Rasta amerîkî û serkevtina wê
Dijminê Amerîkayê yê herî xeternak çi ye gelo? Havîna bihurî vê pirsê di navbera du rûyên navdar ên rastgirên amerîkî de nîqaşeke tund derxist holê. Bill O’Reilly yê kanala Fox Newsê ku yek ji bernameyên herî zêde tê temaşekirin bi rê ve dibe, bersiva ku mirov li bendê ye dide: el-Qaîde. Di dema birêveberiya Bush de, şoka şaristaniyan reng dida awayê niherîna muhafizekarên amerîkî ya li dunyayê jî. Dema ku van muhafizekaran mijareke mîna koçberiya qaçax digirt dest, bi tirsa ku alîgirên Bin Ladîn bi dizî bikevin nava garajvanên otelên Chicagoyê yan jî karkirên ku goşt ambalaj dikin ên Iowayê, mijar digirtin dest. Lê belê, di kanala Fox Newsê de hempîşe û dijberê O’Reilly, Glenn Beck (1) bi xwe awirekî li mijarê ya kêmdîtî diparêze: yên ku "hewl didin ku welatê me hilweşînin" ne cîhadîst in, lê belê "komunîst" in. Naxwe, ji bo Beck û çalakvanên rastgir ên tevgera Tea Party’ê ku ew jî nêzî wan e, terorîzm li gorî sosyalîzmê xetereyeke weha ye ku hindiktir dibe sedema fikaran.
Lê belê teza xetereya sor di destpêkê de şerrê sar tîne bîra mirovan, ne salên piştî 11’ê îlonê. Mirov matmayî dimîne ku rojnamevanekî ji nifşê baby-boomê (2) vê tezê derdixe pêş. Beck sala 1963’an hê ji dayika xwe nebûbû. Wê salê sekreterê Eisenhower yê çandiniyê Ezra Taft Benson soza Xrûçev a xwedîkirina Amerîkayê bi sosyalîzmê şîrove dikir û digot ku rojekê (li gorî Beck ê ku vê axaftinê gellek caran bi bîr dixe, îroj) welat wê di bin nîrê desthilatdariya Kremlînê de hişyar bibe. Bloka Sovyetan ji hev de ket, lê hevalbendên Tea Party’ê her li pêy wê ne ku sîxurên komunîst ên ku bi dizî ketine nava Partiya Demokrat aşkere bikin. Li ser lîsteya pirtûkên best-seller ên Amazonê cerribandina siyasî ya ku herî zêde bala xwendevanan dikişîne pirtûka bi navê Rêya bendetiyê ya aborîzanê awûsturyayî yê ultra-muhafizekar Friedrich Hayek heye. Rewş gihiştiye wê astê ku pêşkêşvanekî radyoyê yê navdar Rush Limbaugh li dijî sîxurên "komunîst" ên ku "ji bo Vladîmîr Pûtîn dixebitin" (3) banga hişyarbûnê kir.
Ji bo çi komunîzm? Û ji bo çi nuha? Ne weke îslamofobiyê ye ku bahaneya wê ew e ku bi hezaran Amerîkiyên ku ji aliyê cîhadîstan ve hatine kuştin; dij-komunîzma îroj xwe naspêre tu hêmanên rastîn. Ne ku bi tenê, bolşewîstek bi tenê jî di balafirên ku ketin World Trade Centerê de nebû, lê belê bi ser de jî hema bêjin li ser tevahiya erdên Amerîkayê komunîstek jî nîne û heta li URSS’a berê jî bi tenê çend kes mane. Di rastiyê de di navbera Vladîmîr Pûtîn û Barack Obama de xaleke hevbeş heye, ev jî hewesa wan a hevpar e ku serokwezîrê rûs (li Davosê) navê "ruhê teşebbusa serbest" lê kiribû. Û dîsa jî weke antî-semîtîzma bêyî Cihûyan, antî-komunîzma bêyî komunîstan jî îroj di nava rastgiran de bi roleke diyarker radibe û bi taybetî jî di nava wan de ku mirov dikare navê rastgirên antî-neolîberal li wan bike.
Rêya Beck şopandî bi xwe, çawa û çimaya vê anakronîzmê qismî rave dike. Biografiyên wî îddîa dikin ku dê û bavên wî ji ber stresa ku xirabçûna aborî ya salên 1970’yî bû sedem, dev ji hev berdane. Piştî ku kete radyoyê, ji hevrikiya ji bo guhdaran sûd wergirt. Ev hevrikî di navbera kanalên radyoyê de bû û sedema wê jî rakirina kontrola hikumetê ya li ser bazarê ya sala 1982’an bû. Serkevtin û binketinên wî bi beşên bi ser hev de mezinbûna pîşesaziya bînerî û guhdarî re li hev dikin û her ku diçe bêhtir zexta bazarê li vê pîşesaziyê dibe. Beriya ku bikeve nav hewldanên xwe yên destpêkê yên siyasî, Beck xwe beriya her tiştî bi zîrekiya xwe ya marketîngê ve da naskirin (4). Fikrên muhafizekar ên ku ew îroj bi israr behsa wan dike, ji bo rexnegirên wî bê naverok û mane ne – weke ku ev fikr ne baweriyeke zexm lê ruhekî karî yê banal derdixin pêş.
Belê heke sîh salên derbasbûyî em fêrî tiştekî kirine, ew jî ew e ku marketing bi serê xwe siyasetek e. Beck tuxmekî xwerû yê neolîberalîzmê ye ku bi hilweşîna komunîzmê gihîşt, îroj bi xirabçûna mezin a aborî re rûbirû ye, di warê aboriyê de bi ruhpêanîna giyana jidestdayî bi pêş dikeve. Ji bo wî û ji bo bi milyonan sempatîzanan ya ku divê em gunehê pirsgirêkên xwe yên heyî bixin stûyê wê ne serkevtina kapîtalîzmê ye, lê belê vegera komunîzmê ye. Û yên ku vegera komunîzmê bileztir dikin bêguman "koçber û sosyalîst" in – ne welatiyên Erebîstana Suûdî yên di balafiran de, lê belê ew Meksîkî ne ku bi meşê tên.
Mirov dikare vê muhakemeyê di Tea party’an de li ser kar bibîne ku di wan de hêrs xwe dide der li dijî "Obamacare"ê (reforma tenduristiyê ku serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi zorê da qebûlkirin) û "civakîbûna" wê ya tenduristiyê ya qaşo. Alîgirên Tea Party’ê bi ser de jî dixwazin ku Medicare ango bi destê dewletê misogerkirina parastina tenduristiya kal û pîran bimîne.
Senatorê komarparêz Bob Inglis çavdêriyeke xwe weha tîne zimên: "Ez neçar bûm ji wan re bi kubarî rave bikim ku ya ku tenduristiya wan misoger dikir, dewlet bû. Lê belê wan qet guh nedida gotinên weha." (5) Ev korbûn xwe bi hêsanî rave dike: li aliyekî hevalbendên Tea Party’ê tesbît dikin ku Madicare û "social security" (sîstema tenduristiyê ya giştî) hêdî hêdî têk diçin; li aliyê din nabînin ku taybetkirina wan a harbûyî û nebûna çavkaniyan ev sazî anîne ber îflasê. Ya ku ew dixwazin ew e ku him ji neolîberalîzmê (Medicare’ê ji dest nedin) û him jî ji sosyalîzmê (jêbirina Obamacare’ê) werin parastin.
Parêziya sînoran an cihê kar
Hemin di parastina tenduristiyê de ya ku birêveberiya Obama kire dewrê, yek grama bi tenê jî komunîzm nîne û di qanûna li ser koçberiyê de ji xwe hîç nîne. Ya rastî, berovajî milîtanên Tea Party’ê ku gellek caran bi zimanê wan diaxivin, aborîzanên dibistana Chicagoyê sînorên vekirî dikin parçeyekî bihevguherîna serbest. Li gorî van aborîzanan, ne koçberî, lê belê "kontrolkirina koçberiyê" nêzî "awayekî plankirina sosyalîst" e. Lîberal weke din bi taybetî balê dikişînin ser ku gava ku mirov bi çavekî bi tevahî aborî li mijarê binihere, koçberiya qaçax jî bi qasî komunîzmê dûrî şikbiriyê ye, lewre ew "bi rengekî bersivê dide hêzên bazarê ku li gorî koçberiya qanûnî tetmînkartir e" û "him bi kêra karkerên bêqaxez (qaçax) tê ku dixwazin li Dewletên Yekgirtî kar bikin û him jî bi kêra karsazan tê ku li karkerên weha digerin ku dikarin xwe li gorî rewşê eyar bikin û erzan bin" (6). Bi vê maneyê, dema ku Beck dengê xwe bi yekê ji sloganên li pêş ên Tea Party’ê – "ji koçberiyê re erê, ji koçberiya qaçax re na" – dike yek, ew ji dijberiya kommunîzmê bêhtir ya neolîberalîzmeke herî xwerû dike. Dema em van hemûyan bixin ser hev ya ku Tea Party weke xetereya herî mezin a li pêşiya kapîtalîzmê vedayî dibîne, kapîtalîzm bi xwe ye...
Bêguman tu kes li destekkirina koçberiya neqanûnî nafikire. Daxwazeke bi vî rengî jixwe wê serêpêşî nakok be – ya ku di vê mijarê de hevgirtî ye, bêhtir daxwaza vekirina qanûnî ya sînoran e. Lê belê pozîsyoneke di prensîba xwe de absurd, dikare di warê siyasî de watedar be. Bi vî awayî birêveberiya George W. Bush û herweha ya Barack Obama siyaseteke koçberiyê meşandin ku armanca wê ew bû, karkerên erzan ji karsazan re peyda bikin û bi ser de jî van karkeran bi xwe ji ber ku qaçax in – ji xwe qaçaxbûna wan sedema erzanbûna wan e – gunehbar bikin.
Di destê yên herî dewlemend de kombûna ecêb a dewlemendiyê, li gorî awayê birêvebirina koçberiya kaçax e: axaftina weke notirvanekî ser sînor û tevgerîna weke buroyeke peydakirina kar. Li cîhê ku girtina sînoran mezinbûna newekheviyan sînordar kir, mobîlîteya nû ya sermayeyê û kar bandoreke berevajî kirin. Karker û xebatkarên her diçe bêhtir koçer, sermayeyên her diçe bêhtir gerok û rakirina kontrola li ser aboriyê ku tevgerên wan xisleta vê neolîberalîzmê ne. Bi gotinên David Harvey vê neolîberalîzmê "newekheviya civakî ya zêde dibe" di "movikên pişta projeya" xwe de bi cîh kir (7).
Ango tiştekî ecêb nîne ku reaksiyonên tirsê li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê zêde dibin, qet nebe di nava kategoriyên karkeran de ku gihiştina wan a dewlemendiya neteweyî her diçe kêmtir dibe. Di destpêka salên desthilatdariya Reagan de çînên xizan û navîn ku ji sedî 80’yê serjimara welêt bûn, % 48’ê hatina neteweyî bi dest dixistin; ev çîn îroj bi tenê % 39’ê hatina neteweyî bi dest dixin.
Hêrsa ji neheqiyê ya ku Glenn Beck û Tea Party nîşan didin dîsa jî balkêş e. Ew para bêhtir di nava kategoriya % 20’ê Amerîkiyan de ne ku hêrî dewlemend in û ji bo wan neolîberalîzm bazareke baş bû (8). Jixwe koçberiya qaçax jî yek ji palpiştên dewlemendiya wan e. Erê em fêrî wê fikrê bûne ku xizan di nava xwe de muxalifiya hev dikin, lê belê beramberî vê em fêr nebûne bibînin ku dewlemend siyasetên ku ew dewlemend kirine, protesto dikin – bi ser de jî vê yekê li kuçe û kolanan dikin!
Fenomeneke bi vî rengî bi tenê bi awayê ku xuya dike, hevnegirtî ye. Hemin para dewlemendiya ji % 20’ê herî dewlemend re veqetandî di nava van sîh salên derbasbûyî de her zêde bû. Ev yek nûçeyeke baş e ji bo hêzeke siyasî ya ku li ser navê heqdayîna jêhatîbûyînan û redkirina sosyalîzma sertewandî, newekheviyan pîroz dike. Di vê navberê de ya xirab ew e ku zêdebûna para mirovên herî dewlemend herî zêde bi kêra çîna herî jor a di nava dewlemendan de hat. Sala 1982’an % 1’ê Amerîkiyan yên herî dewlemend xwediyê % 12.8’ê dewlemendiya neteweyî bûn: sala 2006’an bûn xwediyê ji sedî 21.3’ê dewlemendiya neteweyî, ango dewlemendiya xwe nêzî du caran li berê zêde kirin. Di heman demê de para dewlemendiyê ya ji % 20’ê herî dewlemend re veqetandî "bi tenê" ji % 39.1’ê gihişte % 40.1’ê. Dema Tea Party koçberiyê weke xetereyekê dibîne, wateya vê ew e ku hayê wê baş ji mijarê heye: sempatîzanên wê fediyokî tesbît dikin ku newekheviyên strukturel ku awayê jiyana wan pêk tînin, gihiştine asteke ji berjewendiyên wan û wêde ye. Kapîtalîzmê ew kirin ji yên serkevtî û nuha jî xetere heye ku wan bike yên binketî.
Vê rewşê kir ku dij-elîtîzmeke qaşo derkeve holê û ev dij-elîtîzm ji ya ku siyaseta amerîkî em fêrî wê kirine bêhtir mirovan metelmayî dihêle. Bi rengekî giştî, milyonerên Partiya Komarparêzan ji bo ku li gorî milyonerên Partiya Demokrat nêzîktirî gel xuya bikin xwe bi rêkûpêk dikin, cizmeyên kowboyan dikin rêz, li ber jiberxwekirina zarokan radibin û bê navber behsa Îsa dikin (9). Lê belê îsal, çawa ku hilbijartinên pêş ên ji bo diyarkirina namzetan ên li New York, Delaware û Alaskayê jî nîşan da, Îsa bi tenê bes nîne. Bi vî rengî, ne bi xêra xurtbûna baweriya xwe ya bi xirîstiyaniyê, namzeta Tea Party’yê Christine O’Donnell hevrikê xwe yê komarparêz li eyaleta Delaware’ê têk bir; tevî ku xurtbûna baweriyê di mijarê de hinekî bû koz jî (ew birêvebira Hevgirtina Xilaskeran ji bo Desthilatdariya Rastiya Xwedê ‘The Savior’s Alliance for Lifting the Truth’ bû, ev terîqeteke xwe dispêre incîlê ye û waezên dûrbûna ji hezên cinsî dide û bi hişkî masturbasyonê rexne dike). Ya ku kir ew bi ser bikeve axaftina wê ya bi kelecan a li dijî "çîna birêveber" bû. Hê nû di mîtîngekê de di nava tofaneke çepikan de wê bi qêrîn got "Elît ji me fahmm nakin, li gorî wan em dîn in. Lê belê, yê me, em gel in!" Paşê jî di nava koma dewlemendên komarparêz de wê êrîşî dewlemendên demokrat kir, wê xwe li ber kevnenamzetê hilbijartinên serokatiyê John Kerry girt û ew gunehbar kir ku xwestiye baca diviyabû ji bo yata xwe ya nikûnû ya bi 7 milyon dolaran, bidize: "tu carî karekî min ku mûçeyê wî gellekî baş bû, çênebû û maşîneke min a meqêm jî. Tu carî min ji xwe nepirsî ka yata xwe li ku veşêrim da ku ji destê baca dewletê xilas bibim. Û ez jê piştrast im ku pirraniya we jî weke min in."
Populîzma ku bi destê milyarderan ve tê fînansekirin
Rast e ku Christine O’Donnell henekê xwe bi siyasetvanên dewlemend dike û pê bala hilbijêran dikişîne, di rewşa kêmmuhtemel a ku were hilbijartin de, hemin wateya vê yekê qet ne ew e ku li şûna wan ew ê baştir be. Tea Party ji nuha ve ji aliyê milyadarên mîna David Koch ve tê fînansekirin. Desteka Koch herî dawî dayî "me, gel" ew e ku wî 118 xebatkar li Carolina’ya Bakur ji kar derxistin. Em çiqasî karibin daxuyaniyên Tea Party’ê yên li dijî dewlemendan weke kelevajî bi nav bikin û dijminatiya wê ya li hemberî koçberiyê par ve nekin jî, ev li pêşiyê ne asteng e ku hêrsa ku ew bi xwe pê bi pêş dikeve di warê siyasî de li gorî dubare û dîsgotinên saziyên komarparêz û demokratan balkêştir e.
Buroya Federal a Serjimarê hê nû da zanîn ku 44 milyon Amerîkî di bin sînorê xizaniyê de ne û di heman demê de % 1’ê serjimarê nîvê dewlemendiya ku welat hildiberîne, kontrol dike. Partiyeke ku wê ji bo berjewendiyên xwe bi dewlemendan re qayişê bikişîne û dema vê dike jî wê xizanan ji ber xizaniya wan ewqasî gunehbar neke; va ye ev yek ew ê di dîroka Dewletên Yekgirtî de rûpeleeî nû veke.
Walter Benn Michaels:
Li zanîngeha Illinois’ê ya li Chicago’yê profesorê wêjeyê, nivîskarê pirtûka bi navê La Diversité contre l’égalité (Pirrengî li hemberî wekheviyê),weşanên Raisons d’agir, Parîs, 2009.
- Hejmara temaşevanên metran O’Relly nêzî sê milyonan e, ya temaşevanên Beck nêzî du milyonan e
- Nota wergêr: Li Ewropa û Amerîkayê, baby-boom ji bo nifşê ku piştî şerrê cîhanê yê duyem çêbûye tê bikaranîn. Piştî wî şerrî, li seranserê cîhanê gellek zarok çêbûbûn ku li gora nifşên piştî wan hejmara wan bi awayekî berbiçav zêde bû
- "Limbaugh: "Russian communist" spies easily blend in with journalists, academics – "a communist is a communist"", MMTV, Washington, 8’ê tîrmeha 2010’an, http://mediamatters.org
- Glenn Beck kovarekê derdixe, alavên ku ji bo îmaja wî hatine çêkirin difiroşe, pirtûkan pêşniyar dike. Zanîngehek jî ava kiriye ku fikrên wî fêr dike, tev li konferansên weha dibe ku temaşevan ji bo hatinê pereyan didin (buhayê bilêtekê, tîrmeha bihurî, heta 147 dolaran diçû). Li Fox Newsê meaşê wî 2.5 milyon dolar e ku bi tenê beşekî piçûk yê hatiniya wî ye (çavkanî: The New York Times Magazine, 29’ê îlona 2010’an)
- Philip Ricker, "S.C. Senator is a voice of reform opposition", The Washington Post, 28’ê tîrmeha 2009’an
- Richard N. Haass, serokê lijneya peywendiyên navneteweyî (Council on Foreign Relations), pêşgotina The Economic Logic of Illegal Immigration, de Gordon H. Hanson, Council on Foreign Relations Press, New York, 2007
- David Harvey, A Brief History of Neoliberalism, Oxford University Press, New York, 2007
- Bi tenê % 35’ê endamên Tea Party’ê didin xuyanî ku hatiniya wan di biniya pîvana navê ya 50 000’an e. % 20’an didin zanîn ku ew salê ji 100 000 dolaran zêdetir qezenc dikin
- Bixwîne: Tom Frank, "Cette Amérique qui vote George W. Bush" (Vê Amerîkaya ku dengê xwe die Bush), et Serge Halimi, "Le petit peuple de George W. Bush" ‘Xelkê George Bush û xelkê wî), Le Monde diplomatique, sibat û çiriya pêşîna 2004’a
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

