Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Piştî mirina Usama Bin Ladin, Pakistan

Ayşe Kazci: Bênav II, kolaj, rengê pîgment li ser tûwalê, 80 x 100 cm

Piştî êrîşa amerîkî ya li dijî Usama Bin Ladin ya ku qelsiyên artêşa Pakistanê lê eşkere kirin, Pakistanê xwest ku Dewletên Yekbûyî bide zanîn ku ew ê dused eskerên bi awayekî fermî li ser erdên wê ne, vekişîne. Ev tedbîr sembola têkiliyên bi xirecir ên di navbera Îslamad û Waşîngtonê de ye.

Operasyona biserdegirtinê ya amerîkî ya ku şeva 1ê gulana 2011ê diqulibî ser 2yê gulanê, beşek ji wê perdeyê rakir ku li ser şerê di sî û tarîyê de bû; ew şerê di navbera rêxistinên îstixbaratê yên amerîkî û pakistanî de. Bêyî ku tevahîya sir û razan eşkere bike.

Sala 2004ê di bin birêveberîya George W. Bush de Pakistan kete kategorîya biîmtiyaz a "hevgirên mezin ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li derveyê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO)", di vê komê de kêmtirî panzdeh neteweyan (di nav de Awûsturalya, Îsraîl û Japonya jî) hene. Piştî heft salan, êdî mirov ji xwe dipirsin ka rewşa rastîn ya têkilîyên amerîkî-pakistanî çi ye, herçend Usama bin Ladîn li bajarê garnîzonê Abbottabadê nêzî akademîya eskerî ya herî girîng a welêt hate kuştin jî. Li wê akademîyê ku berîya bûyerê bi hefteyekê fermandarê artêşa bejayîyê general Aşfaq Parvez Kayanî li pêşberî xwendekarên ciwan ên nû, îdîa kiribû ku "wan pişta terorîstan şkandiye". (1)

Birêveberê CIAyê Leon Panetta yekser axivî û got: Washingtonê berîya operasyona biserdegirtinê agahî neda rayedarên pakistanî, ji ber ku hingê van rayedaran dikarî "bi agahdarkirina hedefê, wezîfe bixista tehlûkeyê" (2), bi vî rengî biryar hat dayîn operasyoneke eskerî li nav welatekî serbixwe, bêyî ku destûra vî welatî were stendin, bê meşandin. Ji mehan ve dîyaloga dewamî ya di navbera herdu welatan de aloz bûbû. Eskerên amerîkî ji ber "bêkêrîya" desttêwerdana li mintiqeya eşîrî (3) ya bakurê Wezîrîstanê ya hempîşeyên xwe yên Pakistanê her diçû bêhtir nerazî dibûn. Ji ber ku ji vê herêmê şebekeya Heqqanî ku bixwe mîrateya mucahidînên afganî ye, li dijî eskerên NATOyê yên li rojhilatê Afganistanê êrişan bi rê ve dibe. Îfadeyên Panetta û nexasim hêrsa ji 2yê gulanê ve ya di navbera eskerên pakistanî rabûyî û Central Intelligence Agency (CIA) de hîpoteza lihevkirineke veşartî ya di navbera her du alîyan de lawaz dikin. Li gor vê hîpotezê artêşa Pakistanê di bin zextê de, yan jî bêyî ku zext hebe, dev ji koza Bin Ladîn berda –ev koz êdî di çarçoveya têkilîyên nihênî yên ji bo destpêkirina dîyaloga di navbera Washington û Talîbanên afganî de, kevin û bêkêr bû.

