Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Rastîya li pişt qehremanên geşbîn

Xwendineke "hûr û hişyar" li ser edebîyata Koreya Bakurî, gava ku zêde bala xwe nede ser qehremanên geşbîn -ku ji xwe her çi diqewime bila biqewime bawerîya wan a bi şoreş û şoreşgerîyê qet naleqe- lê bêhtir berê xwe bide çarçove û şertên ku ew qehreman jê dertên, dê di heman demê de îşaretê bi guherînên civakî yên ne li ber çavan jî bike. Di navbera risteyên ji gotin û hevokên "sîyaseten rast", ku têkoşîna li dijî bedbextî û nexweşîyên dinyayê ber bi esmanan berz dikin, rastîyeke din raxistî ye: bertîl, nemana bawerîya bi şoreşê, karnekirin…

Li pişt girêdaneke fermî ya bi nirx û nizama heyî, ku bi merasîmên konformîzm û dîsîplînê (beşdarîkirina di danişîn û çalakîyên fêrbûna îdeolojîyê de û çûna xwepêşandanên cemawerî hwd.) di qada giştî de xuya dibin, xetên civakekê têne kêşan ku tê de xinizî û xemsarî şikil digire: anku ew her du taybetmendî û karakterên ku gendelîyê berbelav dikin. Heyama xelayê, ji ber hewl û lêgerîna nanê şevê, gelek kesan di civînên perwerdeya siyasî û rexne li xwe girtinê de beşdarî nedikir. Serê salên 2000î beşdarîya di van çalakîyên dilsozîyê de nîve-nîv daketibû (1). Tevî ku heyamên paştir bal û elaqeya li ser van çalakîyan zêdetir jî bû, meyleke berfireh û bihêz pê re nehat.
Kiryar û tevgerên zêdegavîyê, wek zererdana bi mal û tiştên mîrî, dizîya di kargeh û kooperatîfên ziraî de, çend qatan zêdetir bûn. Nîşaneya heyamê: cemaetê heta dereceyekê bi xweşbînî li van kesan dinihêrî ku ji bo berdewamîya jîyana xwe curmên weha dikirin. Ev helwêsta xweşbîn a xelkî di romana Klît ya Kim Hae-Sung de, ku sala 2004ê derket, xuya dibe. (2) Romana ku xweşbînî û mezinayîya partîyê li hember sûcdaran dide pêş, di heman demê de, bi rengekî nerasterast, resmê bêserûberî û bênizamîya welatekî dikêşe ku li wir jîna bêyî binpêkirina qanûnan gelek zehmet e.

Patrick Maurusê mamosteyê Înstîtûya Neteweyî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilatî (INALCO, li Parîsê) (ku romana Hevalan ya Baek Nam-Ryong (1949ê ji dayik bûye) a ku sala 1988ê li Pyongyangê hat belavkirin wergerandîye fransî) (3) wisa difikire ku "Edebîyata koreya bakurî di pêl û dewrên cihê re derbas bû. Pêla romantîzma şoreşger û qehremanên rejîmê serê salên 1990ê tewaw bû. Û digel gotara sîyasî ku dev ji gundî, karker û eskeran berdidahevaheng û wek kirdeya dîrokê zanyar û teknîsyen didane pêş, edebîyatê jî êdî cext û giringî da ser zanyarî û hilberînê. Hevalan ku berê xwe dide nav çîrokeke hevberdana jin û mêrekî, nimûneyeke pir balkêş e: ew xwe dispêre ser fikira ku rejîm baş e û rê û îmkanên rexneya navxweyî hene, ji ber ku kesên têne rexnekirin li ber vê rejîmê asteng in. Tiştê ku roman derheqê kadirên karîyerîst û durû de dibêje gelek xeşîm e lê belê dîsa jî tê qebûlkirin, ji ber ku rê û îmkana selihandin û başkirina egoîstan heye. Bi vî halê xwe zêde dûr nîne ji erkê perwerdekirina bi rêya hişyarkirinê ku rikneke felsefeya Konfûçyûs e. Ji mirovî weha ye ku edebîyata Koreya Bakurî bi temamî tê dariştin û kontrolkirin. Lê belê, divê para azadîya her cûre nivîsandinê neyê ji bîr kirin: tekst û nivîsarên siyasetên herî rast jî her gav tiştên berevajî û ziddê zahirê xwe dibêjin".

Romanên ku di dehsalên pêşî ên salên 2000î de derçûne, dîsa cudatîya helwêstan a di navbera neslan de dikin mijara nihênî û pirsa veguhastina ruhê fedakarîya bo doza muşterek, ku neslên salmezin xwedanên wê ruh û têgihiştinê ne, dikin xema berheman… Neslên ciwan ku çav û ruhê wan ê teşebusên qezenc û faydexwazîyê bihêztir e, "hêza manewî" ya rîsipîyên xwe ji dest dane. Lim Soon-Hee (4) dibêje ku di romanan de xuyabûna van qehremanên ciwan di nav neslê ciwan de nîşaneya guherîna nirxan e. Ev neslê ku di heyama "salên reş" ên xelayê de mezin bûne, gelek zehmetî kêşane û bi çavên xwe dîtine ka çawa kes û karên wan, tevî dilsozîya xwe ya bo rejîmê, ji bêderfetîyan mirine; lewma êdî ciwan bêtir berjewendîyên xwe yên şexsî didin pêş. Haletî ruhîyeyeke ku, bi ya vî nivîskarî, sîtavka bijîyana nisbî ya îdeolojîya cemawerî ye.

Çavkanî: 

  1. Cho Jeong-Ah, The change of everyday life in North Korea after their economic difficulties [Guherîna jîyana rojane ya li Koreya Bakûr piştî çetinahîyên aborî], Korean Institute for National Unification (KINU), gulana 2007ê
  2. Cho Jeong-Ah, heman çavkanî
  3. Ev pirtûk bi hevkarîya Yang Jung-hee û Tae Cheong bo fransî hat wergerandin û dê li cem weşanxaneya Actes Sud bê weşandin
  4. Value changes of the north korean new generation and prospects [Guherînên nirxên nifşê nû û perspektîvên koreya bakûrî], KINU, adara 2007ê

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn