Pisporiya zanistî di xizmeta welatiyan de?
Gelo daxwazên pisporiya Dezgeha Ewropayî ya Ewlehiya Xwarinan (AESA) li ser bêxeteriya riwekên transjenîk bi kêrî çi tê, digel ku hemû fikirên wê heta nuha erênî bûn û seroka wê bi lobiyeke endustriya xwarinê ve girêdayî bû? (1) Heger pisporên Rêxistina navneteweyî ya tendurustiyê (WHO) digel vaksînçêkeran têkel nebûbûna, gelo xetereya virûsa H1N1 dê bi vî rengî hatibûya nepixandin? Di rojên weha de ku lobî, her ku diçe, ji bo pesendkirina tercîhên endustriyel û nûbûnan çalaktir dibin, divê em li pisporiya zanistî bipirsin.
Sê têgehên cuda yên vê yekê hene. Têgeha herî klasîk û herî belav jî, xwestina fikira "kesên zanyar" e. Siyasetmedar pirrî caran weha dihesibînin ku ev boçûn înkar nabin, ji ber ku ji "zanyariyê" dertên. Li Fransayê, demeke kurt berê nuha, bi sazkirina Desteya Bilind a Bîoteknolojiyan (HCB), şikleke zelaltir îlan bû. Ew çembereke duyem e ku ji nûnêrên zanyariyên mirovî, civakî, aborî, û komele an rêxistinên ne hukumetî (RNH) pêk tê; peywira wê jî ev e ku li pisporiya berê rohniyeke nû zêde bike. Avakirina HCB’ê di reforma Komîsyona muhendîsiya bîomolekulî (CGB) de alîkar bû, lewre ku CGB bi têgeha berê hatibû sazkirin, û ji ber pisporiyên xwe yên timî alîgirên organîzmên jenetîkî yên guherandî (OJG), pirr caran rexne xwaribûn. Ev yek nakokiyan jî bi xwe re tîne. Marc Fellous, kevneserokê CGB’ê û serokê nuha yê Komeleya fransî ya bîoteknolojiyên riwekî, komeke zanyarên ku ji bo piştevaniya cotyariya endustriyalîzekirî dixebite, Dezgeha aborî, exlaqî û civakî (CEES) ya HCB’ê rexne dike ji ber ku ew "komeleyên ku bi sedemên îdeolojîk û ne zanyarî, li dijî OJG’an in" di nav xwe de vedihewîne, û dixwaze ku "hevsengiyeke navbera her du komîteyan, lê di nava komîteyan de jî bên bicîhanîn. Wekî din, divê serokatî xwedan peywireke sentezê bibe". (1)
Ev rexne destnîşan dikin ka çawa zanyarperestî li ser dirûva rêzkirina pisporiyan bi bandor e: biryardêrekî siyasî dê her demî bêhtir guh bide ramana zanistî û ne ya CEES’ê ku gumanbarê kêmaniyên ewlehî û alînegiriyê ye.
Lê belê, gelo em dikarin bi temamî xwe bispêrin fikira pisporên zanyar, tevî ku zanîna wan tu carî têrê nake (ji ber giraniya pisporbûnê û kompleksbûna pirsan) û tehlîlên wan carina di bin bandora bawerî û nakokiya berjewendiyên aborî û îdeolojîk de ne? Heger em guh bidin wan, nûbûn daîmî ji bo xelkê tiştekî baş e, û cîhan dikare ji bo demeke dirêj sextekariyan ragire. Lê belê, divê fikirên li ser rastiya pêşketinan ji derveyî sazkerên van pêşketinan jî bên. Lewre jî, formuleke sêyem weha dihesibîne ku divê pisporiyeke berpirsiyar, nirxên zanyaran bi kar bîne, lê li gorî van nirxan neyê kirin.
Sazkirina Dezgeha Bilind a pisporî û gazincê (HAEA) dikare valahiya zanistî û welatî di navbera gotinên pisporan û biryara zagongêr de tijî bike. Saziyeke weha di 2007’ê de ji hêla Weqfa zanyariyên welatî ve, di dema hevdîtinên "Grenelleya hawirdorê" (4) de hat pêşniyarkirin, û ew anuha mijarê pêşnumayeke zagonê ye. (5) Ev komeke din a pisporan nîne, ev komîteyeke deontolojîk a pisporiyê ku peywira wî jî tarîfe û kontrolkirina şert û mercên vê xebatê ye.
Divê kiryareke exlaqî, zanyarî û demoqratîk a pisporiyê, hem guhdarê fikirên cuda, pirrpîşeyî, pirralî û zelal bibe. Guhdarê fikirên cuda ji ber ku teknozanyarî pîşeyekî alîgir e, û her dema ku sûd û xirabiyên nûbûnekê mijarê neraziyan in (yanî hema bêje her demê), navê pisporî bi tenê li yek fikirê guhdar bike (bi gelemperî, ya xweşbîn e), lê divê ew nîqaşekê navbera "zanistan", li hemberî komîsyoneke pirralî ya ji zanyarên cihê û nûnêrên civaka sîvîl pêkhatî, veke. Wekî din, divê gotinên "zanist" û "zanyaran", ne weke bi tenê ji bo zemînê zanyariyên misbet bên fêmkirin, lê weke peyvên ji bo hemû zemînên zanînê derbasdar, di nêzîkatiyeke pirrpîşeyî de, tarîfe bibin. Pêwîst e ku tevahiya pêvajoyan zelal bibin jî, ji raya giştî û medyayan re vekirî, hem ji bo agahdarkirina civakê, hem ji bo xurtkirina serbixweyiya dezgehê. Weke mînak, divê nixumandina encamên pêşceribandinan, di bin bahaneya "sirraya endustryel" de, ji holê bê rakirin. (7)
HAEA dê ji bo şopandina gazincan jî, nemase di warên tenduristî û hawirdorê de, berpirsyar bibe. Bi zagona pêşniyarkirî, gazincker dê ji parastina taybet sûdê werbigrin (8) û dê tehlîla rexneyî ya qenaetên wan çêbibe. Herçî pispor in, alîgiriya wan a pîşeyî û îdeolojîk, kêm zêde her demê li ser boçûna wan bi bandor e, lewre jî divê diyar bibe ka ew ji kîjan hêlê diaxivin û pêwîst e ku zanînên din, belkî ji aliyê berjewendiyên din jî, li hemberî wan bên derêxistin. Ji bo endamên Dezgeha bilind a berpirsa deontolojiyê, îmzekirina peymaneke serxwebûnê ji xwe lazim e. Ku nakokî paşê pisporiyê dimînin, û eger rewş weha giran bibe ku hin nifûs an jî hawirdor di bin xetereyeke mezin de bin, HAEA dikare bixwaze ku Konvansiyoneke welatiyan (9) li dar bikeve; konvansiyon jî dê rayeke rohnîdar û alînegir bide.
Serhişkiya hilbijartiyan a li dijî nêzîkatiyên bi vî rengî, li ser xurtkirina demokrasiyê ya di vî warî de meriv dixe nava fikaran. Di 3’ê sibata 2010’ê de, li meclîsa neteweyî, komên meclîsê bi yekdengî li hemberî pêşnumaya zagonê ya nûnerê gel Jean Leonetti, li ser tevlîbûna welatiyan a sazkirina zagonên bîoetîkê, derketin. Lê belê, pisporî, çiqas bê kêmanî bibin jî, bi tenê dikarin berjewendiyên giştî biparêzin dema ku hukumet wan dihesibîne, bê ku di dawiyê de teslîmî stemkariya lobiyên endustryel bibe. Lewre jî, ji bo pisporiyeke di xizmeta welatiyan de, pêwîst e ku mirov, ji destpêkê heta dawiyê, ji komên berjewendiyan haydar bibin.
Jacques Testart:
Serokê rûmetê yê lêkolînan li Inserm’ê, Serokê Weqfa zanyariyên welatî, http://jacques.testart.free.fr
- Bnr. hevpeyvîna digel Jose Bove, li ser malpera www.euractiv.fr, 30 îlon 2010
- Hevpeyvîna digel Wolfgang Wodarg, serokê Komîsyona tendurustiyê ya Konseya Ewropayê, L’humanité, 7 çileya paşîna 2010’an
- Binihere: hevpeyivîna wî ya li ser malpera www.innovationlejournal.com 24 hezîrana 2010’an
- Rêzeke civîn û hevdîtinên li derdora mijarê hawirdorê ku ji hêla Wezareta Hawirdorê ya Fransayê ve hatibûn lidarxistin. (Têbiniya wergêr)
- Weqfa zanyariyên welatî, "Projet de loi de loi pour la déontologie de l’expertise et la protection des lanceurs d’alerte" ("Pêşnumaya zagonê ji bo deontolojiya pisporiyê û parastina gazinckeran", 22 cotmeh 2010, http://sciencescitoyennes.org
- Bernadette Bensaude-Vincent, Les vertiges de la technoscience (Sergêjiyên teknozanyariyê), La Découverte, Parîs, 2009
- Di 2005’ê de, ji ber israrên RNY’an, dadê li ser şîrketa Monsantoyê ferz kir ku ceribandinên neyînî yên li ser mişkên ku garisa transjenîk xwaribûn, diyar bikin
- Mekanîzmayên parêzvan ên bi vî rengî, di pirr welatan de hene (DYA, Brîtanya Mezin), lê Fransa hê jî ji wan bê par e
- http://sciencescitoyennes.org/spip. php?rubrique124
Wergera ji fransî: Simko Destan