Zimanê fermî yê Pakistanê hewl dide qanih bike ku hebûna lîderê El-Qaîdeyê ya ji zû de, encama şkestineke tevahîya rêxistinên îstixbaratê yên welêt e; yên ku di nav karê şopgerîna Bin Ladîn de bûn û ne bi tenê şkestina birêveberîya Inter Services Intelligenceya (ISI) wê ya yekser di kontrola artêşê de ye. Şefê ISIyê General Ahmad Şuca Paşa bixwe li pêşberî parlemanê bi gilî û gazin behsa şkestina tevahîya sîstema ewlekarîyê ya welêt kir û di ber re jî hukûmeta herêmî û polîsê xwecihî gunehbar kir. (4) Di vê navê de tu kes nikare bawer bike ku rêxistineke bi qasî ISIyê xwedî hêz dikarîbû bi nasnameya wan kesan nizanibe ku li bajarekî garnîzonê, li avahîyeke pir li derdora xwe neguncyayî diman.

Maneya vê illeh ne ew e ku CIAyê agahîyên xwe li ber yên ISIyê negirtine, bi taybetî jî berîya rê û şopa wî biçe Abbottabadê, ji bo kontrol bike ku Abu Ahmed el-Kuweytî qasidê Bin Ladîn e. El-Kuweytî pakistanî ye, li Kuwêtê ji dayik bûye û çavkanîyeke li Guantanamoyê nasnameya wî daye zanîn. Ji 3yê gulanê pê ve, serokdewlet Asif Elî Zardarî pêşî di Washington Postê de kêfxweşîya xwe derbirî: Wî bi bîr xist –û heqê wî jî hebû– ku terorîzmê li Pakistanê bi dehan hezar mirov kuştine û xwe bi xwe pîroz kir ji ber ku "hevkarîya destpêkê ya Pakistanê ji bo naskirina qasidê El-Qaîdeyê, di dawîyê de gihişte encamê". (5) Lê belê ji hingê ve rengê axaftinê guherî.

Hin rojnamevanên wêrek ew rîsk girtin ser xwe ku hesab ji artêşê bipirsin, (6) yan jî bi dengekî bilind ew pirs kirin ku gelek kes bi dengekî pir nizm lê difikirin: "heke me nedizanî, em dewleteke bibinketî ne. Û heke me dizanî em dewleteke beredayî û serserî ne." (7) Bi her halî, ji bilî çend kesayetên bang kirin, ji nû ve li ser tevahîya stratejîya pakistanî were hizirîn, nîqaşa raya giştî ya ku ji alîyê desthilatê, piranîya birêveberên siyasî û çapemenîyê ve tê îfade kirin, pir bi lez vegeriya ser mijara hukumranîya neteweyî ji bo ku desttêwerdaneke amerîkî gilî û eşkere bikin. Pirsa durûtîyeke muhtemel a artêşê û yekîneyên wê yên taybet bi bayê bezê hat berteref kirin, ev jî bi kêrî ponijîn û lêhizirîneke kêmtir nerehet hat; a li ser qelsî û kêmasîyên avahîyên ewlekarîyê yên ku destûr dan komandoyên bi helîkopteran bîyanî di nav welêt de operasyonê bikin (û piştî pêkanîna wezîfeya xwe, bêyî zerer ji welêt veqetin).

Tiştekî pir kêmdîtî diqewime, artêş biryarê dide ku xwe bo parlemanê bide vexwendin. Lê belê rexneyên yekser ên çend parlemanteran –yên mîna parlemanterê Lîga Misilman a Pakistanî-Nawaz (PML-N) û lîderê muxalefeta li Meclisa Neteweyî (8) – ji danezana 13ê gulanê bi yekdengîyê hatî qebûl kirin, hatin rakirin. Vê danezanê "çalakîya yekalî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" û herweha êrişên bi balefirên bê mirov ên amerîkî yên li mitiqeyên eşîrî jî şermezar kirin. Dîsa bi yekdengî parlemanê "bawerîya xwe ya tam a bi hêzên parastina Pakistanê" jî pirgêsinî kir. (9)

Li alîyê xwe, artêş serê xwe bêhtir bi eşkerekirina "kampanya bêbextîyê ya li dijî Pakistanê hatî dest pê kirin" diêşîne û ne bi bûna serokê El-Qaîdeyê li bajarekî garnîzon lê. Şefê ISIyê pêşniyar kir ku îstîfa bike, lê belê ne li gor serokdewlet, ne li gor serokwezîr û ne jî li gor parlemanê hewcedarî bi îstîfaya wî hebû. Bi her halî, jixwe mumkin e di demeke kurt de kesekî din ji bo şûna wî bigire were wezîfedar kirin; lewra ew jixwe di dema dirêjkirina wezîfeyê ya îstîsnayî de ye. Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe bi xwe ya ku prensîpa wê hat dazanîn, hê nehatiya saz kirin û erka wê jî hê nehatiye diyar kirin. Em dikarin şik û gumanê ji asta berfirehîya hêz û erka wê bibin. Hin kesên niyetxirab xwe jê nahêlin û bi bîr dixin ku lêpirsînên berîya niha yên li ser kuştina serokwezîr Liaquat Elî Xan di 1951ê de û ya li ser kuştina Benazir Bhutto di 2007ê de tu encam nedabûn.
Tu kes li vir xwe naxapîne: Armanca van helwêstan berîya her tiştî li hemberî pirsên acizker û rexneyên ji derveyî welêt, xurtkirina "rûmeta neteweyî" ye. Birêveberê partîya sereke a muxalefetê PML-Nyê (ya ku li Pencabê hukûmet e û di hilbijartinên giştî yên sala 2008ê de ji 259 kursîyan 66 bi dest xistin) Newaz Şerîf bêguman bang kir ku xwezaya têkilîyên di navbera Îslamabad û Waşîngtonê de ji nû ve di ber çavan re werin derbas kirin, lê belê wî herweha xwest ku budceya artêş û rêxistinên îstixbaratê êdî li parlemanê were nîqaş kirin. Bi ser de jî wî bi bîr xist ku ne karê rêxistinên îstixbaratê ye, belê yê hukûmetê ye ku siyaseta derve ya welêt diyar bike. Şerîfê ku darbeyeke eskerî ew ji desthilatê dûr kirî, bi vî rengî pozîsyona xwe diyar dike. Eskerên ku rewşa wan bi taybetî hessas xuya dike bixwe, ji wan hat ku antî-amerîkanîzma li welêt xwedî giranî, ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin, hetta di nav beşeke artêşê de jî.

Du qadên lîstika kişikê yên amerîkî

Wekî din ji bilî Panetta birêveberên amerîkî bi baldarî tevgerîyan da ku çarçoveya axaftinên xwe diyar bikin. Serokê DYAyê Barack Obama bi tenê behsa "şebeke"yan kir ku mumkin bû alîkarîya Bin Ladîn bikin û guman yan jî gunehbarîyên xwe hîç dest nîşan nekirin. Ew baş dizane ku wê bi hilbijartîyên komarxwaz, lê her weha yên demokrat –ku di nav wan de seroka Komîteya Îstixbaratê li Senatoyê Dianne Feinstein jî heye– re bê pêşberî hev; ev hilbijartî dixwazin fonên pir mezin ên didin Pakistanê (ji dehsalan û vir ve 20 milyar dolar, û gelek milyar dolar ji bo budceya bê jî tên pêş dîtin) bên qut kirin. Lê belê têkilîyên zehmet ên amerîkanî-pakistanî li ser du qadên lîstika kişikê pahn dibin ku ji bo dîplomasîya wê diyarker in: Dîplomasîya amerîkî nikare ne têkilîyên xwe bi tevahî bi Pakistanê re qut bike, ne jî ewle be ku bikaribe bawerîyê pê bîne.

Qada yekem a kişikê bêguman ya Afganistan û Pakistanê ye. Ji konferansa Londonê ya çileyê 2010ê û vir ve, fikra lihevhatina neteweyî ya ku ji alîyê serokdewletê afgan Hamîd Karzaî ve hatibû dest pê kirin, ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevgirên wê ve hat pêk anîn. Armanca zêdekirina hejmara eskerên amerîkî ya ku Obama biryara wê da, zexta li ser talîbanan e. Di heman demê de, wezîra karê derve Hillary Clintonê jî di sibata 2011ê de eşkere diyar kir ku sê xalên kilît ên hevdîtineke muhtemel a bi serhildêran re, ne şertên pêş ... belê armanc pêk dianîn: "divê ew dev ji şidetê berdin, dev ji hevgirtina xwe ya bi El-Qaîdeyê re berdin û rêzê ji destûra bingehîn a afgan re bigirin. Ev in encamên ku ji her şêwaz hevdîtinê tên hêvî kirin." (10) Piştî kuştina Bin Ladîn, xala navendî di cîh de hat dugêsinî kirin: "peyama em didin talîbanan weke xwe dimîne, belê bi dengvedaneke ku îro taybet e: Hûn nikarin li benda çûna me bimînin. Hûn nikarin me têk bibin. Lê belê hûn dikarin biryarê bidin ku dev ji El-Qaîdeyê berdin û tevlî pêvajoyeke siyasî ya pasîfîk bibin." (11)

Ev navend û dilê stratejîya dij-serhildêrîyê ye ku general David Petraeus pêşî li Iraqê û paşê li Afganistanê da dest pê kirin; ew li Afganistanê hêzên NATOyê bi rê ve dibe (berîya ku di demeke nêz de bibe serokê CIAyê): Serhildêrên ku alîgirên bernameyeke neteweyî ne, ji terorîstên navneteweyî qut bikin. Weke prensîp, jiholêrakirina şefê El-Qaîdeyê yê bûyî weke markeyekê, divê hin tiştan hêsantir bike. Êdî divê bê zanîn ka tansîyona amerîkanî-pakistanî ya piştî operasyona 2yê gulanê wê li ber beşa duyem bibe asteng yan na: Zext li rêxistinên pakistanî bê kirin da ku tesîrê li talîbanên afganî bikin.

Lêkolînekê sala 2010ê nezelalîya têkilîyên di navbera talîbanan û parêzvanên wan ên pakistanî de derxist pêş: (12) Têkilîyên berfireh, –nûnerên ISIyê tevlî civînên Konseya Talîbanên afganî bûne, ya ku li ser erdê Pakistanê pêk hatiye– lê belê herweha ji bo hin fermandarên talîbanan ên ku ji hegemonîya Îslamadê ‘of û zivêr bûne’, têkilîyên zêde cih digirin. Îslamabad qet xwe jê venade ku alîyên pê re diaxive manîpule bike: Bîst rojan piştî konferansa Londonê ya çileya 2010ê ISIyê li Karaçiyê molla Abdul Xenî Baradar girt. Baradar weke kesê herî girîng ê duyemîn ê talîbanan tê nasîn û ketibû nav pêwendîyên neyekser ên bi Kabîlê re. Peyam zelal bû: Qet ne mewzûbehs e ku yekser di ser Pakistanê re were qevaztin û têkilî werin danîn, di serdemekê de ku xuya ye sala 2014ê (yan jî derengtir) li Afganistanê serdema piştî NATOyê tê amade kirin.
Ji bo stratejîstên pakistanî armanca sereke ew e ku bandora welatê xwe li Afganistana siberojê misoger bikin. Li gor senaryoyeke bi vî rengî divê Peştû (% 40 serjimara Afganistanê pêktînin) ji nû ve li welêt hakim bin û têkilîyên bi talîbanan re di ser tevna Heqqanî û Gulbeddîn Hekmatyar (eskerê kal ê cîhada dij-sovyet) re têra xwe saxlem bin, da ku îdîayên heq ên li ser erdên Peştû ên li Pakistanê gur nebin.

Xwedîbandorbûna li Afganistana siberojê di heman demê de li wir bisînorkirina giranîya Hindistanê ye. Bi bipêşxistina pêwendîyên xwe yên bi Karzaî re û bi ji mêj ve destekkirina Hevgirtina Bakur, ji 2002yê ve destketîyên Hindistanê çêbûn. Wê bernameyên pêşxistina aborî û civakî pêk anîn û giranîya xwe da ser avahîsazîyên xwedî maneyên mezin ên sembolîk (avakirina avahîya parlemana afgan), binesazîyên stratejîk (riya ber bi Îranê ve û ji bilî ya Pakistanê, pêşniyazkirina rêyeke din a digihêje deryayê) û perwerdekirina elîtan (bûrsên ji bo xwendekarên afgan li zanîngehên Hindistanê). Deh rojan piştî kuştina Bin Ladîn, di serdana xwe ya li Kabîlê de serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh da zanîn ku ew ê alîkarîya xwe zêde bikin (ji deh salan û vir ve bêhtirî milyarek û nîv dolar). Delhîya Nû êdî xwe li gor prensîpa lihevhatina neteweyî sererast dike, ji hingê ve ew siyaseteke "bê destwerdan û zorlêkirinê (…) ber bi Afgxanîstaneke serbixwe û biîstîqrar ve dibe, ku bi cîranên xwe re lihevhatî ye" dişopîne. (13) Navê Pakistanê nehatiye bi lêv kirin, lê belê herkes di peyamê digihêje. Ev yek dîsa jî pêşîyê li Hindistanê nagire ku dîyaloga berîya demeke kurt ji nû ve destpêkirî ya bi Îslamadê re dewam bike.

Bi vî awayî, qada kişikê ya afgano-pakistanî (ji bo Waşîngton û aktorên din ên pêywendîdar) li ser qadeke duyem a kişikê xwe nîşan dide, ku ji ya pêşî bi gelekî firehtir e: Li ser qada Asyaya bi pêş dikeve. Du mentiqên mezin di nav vê ketinanavhevê de tên cem hev. Mentiqê şerê li dijî terorîzmê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nav herîya afgano-pakistanî de asê kiriye. Waşîngton dixwaze ji nav vê herîyê bi şert û mercên bi rûmet û anor de derkeve. Lê belê ev armanc li ser wê ferz dike ku têkilîyên xwe yên bi Îslamadê re qut neke. Konsepta AfPakê (14) êdî di axaftinên fermî yên amerîkî de nayê bi kar anîn, lê belê ew hê jî konsepteke di cîh de ye: Ew Pakistanekê digire nav xwe; weha xuya dike ku her diçe bêhtir hem beşeke çareserîyê û hem jî beşeke pirsgirêkê pêk tîne. Dîsa jî rewşa hundirê welêt pir endîşeyan bi mirovî re çêdike. Tu tişt nîne ku misoger bike ku desthilata îcraker û çîna siyasî wê karibin paradîgmayeke nû ya stratejîk li ser eskeran ferz bikin. Ev paradîgma kêmtir pirsgirêkan diafirîne û ji bo xêrûberên tên payîn ên normalbûneke herêmî, bêhtir bi kêr tê, heman paradîgma ji kozên cografî yên welatekî hem hîmalayî û hem jî deryayî sûdê werdigire, ew welatê ku hem di navbera qutbên enerjîyê yên Rojhilata Nêzîk û Asya Navîn de ye û hem jî di navbera du hêzên bi pêş dikevin, Çîn û Hindistanê de ye.

Mentiqê duyemîn ê ku ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyarker e, xwe dispêre hêzdarbûna Asyayê ya ku dînamîzmeke aborî û vebûneke li tevnên global ên bazirganîyê, fînansê û enerjîyê rê li ber vekir: Antîteza alozîyên jeopolîtîk û krîzên navxweyî yên ku AfPakê li nav hev dixin. Li wir siberoj tê diyar kirin. Qesra Spî divê bi berjewendîyên nakok wê pêk bîne. Li ser vê qada kişikê, nabe ku ew hesaban ji pîyonê hindistanî neke da ku Çînê asteng bike. Lê belê li AfPakê, Pakistan li ser pirsgirêka Keşmîrê qerisî dimîne û fikara wê ew e ku Hindistanê ji tevahîya karûbarên afgan dûr bixe. Waşîngton wê karibe heta bi ku li gor vê yekê tevbigere, xwe eyar bike? Hemin, amadekarîyên hevdîtinan bi aktorên afgan re wê bêyî tevlîbûna Delhîya Nû pêk werin: Konseya Bilind a Aştîyê a Nav-Afgan, hevdîtinên sêalî pêk tîne û ev sê alî jî Afganistan, Pakistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, û sibe dusibe jî bêguman nûnerîya talîbanan a li Kendavê. Lê belê ew dem wê bê ku pêşketin –heke hebin– ji alîyê konferanseke navneteweyî ve werin misoger kirin; di nav vê konferansê de divê ji bilî aktorên mezin ên navneteweyî herweha tevahîya cîranên Afganistanê yên yekser yan jî yên nêzîk hebin, ku di nav wan de Îran, Hindistan û Çîn jî hene.
Ji 2yê gulanê ve Çîn dengê xwe nake. Pekînê kuştina Bin Ladîn silav kir, lê bêyî dudilî pişta Pakistanê girt, hem jî desteka Pakistanê dayî şerê li dijî terorîzmê teqdîr kir, ew şerê "ku li gor şert û mercên neteweyî [yên xwe bi xwe] bi rê ve dibe". (15) Ji bo hin analîstên pakistanî dostanîya Çîna xurt destûrê dide ku siyaseta derve di ber çavan re derbas bikin: Pakistan divê navika xwe ya bi Amerîkayê ve girêdayî bibire û ji vê jî wêdetir koza xwe ya çînî û heta ya rûs bi kar bîne. Serokdewlet Zardarî yê ku 11ê gulanê di çarçoveya serdaneke fermî de li Moskovayê bû, fikra gihiştina "deryayên germ" îfade kir, ku xewna kevin a çaran bû. Hefteyekê paşê serokwezîr Yûsûf Şah Gîlanî li Çînê bû. Çîn welatê herî zêde sîlehan difiroşe Pakistanê ye. Pekîna ku berjewendîyên wê yên aborî (yên zêde dibin) li Afganistan û Pakistanê û herweha li Asya Navîn û Rojhilata Nêzîk hene, soz da Pakistanê ku wê di demeke kurt de pêncî balefirên şer yên bêqisûrkirî yên tîpa JF-17 bidiyê.

Operasyonên bi hev re

Roja berîya biçe Pekînê, ango 16ê gulanê Gîlanî li Îslamabadê senatorê amerîkî John Kerry li xwe kir mêvan. Danezana hevpar îşaret bi girîngîya "berjewendîyên neteweyî" ya alîyan kir û daxwaza Pakistanê ya "nûkirina hevkarîya tam a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re" nîşan da. Ya rastî, li pişt perdeya van alozîyên darîçav, dîyaloga dualî bi tevahîya leza xwe dewam dike. Di heman demê de wezîrê parastinê yê amerîkî Robert Gates da zanîn ku "tu delîl nînin" îşaret bi hebûna lihevhatineke bi dizî ya di navbera pakistanîyên payebilind û Bin Ladîn de bike. (16) Piştî sê rojan, nûnerê Obamayî yê ji bo AfPakê Marc Grossman ji bo amadekirina serdana Clintonê li Îslamadê bû, di heman demê de zilamê duyemîn ê CIAyê Michael Morell tevî ISIyê şertên operasyonên bi hev re yên paşerojê diyar dikirin.

Ango lîstika mezin dewam dike. Li ser kapasîteya hêzên siyasî yên pakistanî derbarê guherandina parametreyên ji alîyê fermandarîya giştî ve diyarkirî de, şik û guman hene. Fermandarîya giştî bi xwe karîbû careke din bi bahozê re rûbirû bimîne, beyî ku hêza xwe ji dest bide.

Çavkanî: 

Jean-Luc Racine:
Birêveberê lêkolînê li Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS), li Navenda Lêkolîna Hindistan û Başûrê Asyayê ya Dibistana Lêkolînên Asta Bilind ên Zanistên Civakî (EHESS). Berhema wî ya dawî hat weşandin: "Géopolitique du Pakistan [Jeopolîtîka Pakistanê]", Hérodote, hejmar 139, 2010.

  1. "General Kayani says militants’ back broken (General Kayanî dibêje pişta milîtanan şkestiye)", Dawn, 23ê nîsana 2011ê
  2. Ji ber vê berhemê hatiye girtin: Massimo Calabresi, "CIA Chief : Pakistan Would Have Jeopardized Operation (Şefê CIAyê: Pakistanê wê operasyon bixista tehlûkeyê", Time, 3yê gulana 2011ê, li ser malpera: swampland.time.com
  3. Li Pakistanê herêmên eşîran li heft mintiqeyan hatine dabeş kirin
  4. Editorial, "ISI’s admission (qebûlkirina ISIyê)", Daily Times, Îslamabad, 15ê gulana 2001ê
  5. Asi Ali Zardari, "Pakistan did its part (Pakistanê para xwe pêk anî)", The Washington Post, 3yê gulana 2011ê
  6. Shahid Saeed, "Grab the Reins of Power (Girtina dest a hevsarên desthilatê)", Dawn, Karaçî, 5ê gulana 2011ê
  7. Cyril Almeida, "The Emperors’ Clothes (Cilûbergên împeretor)", Dawn, 6ê gulana 2011ê
  8. Jane Perlez, "Denying Links to Militants, Pakistan’s Spy Chief Denounces US Before Parliament (Înkarkirina pêwendîyên bi milîtanan re, Şefê ajanên Pakistanê li pêşberî parlemanê DYA derew derxist)", The New York Times, 14ê gulana 2011ê
  9. Biryara li ser çalakîya yekalî ya hêzên amerîkî ya 2yê gulanê; biryara 44ê, rûniştina hevpar a parlemanê, 14ê gulana 2011ê. http://www.na.gov.pk/resolutions.html
  10. Hillary Clinton, Discours à la mémoire de Richard Holbrooke (axaftinên ji bo bibîranîna Richard Holbrooke), Asia Society, New York, 18ê sibata 2011ê
  11. Hillary Clinton, "Remarks on the Killing of Usama bin Ladin (notên li ser kuştina Osama bin Ladîn)", danezana wezareta karê derve, 2yê gulana 2011ê, www.state.gov
  12. Matt Waldman : The Sun in the Sky. The Relationship between Pakistan’s ISI and Afghan Insurgents (Roja li ezmanan. Têkilîya di navbera ISIya Pakistanê û serhildêrên Afgan de), Crisis States Research Centre, London School of Economics, hezîrana 2010ê
  13. Axaftina serokwezîrê Hindistanê di parlemana afgan de, Kabîl, 13ê gulana 2011ê
  14. Li gor konsepta AfPak a ku ji alîyê Richard Holbrooke ve sala 2008 hat populerkirin, Afganîstan û Pakistan divê weke yek qada bi tenê ya şer werin dîtin. Piştî liberrabûna Îslamadê, rayedarên amerîkî vê peyvê êdî hema hema hîç bi kar nayînin
  15. Jiang Yu, berdevkê wezareta karên derve, "China urges the world to back Pakistan in terror fight (Çînê bang li dinyayê kir da ku pişta Pakistanê di şerê li dijî terorê de bigire)". Dawn, 5ê gulana 2011ê
  16. "Gates Says No Sign That Top Pakistanis Knew of Bin Laden (Gates got, tu nîşan nînin ku îşaret pê bikin ku haya rayedarên payebilind ên Pakistanî ji Bin Ladîn hebû)", The New York Times, 18ê gulana 2011ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê