Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Piştî têkçûna Pilingan li Tamûlê tevlihevî

Hukumeta Srîlankayê di hezîrana 2010’an de hatina şandeyeke pispor qedexe kir ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû şandin, da ku li ser binpêkirinên mafên mirovan lêkolînê bike. Piştî ku artêşa dewletê pişta Pilingên Tamûlî şikand, zordariyeke ecêb li herêma Elamê bi cîh kiribû. Serokwezîr Mahinda Rajapakse hêza xwe xurt kir û berê xwe da Tamûlan. Tamûl ditirsin ku bibin koloniya Bûdîstan ku li herêmê pirranî ne

Koalîsyona serok Mahinda Rajapakse ku di gulana 2009’an de, bi biserketina xwe ya li dijî Pilingên azadiyê yên Elam Tamûlê (LTTE) serfiraz e, bi awayekî xurt hilbijartinên giştî yên 8’ê nîsana dawîn kar kirin. Lê belê, civata sivîl a sîngalî ketiye tirsa ji sîtemkarî û xanedaniya desthilatê. Kêmayetiya Tamûlî jî, tim li ber têkçûna Pilingan dikeve, û ditirse ku bibe mêtingeha Sîngaliyên bûdîst ku pirrhejmarî di destê wan de ye.

Ji adara 2008’an û bi vir ve, her ku kelehên serxwebûnxwazên Pilingên azadiyê yên Elam Tamûlê dikevin (LTTE), desthilata srîlankî, Tamûliyên bin kontrola gerillayan ku hejmara wan li dor 300 000’î ye li kampan kom dike. Li kampa Menic Farmê ya mezin ku li Vavuniyayê ye û li bakurê welêt e, 228 000 kes girtî ne. Pîştî têkçûyina Pilingan bi deh mehan, 70 000 penaberên din xwe li paş têlên rêsayî dîtin û hîn jî li benda destûra vegera gundê xwe ne. Artêşê destûr da me ku em serdana kampekê ji van kampan bikin, ku navê wê “gundê tendurustiyê yê demkî” ye.

Li ber deriyê kampê, portreyeke serok Mahinda Rajapakse ku bilindahiya wê şeş metre ye, û tê de destekî xwe bi jesteke serkevtinê bilind kiriye, serdestî rêzebereqeyan e. Qumandarê kampê girtina Tamûliyan ya giştî piştrast dike: “Diviya me terorîst û nifûsa sivîl ku ji alî wan ve hatibû rehîn girtin ji hev cuda bikiraya... Helbet, vegerandina wan wextê dixwaze. Lê, berî paqijkirineke mayînan a têrker, em nikarin xelkê bişînin malên wan.” Rêxistinên sivîl yên serbixwe (RSS) ku li vira hejmara wan kêm e û destûra wan a xebatê li van kampan hatiye dayin dîsa jî bi kêmanî sextiya şertên jiyanê wiha rave dikin; xêrxwazekî rojavayî dibêje, “Artêş di nav hejmara sivîlên ku di bin kontrola Pilingan de dijiyan fetisîbû: ev hejmar li dor 300 000 kesan bû, lê wan texmîn dikir ku diviya îdareya 100 000 kesan bikin! Tevî hertiştî, di dema civînên ahengiyê yên di navbera nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî, RSS û rêxistinên wê, diyar dibe ku serbazan tiştê ji destê wan hatiye kêmanî nexistinê. Ger mirov beramberî hev bike, min hin kampên penaberan ên Neteweyên Yekbûyî dîtine ku ji vira xirabtir in.” Bi tenê ferqa cudakarî, girtina xelkê sivîl ya bi giştî û li gorî taybetmendiyên etnîkî dimîne: Helbet Kolomboyê dê tu carî heman tişt bi serê Sîngaliyan de neaniyaya.
Li gel serdarekî artêşê –du Tamûlî ji bo ku bersiva pirsên me bidin hatin hilbijartin–, em li temamê kampa ne serî û ne binî xuya ye, geriyan: Navendên tendurustiyê, dibistan, dikan, banqe, nivîsgehên posteyê hebûn ku diviya giraniya nebûna azadiyê siviktir bikiraya. Girtiyên kampê carinan ji derfeta destûra katî ya derketina derve îstifade dikirin. Piştî jiyana bi mehan a li bin agirê şerrî, bêhna muxatabên me piçekî hatiye ber wan: demên herî dijwar derbas bûne. Ew sax in, zikê wan têr dibe, xizmeta wan a tendurustiyê heye, û amadekariyên xwe yên ji bo avakirina jiyaneke nû dikin. Lê, gerra me ku rêberek jî bi me re bû, gava ku grûbek hêrs bû, ji bin kontrolê derket –û li pêş awirên reş yên her du “caşan”: “Êdî bes e! Ma divê em heta kengî li vira bin? Malên me, hemû tiştên me hatine talakirin. Çima yên din serbest hatin berdan em hîn li vir in? Li gorî kîjan pîvanan? Çima Neteweyên Yekbûyî tiştekî nake?” Di encamê de, gava kampanyaya hilbijartinên giştî bi hemî hêza xwe dom dikir, wan gazinên xwe ji nebûna azadiyê li kampan dikirin: “Bi tenê berendamên ku piştgiriya serok dikin mafê hatina vira heye.”

Li kampa Menic Farmê xort pirr kêm in: Bi tawana endamtiya LTTE’yê, pirraniya wan hatine girtin. Herweha li Kolomboyê jî, di navbera 11 000 heta 13 000 kesên ku bi gerîllatiyê gumanbar in hene. Rajiva Wijesinha, kevnewezîrê ku nêzîkî serok e, bi me da zanîn ku “Li gorî radeya têkîliyên xwe hatine dabeşkirin”, û soz da ku “Ji van, li dor hezarekî dê derkevin pêşberî adaletê û mahkeme bibin, lê ne zêdetir”. Ger pirraniya Pilingan bi xwe teslîm bûbin jî yên mayî ji alî Tamûliyan ve hatine îxbarkirin, ji ber ku ew ji zordariya serhildêran bêzar bûne: digel ku ji têkçûnê pê ve rêyeke din li ber wan nemabû jî, yên ku ji nav lepên wan filitîne ji me re got ku “ji her malbatekê du zarok digirtin” û “mirovên ku dixwast biçûna herêmên di bin kontrola artêşê de de jî didan ber gulleyan.”

Ji Menic Farmê ne pirr dûr, me serdana girtîgehekê kir ku weke navendeke rehabîlîtasyonê ya zarokên kevne-gerîlla dihate bikaranîn: di bin çavdêriya artêşê de, û bi alîkariya mamosteyên Tamûlî yên ji derdorê, piştî çend salên xwe yên li eniya şerrî keç û xortên li vira nuha herkê ji xwe re karekî fêr dibin. Şîvaneş 13 salî bûye gava ku LTTE’yê ew bi zorê girtiye û bi xwe re biriye. Vî xortê 17 salî yê ku birînên xwe pêçabûn bi awireke wendayî digot “Min esker kuştin, û ez bi xwe jî birîndar bûm” û ji me re behs dikir: “Di tabûra min de, çi bigre ji zarokan pê ve kes tunebû. Gava ku artêşê dora me girt û serokên me hatin kuştin, em giş teslîm bûn.” Şîvaneş ji teslîmbûna xwe ne poşman e: “Pilingan jiyana min ji min dizîn: Wan ez ji malbata min qetandim, dibistan li min qedexe kirin, ez hînî kuştinê kirim. Artêş karekî fêrî min dike û destûra ku dê û bavê min bên min bibînin dide. Ez niha kompîturê hîn dibim. Nêzîk, ne dûr ez ê vegerim mala xwe û ji nû ve merivên xwe bibînim.”

Handanên Kolombo yên ku ji bo rehabîlîtekirina van xortan hêjayî pesindayînê xuya ne, lê tenê bi kêrî hejmareke kêm a gerîllayên zarok tên. Ji xeynî vê jî, jêdereke serbixwe –ku destûra wê hatibû dayin da ku serdana girtiyên LTTE’yê bike– gazindên xwe ji ber nebûna agahdariyan dike: “Hukumet tu lîsteyeke navan nade. Hayê malbatan ji tiştekî tuneye: Kes nizane bi rastî jî ka kî, li ku yan ji bo çi girtiye. Li welatekî ku înfazên bêdaraz berbelav in, rewşeke weha cihê tirsê ye.” Bi taybetî jî, redkirina daxwaza serdana girtiyan a Komîteya navneteweyî ya Xaça-Sor (CICR) ne normal e.

Ber bi aliyê bakur de herêma Vanniyê heye, ku nêzîkî bîst salan di destê Pilingan de ma û artêşê di destpêka sala 2009’an de ji nû ve kontrol ji wan stend. Ji wê çaxê û bi vir ve, Vannî bi temamî ji alî serbazan ve hatiye girtin; çapemeniya navneteweyî nikare bikeve vê herêmê. Li ser rêya A9’ê ku di seranserê welêt re derbas dibe, her ji sed metreyekî kozikek xuya dike. Ji bo rêlibergirtina kemînên mûhtemel, darûberên derûdorê hatine birrîn. Li vî aliyî û wî aliyî, panoyeke ku qoqekî serê miriya li ser e hebûna mayinan nîşan dide. Li herderê serbazên çekdar hene. Sîvîlên ku pirr kêm in, ne dûrî malên xwe yên wêran, bi awayekî giştî di bin konan de dijîn.
Em bi dehan otobusên tûrîstên Sîngaliyan re, ku ji aliyê hukumetê ve ji bo serdana Bakurê ku heta niha kesî nikaribû bidîtaya hatine teşwîqkirin, di rêyê de ne. Kîlînoççî, “paytextê” berê yê Pilingan, ku gerillayan “wezaretên” kakilê Dewleta xwe ya dîktatoriyê lê ava kiribûn (1), nayê naskirin: avahiyek bi tenê jî li ser pêyan nemaye. Hete bi depoya avê di şerrî de sax nefilitiye: Vê avahiya mezin a ku bi perçeyên şarapnelan qulqulî bûye, bi aliyekî de ketiye û îro bûye armanca tûrîstên Sîngalî ku mekîneyên wêneyan di destê wan de ne. Rahîb û malbat yek bi yek li ber vê dîmena wêraniyê poz didin, paşê jî li otobusên xwe yên bi ala Srîlankî, afîşên serkevtinê yên serok û “artêşa wî ya qahreman” xemilandî siwar dibin û diçin bi rêya xwe de. Ji xeynî abîdeyeke ji bo miriyan, li Kîlînoççiyê bi tenê avahiyeke nû heye ku perestgeheke bûdîst e ku serbazan hema bi lez û bezê ava kiriye û bûye sedema aciziya gelê tamûlî, çi hîndû û çi jî xiristiyan.

Ev serxweşiya serketinê, Tamûliyên ku hîn nû ji Menic Farmê azad bûne, mirovên xwe wenda kirine û ji wan bêxeber in û bi alîkariya navneteweyî dijîn pirr hêrs dike. “Nayan” bi xemgînî ji me re dibêje: “Me jiyaneke dojehî bihart, bi ser de jî ew tên henekê xwe bi me dikin”. Ev piştgirê pilingan qezazedeyekî êrîşa dawîn e ku artêşê li derdorê Mullaitivuyê bi rê ve bir û ku bi bêînsafî LTTE -û bi hezaran sîvîlên ku rêxistinê dabûn pêşiya xwe- bombardiman kir. Wî bi kurtayî got “Pilingan heta fîşeka xwe ya dawîn jî şerr kir. Û paşê, kapsula siyanurê ku weke qolyeyekê di stuyê wan de bû gez kirin. Topbaran bû, dêya min li pêş çavên min can da, û ez bi xwe jî birîndar bûm”, û şûna birînên xwe yên mezin ên li milê xwe û li paqa xwe nîşanî me da. “ Ez têgihîştim ku piştî bombebaranê, artêş li gel sîvîlan bêtir bi tevdîr tevdigeriya: dixwazin dilê wan û hişê wan fetih bikin.” Lê, kes nikare baweriya Nayan sist bike: “Ez bi salan di bin desthilatdariya Pilingan de jiyam. Min xwe li wira pirr baş hîs dikir. Nîzam hebû, kar hebû, xizmetên civakî û adaleta civakî hebûn.” Weke gellek sempatîzanên LTTE’yê, Nayan naxwaze mirina serokê wan Vellupilay Prabhakaran qebûl bike, tevî ku ev yek bi ceribandinên genetîk jî hatiye îsbat kirin: “Televizyonê termê yekî bi simbêl ku dişibiya wî nîşan da.” Ew bawer dike ku Piling “bi şûn ve kişiyane”: “Pênc helîkopterên me hebûn û 35 topên me yên dûravêj. Ew li ku ne? LTTE’yî xwe vedişêrin, ew ê disa derkevin holê!“, ew dixwaze weha bawer bike.

Berevajiya wê, pirraniya Sîngaliyan bi serkevtinê kêfxweş in û ji ber ku êdî nema xema êrîşên xwekuj dixwin, serê wan rehet e. Herdem –tev li gellek tiştên veşartî jî– bi têkiliyên ji dil ên pîşeyî yan dostanî, bi hevwelatiyên xwe yên Tamûlî re didin û distînin. Ew vî şerrî jî weke “şerrê li dijî terorizmê” bi nav dikin: ji ber ku di bin bandora propogandaya medyayê de ne jî, ew ji dil bawer dikin ku artêşa wan Tamûlî ji nav lepên rêxistineke xwînxwar rizgar kirine. Têkçûyina Pilingan jî nîqaşa di vî warî de bi dawî tînê: girav dê di encamê de di nav aşitî û aramiyê de bijî, bala razîner û tûrîstan piştî navbereke bîst û pênc salan bikişîne. Girav dixwaze, di sala 2016’an de du milyon û nîv tûrîstan ber bi xwe ve bikişîne, ku ev jî dike pênc qatên yên nuha. Grûbên otêlvanan bi taybetî jî çav berdane delava Trincomaleyê ya xweşik ku berê keleha LTTE’yiyan (2) bû… Ev niherîna xweşbîn ji bîr dike ku doza serxwebûna Tamûlê ne bi bombeyên LTTE’yê, lê hîn sîh sal berê, ji destpêka tevdîrên cudakar ên ku ji alî Kolomboyê ve li dijî kêmayetiya wê hatin stendin dest pê kiriye3. Lê têlên rêsayî yên Menic Farmê jî baweriya Tamûlan a ku weke hevwelatiyên rêza duyem muamela bi wan re tê kirin xurtir dike. Tevî despotiya Pilingan û binpêkirina mafên bingehîn, mêjiyê pirraniya gerîllayên zarok hîn jî tevlihev e, Şanti Saçithanandam ku birêvebira RSS Tamoule Viluthu (Herne pêş) ye û ew bi xwe jî yek ji qurbaniyên Pilingan e, radigihîne û dibêje: “Xelk ji min re dibêjin: bi kêmanî, bi Pilingan re dengekî me hebû” û lê zêde dike: “Ew di wê baweriyê de ne ku, tev li kêmasiyên wan jî LTTE’yiyan li ser navê wan têkoşîn dida. Têkçûyina wan ew di nav şokê de hiştine û şaş û mital mane.”
Çerxa felekê carinan ters digere, bi kuştina sîstematîk a hemû siyasetmedarên Tamûlî yên ku karibûn bi wan re reqabet bikiraya, bi awayekî giştî LTTE’yî bi xwe bûn sedemê valahiya temsîla xwe. Partiya siyasî ya ku herkes dizane ku nêzîkî Pilingan e, Peymana neteweyî ya Tamûlî (TNA) ji hindur de teqiya û belav bû. Bi aweyekî pirr vekirî, gellek endamên wê yên sereke tenê ji bo ku nebin armanca gulleyên LTTE’yê bûbûn endam. Paşê, otonomiya xwe bi şûn de stendin û di bin etîketên cihê de di hilbijartinên giştî de bûn berendam –carinan heta bi piştgiriya Kolomboya ve bûne endam ku Kolombo bi parçekirin û cudakirina Tamûliyan gellekî kêfxweş e (3). TNA’ya ku naxwaze rewşa nû ya heyî qebûl bike, hîn jî xewnan dibîne, di yek ji xwepêşandanên xwe yên siyasî de, dibêje “Birêvebiriyeke federal ji bo Bakur û Rojhilat”, ku êdî ji bo şêrrê sîngaliyan yê serkevtî, qet rîska dayina mafekî weha nemaye. Mavay Senathiraja ku berendamê TNA’yê ye, dibêje. “ Daxwazên me maqûl in” û dide zanîn ku “Em ê bi Kolomboyê re rûnên bazarê bikin, û bi rêya seferberkirina diyasporayê (4) ve jî em ê li piştgiriya navneteweyî bigerin. Ger daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê dest bi kampanyayeke bêitaetiya sîvîl bikin.” û bêhêziya xwe bi awayekî sersar îtiraf dike.

Milîtanekî kevn şirove dike û dibêje “Hêviya Tamûliyan qet nemaye”, û lê zêde dike: “Ger ez hîn xort bûma, ez ê biçûma sirgûnê. Sîh sal têkoşîna siyasî [ji salên 1950’î heta destpêka salên 1980 yî] têk çû. Sîh salên têkoşîna çekdarî jî niha têk diçe. Bazara wan bi kêrî tu tiştekî jî nehatin û ji hevdîtinan jî tiştek derneket. Divê mirov red bike li welatekî sînhalayî yê bûdîst, di bin dagîrkeriya leşkerî de bijî. Ji ber ku artêş ji bo demeke dirêj li Bakur û Rojhilatê bi cîh bû. Li Jaffnayê biniherin: ev bîst sal in ku bajar ketiye, lê hergav serbaz li kolanên wî dewriye digerin.”

Li jora bakurê Giravê, nîvegirava Jafnayê ji cerga ku di sala 1996’an de ketiye destê artêşê bûye herêmeke ewleyiya bilind (HEB). Li ber deriyê paytexta Tamûlên Srî Lankayê ya dîrokî, di navbera du kozikên ku bi mîtralyozan tên parastin de, li ser panoyeke pirr mezin bi ingilîzî weha dinivîse: “Yek welat, yek netewe”. Jafnaya ku gellek caran ji alî LTTE’yê, ji alî komên Tamûlî yên rikeber, ji alî yekîneyên seferî yên hindî (1987-1990) û ji alî artêşê ve dor bi dor hatiye girtin, ji salên 1990’î û vir ve wêran e. Tu şantiyeyeke dest bi avakirina tiştekî kiribe tuneye. Karmendekî Neteweyên Yekbûyî dibêje “Rewş baştir dibe” û didomîne: “Qedexeya derketina kolanê rabûye, masîgir ji nû ve dikarin derkevin ser deryayê û nêçîra xwe bikin. Kontrola nasnameyan kêmtir bûye.” Lê hîn jî tirs li nîvegravê serdest e: ji bilî kontrola leşkeran, Jafna di bin destê Partiya demokratik a gelê Elamê (EPDP) û hêzeke milîs a Tamûlî de ye -ku ji 1987’an vir ve girêdayî Kolomboyê ye. Di dema dawîn a şerrî de, di navbera salên 2006 û 2009’an de, hejmareke girîng –ku li gor parêzvanên mafên mirovî ji çend sedekî pêk tê- ji kesên herêmê hatine kuştin an jî “wenda” bûne. Jêdereke hukumetê dibêje, “Diyar e ku EPDP ji bo ku heyfê ji LTTE’yê hilîne hatiye wezîfedarkirin”. Gellek sedemên wê hene ku Serokê rêxistinê, wezîr Douglas Devananda, ji Pilingan nefret bike: ew ji sêzdeh suîkastan filitiye. Ji ber ku nikaribûn xwe bigihînin wî, LTTE’yiyan hevala wî kuştiye.

Li ber deriyê paytexta Tamûlên Srî Lankayê ya dîrokî, di navbera du kozikên ku bi mîtralyozan tên parastin de, li ser panoyeke pirr mezin bi ingilîzî weha dinivîse: “Yek welat, yek netewe”.

Tevî ku ev kuştin di dawiya sala 2008’an de kete situyê milîsên nêzîkî hukumetê jî, kes newêre bersiva pirsên me bide. Bi tenê metranê katolîk yê Tamûlî, Thomas Sandernayan –ku diyar e ku bi saya statuya xwe ya civakî tê parastin– qebûl kir ku bersiva pirsên me bide: “Di tebaxa 2006’an de, keşe Jim Brown, li gel şifêrê xwe, li girava Kaytsê, li navenda Jafnayê wenda bû.” Berî vê ne bi tiştekî, zabitekî hukumetê ev rahibê Tamûlî bi mahneya têkiliya wî ya li gel gerillayan bi mirinê tehdît kiriye. “Me xwast ku lêpirsînek pêk were. Lê lêpirsînerên ku ji alî Kolomboyê ve hatibûn şandin zimanê bi tamûlî nizanibûn. Û serbazan jî nexwast di vî warî de hevkariyê bikin.”

Li navenda girava Kaytsê, bi hezaran tûrîstên sîngalî li ser giravoka Naynatîvuyê civiyane: dixwazin biçin heca perestgeha Nagadîpa, ku Bûda bi xwe jî dihat serdana wê. Serbazên deryavan ên çekdar alîkariya hecacan dikin ku hilkişin ser keştiyên bargiran, û yên ku ji ber germayê ketine erdê bi ser heşê xwe ve tînin. Efserek pesnê xwe dide: “Doh, me pêşwazî li 10 500 kesan kir.” Mirovekî “rêzdar” ku ji başûr hatibû, bi xeftanê xwe yê pirteqalî kêfa xwe tîne: “Terorîstên Tamûlî ev perestgeh wêran kiribû. Artêşê ew ji nû ve ava kiriye. Piştî ewqas salan, di encamê de bûdîzm dîsa vedigere ser vê axê.” Divê bê zanîn ku gellek bonzeyên (rahibên bûdîst) Srî Lankî ji aliyê siyasî ve xwe nêzîkî rasta tûndrew dibînin, û bawer dikin ku welat ji xeynî Sîngaliyên bûdist pê ve ne yê kesî din e. Keşeyên bûdîst ên berendamên hilbijartinên giştî, li ser afîşên xwe li gel serbazan poz didin. Ji ber vê yekê, Tamûlî, çi hîndû û çi jî xiristiyan, di nav refên van heciyên bûdîst ên ku girtine ser Naynatîvuyê de diyardeyên “dagîrkeriyê” hîs dikin.

Hîskirina vê dagîrkeriya ku roj bi roj zêde dibe li Rojhilatê welêt jî xuya dibe, ku li wira Sîngalî, Tamûl û kêmayetiya misilman (% 7’ê giraviyan) digihên hev –û carinan jî şerrê hev dikin. Li bajarê Amparayê, bi hezaran gundiyên misilman hew ku dîtin bi mahneya “lêkolînên arkeolojîk” dest danîne ser zeviyên wan. Li gorî Myown Mistefayê kevnewezîrê xwendina bilind, destdanîna ser axê ji bo berjewendiyên hemdînên xwe “ji aliyê tûndrewên bûdîst yên ku li dora serokatiyê kom bûne ve, li miqamên bilind hatiye plankirin”. Ferîd, gundiyekî kal e û xemgîniya xwe weha tîne zimên: “Bonzeyan, li nav erdên min kêlikek çikandin, paşê jî ji min re gotin ku ew devereke dîrokî ye û êdî tu mafê min yê ku ez destê xwe bidimê tuneye.” Ji wê çaxê û vir de, zeviyên wî beyar in: Ferîd dizane ku zabita alîgirê keşeyên bûdîst in. Weke li vira, li Bakur jî, serdestiya Hiqûqê têgeheke razber e: hêzên polîs alîkariyê ji “dewriyeyên Karûna” yên xurt distînin –ku Karûna kevneserokê herêmî yê LTTE’yê ye û di 2004’an de ji wan veqetiyaye-. Beranberî vê jî, Vinayagamoorthy Muralidharan’ê ku navê wî yê din “ Karûna ” ye, hatiye efûkirin û, weke Devananda, bûye xwediyê karekî li wezaretê (5).

Li Kolomboyê, hêzên paramîlîter ên tamûlî tunene ku mixalifan bêdeng bikin, lê “white vans” hene: kamyonetên sipî û bê plaqe ne, ku nîvê şevê rikeberan direvînin û bê asteng di kontrola polîsan re derbas dibin. Karîkaturîstekî bi navê Prageeth Eknaligoda, di 24’ê çileya paşîna 2010’an de, her bi vî rengî piştî ku ji cîhê karê xwe derket “wenda” bû. Di 8’ê çileya paşîna sala berî wê de jî, Lasantha Wickrematunge, sernivîskarê Sunday Leader, ji ber sernivîsên xwe yên rexneyî yên tûj li nava kolanê hate kuştin. Ronakbîrekî tamûlî bi keser dibêje “Lasantha jî roj li nîvro, li pêş çavên herkesî hate kuştin, ku pismamê kevneserokkomar Kumaratunga bû” û lê zêde dike: “Wê çaxê, herkes têgihîşt ku ew dikarin kî têkeve ber wan bikujin.” Parêzvanên mafên mirovî, parêzer, rojnamevan, nameyan werdigirin ku wan bi xayintiyê, bi piştgiriya Pilingan ve tawanbar dikin û bi kuştinê tehdît dikin. Thana Balasingam, birêvebirê rojnameya Thinakkural (“rojnameya rojane”) ya tamûlî, dibêje “Li vira, rojnamevan karê xwe bi serbestî dikin” û tinazê xwe dike û dibêje, “lê kujerên rojnamevanan, ew jî bi azadî karê xwe dikin.”

Ji cerga ku di 26’ê çileya paşîn de ji nû ve hatiye hilbijartin, Rajapakse destê xwe li qirika rikeberan û medyayên serbixwe şidandiye. Raqîbê wî yê hilbijartinên serokkomariyê yê têkçûyî, kevneserokerkanê giştî yê artêşê Sarath Fonseka, ji meha sibatê ve girtî ye, û derket pêşberî dîwana herbê. Hêrseke ku mirov şaşûmat dike (tevî vê jî bêyî ku bi baweriyên demokratîk ên Fonseka bixape). Parêzvanekî mafên mirovan ku bi mirinê hatiye tehdîtkirin ji me re dibêje: “Serokkomarî Fonseka bi amadekirina darbeyeke leşkerî tawanbar dikir” û wî sûcdar dike “Lê wî bi xwe ev derbeya leşkerî kir”, bi taybetî jî balê dikişîne ser ku serbaz li her derê û herweha Gotabhaya Rajapkase’yê wezîrê parastinê ku di heman demê de birayê serokkomarî ye tirs xistiye dilê herkesî.

Serokkomar di pirsa ku tu kesên berî wî tê de bi ser neketine de bi ser ket: wî LTTE’yî, yek gerîllayên cîhanê yê herî xurt ji holê rakirin. Ev serketin helbet bi saya alîkariya Çînê bû, ku dixwast bibe dosta Srî Lankayê, lewre ev welat li ser rêya çavkaniyên wê yên petrolê ye û li hember raqîba wê ya mezin Hindistanê ye. Washingtona ku ji vê peymana di navbera Pekîn û Kolomboyê de bi tirs e, ji bo hilbijartinên serokkomariyê di bin destan re piştgirî dabû general Fonseka.

Li gorî gellek çavdêran, îhmalkariya di warê mafên mirovan de yek ji kilîtên serkevtinê yên sereke ye. New Delhî di wê baweriyê de ye ku LTTE tenê ji bo ku demê qezenc bike dixwaze hevdîtinan pêk bîne, û ji bo wê jî, piştgirî da –helbet di bin re, ji ber tirsa ji nifûsa Tamûlên Hindistanê (6) ya mezin- vî şerrê kişûmat (7). Êrîşên Naksalîstan li Hindistanê gurr dibin (6’ê nîsanê, 75 polîs di kemînekê de li Chhattisgarhê hatin kuştin; 28’ê gulanê, li Bengala rojava, 148 qurbaniyên sîvîl di sabotaja li hember trênekê de hatin kuştin …), Kolombo êdî “pisporiya” xwe ya dij-serhildan pêşniyazî cîrana xwe ya mezin dike.Rejima M. Rajapakse serkevtinê heta radeya karîkaturîzekirinê tan dide. Weke nimûne, li ser aliyekî 1 000 rûpiyê nû wêneyê serokkomar û li ser aliyê din jî yê serbazên ku ala neteweyî –mîna piyadeyên deryayî yên Amerîkayê, di sala 1945 an de, li Iwo Jimayê- diçikînin heye. Ev handan jî rê li ber lihevhatinekê digire. Rewşenbîrê sîngalî Jehan Perera dibêje “Sîngalî êdî Bakur weke erdeke fetihkirî dihesibînin” û lê zêde dike: “Dema şerr, ew ji Pilingan ditirsiyan. Wexta agirbestê jî, têkiliyeke wekheviyê di navbera Sîngaliyan û Tamûlan de çêbû. Lê nuha, mirov dibîne ku peywendiyeke hukumraniyê di navbera yê serketî û yê têkçûyî de ava dibe.”

Hesabê tu tawîzên siyasî nayê kirin. Tamûliyê serbixwe hilbijartî, Somasundram Pushparajah, ku ew jî bi mirinê tê tehdîtkirin bi xemgînî dibêje: “Konseya wîlayeta rojhilat fîgurantiyê dike” û balê dikişîne ser: “Ger hukumet îmtiyazên rastîn bide wîlayetan, problema etnîkî dê çareser bibe.” Serokayetî di wê baweriyê de ye ku avadankirina herêmên li ser nelihevkirî dê kêmayetiyê razî bike. Lê, metranê Jafnayê rastiyê tîne zimên, “Tamûlî dê tu carî peşketineke aborî ya navendîkirî, ku ji alî Kolomboyê ve bê birêvebirin û ew jê fêdeyê nebînin qebûl nekin”. Bi taybetî jî ku mirovê bernameya ji nû ve avadankirinê girtiye ser xwe jî Basil Rajapakse ye ku ew jî birayekî serokkomar yê din e…

Di encamê de, Jehan Perera dibêje ku têkçûyina Pilingan “rêyê li ber demokrasiyeke pirreng, ku rêza mafê herkesî bigire vedike. Lê em berevajî vê rêyê diçin: em bi rêya Malezyayiyan de diçin. Bi rêya rejimeke otorîter, demokrasiyeke bisînorkirî de diçin ku di nava wê de mafên mirovan girêdayî pêşketina aborî bin.”

Çavkanî: 
  1. Bixwîne: «Un Etat de facto pour les Tigres Tamouls» (Ji bo Pilingên Tamûlî Dewleteke fiîlî), Le Monde diplomatique, sibat, 2004
  2. Binihere: Thalassa, (bernameya televizyonê)
    ya France 3, 2 nîsan 2010
  3. Bixwîne: Eric Paul Meyer, «Ressorts du séparatisme tamoul au Srî Lanka» (Li Srî Lankayê hêza cudaxwaziya Tamûlî), Le Monde diplomatique, nîsan, 2007, û Srî Lanka: entre particularisme et mondialisation (Srî Lankaya di navbera biserêxweman û cîhanîbûnê de), La Documentation française, Paris, 2001
  4. Ji 1,5 milyonê bêtir Tamûlî li sirgûnê, bi taybetî jî li Ewropaya bakur û Kanadayê dijîn. Bi alîkariya xwe ya –ji dil an bi zorê- diyaspora xweseriya diravî ya LTTE’yê misoger dike
  5. Bixwîne: Anuradha Herath, «The Saga of Colonel Karuna» (Çîroka Qumandar Karûna), Huffington Post, tîrmeh 2009
  6. Bixwîne: «Lessons from the war in Srî Lanka» (Dersên ji şerrê li Srî Lankayê), Indian Defence Review, îlon 2009
  7. «En Inde, expansion de la guérilla naxalite» (Li Hindistanê, geşbûna gerillayê Naksalîtî), Le Monde diplomatique, çileya pêşîn 2007

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr