Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Piştî şoreşan arizîkirin?

Rêdî Seîd Toprak: Gêrikên hesin, li ser kaxizê hibir, 50 x 70 cm

Tûnis û Misir bi îstîqrar-kirineke zehmet a rewşa xwe ya siyasî re rûbirû ne, divê ew di heman demê de ji heqê pirsgirêkên aborî jî derke-vin. Hilweşîna sîstema kurtêlxur a mafyawarî wê bêguman enerjîyan û înîsîyatîfên ferdî serbest bike, lê belê bi tenê heke desthilatdarîyên nû yên li cihê cih derfetên malî peyda bikin da ku demên ji dest dayî telafî bikin û pêşketineke wekhevîparêztir misoger bikin, ev enerjî û înîsîyatîfên ferdî wê berdar bin. Li gor texmînên destpêkê yên Bankeya Navendî ya Tûnisê û wezareta aborîyê ya Misirê di nav pênc salên li pêşîya me de wê pêdivîya her du welatan bi bîst ta sih milyar dolaran hebe da ku hoy û mercên jîyana welatîyên xwe baştir bikin û bi xêra bernameyeke sermayedana li sektorên barkêşî, çûnûhatin, enerjî û binesazîyên teknolojîk herêmên sihê/tam bi pêş bixe. Kesayetîyên tûnisî, belê herweha yên ewropî û ereb haya wan ji van pirsgirêkan heye (1), ev kesayet li bin slogana "Invest in Democracy, invest in Tunisia" ("derfetan li demokrasîyê, sermayeyê li Tûnisê razîne) û bangeke bi navê (Manîfestoya 200an) kir ku pê ji Rojava xwest di warê malî de destekê bide Tûnisê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê bi awayekî kêm û zêde parçeparçeyî dan zanîn ku kaseyên wan vala bûn û krîza deynên dewletê pêşî li wan digire ku devê kîsê xwe vekin. Di dema civîna G8ê a li Dovîlê, di navbera 26 û 27ê gulana 2011ê de welatên herî dewlemend ên cîhanê bêguman soz dan ku di nav du salan de bîst mîlyar dolaran (çardeh mîlyar euroyan) bidin Misir û Tûnisê, lê belê ev mîqdara wan deynan e ku berîya şoreşê biryara wan hatibû dan. Herçî welatên ereb in, ew qet nalezînin ji bo ku alîkarîya cîranên xwe bikin yên ku ketine ser rêya zehmet a demokrasîyê. Tevî ku gencîneyeke wê ya şer a pir xurt a sedûpêncî mîlyar dolarî heye jî, Cezayîrê bi tenê deh milyon alîkarî dan Tûnisê: Ne tu tişt e. Em behsa projeya Bankeya Derya Spî jî nakin, ya ku ji sala 1995ê ve di kartonan de ye, ji alîyê YEyê ve di gulana 2011ê de bi awayekî teqez hat betal kirin. Bankeya Ewropî ya Pererazandinê (EIB) –ku wê ji niha heta bi sala 2013ê wê mîqdareke giştî ya şeş mîlyar dolaran pêşnîyar bike– û Bankeya Ewropî ya Jinûveavakirin û Pêşketinê (EBRD) ku wê li cem Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Bankeya Cîhanî, bibin sazîyên sereke yên kredîyê didin Tunisê. Berevajî rewşa piştî hilweşîna dîwarê Berlînê ya welatên Rojhilata Ewropayê, welatên Derya Spî yên ku di derbasbûna demokratîk de angaje ne, wê bankeyên "wan" ên jinûveavakirinê û pêşdebirinê ne li ber destên wan bin.

Li Tûnisê û herweha li Qahîreyê, li cihên ku hêvî dihat kirin "planeke bi rastî ya Marshall" lê dest pê bikin –referansa fînansmana jinûveavakirina Ewropayê ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn– hêvî neman û tesîra wê pir bû. Tesîra vê nemana hêvîyê mezintir bû, lewra gelek aborîzanan rave kirin ku planeke bi vî rengî, mesrefa ku wê lê biçe jixwe li du mehên şerê li Iraqê diçe, yan jî %3yê hesabê yekbûna Almanyayê ya sala 1991ê ye. (2)

IMF û HDTê heman tiştê ku ji dîktatorîyan dixwest, ji demokrasîyên nûzayî jî dixwazin

Ji ber ku nikarin hêvîyê ji alîkarîyeke malî ya li gor pirsgirêkên aborî û civakî bikin, yên ku ew bi wan re rûbirû ne, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) bi awayekî pir xurt hem Misrê û hem jî Tûnisê teşwîq dike di pêşîlêvekirina lîberal de bêtir pêşde biçe, ku rê li ber tehlûkeyê vedike ku ji bo fînanskirina pêşketina xwe serî li komên mezin ên navneteweyî bidin. Di çavên deyndayên fonên navneteweyî û şirketên pirneteweyî yên rojavayî de yên ku li başûrê Derya Spî bi cih bûne û hez dikin xwedîyên rehetîyeke mezin a çalakîyê bin, xwedîbûna opsîyona hevkarîyên dewlet-taybet (HDT) êdî hema hema weke çareserîya mûcîzane xuya dike. Prensîp çi ye? Şirketeke taybet wê li ser navê dewletê yan jî kolektîfên wê, ji bo demeke dîyar xizmeteke dewletê (av, enerjî, tenduristî ...) fînanse bike, ava bike, paşê sûdê jê wergire, bimije: Demî jî be taybetkirinek e, ku navê xwe eşkere nake. Bi vî rengî bi sînîzmeke ku ya wan bi xwe ye, sazîyên malî yên navneteweyî ji van demokrasîyên hê nû ji dayik dibin heman tişta ku wan berîya demeke kurt ji dîktatorîyan dixwest, dixwazin.

Ji destpêka salên 1990ê ve IMFê her ji Husnî Mubarek û Zînelabidîn Bin Elî [yê pêşî serokdewletê Misrê yê din jî serokdewletê Tûnisê bû] bêtir reformên aborî dixwestin, di nav van reforman de guhertîbûna tam a pereyên wan, "başkirineke hawîrdora karsazîyê" –maneya wê "ji bo muteşebîsên bîyanî afirandina bêtir derfetan" e–,bi awayekî bi lez û beztir vekişîna dewletê ji qada aborî û lîberalkirina xizmetên gelemperîyê hene. Bêyî ku ketina nav aborîya bazarê bixin ber lêpirsînê, dîktatorên ji textê desthilatdarîyê xistî dîqet dikirin û jê haydar bûn ku di mijara pêşîlêvekirinan de zêde gavan neavêjin, lewra wan pê dizanî mumkin bû ev yek newekhevîyên civakî xirabtir bike. Hukûmetên paşerojê yên bi awayekî demokratîk hatî hilbijartin, gelo ew ê serê xwe ji van daxwazên lîberalkirina aborî yên hê zêdetir re bitewînin? Gelo HDT bi rastî jî çareserî ne?

Li başûrê Derya Spî ev montaj ji bo derdorên karsazan û sazîyên navneteweyî weke amûreke destjê-nabe ya fînanskirina binesazîyê xuya dike. Bi ser de jî pirsgirêkên vê sîstemê nayên zanîn. Çawa ku Les Echos ew rave kiribû "her diçe bêtir serî li hevkarîyên dewlet-taybet tê dayîn û vê sîstemê hê berdarîya xwe ya aborî îsbat nekiriye". Rojnameya aborîyê ya fransî ji ber profesorê huqûqê yê zanîngeha Aix-Marseilleyê François Lichère digire û bi kabîneya parêzeran ji bo nivîsandina peymanên HDTyan dişêwire û weha bi ravekirina xwe de diçe: "rîska malî li ser milê şirketên projeyê ye ku ji bo vê rewşa taybet ketine vî karî, ew ji sedî 90ê fonan deyn dikin. Ango ev amûr bi wî rengî ye ku dikare bi piştgirtina bankayan bawer bike ". (3)

Ji bo bicihanîna HDTyê divê faîz kêm bin û rewşa bankeyan jî baş be

Ev şirove du xalên sedema şik û gumanê derdixe holê. Endîşeya pêşî rewşa sektora bankeyan e. Pêdivîya amûra HDTyê bi rêjeyên faîzê yên kêm heye û divê rewşa bankeyan jî baş be. Ya rastî ev herdu şert jî li Tûnis û Misrê pêk nayên û gelek sazî (banka) li van welatan xwedî deynên gumanbar in û ji bo beşdarîya montajeke malî ya tevlîhev, bisporîya wan a pêwîst nîne. (4) Endîşeya duyemîn elaqedarî kapasîteya pêkhênera gelemperîyê ye ka ew dikare berjewendîyên xwe –û yên welatîyan– misoger bike û ka hevkara taybet wezîfeya xwe baş bi rê ve dibe. Maneya vê ew e ku dewlet, kolektîfên herêmî yan jî tevahîya aktorên din ên dewlet û gelemperîyê divê xwedîyên jêhatîbûn û bisporîya pêwîst a ji bo şopandin û bipêşxistina HDTyan bin. Weke mînak li Fransayê di sektoreke mîna tedarîkkirina ava vexwarinê de, ferz e li ser şaredarîyan ku îsbat bikin ew hişyar in da ku nekin buhayên zêde li wan werin bar kirin û da ku neke ku operatorê taybet hukmên peymanî bi cih neyîne, hemûyan li ser ferz bike. (5) Bi awayekî zelal ji bo HDTyan divê dewlet ne bi tenê xurt û bi îstîqrar be, belê herweha jêhatî be, jê were ku çarçoveyeke huqûqî ya zexm bi pêş bixe û paşê birêvebirineke baş a wezîfeyê ya hevkarê xwe jî kontrol bike. Pirs ew e, em zanibin ka birêveberîyên siberojê yên tûnisî û misrî wê jêhatî bin yan na.

Waşîngtonê "sertîfîkaya demokrasîyê" weke xelat da Birayên Misilman, ji ber ew ji bo DYAyê hevgirên bikêrhatî ne

Gelo derfet û bijarteyeke din a aborî heye ku ne lîberalîzmeke bêserûber be û ne jî vegera li dîrîjîzma [sîstema dewletê ya bi her awayî rê dide ber aborîyê] berê be? Heke bersiv erê ye, partîyên siyasî-dînî wê vê derfetê neyînin pê. Çawa ku aborîzanê Misrî Samir Amin ev yek der barê Birayên Misilman de nîşan daye, îslamîzm pê razî ye li alîyê tezên lîberal û merkantîlîst cihê xwe bigire û berevajî fikra bi mirovan re çêkirî, bi tenê hindik elaqeyê nîşanî pirsgirêkên civakî dide. Samir Amin rave dike "Birayên Misilman li sîstemekê aborî hatine zêde kirin ku xwe dispêre bazarê û bi tevahî girêdayî derve ye. Ya rastî ew hêmaneke bûrjûwazîya komprador in. (6) Ew li dijî grevên mezin ên çîna karker û şerê cotkar û gundîyan ên ji bo parastina milk û erdên xwe jî bûn [nexasim di nav van deh salên dawîyê de].Birayên Misilman ne bi tenê bi du alîyan "nerm" in bi awayê ku wan timî red kir bi rengekî bernameyeke aborî û civakî îfade bikin (ya rastî ew siyasetên neolîberal ên paşverû naxin ber lêpirsînê) û ew de facto serîtewandina li ber daxwazên belavkirina kontrola Dewletên Yekbûyî li dinyayê û li herêmê qebûl dikin. Ango ew ji bo Waşîngtonê hevgirên bikêrhatî ne (ma gelo ji Erebistana Suûdîyê baştir ku hamîya Birayên Misilman e, hevgireke Dewletên Yekbûyî heye?), jixwe Waşîngtonê "sertîfîkayeke demokrasîyê" jî weke xelat da wan!" (7)

Sereqet behsa kirinên alîkarîyê yên pêkhatîyên îslamîst tê kirin; hatiye ji bîr kirin ku ev îslamîst nîzameke qerisî diparêzin û ew red dikin ku li siyasetên ji bo kêmkirina xizanîyê û newekhevîyên civakî bifikirin, yan jî wan bi pêş bixin. Bi heman awayî îslamîzma siyasî meyldar e, siyasetên neolîberal teşwîq bike û li dijî tevahîya siyaseta bi rêya bacan ji nû ve dabeşkirinê ye û vê yekê weke nedînî dibîne. Zekat îstîsna ye, ango zekata huqûqî û bi qanûnan dîyarkirî –zekat yek ji pênc ruknên Îslamê ye. Ev yek jî rave dike ka çima îslamîstan qet hewl neda xwe nêzî tevgerên li dijî globalîzmê nekirine. Jixwe pirî caran ew wan weke rengekî nû yê komûnîzmê dibînin. Em dikarin niha ferzî mîsal bibêjin heta ku ew ji bo hîmê demokrasîyê bi xwe nebin tehlûkeyek, partîyên îslamî yên xurt şoreşeke mezin di siyaseta aborîya welatên navbirî de pêk nayînin.

Tûnis û Misir niha bi wê rewşê re rûbirû ne ku li vê "rêya sêyem" a navdar digerin, ku ji welatên kevnebloka Sovyetan nehat piştî hilweşîna dîwarê Berlînê pêk bînin. Mesele ew e ku pêşî lê were girtin ku şoreşên gel cihekî ji kapîtalîzmeke fetihkar re veneke, ku wê hevgirîya civakî ya civakên misrî û tûnisî bixe ber lêpirsînê. Ji bo pêşî li vê kapîtalîzma fetihkar were girtin, divê siyasetên aborî civakê û kêmkirina newekhevîyan derxin pêş.

Çavkanî: 

Akram Belkaïd:
Rojnamevan, nivîskarê Etre arabe aujourd'hui (mirov îro ereb be), Carnets Nord, Parîs, 2011

  1. Di nan wan de aborîzan George Corm, Jean-Marie Chevalier, Daniel Cohen û El Mouhoub Mouhoud, kevne- wezîrên karên derve Hervé de Charette û Hubert Védrine û heta parlemanter Elisabeth Guigou û Denis McShane hene
  2. "Un plan économique pour soutenir la transition démo- cratique en Tunisie (Planeke aborî ji bo destekkirina derbas- bûna demokratîk a Tûnisê)", Le monde, 18ê gulana 2011ê
  3. Catherine Sabbah, "Partenariat public-privé: un mauvais outil de relance (Hevkarîya dewlet-taybet: Amûrekî xirab vedije)", Les Echos, 15ê nîsana 2010ê
  4. Der barê rewşa sektora bankeyan li başûrê Derya Spî de, bigire li ber nota lêkolînê ya Guillaume Almeras û Abderah- mane Hadj-Nacer (bi hevkarîya Isabelle Chort), "L’espace financier euro-méditeranéen (Qada malî ya euro- Derya Spî)", Les Notes Ipemed, çirîya pêşî ya 2009ê, www.ipemed.coop
  5. Bigire li ber Marc Laimé, Le Dossier de l’eau; pénurie, pollution, coruption (Dosya avê, xela, qirêjbûn, bertîlxurî), Le Seuil, Parîs, 2003
  6. Peyva "bûrjûwazîya komprador" wê çînê terîf dike ku hatina xwe ya maddî ji bazirganîya bi derve re, nexasim jî bi rêya karûbarên îthal û îxrackirinê bi dest dixe, yan jî bi tenê îthal dike, çawa ku li gelek welatên ereb (Cezayîr, Erebîstana Suûdîyê, Lîbya ...) tê dîtin. Bandora vê kategorîya aborî ewqas e ku ew pêşîyê li bipêşketina çalakîyên aborî yên nav welêt digirin, yên ku mumkin bû bi malên wê yên îthal re reqabetê bikin
  7. Samir Amin, "2011: le printemps arabe? Réflexions égyptiennes (2011: Bihara erebî? Hizirînên misrî)", 24ê gulana 2011ê, www.europe-solidaire.org

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê