yan, gerra Serokdewlet Richard Nixon bi Pekînê bû nîşana dîsa birêketina peywendiyên aborî di navbera van du welatan de–, hemû hêz û balkêşiya xwe dabû ser vekişandina leşkerên amerîkî ji Vietnamê û ser siyaseta tepeserkirina hemû bizavên çepgir li Amerîkaya Latîn. Ev hewl û çalakvanî, bi cûntaya ku li Şîliyê di rezbera 1973’yan de dest danî ser desthilatê, gihiştine asta xwe ya herî bilind. Li dû îstîfaya Nixon ya di sala 1974’an de, Kissinger rola xwe ya şêwirmendiya ji bo ewlekariya neteweyî ji dest da, lê di hikûmeta serokdewletê nû Gerald Ford de jî her weke wezîrê karên derve ma. Gava li vê postê bû, stratejiya aştbûna digel Yekîtiya Sovyetê da ber xwe ku stratejiya navhatî li ser du stûnan ava ye.

Stûna ewil xwe dispêre rêkeftinên li ser çekên stratejîk SALT 1 û 2 (Strategic Arms Limitation Talks). SALT 1’ê, bi kêmkirina bicîhkirina sîstemên antî-mîsîl, hevsengiya terorê (Mutually Assured Destruction, MAD) teqez kir ku ev yek pêngaveke girîng e ji ber ku ji bo cara ewil di dîrokê de, Washington wekheviya staretjîk a di navbera du super-hêzan de nas dike. Dewletên Yekgirtî ku ji şerrê Vîetnamê û ji nakokiyên digel hevpeymanên ewropayî ji ber destjêkêşana wan a yek-layenî ji parîteya dolar/zêr lawaz ketibû, herweha pêşniyazeke duyem (û kevintir) a Sovyetê jî qebûl kir: birêkxistina konferansekê û avakirina Konferansa ewlekarî û hevkariya Ewropayê –KEHE.

Ev KEHE, ji derveyî naveroka xwe, herweha bû stûna duyem a stratejiya Kissinger. Lewre, encamnameya Helsinkiyê, tevî ku di dawiyê de biryarnameyek bû, bi îmzeya sîh û pênc dewletan, herweha "danûstandinek" bû di navbera van du layenan de li ser du pirsên pirr hesas. Dewletên rojavayî prensîba neguherbariya sînoran dipejirand ku ji mêj ve bû Moskowayê doz lê dikir û bi vî rengî dabeşbûna Almanyayê û destkeftên Sovyetê li Ewropaya navendî û rojhilatî tescîl dikirin. Beramberî van, Sovyetê qebûl dikir ku KEHE li ser piştrastkirina girîngiya parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn bê avakirin –ku bi vî rengî, destê wan kesên mîna xelatgirê Nobelê Andrei Sakharov bi hêz dikir ku bi salan bû di nav kampa wan de têkoşîna pêşxistina mafên mirovan dida.

Îro, REHE rêxistineke ewlekariya herêmî ye ku wek rêkeftina herêmî li gor beşê VIII yê Peymana Neteweyên Yekgirtî tê naskirin. Çalakiyên wê xwe dispêre boçûneke global a ewlekariyê, ji ber ku tedbîrên ku datîne ber xwe di nav sê "zembîl"an de rêkxistî ne: rehendê siyasî-leşkerî (karên polîsan, kontrolkirina belavbûna çekan û çekhilgirtinê, berbendkirina derhatina dubendiyan, birêvebirina kêşeyên li ser sînoran), rehendê aborî û jîngehî (têkoşîna li dijî qezenca bi qelpezanî, pêşxistina plansaziya çavkaniyên avê, piştgiriya bi projeyên jinavbirina gilêşên xeternak) û rehendê mirovane (mafên mirovan, mafên kêmîneyan, wekheviya cinsan, azadiya medyayê).

REHE ji cerga avabûna xwe gellek guherî. Li dawiya şerrê sar, di lûtkeya Parîsê de, sala 1990’an, dewletên endam ji bo Ewropayeke nû Peymana Parîsê pejirand ku di Peymanê de dewletên endam di warê ewlekariya parzemînî de rewşeke nû destnîşan dikir û dawiya berhelistiya di navbera du blokan de berceste dikir. Herweha derfet û alavên zêdetir, nemaze dezgehên daîmî (sekreterî, navenda hilbijartinan, navenda berbendkirina derhatina dubendiyan) û şiyanên karkirinê dixistin jêrxizmeta KEHE’yê, da ku bi rengekî xurt bikare bibe bersiv ji bo qeyranên muhtemel. Sala 1992’yan, mîsyonên meydanî yên ewil li Kosovoyê, li Sancakê, li Voyvodînê û herweha li Makedonyayê hatine birêvebirin. Sala 1994’an, veguhartina KEHE’yê ji bo REHE’yê berdewamî û siberoja wê teqez kir.

Salên 1990’an bi awayekî bûne heyama zêrîn a rêxistinê. REHE xwedanê roleke girîng e di dubendiyên li herêma Balkan. Ji ber nejidiliya Dewletên Yekgirtî bo mudaxelekirina leşkerî li herêmê, rola rêxistina navhatî pirr ji ya NATO’yê zêdetir e. Peymana Daytonê ya sala 1995’an ku dubendiya li Bosna-Hersekê bi dawî anî, berpirsyarî disipart NY, REHE û NATO’yê ku çavdêriyê li rîayetkirina li şertên peymanê bikin. Bar û berpirsiya REHE’yê li Bosnayê bicîhkirina tedbîrên "bawerî û ewlekariyê" bûn, û herweha avakirina peymaneke kontrola belavbûna çekan a li herêmê bû. Lê belê, hewl û çalakvaniya wê û navdariya wê kurtedemî bû.

Rûsya, heyama derketina ji şerrê sar, bi çavekî şikber û nihêran berê xwe dida livên ji bo civandina welatên kevne-sateleytên xwe yên li Ewropaya navendî û rojhilatî di nav refên Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê de. Rûsyaya ku şermezar û serşor bû ji ber xirabûna rewşa xwe ya aborî û civakî, nedikarî li hember van pêşhatan tu tişt bikiraya. Piştî dehsaleke peywendiyên serşorane, bi destpêka desthilata Vladimir Putin re, sala 1999’an, Rûsyayê berê xwe da gotareke nasyonalîst ji bo cih û payeya welatî, weke hêzeke herêmî û cîhanî, pişterast bike. Hetta gava peywendiyên wê yên digel YE û NATO’yê xirab dibûn jî; tevî ku rêxistina navhatî li ser bingeha hevbîriyê bi rê ve diçe, Rûsya hergav wek endamê REHE’yê ma. Lewma, ji sala 1990’î ve û di dewra hemû hikumetên xwe de, Moskowayê hewl daye ku REHE bibe rêxistina berpirsiyar ya ewlekariya Ewropayê.

Serê salên 1990’î, NATO, anku rêxistina parastina hevbeş ku Dewletên Yekgirtî û hevpeymanên wê di şertên şerrê sar de ava kiribû, sebebeke din a hebûnê bi dest xist. Wê ew sebeb li herêma Balkanan, bi rêya çalakiyên dabînkirina aştiyê û piştî çend salên gîrokirinê peyda kir. Heçî YE ye, di destê wê de tu îmkan û dezgehên "ewlehiyê" nebûn. Dewletên Ewropayê axirî di sala 1992’yan de, digel peymana Maastrichtê, siyaseteke hevbeş a derekî û ewlekariyê (SHDE) ji bo hêsankirina birêkxistina dîplomasiya dewletên endam pejirand. Taybetmendiya nediyar vê rêkeftinê, bi dirêjiya salên 1990’î di qeyranên Balkanan de aşkere bû. Jacques Chirac û Anthony Blair, sala 1998’an, bi danezana Saint-Maloyê ku paşê di hezîrana 1999’an de bû mijara Konseya Ewropayê ya Kolnê, destpêka siyaseta ewropayî ya ewlekarî û parastinê (SEEP) radigihand ku paşê, digel peymana Lîzbonê ya sala 2008’an, weke siyaseta hevbeş a ewlekarî û parastinê (SHEP) hate guhartin. Ev siyaset bere bere dewletên ewropayî, ji bo telafîkirina kêmasî û bêçaretiya xwe ya li Bosnayê û paşê li Kosovoyê, li projeyên birêvebirina mîsyonên serbixwe yên dabînkirina aştiyê germ dike. Lewre ev bêçaretî bû sebeb ku bang li Dewletên Yekgirtî û dezgehên NATO’yê bê kirin da ku li ser erdê herêmekê ku li dilê Ewropayê bû, şerr û lêkdanan rawestînin.

Bi vî awayî, serê salên 1990’î, REHE’yê zanî ka dê ji bo dasepandina hebûna xwe çawa "valahî"ya siyasî-leşkerî bi kar bîne û di heman demê de Rûsyayê razî bike. Wisa diyar e ku rewşa heyî ji binî ve berevajî bûye, lê belê tevî vê yekê jî ewlekariya Ewropayê nabe alozî û girîfteke çalakiyên ku di navbera NATO, YE û REHE’yê de birêkxistî ne.

Halê heyî, REHE hejdeh mîsyonên meydanî li herêmên weke Balkanên Rojavayî, Ewropaya Rojhilatî (Ûkrayna, Moldovya), Asyaya Navîn yan jî Kafkasyaya Başûrî bi rê ve dibe. Karîgeriya wê ya di çavdêrîkirina pêvajoyên dengdanê de û piştgiriya wê ya ji bo bihêzkirina dezgehên neteweyî, bêyî tu gumanekê tê zanîn û pejirandin. Lê belê, wisa diyar e ku rêxistin di nav qeyraneke kûr re derbas dibe. Serokên dewlet û hikumetan, ji sala 1999’an ve nema beşdarî civînên lûtkeyî dibin; bi vî rengî, vîzyoneke stratejîk a demkî ji bo rêxistinê pêk nayê. Serkeftina mezin a danezana Helsinkiyê –ku ji bo cara yekem, hêla ku mafên mirovan weke pirseke navneteweyî, ne yeke navxweyî bê pejirandin– yan jî serkeftina çalakiyên mîsyonên li herêma Balkan êdî tenê weke bîrhatinên dûr in, bi taybetî ji ber nakokî û neliheviyên di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de ku di tevahiya dewra serokatiya George W. Bush de û herweha ji ber bihêzbûna YE û NATO’yê weke aktorên îdarekirina qeyranê bêtir azirîn.

Dubendiya di navbera Rûsya û Gurcistanê ya havîna 2008’an de, û pêşniyaza serokdewletê Rûsyayê Dmitri Medvedev ya ji bo peymaneke nû ya li ser ewlekariya sertaserê Ewropayê, careke din pêdiviya hizreke nû li ser ewlekariya Ewropayê xiste rojevê. Heman faktoran kir ku li ser avakirina ewleyiya parzemînî jî hizirîn û pêdeçûn ji wêdeyî çarçoweya Yekîtî/Hevpeymaniyê hebin.

NATO li cem pirraniya raya giştî ya dunyayê û li cem hejmareke mezin a hikumetan weke dezgeheke di bin serdestiya Dewletên Yekgirtî de tê zanîn. Nemana baweriya bi vî welatî ji ber xeletiyên rêveberiya Bush –nemaze ji ber dagîrkirina Iraqê û pirsgirêkên ku halê heyî li Afganistanê roj bi roj zêdetir dibin û bi vî rengî rewşa vî welatî vedigerînine Vietnama salên 1960 û 1970’yan, lewre her ku diçe hêzên rojavayî di nav dubendiyekê de xerq dibin ku ne dikarin bi ser bikevin û ne jî dikarin dev jê berdin– dê li ser siberoja Hevpeymaniya Atlantîkê bandoreke pirr neyînî û xurt bike.

Konsepta nû ya stratejîk ku divê Hevpeymanî dawiya sala 2010’an li Lîzbonê bipejirîne, deqeke hevseng e û deqek weha ye ku li gor pêşniyazên raporta koma pisporan a bi serokatiya Madeleine Albrighta kevnewezîra karên derveyî ya Dewletên Yekgirtî hatiye amadekirin. Konsepta nû dest ji wê hewesa demdemî dikêşe ku NATO’yê bike cûreke "cendirmeya cîhanê" yan jî hevpeymaniya demokrasiyên cîhanî. Lê belê, îmaja vê rêxistinê bi rengekî ciddî derizî ye. Fikra hebûna wê li hin herêmên dunyayê, weke li Afrîkaya Bakûrî, Rojhilata Navîn yan jî li nav devera bin bandora Rûsyayê, qet mumkun xuya nake. Weke nimûne, dubendiyên li Lubnan û Gurcistanê nîşan dan ku navbeynkariya welatên ewropayî û hebûna wan a leşkerî tenya rêya qabilî qebûlkirinê ye.

Ji aliyê xwe ve YE, digel peymana Lîzbonê û ji ber neliheviyên di navbera dewletên endam de, hîn jî di warê parastin û ewlehî û herweha siyaseta derveyîn de nebûye xwediyê vîzyoneke hevbeş. Peywendiyên digel Rûsyayê yan jî digel Dewletên Yekgirtî, li Talinn, Paris yan jî Londonê, tevî nêzîkbûneke berbiçav a helwêstên di van mehên dawîn de, bi heman rengî nayên nirxandin. Herweha, herçend aşkere be ku ji ber qeyranê butçeyên di warê parastinê de dê careke din bên daxistin, wisa diyar e ku hikumet dîsa jî nagihine biryara hevbeşkirina derfer û dezgehên xwe û çavkaniyên darayî yên bi vî rengî bidestxistî di karên girîngtir de bi kar bînin.

Beramber van pirsên ku digihîjin ewlekariya tevahiya parzemînî, hin tedbîr ferz xuya dikin –bi taybetî li ser rol û çalakiya REHE'yê, ya NATO û YE’yê, di warê ewlehiyê de pêdivî bi hizreke taze heye.

Digel vê, wisa diyar e ku vîzyoneke nerihetker a kurtedemî dê di destnîşankirina stratejiyên rojavayî de serdest be. Herçend dunya ji ber lawazketina berbiçav a Dewletên Yekgirtî dibe pirr-navendî jî, ewqas teqez nîne ku dunya dê ewletir be, hetta ewletirbûna dunyayê îhtimaleke dûr e. Sala 2009’an, REHE’yê ji bo hizirîna li ser awa û şiklê nû yê ewleyiya ewropayî ya piştî dubendiya rûs-gurcî pêvajoya Corfou da destpêkirin. Wisa diyar e ku tu şensê pêkhatina pêşniyaza Medvedev ya avakirina peymaneke panewropayî ya nû li ser ewlekariya parzemînî nîne, lewre serokdewletê rûs bi vê yekê dixwaze, ji bilî armancên din, berê berfirehbûna YE yan jî NATO’yê bigire da ku welatên li herêma bin bandora wê jî nekevine nav van rêxistinan; lê belê, herçend nebûbe rojeva gengêşiyan jî, li ser vê pirsê dewletên rojavayî qet amade nînin ku sînoran li ber xwe deynin. Di bingeha hewldana fikra Medvedev de wîzyona Ewropayeke du beş heye: li aliyekî, beşê ku NATO ewlekariya wê teqez dike; li aliyê din, herêmên ku dibe ku di nav tariya şêlûbêlê de xerq bibin. Bêguman ev xaleke girîng e.

Belkî rêya çareseriya herî baş di vegera ji bo mentiqeke fonksiyonalîst re derbas dibe ku ev mentiq raya hemû aktoran temsîl dike: NY, NATO, YE û REHE. Îro Qirgizistan her ku diçe zêdetir dişibe "failed State"ekê (dewleta şikestxwarî), di demekê de ku Hevpeymanî û Yekîtiyê tu hêz û hebûn nîne li ser erdê welatê navhatî û herweha tu meşrûiyeteke wan a mudaxelekirinê jî nîne. Ji bo berbendkirina alozbûna rewşa li herêmê, divê REHE di vê meseleyê de zêdetir xwe bide ber hewla wergirtina berpirsiyariyan. Piştî yanzdeh salan ji bo cara ewil, serê meha çileya pêşîn, civîneke lûtke ya vê rêxistinê dê li Astanayê, li Qazaxistanê bê sazkirin. Lê belê, ev civîn tenê hingê dikare serkeftî bi dawî bibe heke Dewletên Yekgirtî û dewletên ewropayî dest ji xemsariya xwe ya beramber REHE’yê bikşînin.

Bi awayekî giştîtir, serokên dewletan û serokên hikumetên Ewropayê divê biryarê bidin ka dezgehên weke REHE, YE û NATO, bi halên xwe yên heyî, xwedanê wê şiyanê ne ku ewlekariya hemû welatan teqez bikin; û, herweha, divê diyar bikin ka gelo xêr û tevkariya vê parzemînê dê çi be di ewlekariya qada ewropayî û cîhanî de.

Çavkanî: 

Fabio Liberti:
Berpirsê Lêkolînan li Institut des relations internationales et stratégiques [Enstîtûya Peywendiyên Navneteweyî û Stratejîk] (Paris).

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn