Piştî çar salan...
Fona Pereyan a Nevneteweyî (IMF) hê nû lê mikur hat: "Qederê çar salan piştî destpêka krîza malî, bawerîya bi îstîqrara sîstema bankeyan a navneteweyî hê jî divê bi tevahî bê nû kirin." (1) Lê belê tiştê ku serokê Rezerva Federal a Amerîkî Ben Bernanke weke "Buhrana Mezin [ya sala 1929ê] jî di nav de, krîza malî ya herî xirab a dîroka dunyayê" (2) dinirxîne, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nebû sedema tu mueyîdeyên cezayî. Goldman Sachs, Morgan Stanley, JP Morgan pereyên xwe li hilweşîna sermayeguzerîya bi rîsk didin û van bi lez û bez pêşniyazî mişterîyên xwe dikin... Di rewşa herî xirab de cezayê pereyan li wan tê birîn, lê para bêhtir bonusan distînin.
Ber bi dawîya salên 1980yê ve, di encama îflasa bi hîle ya bankayên tesarûfê yên amerîkî de, heştsed bankevan hatin girtin. Ji hingê ve hêza bankayan bi avakirinên ji nû ve yên ku hêza wan navendî kirin, zêdetir bû û vê hêzê ew li hemberî dewleta di bin barê deynê gelemperîyê de lawazbûyî, kire rewşeke ku ceza li wan neyê birîn. Di serî de Barack Obama, namzetên bê yên ji bo Qesra Spî, ji bo ku Goldman Sachs alîkarîyê bide kampanyaya wan a hilbijartinan ji niha ve lavan dikin; midûrê BNP-Parisbas qet xwe jê venade ku bi arizeyeke kredîyan gefan li hikûmetên ewropî bixwe, heke hikûmet bankayan bi awayekî cidî ji nû ve birêkûpêk bikin; ajansa notdayîna kredîya Standard & Poor’s ya ku nota xwe ya herî baş a rîskê (AAA) dabû Enron, Lehman Brothers, Bear Stearns û herweha her şêwaz "ferzên kelevajî" (junk bonds), îşaret pê dike ku heke ew bi leztir mesrefên dewletê kêm neke, ew ê vê notê ji hêza super a amerîkî bistîne.
Sê salan civînên G-20ê yên ku armanca wan çêkirina "semfonîyeke nû ya cîhanî" bû, sîstemek parast ku lîberalkirina bankeyan, prîmên weke yên firewnan yên dahîyên piçûk ên "vedîtinên nû yên malî" û mesrefên tevahîya karesatên ew dibin sedem jî bi welatîyên bacê didin û bi dewletan didin dayîn (gotara li ser Îzlandayê bixwîne). Sosyalîstên fransî aciz dibin ji ber ku "salên piştî krîza kredîyên subpriman [nota wergêr: kredîyên piçûk ên bankeyan, kredîyên ji bo kirîna xanîyan û deynên kartên kredîyan], hikûmetan ji yê ku li tevahîya dunyayê di nav nîv sedsalê de ji bo alîkarîya welatên xizan xerc kir, bêhtir pere dan destekkirina banka û sazîyên malî!" (3) Lê belê dermanên ku ew didin pêş, geh dişibin pîneyan (ji bo bankeyan % 15 baca zêdekirî), geh dişibin daxwazên nemumkin, (nehiştina bihuştên malî [nota wergêr: Welat û deverên bac li wan nayê dayîn yan jî kêm e], avakirina ajanseke notdayîna qada dewletê, backirina veguheztinên malî), lewra pêkanîna wan girêdayî "çalakîyeke hevdeng a wan dewletan e ku endamên Yekîtîya Ewropayê ne" û kirineke bi vî rengî jî pir kêm muhtemel e.
Bi vî rengî ya ku diviyabû bibe "krîza ji hedê xwe zêde [nota wergêr: Serokkomarê Fransayê Sarkozy ev peyv piştî krîzê bi kar anîbû û îşaret bi birêkûpêkkirineke ji nû ve ya cidî ya bankeyan kiribû] ", bû krîzeke ji bo ne tu tiştî. Şêwirmendê sereke yê China Banking Regulatory Commission Andrew Cheng îşaret pê dike ku sedema vê pasîfbûnê "pirsgirêkeke dîlgirtina" dewletan ji alîyê pergala wan a malî ve ye. (4) Ango berpirsiyarên siyasî gelek caran weke marîyonetan tevdigerin, marîyonetên ku berîya her tiştî fikar û mitaleyan dikin ku ziyafeta bankevanan aciz nekin, lê nebin bar.
- IMF, Rapora li ser îstîqrara malî li dinyayê, nîsana 2011ê
- Jeff Madrick ji ber girtiye, "The Wall Street Leviathan", The New York Review of Books, New York, 28ê nîsana 2011ê
- Projeya Sosyalîst 2012. Pêveka L’hebdo des socialistes, hejmar 610, 16ê nîsana 2011ê
- In James Saft, "Big Winners in crises: The Banks (Yên di krîzan de gelekî bi ser dikevin)", International Herald Tribune, 13ê nîsana 2011ê
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


