Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Piştî du salan, çi bi şoreşa ciwanên yûnan hat?

Mahmut Celayir - Kare hevrisime li ser qertone 1

Em ji cîhê sûc, devera ku çirûska pêşî jê pekiya dest pê dikin: rêya Mîsolonjiyû, li navenda Eksarşiya rêyeke peyayan a çûnûhatina wê pirr a li Atînayê. Çend bar, dar, bi dehan ciwanên li vir û li wir û hin jê li erdê rûniştî, hêdî hêdî bîrayên xwe tamijkî vedixwin. Ne qadeh, ne qotî, ji şûşeyên 50 cl’yî vedixwin ku ji dikana di quncikê de kirrîne. "Lewre, erzantir e." Li ser dîwaran hemûyan afîş, nîvîs û hin afîşên din hene. Li her deverî wêneyên ciwanekî awirên wî mîna yên melayîketan: ev wêneyên Aleksîs Grîgoropûlos in, ciwanê 15 salî ku 6’ê çileya pêşîna 2008’an ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin (1). Komek ciwan bi destan kevaleke reş a ji mermerê nîşanî me didin "Tam li vê devera ha bû. Hindik ma ku du sal temam bibin". Wê êvarê û çend rojên paşê gelo ew tev li xwepêşandanên li kolanan bûbûn yên ku gellek ji wan veguherîn şerên bi polêsan re? Ji dil bersivê didin: "hemin! Ev demeke şahane bû! Em ji bo Aleksîs pirr xemgîn bûn û di heman demê de ewqasî jî hêrsa me rabûbû. Me hez dikir her tiştî bişikînin!" Ya rastî ev pirs li vir ne di cîh de bû: herkes di nava van rojên dînane yên çileya pêşîna 2008’an de bû – û di şevên van rojan de jî herkes hebû ku di nava êgir de, dikanên camên wan hatî xwarê û bi gaza çavsotîner derbas bûn.

Ecêb gellekî li ser Eksarşiya hat nivîsîn! Mala anarşîstan, cîhê esrarkêşan, stara vandalîstan û hwd. ... Ji mirov wa bû ku piyê mirov bi rêyên bi tehlûke dikeve, rêyên ku şêniyên wan ciwanên reş li xwe kirî û tiryakkêş in. Lê em li pêşiya xwe xeml û neqşên rêyên piçûk ên xweşik dibînin ku di wan de bi dehan aşxane, bar, pirtûkfiroş û dikanên piçûk ên pîşekariyê hene. Gellek xwendekarên ji zanîngehên li pirr nêz tên, herweha profesor, întellektuel, hunermend, çepgir... û polêsên ku hejmara wan gellekî zêde hene: mêrên ciwan ku bi parastinên lingan, kask, demançe, cop û maskeyên gazê yên timî bi kembera wan ve ne, bihêz xuya dikin. Wezîrê sosyalîst ê parastina welatiyan Krîstos Papûtsîs sirr û raza xwe aşkere dike (2): "Ez gellekî hez ji Eksarşiya dikim. Mixabin heke ev polês hemû nebûyana, xelkê Eksarşiyayê wê serî hildaba, vîtrînên li taxê bişikandana û cam bianîna xwarê, molotofkokteyl biavêtana û hwd. ..." Fikrekî ku bi bayê bezê derew hat derxistin. Petros yek ji şêniyên taxê gotinên wezîr sererast dike: "Ev bi tevahî ehmeqane ye! Tu kes li vir naxwaze dikanan xira bike. Ev polês li vir in daku dorê li taxê bigirin û pişta bûrjûwayan rast be ku "vandalîst" di bin kontrolê de ne". Kitekiteke girîng a cografyaya Atînayê: Kolonakî ango taxa herî dewlemend a navenda bajêr, ji "çînên bi tehlûke" yên Eksarşiyayê bi tenê bi rêyekê veqetandî ye. Di çileya pêşîna 2008’an de ev rê ango rêya Asklîpiyû hat derbaskirin û bûtîkên luks ên Kolonakiyê jî armanceke tercîhkirî ya xwepêşandêran pêk dianî. Îroj ev rê bi serî ve tijî polês e.

Sazkirineke siyasî ya nû ya çepa radîkal… û têkçûyina
di hilbijartinan de

Du salan piştî van bûyeran, gelo ji ber vê enerjiya gellekî xurt a dijber a ciwanên yûnan çi ma? Endamê Antiyeksûsiyastîkî Kînîsî – AK, Tevgera Dijdesthilatdariyê, yek ji gellek hêmanên anarşîzma yûnan, Vangelîs weha bersivê dide: "him tu tişt ji ber nema û him jî gellek tişt." Bi gotina wî "çend baxçeyên kollektîf û dehek avahiyên dagirkirî" li Atînayê. Li hejmara 66’an a rêya Themîstokleyûsê ya li Eksarşiyayê, Vangelîs tevî hevalên xwe avahiyeke piçûk bi rê ve dibe ku têde barek, saloneke dersên zimên ji bo penaber û koçberan û cîhekî konferansên li ser anarşîzmê heye. Du rêyan dûrî wir parkeke kevin a wesaîtan, şêniyan ji nû ve bi dest xist û veguherandin baxçeyekî piçûk ê botanîk ku lê dezgeheke vexwarinê ya xwebixwe bi rê ve dibe heye. Guhertineke din: tiryakkêşên bi salan e qada piçûk a li navenda taxê dagir kiribûn, ji aliyê komeleyên welatiyan ve bi alîkariya komên anarşîst a carinan bi şîddet, ji deverê hatin dûrxistin. Ew niha 300 metroyî dûrî wir li ser rêya Tosîtsa dimînin, di navbera Polytechneio (zanîngeha teknolojîk) û muzexaneya arkeolojîk de. Qada piçûk bi xwe ji nû ve bû navenda komeleyî û şevê ya Eksarşiyayê. Ev hemû ji bo vê bû? Vangelîs bi bayê bezê lê zêde kir: "lê belê beriya her tiştî, vê yekê hêvî bi me re çêkir ku utopyayên me dikarin pêk bên!"

Çend sed metroyekî dûrî wir, ketina zanîngeha hiqûq û aboriyê bi bandrolên fireh hatiye girtin: "ji kêmkirina nirxê dîplomayên me re, na!" Her sendîkaya xwendekaran li wir dezgehek bi cîh kiriye û hewl dide endamên nû çêke. Aleksîs Lîkûdîs endamê sendîkaya çepa radîkal EAAK’yê (Eniaia Aneksartîtî Arîsterî Kînîsî, Tevgera Yekbûyî ya Çepa Serbixwe) ye. Çileya pêşîna 2008’an di xwepêşandanên li kolanan de wî bi qêrîn digot "polês, beraz kujer", li zanîngeha xwe ya dagirkirî radiza û beşdarî civînên giştî hemûyan dibû. Nûçegihanê taybet ê Le Monde’ê portreyekî wî nivîsîbû û ew di vî portreyî de "weke neynika van ciwanên yûnan hemûyan ên ku kortejan çêdikin û xwepêşandan û meşan li dar dixin" didît (3). Ji hingê ve gelo çi bi Aleksîs hat?

"Di çileyê 2009’an de moralê me hinekî kêm bû. Me dixwest hikumet bikeve. Lê belê, bi lez, gellek karê me bikirana hebûn. Xwendekarên ku me qet nedîtibûn ketin nava sendîkayê. Xelkê di kollektîfên cîran de dest bi têkoşînê kir. Çileya pêşîna 2008’an bi rastî jî derfeta perwerdeyeke siyasî ya ciwanan afirand." Hema piştre, wê gavê, rêxistineke nû ava bû, Antarsya (Antîkapîtalîstîkî Arîsterî Sînergasiya giya tîn Anatropî: Çepa Antîkapîtalîst a Hevkariya ji bo Têkbirina Sîstemê) (4), di navê de troçkîst jî ji hatina cem hev a deh hebek komikên çepa radîkal pêk tê. Ji bo ku derfeteke siyasî ji têkoşîna bajarî re biafirîne, Antarsya’yê deh mehan paşê di hilbijartinên giştî de ... % 0.4’ê dengan bi dest xist. Syrîza (Synaspîsmos tîs Rîzîkîs Arîsteras, Koalîsyona Çepa Radîkal), koalîsyoneke din a çepa radîkal a kevintir e ku ji % 4.6’ê dengan bi dest xist û li parlemanê kursiyek ji xwe kêm kir. Aleksîs bêyî ku aciz bibe lê mikur tê: "Dem ji vê yekê re dive. Em gav bi gav bi pêş dikevin".

Pişt re qeyrana yûnan da der. Tevahiya sala 2010’an bi grevên karker û karmendan û xwepêşandanan derbas bû. Tevahiya ciwanên Eksarşiyayê bêguman tev li van xwepêşandanan bûn, lewre li vir, çawa ku Krîstîna ya 26 salî mîmara ciwan a bêkar jî rave dike, herkes pê bawer e ku "memorandûma" di navbera Papandreû, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Yekîtiya Ewropayê (YE) de hatiye mohrkirin "dek û dolabeke nû ya kapîtalîzmê ye daku deynekî bi çînên jêr ên xelkê bide dayîn ku ev çîn ne berpirsiyarê vî deynî ne". Xwepêşandan bi xwe, ji bilî ya 5’ê gulanê, timî bi mirovan ne mişt û himhimî bûn. Profesora psîkolojiya civakî li zanîngeha Panteion a Atînayê, Kseniya bi kelecan ji bo xwepêşandana 5’ê gulanê dibêje: "Wê rojê, heta hingê hê min qet evqas mirov li kolanan nedîtibûn, harîqulade bû! Carekê, komekê dest bi qêrînê kir: ‘bila bişewite mîrata parlemanê!’ Û tevahiya girseyê ev slogan bi qerînê got. Ez şerm dikim bêjim, lê min bi qêrîn ev tişt got!" Û hevala wê, birêvebira beşekê li wezareta aboriyê, Mariya van gotinan li peyva wê zêde dike: "Ha va ye, ya diqewime ev e, dema ku mirov li kolanan bi qêrîn dibêjin bimire Parleman!"

Ev pêncî sal in ku desthilatdarî di destê du malbatan de ye

Ciwanên Eksarşiyayê pirrî caran tev li van xwepêşandanan bûn, lê belê gelo ew nûneriya nifşê xwe dikin? Ev yek hîç misoger nîne. Lewma ji bo ku mirov bi rastî rewşa derûnî ya ciwanên yûnan hîs bike, divê ji vê taxa geto, dûr bikeve. Tevî ku ciwanên wê yên zêde polîtîzebûyî û komên wê yên anarşîst dikarin di demên qeyranê de hêzeke girîng pêk bînin jî, Exsarşiyaya ku çapemeniyê weke hesindizekî xurt dikişîne, Yûnanistan nîne.

Her êvar barên li Psîrî, Monastîrakî û Gaziyê ku çend sed metroyekî li bakurrojavayê Akropolê ne, ji mirovên ji derdorê tên, mişt dibin. Giyorgos, Hara, Panos, Elena, Efthîniya, Mîxalîs, Peter û Lalîn hemû "çileya pêşîna 2008’an li kolanan" bûn. Ji bo ku qadehên piçûk ên rakomeloyê vexwin li ser maseyê rûniştine. Rakomelo meyek e ku di nav hingiv hatiye dakirin û germ di surahiyekî de îkrama wê tê kirin. Ev ciwan fikrên xwe bi kelecanê derdibirrin. Panos dibêje: "tevahiya dibistana min daketibû kolanan. Min jî da dûv wan". Efthîniya bi tenê "du rojan" tev li xwepêşandanan bûye, weke pirraniya hevalên xwe. Panosê xwendekar û saetê ji bo sê euro û nîvan garsoniyê dike, xwe ji bîr dike û dibêje: "ji bo ku em nîşan bidin em li vir in, em hene. Lê belê vê yekê tu tişt neguherand! Timî heman gû ye! Ez pê dizanim ku ez ê kar peyda nekim. Li Yûnanistanê ji nîv sedsalekê û vir ve desthilatdarî di destê du malbatan de ye, mesele hemû ev e. (5) Ma hûn navê demokrasiyê li vê yekê dikin?" Cîranê wî li gotinên wî zêde dike: "hîletê min ji dê û bavên min û dapîr û bapîrên min diçe, lewre wan dengê xwe da van mirovan!" Ji bo van ciwanan hemûyan memorandûm "pirr zêde tevlihev e!" Bêyî ku hewl bidin der barê naveroka wê de serwext bibin, ew pê bawer in ku ev peyman "wê di bertîlxwarina bi salan e ji aliyê Pasok û ND’yê ve hatiye organîzekirin tu tiştî neguhere" (6). Di 2010’an de yek ji wan jî tev li xwepêşandanan nebûye. Lalîn vê yekê weha rewa dike: "Êdî gellekî bi tehlûkeye mirov dakevin kolanan. Û bi ser de jî ez li dijî şîddetê me". Hevala wê Efthîniya li axaftina wê zêde dike: "Sendîka bi her awayî firotiyî Pasok’ê ne!" Yek ji wan jî ne endamê rêxistinekê ye. "Muzîka me û hevalên me hene, û hew!"

Plana tedbîran, ma em dikarin çi li dijî wê bikin?

Çend kîlometroyan li bakur (7), li taxa Kîpselî, li ser rêya Fokiyonos Negrî bi dehan qahwexane û taverna hene, piyê tûrîstan qet bi wan nakeve. Bi tenê şêniyên taxê diçine wan, çînên navîn, karmendên dewletê yên piçûk û dikandar û herweha zarokên wan. Elena, Dîmîtrîs, Panos, Nîna, Dzîna, Elenî û hevalên wan bîrayekê vedixwin – "yeke bi tenê, lewma bîra gellekî buha ye" – û li dawiya maçeke fûtbolê temaşe dikin: vê êvarê Panathînaykos bi Paniyoniyos re dilîze, du komên mezin ên fûtbolê ên bajêr. Pirraniya wan tev li xwepêşandanên çileya pêşîna 2008’an nebûne. Dîmîtrîs weha dipirse: "Aleksîs di encama qezayekê de mir: ji bo çi ez ê daketima kolanan?" Panos îdîa dike ku "partiyên siyasî mirina Aleksîs bi kar anî, daku êrîşê bibin ser hikumetê. Min nexwest bikevime nav vê lîstikê". Bi tenê Elena li xwe mikur hat ku tev li xwepêşandanan bûye, "Lê bi tenê rojekê, paşê min şîddeta vandalîstan dît û ez veqetiyam". Sala 2010’an yek ji wan jî tev li xwepêşandanên li dijî plana siyaseta hişk a butceya dewletê nebûye. Jitaqetketî weha ji xwe dipirsin: "hikumetê û Yekîtiya Ewropayê biryara vê planê dan, ma em dikarin çi li dijî wê bikin?" Û hinan ji wan bi vî rengî li van gotinan zêde kir: "Çi dibe bila bibe, ev deyn gunehê me hemûyan e. Îroj divê em vî deynî bidin." Çavên wî li televizyonê (Panathinaykosê hê nû bi 2 - 1 da pêşiyê) Dzîna bawer dike ku "çapemenî ji bo hikumetê kar dike". Mijara sohbeta me ber bi dawiyê ve hat ser koçberan: "gellek in, divê hikumet wan bike der!"

Mamosteyê zanîngehê yê beşa antropolojiya civakî ya zanîngeha Panteionê, Raniya Astrînakî piştrast dike û dibêje "rast e ku pirraniya ciwanên 2008’an di 2010’an de daneketin qadan. Di 2008’an de tevlêbûna wan a xwepêşandanan û heta şîddetê gellekî xurt bû, û digihişte tebeqeyên civakî gişan. Lê belê em îroj hê jî bi tevahî pê nizanin bê ka motîvasyonên wan ên cewherî çi bûn". Û sibe? Hatina cem hev a ciwan û mûçegiran ku di çarçoveya heman serhildanê de bûbin yek, gelo ev yek mumkin e? Di teoriyê de xuya ye ku gellek şertên ku bikin ev yek mumkin be, hatine cem hev. Li aliyê ciwanan pirsgirêkên sala 2008’an hê jî dimînin û heta xirabtir bûne: nirxê dîplomayan kêm e, kesên xwediyê dîplomayan dema ji zanîngehê vediqetin, karên baş peyda nakin, tişt buha dibin, polês hê jî xwe êrîşkar nîşan dide, "mûçeyê herî kêm ji bo ciwanan" êdî heye û sînorê wê 592 euro ye û ji dê û bavên xwe hindiktir pereyan distînin, lewma bandora xirab a siyaseta hişk a butceyê ya dewletê li dê û bavan bi xwe jî bûye. Lewre ji havîna 2010’an ve tesîrên van tedbîran dest pê dikin xwe baş didin hîskirin.

Li her deverê li ser rêyan, li ser camên dikanên girtî yan jî li ser deriyên avahiyan heman nivîsa li ser kaxizên zer heye: ENOYKIYAZETAY (bi kirê ye). Prîma rêûresmê ya tîrmehê ku weke mûçeyê meha sêzdehan ên li gellek welatên Ewropayê ye, îsal nedan karmendên dewletê. Buha zêde dibin, yê benzînê euroyek û nîvê zêde bû û ev yek xelkê welêt trawmatîze dike. Di sektora taybet de şîrketan dest pê kir dikan û kargehên xwe digirin yan jî peymanên xwe yên kar ên giştî di ber çavan re derbas dikin. Profesorê aboriyê û birêvebirê Înstîtûya Kar a GSEE’yê (Genîkî Sînomospondiya Ergaton Elladas, Konfederasyona Giştî ya Karkerên Yûnanistanê) sendîkaya sektora taybet, Savas Robolîs vê îdîayê dike: "em baş pê dizanin: sala 2011’an wê ji bo Yûnanistanê berbad be. Dawiya sala 2011’an hejmara bêkarên reel wê ji milyonekê bibihure ango bigihêje % 20’an, ev rêje di 2009’an de % 15.5 bû". Bi ser de jî tu kes ji rewabûna tedbîrên sererastkirina bacstendinê ya hikumetê ferz kirî, bawer nake ku bi dewixandina mejiyê mirovî re hat birêvebirin. Şîara dewixandina serê mirovan jî weha ye: "gunehê me hemûyan e", bertîlxwarin, karên ne li rê, hevalgirtin, deyn û hwd. gunehê me hemûyan e. Nivîskar Takîs Theodorapûlos (8) weha li sûcdaran aşkere dike: "Ne bi tenê misêwa nelirêbûna sîstema komkirina bacan heye, lê belê herweha têkiliyên di asta herî jor de tevlihev di navbera kesên hikumetê bi rê ve dibin û çendek malbatan de hene ku bi xêra karê bi dewletê re yên di sektorên çekan, ragihandin, barguhêziya deryayî û enerjiyê de gellekî dewlemend bûn. Ev malbat qet nayên kontrolkirin, lê li aliyê din dewlet bela xwe ji welatiyên piçûk venake, yên ku hewl didin 300 euroyekî li xwe zêde bikin û deynin aliyekî daku weke Fakelakî (9) ya ku di demeke man û nemanê de bide doktorê xwe.

Tu dezgeh nînin ku
bikarin nerazibûna
civakî veguherînin ser
muxalefeteke polîtîk

Di vê navberê de gellek astengiyên mezin pêşiyê li çûyina ber bi serhildaneke gel ve digirin. Beriya her tiştî, hê jî gellek yûnan ji bilî xaniyê lê dimînin xwediyê daîreyekê ne ku didin bi kirê yan jî erdekî wan ê piçûk heye. Ev Milk dibe ku demekê ji bo kêmkirina bandora krîzê bi kêr bên. Di warê siyasî de gellekî zêde parçebûna çepa radîkal li pêşiyê asteng e ku tevgereke girseyî ya gel bê afirandin. Li aliyê çepê yê Pasok’ê em dikarin heta bi şêst rêxistinên siyasî bijimêrin! Kevnexwendekarê mîmariyê li zanîngeha Polytechneioyê û endamê OKDE-Spartakos’ê (Organosî ton Kommûnîston Diyethnîston Elladas, Rêxistina Komunîstên Navneteweyî yên Yûnanistanê) baskê Înternasyonala IV. ê yûnan, Manos Skûfoglû weha poşmaniya xwe tîne zimên: "nerazîbûna civakî dibe ku zêdetir bibe, belê tu avahiya jê bên vê nerazîbûnê veguherîne têkoşîneke siyasî nîne." Pîanîsta şanoya doza anarşîzmê, Marîna li xwe mikur tê: "Çiriya pêşî ya 2009’an min dengê xwe da Syrîza’yê. Lê belê hêvî bi min re nehiştin. Dev jê bernadin, hema di qirika hev de ne û devjeniyê dikin. Êdî bes e".

Li aliyê sendîkayan rewş ber bi immobîlîzmê ve (ji tevgerê ketin, tevizîna tevgera civakî) diçe. Sendîkavaniya yûnan, ya rastî bi tenê xwe li dora du konfederasyonan bi rêxistin dike: GSEE (Genîkî Sînomospondiya Ergaton Elladas, Konfederasyona Giştî ya Karkerên Yûnanistanê) ji bo sektora taybet û Adedy (Anotatî Dioikîsî Enoseon Dîmosion Ypallîlon, Birêvebiriya Bilind a Yekîtiyên Mûçegirên Sektora Dewletê), ji bo sektora dewletê. Herdu jî ji aliyê kadroyên bihêz ên PASOK’ê ve tên birêvebirin. Ew bi tu rengî bi tevahî betalkirina memorandûmê naxwazin, îdîa dikin ku bi organîzekirina xwepêşandan û grevên giştî hewl didin zorê li hikumetê û IMF’yê bikin daku zehmetiya plana siyaseta hişk a butceya dewletê nerm û kêm bikin.

Taybetmendiyeke yûnan a zêde heye, hebûna partiyeke komunîst (KKE, Kommûnîstîko Komma Elladas, Partiya Komûnîst a Yûnanistanê) ya hê xurt e (10) – di hilbijartinên giştî yên herî dawî de % 11’ê dengan bi dest xist – û bi rengekî tundrew li dijî tevahiya hevgirtinên bi hêzên çepê re ye. Sekretara giştî ya KKE’yê Aleka Paparîgavê (11) yekê weha rave dike: "Heke em hevkariyê bi GSEE’yê û Adedy’yê re bikin, ev ê bibe xiyaneteke sûcdar li dijî tevgera karker, nexasim nuha ku herdu jî ya ji destê wan tê dikin daku karker tedbîrên hov û xeddar ên hikumetê qebûl bikin, bi rêya qebûlkirina fikrê, ev tedbîr neheq in lê belê pêwîst in." Di dema xwepêşandanên mezin de herkes baş guhdarê xwe bû ku bi yên din re tev li hev nebe: dema ku GSEE’yê û Adedy’yê banga kombûna li qada Omoniyayê dikir, KKE’yê ji bo xwepêşandanê meydana Syntagmayê dineqand û komên çepa radîkal rêya Patîssiyon ya ne dûrî anarşîstan hildibijart.

Hêmanekî din ê vê mamika bersiva wê zehmet a yûnan, girîngiya derdorên anarşîst e ku piştî Spanyayê ya herî xurt a Ewropayê ye. Endamê sendîkaya anarşîst Rossi’yê, Yannîs Andrûlîdakîs îdîa dike ku "serhildanên sala 2008’an ên ku anarşîstan têde pêşengiya şîddetê dikir, kir ku tevger bi awayekî zêde bi lez mezin bibe ku li tevahiya welêt hejmara alîgirên tevgerê ji 5.000’an bigihîje 10.000’an." Bi parastina "şîddeta li dijî şîddeta dewletê" kêfa tevahiya civaka çep bi rengekî taybet jêre tê (12). Lê belê hebûna wan weke kêreke herdu devê wê jî tûj e: dema ku hin kes dikarin karûbara serhildaneke gel a ber bi îsyanê ve bikin, yên din ku ji bo wan tu sînorê şîddetê nîne, dikin ku xwepêşandêr ji ber kirinên wan ên kujer birevin. Weke Lalîn û hevalên wî yên ji Psîriyê, gellek ciwan êdî hew diçin xwepêşandanan "lewre ji kûkûloforiyan [ev kesên "rû nixumandî" yên ku camên dikanan tînin xwarê û molotofkokteylan diavêjin, nota redaksiyonê] û gaza çavan dişewitîne ya ku polîs diavêje wan, ditirsin".

Du salan piştî serhildanên çileya pêşîna 2008’an, siberoja rêya yûnan wê bidin ber xwe rê li ber peydabûna pêşbîniyên li hev nakin, vedike. Mîna aborîzan Kostas Vergopûlos, hin kes difikirin ku "rewşa civakî li ber teqînê ye, [û ku] bûyereke mirov ne li bendê biqewime wê weke çirûskekê bike ku agir bigire herdeverî!" Beriya van bêje Vergopûlos plana IMF’yê weke "xelekeke şeytanî, bi nav kir, lewma bi kêmkirina hatina maddî ya xelkê, kirrîna berheman jî tê kêmkirin ku şîrketan neçar dike îflas bikin, rê li ber bêkariyê vedike û kêmbûna hatina maddî zêdetir dike û hwd." Hineke din pirr fikaran dikin, weke nivîskar Takîs Theodorapûlos ê ku ditirse "şêwazekî şîddetê yê nayê kontrolkirin a herkesî li dijî herkesî". Marînaya pîanîst jî vê fikarê par ve dike: "ez bi rastî jî ditirsim faşîzm xurt bibe. Ne dûrî Eksarşiyayê, li taxa Agiyos Pandeleymonayê komên rasta radîkal li ser rêyan êrîşî koçberan dikin".

Îroj hema bêje herroj mûçegirên hêrsa wan rabûyî dadikevin qad û kolanên Atînayê, lê bêyî ku ji wan bê dengekî hevpar ê têra xwe xurt ji nava lodê daxwazan bidin der: ajovanên rêyan, hilberînerên mîwe û heşînayiyan, doktorên ciwan ên ku pereyên wan nehatine dayîn, karmendên wezareta sporê, xebatkarên weşanxaneyeke deriyên xwe kilîtkirî û hwd. ... Hikumet bi xwe bi polêsan dorgirtina parlemanê û tevahiya navenda bajêr firehtir dike ku êdî veguherandiye keleheke dorlêgirtî. Xwendekareke li Eksarşiyayê rewşê weha analîz dike "Papandreû dizane ku xelk nikare barê plana siyaseta hişk a butceya dewletê hilgire. Ew dixwaze wan bitirsîne û tevahiya daxwaza wan a protestokirinê ji dest wan bigire".

Çavkanî: 

Aurel:
Yek jê rojnamevan, yê din jî illustrator (şêwekarê pirtûk, rojname û kovaran) e.

  1. Bixwîne: Valis Kaimaki, "Pereyan didin banqeyan, lê gava ku ciwan tên… fîşekan diyarî wan dikin", Le monde diplomatique, çileya paşîna 2009’ê
  2. Ev wezareta ku bi karê polîsan alaqedar dibe, berê bi ewlekariya giştî ve dadiket. Gava ku çiriya pêşîna 2009’an dîsa desthilatdarî bi dest xistin, sosyalîstan got ku ew navê vê wezaretê bi armanca ku polîsan û xelkê li hev bînin diguherînin. Piştî vê jî ekîbine din bi navê Dias ava kirin ku ji polîsên bi motorsîklet pêk tên (du kes in, yek diajo û yek lê dixe) û ev polîs li nava bajêr digerin
  3. "Alexisekî din", Elise Vincent, Le Monde, 18 çileya pêşîna 2008’an
  4. Antarsya herweha tê wateya "serhildan, îsyan û raperînê" jî
  5. Li hêla rast, Karamanlis ji sala 1955’an ve ye ku li ser Nea Demokratia (ND) ne. Li hêla çepê jî, ev 70 sal in ku sê nifşên Papandreu li desthilatdariya tevgera sosyalîst in
  6. Pasok: Panellimio Socialistiko Kinima, tevgera sosyalîst ya hemû Yûnanistanê. ND Nea Demokratia, demokrasiya nû
  7. Atîna car caran ji Parîsê firehtir e û nêzî nîviyê nifûsa welêt vedihewîne ku ji 11 milyona kesan 5 milyon li paytextê dijîn
  8. L’invention de la Venus de Milo, Sabine Wespiesser, Paris, 2008
  9. Di sîstema tendurustiya Yûnanistanê de, êdî bûye adet ku yê nexweşjî ji cem xwe heqdestê doktoran bide û heger bixwaze baş muayene û tedawî bibe, ev adet êdî ferz e
  10. Serkevtina wê bi berxwedana wê ya li hember nanîzmê ve dikare bê girêdan, lewre ji ber qurbaniyên ku di dema şerrê sivîl de (1946-1949) dane û ji ber qehremaniyên ku li hember dîktarorên leşker kiribûn, xatirê wê li cem xelkê heye. Radîkalîzma hin pêşniyarên wê bala ciwanan dikişîne weke mînak, dixwaze ji Yekîtiya Ewropî û ji sîstema euroyê derkeve û êrîşî sîstema gendeliyê dike
  11. Ew pirr kêm hevpeyvînan dide, lê belê bi awayekî awarte qebûl kir ku bersiva pirsên me bi awayekî nivîskî bide
  12. Weke konsera piştgiriyê ya ji bo yekî ji wan (Simo Seikidi ku piştî ku molotofek avêtibû otobusa polîsan hatibû kuştin), bi beşdariya pênc hezar kesî, roja 26’ê îlonê li Atînayê li dar ket

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê