Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Qiraxê Kêlbefîl pêşeroja xwe dileyize

Ileh di roja 31'ê çiriya pêşîn de." Bi van gotinan, serokkomarê Qiraxê Kêlbefîl Laurent Gbabgo'yî, di roja 6'ê tebaxa 2010'ê de, li Weqfa Felix-Houphouët Boigny ya ji bo lêgerîna aştiyê, xaniyekî heybet ê Yamoussoukro'yê (paytexta îdarî û siyasî ya Qiraxê Kêlbefîl), daxuyand ku dê, taliyê, hilbijartinên serokkomarî di welatê wî de li dar bikevin. Ji sala 2005'ê û vir de, tiştên weke nerazîbûna li ser lîsteya dengdêran, ji ber zagona kêlbefîlbûnê (1), û birînên ji şerrê hundirîn ê salên navbera 2002 û 2007'ê mayî, bûne sedema taloqkirinên dubare yên dengdanê. Hilbijartina dawî, ya ku di sala 2000'î de li dar ketibû, raperînên xwînrêj bi xwe re anîbûn, beriya ku tevlîbûna xurt a taxên xizanan serkeftina Gbagbo'yî bi ser desthilata lerzokî ya leşkeran ferz bike (2). Dibe ku îlana hilbijartinan bê wext bibe, bes di rastiyê de, ew encama pêvajoyeke dirêj a aştîkirina hundirîn û derveyî ye.

Tevî ku bêhedaniya herêmî – darbeyên leşkerî weke li Guinea'yê an li Guinea-Bissau'yê, çûnûhatinên koçberan yên aramîşikest, hwd. - di qeyrana kêlbefîlî de rola xwe dileyizin, ji bo têgihiştina vê qeyranê, dîroka vê quweta aborî ya Rojavayê Afriqayê jî watedar e. Felix Houphouët-Boigny bavê serxwebûna kêlbefîlî bû û ji 40 salî zêdetir li ser desthilata Qiraxê Kêlbefîl ma. Lê bi du mirina wî ya di sala 1993'ê de, navberiya tofandar a " mîrasê " wî, Henri Konan Bedie, di sala 1999'ê de, ji bo cara yekemîn bû sedema ku leşkeran îxtîdar bi dest xist. Di meha îlona 2002'ê de, îsyanek di bakurê welêt de dest pê kir, ku ev jî herêma esil a Alassane Dramane Outtouara'yî ye, berbijêrekî ku ji ber zagona kêlbefîlbûnê, demeke berê ji reqabeta hilbijartinan hatibû dûrxistin. Gelo armanca îsyanê ev bû ku tiştên di sindoqan de redkirî, bi çekan werin bidestxistin? Tevger bû sedema dabeşkirineke rastî ya welêt. Digel ku berçav bû ku hêzên îsyanker (kevneleşkerên kêlbefîlî, serbazên bi pere û ciwanên maceraxwaz) ji Burkîna Faso'ya cîran dihatin, fermandêr û sermayedarên şerrî heta nuha nenas in, tevî ku hin dezgehên biyanî, û bi taybetî fransî, bi serûberî pê tên mehkûmkirin.

Hevsengiyeke dijwar

Weha xuya ye ku têkiliyên bi Fransayê re, piştî ku rayedaran gavên hevpar avêtin, aram dibin, û ev jî ji bo rakirina rêgiriyên rewşa siyasî insûreke girîng e. Yek ji sedemên dijbertiya di navbera Parîs û Yamoussoukro'yê de jî, hevneboriya serokkomarên Chîrac û Gbagbo'yî bû (3). Ev hevneborî, di meha îlona 2004'ê de gihîşt radeya herî bilind: didu balafirên kêlbefîlî hîma leşkerî ya fransî ya Bouake'yê bombebaran kir (deh mirî, sî birîndar), û bi pey re jî, erîşa bertek a helîkopter û tanqên hêza Licorne'yê, quweteke navberketinê ji kevnewelatê mader ve şandî, bûbû sedema şêst û sê mirî û ji hezarî zêdetir birîndaran. Lê belê, paşê ku serokkomarê Gbagbo'yî nûdagirkeriya aborî ya fransî bi xurtî şermezar kir û xemsarî xist têkiliyên her du welatan, danûstendinên mal û xizmetan dîsa jî dest pê dikin. Pirraniya heşt hezar pênaberên fransî yên sala 2002'ê vegeriyan welêt. Hêjayî gotinê ye ku kadroyên şîrketên mezin weke Bollore an Bouygues tu car derneketibûn. Li gorî hin agahiyan, protokoleke giştî ya efûya hevpar di navbera her du welatan de nîqaş dibe. Wekî din, şîrketa Sagem'ê ya Parîsê, kompûternasiya hilbijartinan bi rê ve dibe û ajansa reklamê Euro RSCG berpirsê xuyaniya serokkomarî ye. Ji îlana dengdanê ve, Gbagbo ji Sofres'ê anketên fikirê dixwaze (ku ev anket hane jî serkeftina wî vedibêjin).

Lê belê, "peymana dagirkeriyê" bi rastî betal bû. 43emîn firqeya bejayî ya deryayê (bi fransî, BIMA) û hêza seferber a fransî, ku ji sala 1970'ê ve li Qiraxê Kêlbefîlê bûn, dê helbet neçar bimînin ku welêt biterkînin, digel leşkerên Operasyona Neteweyên Yekbûyî ya li Qiraxê Kêlbefîl (bi fransî, Onuci) ku xelkê nerehet dikin. Beşdarên din dê vê valahiyê tijî bikin: bazirganên surî-lubnanî, ji mêj ve bi cîh bûyî, û sermayedarên çînî. Di platformên neftê yên dûrîqiraxî de, ku bi saya wan, Qiraxê Kêlbefîl li ser piyan ma û tevî sizayên rêxistinên navneteweyî, xwe ji nû ve çekdar kir, hemî hêzên aborî yên mezin cîh digrin, ji bilî Fransayê...

Ji esasên jeopolîtîk zêdetir, weha xuya ye ku civaka kêlbefîlî xwe bi xwe hevsengiyeke tenik dît. Peymana aştiyê ya Ouagadougou'yê (Burkîna Faso) ya 2007'ê, rê da ku hikumeteke yekîtiya neteweyî bi awayekî mayînde bê ser kar, û endamên pirraniya serokkomarî, dijberiya civakî û îsyankeriya hevkara partiya desthilat, Eniya Gelê Kêlbefîlê (PFI), di vê hikumetê de cîh digrin. Kevneserokê serhildêran, Guillaume Soro'yî, li hemberî vekişandina berbijêriya xwe ya ji bo hilbijartina serokkomarî ya bê, kursiya serokwezîrî bi dest xist (4). Hin kes heyîniya peymaneke vêşartî derdibirin, ku li gorî vê yekê dê Gbagbo, piştî dawiya nûnêriya xwe, desthilatê bide "peyrewê xwe yê siyasî". Ji bo dijberên wî, ev tifaq dabeşkirina dewlemendiyên welêt (hatinên kakao û neftê...) dinixumîne. Di rastiyê de jî, skandalên bertîliyê li hev zêde bûn. Di deverên deviyan de, "komzon" - komutanên zonê - yên îsyanê, ku bi awayekî xirab naskirî ne, weke zalimên piçûk ên derveyî berbendiyê tev digerin û bê şerm ji xelkê didizin.

Weke nîşana demê, gel li hemberî van kiryaran dest bi protestoyê dike, ku ev kiryar ne tenê ji aliyê îsyanê ve, bes ji aliyê birêvebiriyê ve jî tên kirin. Weha ye ku ji bo belgeyên ku di resmiyetê de bêlaş in, hin bervedarên dewletê û heta nûnêrên dadê jî, bi awayekî daîmî ji 10 000 heta 50 000 franqên CFA (ji 15 heta 75 euroyan) bi zorê ji peyayan distînin ku belgeyên jidayikbûnê dixwazin da ku zarokên xwe bişînin dibistanê. Îroj, hin gundî - ciwanên xwenda, rewşenbîrên malnişîn, bêkarên ku vegeriyane gund - li dijî vê bertîliya nîşana embazeke civakî ya newekhev û dewlemendbûyîna nezagonî ya rayedaran, derdikevin.

Wekî din, aşbûyîna têkiliyên herêmî ji bo muzakereyên li ser avakirina statuyeke rojava-afrîkayî ya koçber û biyaniyan bandoreke erênî dileyize, ku bi vî awayî neraziyên pirrhejmar ên li derdora xwestinên qeydkirina li ser lîsteyên dengdêriyê bi dawî jî dibin. Her weha, dibe ku rola siyasî ya dabeşên nijadî li gorî demên berê kêmtir bi bandor bibe. Digel ku her ji sisê berbijêrên sereke weke nûnêrê komeke nijadî-herêmî dikare bê dîtin - Krû ji bo serokkomarê Gbagbo, Akan ji bo Bedie'yî û Dyula (bakurî) ji bo Ouattara'yî - tehlîleke bi vî rengî lîstika siyasî nade famkirin.

Makîneya siyasî û leşkerî ya fransî vê pêşketinê piştguh dixe û ji ber xwedêgiravî afrîkanasên weke Bernard Lugan'î (5), esîrê manendên derbasbûyî dimîne. Li gorî Lugan'î, bi tenê % 7 nifûsê piştgirî dide serokkomarê Gbagbo, yanî endamên nijadê wî û çend komikên "welatparêz". Ev nihêrîn gumanbar e û dikare matmayîna jeneralê Henri Poncet û hêza Licorne'yê li hemberî xwepêşandanên gelî yên mijdara 2004'ê şîrove bike.

Giraniya nifûsî ya Abîcan'ê, bajarekî pênc mîlyon niştecîhan, ji bo hilbijartinan jî li vê yekê zêde dibe, ku qismetperistiyên "nijadî" tevlihev dike û destek dide ji holê derketina dengdaneke sinifî. Li gor civaknasê Dêdy Sêrî, yek ji sisê zewacên di paytexta aborî de têkel in (di navbera gelên kêlbefîlî de an jî di navbera hemwelatî û biyaniyan de) (6).

Di bangdana xwe ya dengdêran de, serokkomarê Gbagbo bi hebûna homo politicusekî kêlbefîlî bawer e, ku ew ê bikaribe bi berfirehî, hem li bakur û hem li başûrê welêt, xelkê kom bike. Ew baweriya xwe bi reftara rewaperist a gelî, jirêderxistina vekirî ya makîneya dewletê, binemriya medyayan, dabeşbûna dijberên xwe û heta alîkariya pere û banqnotan jî tîne.

Berevajî vê yekê, muxalefet, ji xwe, baweriya xwe bi diyardeya nijadîbûyîneke dengdanan ve girêdide, ku ew ê jî bihêle ku rayên bakur û rojhilatê welêt, yanî % 60'ê dengdêran, jê re werin veqetandin. Hevpariyeke di navbera derdorên bazirganiyê û beşeke rastgirên fransî de, ya ku beriya hevkariya stratejîk dike, ya ku ji bo Parîsê pirr berhemdar bû lê ji hêla Gbabgo'yî ve hat serobinkirin, yek ji xeyalên dijberiyê ye jî. Hevpeymana sosret a bi navê Kombûyîna Houphouëtîparêzên ji bo Aştî û Demokrasiyê (RHDP bi fransî) bi vî rengî jî tarîfe dibe.

Ev hevpeyman ha li Parîsê, di sala 2005'ê de, di merasîmeke giranbuha û qirdik de, ji rayagiştî re hat pêşkêşkirin. Ew alîgirên Ouattara û Bedie'yî di nav xwe de vedihewîne, ji xwe hêjayî bibîrxistinê ye ku Bedie'yî têgiha kêlbefîlbûnê derxistibû (û bi kar anîbû) da ku rê li ber namzetiya Ouattara'yî ya hilbijartinan bigre. Ku Gbagbo di dora yekem de nayê hilbijartin, vedana dengan di navbera her du berbijêran de dê zehmet bibe. Helwêsta axayê burkînayî, Blaise Compaorê, ne ewle jî dimîne: dibe ku bangî "dengdaneke lihevhatinê" ya ji bo Gbagbo'yî bike, an jî dibe ku piştgiriya Ouattara bike, ji ber ku hejmareke mezin a Sahelî û Bakurî (koçberên burkînayî jî di nav de) piştevaniya wî dikin.

Hemû pêşdîtin hê jî dikarin rast bibin, yên ji nû ve destpêkirina pevçûnan an serhildanên bajarî yên mezin jî di nav de. Ji xwe pênc sed leşker li hêza navneteweyî ya Onuci'yê zêde bûn, û serokkomarê Gbagbo fermana "lêxistina xurt" da li hemberî van kesên ku dê hêminiyê bişkînin. Li gorî pirraniya çavdêran, digel ku artêşa îsyanker bi resmî çekên xwe danîbe, ew li derveyî berbendiyê dimîne. Sedemeke wê jî ev e ku ji nû ve têketina civakî ya kevneşervanan asê ma.

Piştgirên navneteweyî yên giran

Viyana bisînorkirina sextekariya hemwelatî an qeyda li ser lîsteyên dengdêran sedema herî mezin a derengmayîna rayedaran a ji bo çêkirina tomara dengdêran e. Wekî din, di herêmên bakur de, yên ku îsyankeran bi dest xistibûn, wan bi awayekî pergalî belgeyên tomargehên nifûsê xira kirin. Ji ber şêwirmendên zagonî, piştevaniyên lojîstîk ên navneteweyî û yên din, buhaya hilbijartina kêlbefilî di dunyayê de gihîşt asta herî bilind, li derdora 40 mîlyar franqên CFA (60 mîlyon euroyan) ! Hêjayî gotinê ye ku desteya serbixwe ya hilbijartinê (CEI), ku pirraniya endamên wê ji nav refên dijberiyê tên (li Afrîkayê diyardeyeke weha bê şibhê ye), ji nûkirina faylê berê (yê ji sala 2000'ê), ji nû ve çêkirina tevahiya lîsteyê baştir dît (7). Ev jî gengaziya neraziyan piştî dengdanê diyar dike.

Ji xwe, bi nêzîkbûna 30'ê çiriya pêşînê re, gotegotên herî hevdijber tên gerandin: tê gotin ku hemû piştevanên desthilatê nayên tomar-kirin û yên din ji bo çûna ser sindoqan pirr amade nînin, weke ji bo hilbijartinên şaredariyan yên 2001'ê. Tê gotin ku alîgirên Ouattara'yî jî, dê kesên neniştecîh ên pirrhejmar bibin ser sindoqan. Leşkerên biyanî jî ji nijadên cuda pêk tên, bes tu kes bi alînegiriya wan bawer nake...

Ji mirina Houphouët-Boigny'î ve, demokratîkbûna gav bi gav, vekirina ji pirraliya medyayî re û paşxana hilbijartinan azadiya axaftinê zêde dikin, lê belê ew jî dibin sedema têgihîştinên werimandî û paranoyak Mina kremlînnasên zemanên berê, ku li desthilata sovyetî dikoliyan, rojnamevan an rewşenbîrên paye-bilind îroj dibin "sernavnas" û li ser serrûpelên çapemeniyeke harbûyî radiwestin. Bi taybetî, hin kes bi rêya weşanên Radio France Internationale (RFI, ango Radyoya Fransayê ya Navneteweyî, ku nuha "Radio France Intoxication", ango "Radyoya Fransayê ya Derewîn", jê re tê gotin) dixwazin sûikast û hîleyên Fransayê aşkere bikin... Di rastiyê de jî, dijminên desthilata Gbagbo'yî li Parîsê pirr in, ji ber ku tu kesî ji bîr nekir ku wî xwestibû pazarên ji bo şîrketên fransî veqetandî, ji dijberiya navneteweyî re veke...
Rast e ku kesek jî li hêviya "teqîna aştiyê" piştî hilbijartinên bê neraziyan, bi rengê Afrîka başûr ya pişt-apartheid'ê, nasekine, tengezariya gelan ("Em westiyayî ne" daîmî ji devê kêlbefîliyan derdikeve) weha ye ku mirov dikare, di vî welatê rojavayê Afrîkayê de, hêza sereke ya aboriya binherêmî, hêvî bike ku dengdan dê demokrasiyê ji nû ve rewa bike...

Çavkanî: 

Michael Galy*
Siyasetnas û birêvebirê weşana "Guerres nomades et sociétés ouest-africaines" (Şerrên koçber û civakên rojavayê Afriqayê), L'Harmattan, Parîs, 2007.

  1. Li gorî vê tarîfeya sînorker a nasnameya neteweyî, divê kesên ku dixwazin beşdarî reqabeta hilbijartinê bibin, weke berbijêr an jî weke dengdêr, eslên xwe yên kêlbefîlî îspat bikin
  2. Bnr. "La Côte d'Ivoire tente la réconciliation nationale" (Qiraxê Kêlbefîlî lihevkirina neteweyî dicerribîne), Le Monde diplomatique, berfanbara 2007ê
  3. Li ser vegotina buyerên qeyranê, bnr. Guy Labertit, Adieu, Abidjan-sur-Seine! Les coulisses du conflit ivoirien (Bi xatirê te, Abidjan-sur-Seine! Paşperdeyên şerrê kêlbefîlî), Autre temps, Parîs, 2008
  4. Bnr. Vladimir Cagnorali, "Une génération à l'assaut de la Côte d'Ivoire" (Nifşeke nû tê Qiraxê Kêlbefîl bi dest bixe), Le Monde diplomatique, mijdara 2009ê
  5. Bernard Lugan, Histoire de l'Afrique. Des origines à nos jours. (Dîroka Afrîkayê, ji kokên xwe heta îroj.), Ellipses, Parîs, 2009
  6. Dédy Séri, Mutations sociales en Côte d'Ivoire (Guherînên civakî yên li Qiraxê Kêlbefîl), L'Harmattan, kol. "Bibliothèque du cinquantenaire des indépendances" (Pirtûkxaneya pêncî saliya serxwebûnan), Parîs, dê bê weşandin
  7. Bnr. Augusta Conchiglia, "Le rôle central de l'immigration" ("Rola sereke ya koçberiyê"), Le Monde diplomatique, berfanbara 2007'ê

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn
Redaksiyon: Îbrahîm Seydo Aydogan