Pîşe, xizmeta nava malê
Hikûmeta fransî û beşek ji çepê, van "xizmetên ji bo şexsan" weke qadeke pir girîng a kardayînê dibînin. Li cîhanê, çend sed milyon xizmetkarên nava malê hene. Li Filîpînan, "îxrackirina" jinên xizmetkar bûye pîşesazîyeke neteweyî û ji bo vê yekê, perwerdeyeke mecbûrî û semînerên amadekirina ji bo jîyana li koçberîyê têne ferz kirin. Zêdetirî sed hezar kes ji van qerwaşan li Hongkongê dixebitin.
Riyeke bi çerx, daristanên çinarên hêşîn û mêrên bi unîforma. Ji nişka ve, îmajên kartpostal ên korfeza Hongkongê xuya ne, ligel avahîyên bilind û fîloyeke keştîyan. Li pişt dîreksîyona otomobîla xwe ya servekirî, Charlotte bi hejandina serê xwe, îşaretekê dide karkerê ewlekarîyê; û derîyê gundekî ferdî yê bi navê keşifkarê brîtanî yê bi navûdeng Tertre Stanley vedibe.
Ji 2005ê û pê ve, ev hevwelatîya fransî-belçîkayî ya li derveyî welêt dijî, li gel mêrê xwe yê fransî, di vî xanîyê bi şaneşîn de ku ji navenda "aborîya herî vekirî ya dinyayê" sî deqîqe dûr e, rojên xweş û geş derbas dike. (1) Mêrê wê di bankeyeke fransî ya mezin de xwedî pozîsyona stratejîk a dîrektorê fînansî ye. Herçi Charlotte e, ew naxebite û kêf kêfa wê ye; di korfeza Stanleyê de melevanîyê dike, tenîsê dileyize û ji bo rêxistineke ne hikumî (RNH) ya fransî ya mezin xebata alîkarîya însanî dimeşîne. Ji bo xanîyê mezin û çar zarokên wan, Charlotte û Paul muhtacî "dayîn"ekê ne. Ne, hevpîşeya ewropî ya "xizmetkarîyê". "Lennie, patrona wê bi heyranî dibêje, çiqas dilsoz e". Leonora Santos Tores li zarokan miqate dibe, xwarinê çêdike û paqijîyê dike. Ew yek ji 290 600 xizmetkarên bîyanî ye, yên ku 2011ê li Hongkongê tên xebitandin. Li ba Charlotte û Paul, weke piranîya hevpîşeyên xwe, ew li odeyeke ji 5 metrekareyan piçûktir dijî û bi şev û roj ji bo rehetîya patronên xwe, xwe diwestîne.
Charlotte a ku "çar sal in neçûye supermarketekê" û ku vê rizgarîya ji karê malê weke "rizgarîyeke rasteqîn" dihesibîne, hîn bi matmayî dibêje ku xizmetkara wê "piştî ku ji ber behrê vedigere, mayoya wê ya şil, bêyî ku destûrê jê bixwaze, ziwa dike". Ji bo vê servîsa 24 saetî ya 6 rojên hefteyê, cot (jin û mêr) 5 000 dolarên HK (450 euro) dide Leonora Tores, yanî bihayeke çar qat kêmtir a fiyeta eynî servîsê li Fransayê. "Ev ji meaşê asgarî yê xizmetkaran li Hongkongê 100 euro bilindtir e, ji bo bi kêmanî rojê deh saetên xebatê", Charlotte derdibire. Ji ber ku ew û mêrê wê nahêlin ku xizmetkar xwarina xwe ji sarincoka (bûzdolabî) wan bixwe, ew serê mehê 55 euroyên zêde didin wê. " Qanûna Hongkongê wisa ye", ew şirove dike. (2) Û dibêje ku "450 euro, meaşekî baş e. Hin malbatên welatîyên derve serê mehê heta 600 an 700 euroyan didin. Ew bazara me xira dikin".
Ji bo vê dayika malê ya adetparêz, xebitandina xebatkareke ku saetên xwe hesab nake, dîsa jî dibe sedema hin nerindîyan. "Wek mînak, mutbex bi rastî împeratorîya wê ya piçûk e". Ew weha vedibêje: "Havîna bihurî, min li Fransayê makîneyeke muthîş a ji bo jinên bi ecele ji xwe re standibû: Thermomix. Ev robot ne ji rêzê ye û hertiştî dike: Ew dikelîne, hûr dike... Min ji xwe re gotibû ku ez ê bi xêra wê bi xweşikî vegerim mutbexa xwe. Lê binihêrin, min çileyê ev anî vir û min bi tenê çar caran bi kar anî, ji ber ku Lennie timî ji bo me nan dipêje!"
Charlotte diçe odeya xwe û Tores ji mutbexa "xwe" derdikeve. Ev jina 47 salî westiyayî xuya dike, ji pênc zarokên xwe sisê li gundê Catalagana eyaleta turîstkêş a Luzonê, li bakurê Fîlîpînê, hiştine. Mezûna nivîsandina telegraman, ew ji 1999ê û vir ve li Hongkongê dixebite da ku debara malbata xwe bike. "Her mehê, ez ji dehan heşt parên meaşê xwe, bi buhayê kêm yê veguhastina Western Union [yanî 28 dolar HK bi serê veguhastinê -3 euro-, têbinîya redaksîyonê], dişînim da ku pereyê zanîngeha zarokên xwe bidim. Min ew di dehsalîya wan de hiştin. Li Fîlîpînê, perwerdehî welê biha ye ku em mecbûr in ji bo perwerdeya wan xwe feda bikin".
"Fedakarî": Ev peyv timî li ser zimanê karkerên malê yên fîlîpînî ye. "Pirî caran, Tores vedibêje, azadîya tevgerên me nîne li cem patronan. Xwarina me hindik e û em tevahîya jîyana xwe ji bo malbatê terxan dikin. Pir hevwelatîyên min di şert û mercên jîyanê yên rezîl de dimînin". Tadeyên gotinî an fîzîkî, bindestîya herdemî ya li hember hemû daxwazên patronan, meaşên kêm û heqxwarina rojane... Li gor wezareta kar a Hong Kongê, her salê, % 10 xebatkarên malê ji ber heqnedayîn, ihlalên peymana kar, muameleyên xirab an êrîşên cinsî gilîya patronên xwe dikin (yanî serê salê bîst û pênc hezar doz). Tecrubeyên Tores a bi vî rengî jî hene; ew pêşî şeş mehan di malbateke hongkongî de ma û revîya ("Wan dixwest ku ez dev ji roja xwe ya betlaneyê berdim"), paşê jî, wê şeş sal di malbateke Çînîyan de derbas kirin ku, ew dibêje, pîra malê "lê dixist" û "dijûn didanê". Ji ber vê yekê, ew li gor teorîya relatîvîteyê tev digere û patronên xwe yên niha ji xwe re "baş" dihesibîne. Di qanûnê de, piştî dawîya peymanekê divê xebatkarên malê heta çardeh rojan ji Hongkongê derkevin, lewre piranîya wan newêrin gilî bikin.
"Di xwîna wan de ye". Charlotte "dilsozîya" xebatkara xwe weha şirove dike. "Jinên fîlîpînî bixwe têkilîyên wan bi derdorên wan re baş in. Di çanda wan de wisa ye, ew bi temamî dilsoz in. Ew ji zarokan pir hez dikin! Ev yek weke tahtîla wan e, hûn dizanin, ji ber ku jîyana wan ne pir hêsan e. Lennie pir girêdayî ol û dêra xwe ye, loma dikare barê vê jîyanê hilgire...". Tores evanjelîst û endama tevgera "Born again" e. Ew "hêza xwe ji têkilîya xwe ya bi Xwedê re distîne". Weke piranîya fîlîpînîyan, ew xristîyaneke dîndar e û qaîdeyên xwedêyî bi cih tîne, yên ku bi qaîdeyên patronan re jî li hev tên: "Ez guhdarîya Xwedê dikim û ferqa zengîn û feqîran li ba Wî tuneye". Di odeya wê ya piçûk de, komputereke girêdayî Skype, Facebook û Yahoo!, lampeya şevê ya zarokên patronê û wêneyên zarokên xwe li ser hev dibin. Li serê komputerê, tabloyeke mezin jî weha dibêje: "Timî spasdarên Xwedê bin û herdem cefayê bikişînin".
Gelo meyla xebata malê "di xwînê de" ye? Her salê, ji sed hezar fîlîpînîyan zêdetir bi ser riya sirgûnê dikevin da ku di beşa xizmetkarîyê de bixebitin. Di vî welatê aborîya wî têkçûyî de, siyaseta îxracatkirina hêza xebatê bi rê û resmî 1974ê, di bin hikumdarîya Ferdinand Marcos (1965-1986) de, hat dest pê kirin. Wî di mezinbûna welatên Kendavê ya piştî qeyrana petrolê ya yekem a 1973ê de, fersendeke şandina karkerên fîlîpînî "bi awayekî demkî" dîtibû. 1974ê, sî û pênc hezar ji wan li derveyî welêt dixebitîn. Sî û pênc sal bi şûn de, ev pêla yekem veguheriya tevgereke bi piranî jinanî û li gor hejmarên fermî, ji heşt mîlyon fîlîpîniyan zêdetir -yanî % 10ê nifûsê û % 22yê nifûsa di temenê xebatê de – bi vê helwêsta koçberîyê li derveyî welêt in. Li gor Bankeya Dinyayê, 2010ê, xebatkarên derve, bi xêra nêzîkî 21.3 mîlyar dolarên veguhastina fonan, % 12ê Hatinên Brut ên Hindûrîn (HBH) a Fîlîpînê misoger dikirin. (3) Ev yek, li pey Çîn, Hindistan û Meksîkayê, vê komgirava 95 mîlyon niştecihan di rêza çaran a veguhastinên pereyê ji sirgunê de bi cih dike.
Piranîya dîyasporaya mayînde an demkî (ku ji çaran yek ji xwe bê kaxiz e) li DYA an Kanadayê dimîne; 1.8 mîlyon kes li Rojhilata Navîn jî hene (1 mîlyon ji wan li Erebistana Suûdîyê ne, tevî ku vî welatî tîrmeha bihurî ambargoyek li ser xebatkarên malê yên fîlîpînî û endonezyayî îlan kir). Bi gotina Gloria Aroyo ya kevneserokkomara fîlîpînî (2001-2010), ew "qehremanên hevdem" in. Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê ya 2006ê -sî hezar xebatkarên fîlîpînî wê demê di bin bombebaranê de dijîyan-, wê programa "super-xulam" da dest pê kirin. (4) Li gor îfadeyên wê, armanca programê "şandina super-xebatkarên malê" bû, ku xebatkarên malê bi "zimanê patronên xwe" perwerde dikir, dîplomayeke "bikaranîna makîneyên malê" û ya "dermankirina pêşî" amade dikir. Armanc jî ev bûn: "Betalkirina fiyatên ajansê", misogerkirina "meaşekî herî kêm ê 400 dolaran" ji hemû xebatkarên malê re û kêmkirina alozîya tevnî (çi aborî û çi fîzîkî jî) ya ku ev jin li tevahîya cîhanê rastî wê tên. Pênc sal bi şûn de, ev dibistana hanê li hemû komgiravê belav bû, lê belê daxwazên heqên asgarî yên ji bo welatîyên fîlîpînî yên li derveyî welêt dijîn, bi piranî li ser kaxizê man.
Berendama hejmar pênc a bi her du destan rahiştiye tasika porselen a şorbê, di nava xwêdanê de maye
Manîla, gulana 2011ê. "Hûn bi xêr hatin Hongkonga piçûk!", Michelle Ventenilla, yek ji çar profesorên dibistana Abest bang dike. Ev dibistan jî, ji 364 dibistanên ferdî yên pejirandî û bisporên "xizmetên malê" yên komgirava fîlîpînî yek e. Li pişt dîwarên acûrê yên vî xanîyê piçûk, texlîdeke maleke tîpîk a malbatên qada jorîn a Honkongê amade kiribûn: Otomobîla ku di hewşa malê de li bin tavê dibiriqe, akwaryuma masîyên taybet, banyoyên rengê rojavayî, odeya zarokan û ya dê û bavan, perdeyên tam pembe li pencereyên wan û dîwarên bi rengekî keskê vekirî boyaxkirî. Ji 2007ê ve, dibistana Abest hezar û pênc sed xebatkarên malê yên fîlîpînî ji bo Hongkongê, du seetên balafirê dûrî Manîla labîrentî, "ixracat kirine". Dibistana ku fiyetê qeydê lê 9 000 peso (130 euro) ye, ser bi ajanseke xebitandinê ve ye.
Roja înî ya 13ê gulanê, azmûna dawîn e. Namzeta hejmar pênc, jineke ziravokî ye, pir xwêdanê dide. Ew şorbedankeke porselen tîne, nêzîkî maseyê dibe ku qumaşekî pembe yê lastîkî li ser hatîye danîn, û teqlîda dana taseke şorbeyê dike. Lea Talabis a 41 salî yek ji nêzî sed hezar namzedên her salekê yên ji bo hazirkirina dîplomaya xizmetên malê tên, National Certificate II (NC II) ya ku piştî 216 seetên perwerdeyê tê dayîn. Çavdêrê fermî yê Dezgeha Perwerdekarîya Profesyonel, Technical Education and Skills Development Authority (Tesda), Rommel Ventenilla (5), bi baldarî li namzedê dinihêre; ew niha derbasî îmtihana "xizmeta li ber maseyê" dibe. Gavek li kêlekê, nigên wê tîk ev mamosteya dibistana seretayî, ku ji mecbûrî qebûl kir ku bibe xebatkara malê, da ku debara malbata xwe bike, nêzîkî patronê xeyalî dibe û dipirse: "Hûn şorbeyê dixwazin, beg efendî?" Ventenilla serê xwe dihejîne û dengek ji devê wî dertê. Talabis dudil e. Piştî ku wê çoçikek şorbe berda tasa spî ya li milê çepê patron, gelo divê ew gavekê xwe bide kêlekê û şorbedankê bibe mutbexê, an jî wê deyne ber kesê ku dixwe? Xuya ye ku ev azmûn wê nerihat dike; ew li erdê dinihêre û zû bi zû hertiştî li ser dolabê datîne.
Çavdêr şansekî din dide wê: Ev azmûna pirsan e. "Hûn çiqas avê dixin qedehê?" Ew awirên vedigerîne ser raxistina maseyê, ku weke li cem malbatên burjuwa yên Hongkongê hatiye danîn: Sê qedeh, sê binik, kêrên goşt û masîyan, sîmetrî û mesafeyên minasib. Talabis diçe milê rastê patron, wek zarokekê surehîyê digire destên xwe û ji çaran sê beşê qedeha wî dadigire. Ventenilla, bê liv û tevger, dê dawîyê azmûna "xizmeta li ber maseyê" erê bike. Namzed vedigere mutbexê. Ew ê nota xwe ya dawî li gel îmtihanên raxistina nivînan, paqijkirina fayansê an akwaryumê, utîkirina cilan an şûştina erebeyê temam bike.
"Filîpîne: 1. Jina ji Filîpînan. 2. Kedkara nava malê"
"Nota dawîyê, % 20 qabilîyet , % 20 zanyariyên teorîk û % 60 helwesta çê ye", Ventenilla rave dike. Ev tê wê maneyê ku ji jêhatîbûna xizmetkarên siberojê ya tedawîyê, lojîstîkîya karê malê, an jî ji nanpêjîyê bêhtir, asta wan a îteatê û rêzgirtina ji emran re tê nirxandin. "Em êdî nabêjin "xizmetkar", Susan de la Ramaya seroka bernameyê li Tesdayê serrast dike. Em êdî dibêjin "alîkara malê". Em naxwazin ku Fîlîpîn weke "welatê ixracatkirina xizmetkaran" bê nîşan dan, weke hin salên berê çêbûbû... " 2005ê, ferhenga brîtanî Meriam-Wesbter di weşana xwe ya cîhanî de weha nivîsandibû: "Fîlîpînî: 1.) Jina ji Fîlîpînê; 2.) Xebatkara malê". Ev yek jî bûbû sedema hêrsa hikûmeta fîlîpînî û tevgera profesyonelbûna sektorê rakiribû.
"Piranîya patronan alîkarên malê yên kubar, bi sebr û bi taybetî bêdeng dixwazin. Li vir, em hewl didin ku wan ji bo sergermîya patronên hongkongî amade bikin. Divê mirov bi sebr be û berî hertiştî, ji dil bixebite", Michel Ventenillaya profesor dişêwire û weha kilîteke bernameya "super xulaman" jî dîyar dike. Li raser akwaryumekê, nîşana serfirazîya civakî ya malbatên asyayî, herfên li pey hev kirî yek ji dirûşmên sazîyê didin xuyakirin: "Paqijî nêzîkî dilpaqijîyê ye". Di odeya dersê de, tabloyeke kesên "serkevtî" (yên ku "li çareyan digerin" û ji patronên xwe re dibêjin: "Bihêlin ez ji we re bikim") û kesên "neserkevtî" (yên ku li "sûcdarekî/ê" digerin û timî "hincêtan ji xwe re dibînin" da ku rêzê ji emran re negirin) ji hev derdixîne. Herçi Qanûna Disîplînê ye, ew fermanên weha dide: "LI DIJÎ PATRONÊN XWE DERNEKEVIN"; "Bi xizmetkarên din re neaxivin"; "Dema ku patron we serrast dike, rûyê xwe mad û miroz nekin" ; "Eger pirsgirêkên we çêbûn, bi ajansa xwe re bikevin têkilîyê û bawerîya xwe bi hevalên xwe neyînin".
Dîyar e ku tovên sosyalîzmê li vir nayên çandin. Ne sendîka û ne jî grev hene, her weha civînên bi armancên sosyal û derketina li hemberî bingehên xulamtîyê jî tunene: "Timî di wextê de amade bin" li beşê şeşan a pirtûka destan a dibistanê tê nivîsandin, û "qaîdeyeke alîkarên malê yên baş" jî li gor wê weha ye ku divê mirov "tu cara saetên xebata xwe hesab neke" (di beşa "Tiştên ku nayên kirin" de).
"Ev dibistanên perwerdeyê ji welatê me re şerm in", Gary Martinezê serokê rêzê yê Rêxistina ne hikûmetî (RNH) Migrante International, li Manîlayê, dinirxîne. "Her roj, di navbera şeş û deh cesedên koçberên fîlîpînî yên di dema xebatê de mirî, tên vegerandin. Ev şermeke mezin e, welatekî weha ku xebatkarên xwe bi xwe dişîne derve, hem jî rojê 4 500 kes! Fîlîpîn bi rastî bûye şirketeke afirandina xizmetkaran".
Seet 14 e. Talabis aniha ji bo azmûna paqijkirina fayansê xwe amade dike -ew ê bi ser bikeve. Mamosteya dibistana seretayî ya Montenlopa, li Manîlayê, deh sal berî niha wê jixwe ji bo malbateke burjuwa ya Hongkong karê malê kiribû. "Lê belê, ew dibêje, diviya ez vegeriyama asta xwe ya berê". Jê bêhtir, dîplomaya pêwîst, National Certificate II, jê re lazim bû da ku bi riya hiqûqî ji welatê xwe derkeve. Wê biryar da ku vegere bîyanistanê û li wir kar bike, û wê mêr û herdu zarokên xwe li du xwe hiştin. "Ez ji bo wan diçim. Li Hongkongê, ez ê ji meaşê xwe yê mamostetiyê pareyekî du qet pirtir bistînim". Ew qebûl dike ku navenda perwerdeya wê berî hertiştî "îteat û teslimîyeta li ber emrên patronan" fêrî wan dike. Lê ew jê matmayî namîne: "Ew ê bihêle ku em bigihîjin dawîya peymana xwe, ji ber ku em hemû deyndar dibin da ku bibin xizmetkarên malê".
Da ku 78 000 pesoyên ajansê bide -şeş mehên meaşê wê yên profesoriyê-, wê pereyê xwe yê hilanîbû, kişand. "Min pereyê nakît dayê û meqbûzek jî nestand. Rast e ku îdareya berpirsa Fîlîpînîyên derve ajans pejirand, lê wan bi awayekî dîyar ji min re got: Yan qebûl bike, yan here. Ez neçar mam ku vî pareyî bidim ji bo ku herim Hongkongê". Ew ê pêşî here û mêrê wê yê şofêrê taksîyê, her weha zarokên wê, hêvî dikin ku piştre bên cem wê. Armanca wê jî Ewropa ye, weke % 10 hevwelatîyên wê yên li derveyî welêt dişuxilin. (6) "Ez naxwazim hemû jîyana xwe xizmetkar bim", ew bi axînan dibêje. Sê hefte bi şûn de, ew hat cihê xwe û got ku ew "pir dilşad" e, ji ber ku patronên wê jê xwestin ku "[wan] weke malbata xwe ya duyem bibîne". Lê tiştê ku bi rastî dilê wê aş dike jî ev e ku li mala patronên wê, toreke WîFîyê heye. "Her şev, ez bi xêra Webcamê dikarim bi zarok û mêrê xwe re biaxivim. Heta niha, ez pir baş im".
Li qata sêzdehê a Elegant Terace, avahîyeke dewlemend a bi nêrevan û hewzekê re, li nava Midlevels a taxa zengîn a navenda Hongkongê, derî vedibe û sîyek xuya dike. "Elena Julien rojnamevanekî fransî ye. Ew nivîsarekê li ser jîyana rojane ya xizmetkarên fîlîpînî yên li Hongkongê dinivîsîne. De here çayeke bi şîr ji me re çêke". Xwedîyê malê, Joseph Lawê 65 salî, fanîleya xwe şanî dike: "Bi xwe, ez dixwazim ku ew timî weha xweşik utîkirî bin û xetek li navê hebe, hûn dibînin?" -û ew xwe diavêje ser qanepeyeke çermîn. "Gelo ez hez dikim ku xelk xizmeta min bikin? Hûn pirseke pir baş ji min dikin. Divê ez li xwe mikûr bêm ku min tim bêhtir xwestiye ku xelk xizmeta min bikin, li şûna ku ez bixwe tiştan bikim. Ev sî û pênc sal in ku ez xizmetkarên bîyanî dixebitînim û ji hemûyan ez ji fîlîpînîyan pirtir hez dikim. Ingîlîzîya wan baştir e, ew kêmtir bi rîsk in û bi piranî di karê xwe de bêhtir dilsoz in". Apartmaneke paqij, cilên paqij, asta jîyanê ya paqij... Bihayê van hemû tiştan heye: Ev jî bihayê hêza xebatê ya Elenayê. "Ez meaşê asgarî didimê, 3 580 dolarên HK [327 euro] (7)", Lawê kevneserokê alîkar ê itfaiyeya Hongkongê veguherîya ser berdevkê pir cidî yê Komeleya Xebitînerên Xizmetkarên Bîyanî ên li Hongkongê, dibêje. Bi gotineke din, komeleya patronan a beşa xebata malê - û ji ber vê yekê, dijminê her şeş sendîkayên xizmetkarên malê yên Hongkongê.
"Qerwaşên weke Elena ne kalîfiyekirî ne û pir ne jêhatî ne. Newisa, Elena?"
Elena A. Meredores a 51 salî tê. Ew dayika keçeke 18 salî ye, ku li Fîlîpînê maye û ew şanzdeh sal in xizmetkarîya malê dike. Pantoreke kin û tîşorteke şil ji ber firaqşûştinê lê ne, ew tepsîyekê ji ber patronê xwe radike ku du tas û çaydankek li serê hatine danîn. Di ber re, Law rexne lê dike (Careke din ku mêvanekî min hebe, tu yê tepsîyeke mezintir bînî") û Meredores bi nigekî li ser qanepeya çermîn ya patronê xwe rûdine. "Meaş çima evqas nizm in?", Law dîsa dibêje. Lewre ku fîlîpînîyên weke Elene ne jêhatî û ne kalîfîye ne, ne kalîfîye ne ew israr dike. Ne weha, Elena?" Elena awirên xwe bera erdê dide û serê xwe dihejîne. "Hûn rast dibêjin, ezbenî".
Ji ber ku ew hîs dike ku (xizmetkara wî) amade ye tim ji gotinên wî razî be, patronê wê jê dixwaze ku "azad" biaxive. Xebatkar pir dikene, porê xwe yê dirêj rast dike û dibêje: "Ne, ezbenî, hûn nikarin bibêjin ku em ne kalîfîye ne û ne jêhatî ne û meaşên nizm weha şîrove bikin. Pir ji hevwelatîyên min doktor, mamoste, mezûnên zanîngehê ne û neçar dimînin ku bibin xizmetkar da ku debara malbata xwe bikin. Jê bêhtir, hikûmetê dibistan ava kirin da ku wan perwerdeyî vî karî bike". Law dibistanên "xizmetên malê" red dike ("Ev mezintirîn henek û mezintirîn sedema pevçûnên navbera patron û xebatkaran e!") û dîsa dest pê dike: "Elena, ez di vê bawerîyê de me ku % 50 xizmetkarên Hongkongê bi patronên xwe re di nav têkilîyeke aşt û bi aheng de ne, wekî min û we. Hûn çi difikirin?" Elena li ser qenepeyê rast rûdine: "Min ê % 10 heta 15ê wan ezbenî".
Lê efendî aciz xuya dike:
- Ne, bi rastî, % 15... Ne. Divê tu adîl bî, Elena.
- Pir patron xwedêgiravî têkilîya wan baş e, lê di rastîyê de, derew e. Ew tenê weha dibêjin da ku ‘eyb nebe ji wan re. Ne wekî we, Law efendî...
Patronê wê gotina wê dibire:
- Hongkong bihuşta xizmetkarên bîyanî ye. Bihuşt e!"
Lê miqayeseya hatinên mala wî (mehê ji 10 000 euroyan bêhtir) û meaşê xulamê wî hêrs dike. "Hongkong cihekî xeyalî ye ji bo wan! Peyama wan a xebatê heye, meaşekî asgarî û jê bêhtir, pereyê lojman, xwarin, biletên balafirê, sîgortaya bijîşkî û piştî pênc salan, pereyê kevinbûnê jî tê dayîn. Ji bo patronan, paketa tevaya meaşê bi navincî mehê digihîje 5 500 dolarên HK [li derdora 500 euroyan]. Ev pereyekî pir e! " Rast e, ew qebûl dike, "piranîya patronan endamên sinifa jorîn in", wekî wî; lê, bi dîtina wî, dîyarîyên piçûk newekhevîyê radikin: "Her sal, ez diyarîyan didimê. Ji bo sersalê, ji bo sersala çînî... Ne wisa, Elena?" Meredores jixwe zerfeke piçûk ji bo sersalê stand: "Erê, 40 euro", ew bi bîr dixe.
Li ser siyaseta hikûmeta Fîlîpînê, ku 400 dolar (278 euro) meaşê asgarî li her derê dinyayê û dawîya 2010ê, sîgortayeke nû ya 200 dolarên HK (17 euro) ya pêwîst ji bo deh mîlyon xebatkarên xwe yên li derveyî welêt îlan kir, Law dengê xwe bilind dike: "Ez dixwazim bi dijwarî vê hikûmetê û ya Endonezyayê jî hişyar bikim: Eger ew siyasetên weha bêaqilane bidomin û hertim bilindbûna mea-şan bixwazin, ez ê ji bo rabûna ambargoya li ser xizmetkarên çînî bang bikim!" (8) Law dikare meraq bike: Fîlîpîn û Endonezya, her du welatên xwedîyên siyasetên herî agresîv di warê ihracatkirina xizmetkaran de, di xezîrana bihurî da zanîn ku ew ê Hevpeymanîya Rêxistina Navneteweyî ya Kar (RNK) ya li ser karekî bi rûmet ji bo hemû xizmetkaran pesend bikin. "Em patron, bi xurtî li dijî vê peymanê ne ji ber ku, di vî karî de, mirov nikare saetên xebatê bihesibîne".
"Em li vê derê li hev kom dibin, lewre, ji bo roja me ya bêhnvedanê ti cihekî din ê em biçinê tune."
Sê roj bi şûn de, serê sibeha roja yek-şemê, Meredores sîwana xwe ya sor vedike û dikeve ser riya Immaculee Conception (Dêra Çêbûna Paqij). "Ez ê ji bo malbata xwe û ji bo malbata Law efendî jî dua bikim. Divê mirov di bawerîya xwe de, ne ezperest be". Saet dibe dozdeh, wexta "civîna mezin a xizmetkarên fîlîpînî". Em ber bi Sentralê ve herin, taxa ku navendên bankeyên îş yên mezin lê ne, weke Hongkong & Shanghai Banking Corporation (HSBC), di navbera Bank of China û zêringer Van Cleef & Arpels cih girtî. Di bin vê stûna giran a pola û cam de, her yekşemê, xizmetkarên weke Meredores bi deh hezaran kom dibin. "Em li vir tên cem hev, lewre ku, ji ber tenha roja me ya tahtîlê, cihekî din tuneye ku em herinê. Hemû hefteyê, em bi tenê ne, em toza wan, apartmanên wan paqij dikin û hefteyê carekê, em dikarin hinekî ji destê patronên xwe bifilitin. Ev rûmeta me ye", ew dibêje.
Li derve, baran kêm dibe û defîleya modayê dest pê dike. Temaya vê roja taybet, pirozkirina "jinan weke keç, hevser û dayikan" e: Ev roja dayikan e, ku Federasyona Fîlîpînîyên herêma Benguet (eyaleteke li bakurê Fîlîpînê) ên li Hongkongê li dar dixe. Pîrozbahîya rola jinan a weke "keç, hevser û dayikan" tam li gor ferqa zayendî ya ku dibe sedema xebitandina bi mîlyonan jinan weke xizmetkarên malê. Li ser podyuma sor a mezin, li binya Bank of Americayê, jinên di çil û pêncî salîyên xwe de li pey hev dimeşin, xemilî û serbilind; ew ji bo xelata "sekretera" herî bedew, "mankena" herî bedew reqabetê dikin... Hemû namzed xebatkarên derveyî welêt yên fîlîpînî ne, Overseas Filipino Workers (hemşîre, xizmetkar...); û vê roja yekşemê, ya herî bedew tê hilbijartin. Çend deh metreyan dûrî podyumê, xizmetkar bi hezaran alayên piçûk ên Western Union dihejînin. Fîrmaya ku piranîya 21 mîlyar dolarên di 2010ê de transferkirî, wê rojê stêrkên strana fîlîpînî pêşkêşî muşterîyên xwe dike, ji bo festîvala "Fiesta at Saya".
Li her alîyî stûna HSBCê, du şêrên bronzî herdu damezirînerên navdar ên fîrmayê, bankevanên A. G. Stephen û G. H. Stitt temsîl dikin. Li milê rastê, şêrekî devgirtî, "Stitt", bi mahd miroz û çav bi hêrs e. Şêrê li milê çepê, "Stephen" devvekirî ye, weke ku ji kêfê bang bike. Ev şêrê devliken bi derbasbûna salan re ji bo fîlîpînîyên li Hongkongê sirgûnbûyî, bûye cihekî civînê ya meşhûr. "Ez hez dikim ku li ber vî şêrê ku dibişire fotografê min bikişînin, ji ber ku ew sembola keda me ye, Gorgonaya Fîlîpînî dibêje. Bîst û du sal piştî hatina wê, ew bixwe heyirî dimîne ku ew "hê jî xizmetkareke bi meaşekî kêm" e. Şêrê metafora patron û serfirazîya wan, li ser stûna HSBCê bang dike. Li jêr, bi hezaran destên piçûk kêfa îzina xwe ya roja yekşemê dikin. "Ji bo çînîyan, ew şêr nîşana pereyê wan e, Gorgona dibêje. Bêyî me, ew ê ev qas têr nebûya".
Julien Brygo: Rojnamevan
- Rapora 2011ê li ser îndeksa azadîya aborî, ji nîvê duyem a 2009ê ve, li ser 183 welatan hatiye kirin û 179 ji wan li gor deh faktorên taybet yên azadîya aborî bi rêz dike (bazirganî, bazirganîya navneteweyî, bac, mezinîya sektora gelemperî, pere, pererazandin, fînans, heqên xwedîtîyê, bertîlxurîyê û azadîya xebatê) Hongkong 2011ê di rêza yekem de ye
- Di rastîyê de, heqê xwarinê yê li ser patronên ku xwarinê nadin xizmetkarên xwe tê ferz kirin, digihîje 750 dolarên HK, yanî 67 euro
- "Remittances to PH ranked 4th biggest in world", www.ofwngayon.com, Manîla, 11 mijdar 2010
- "Housemaids to Supermaids Soon!", www.ofwguide.com, Manîla, 24 tebax 2006
- Ew bi hevnavê xwe yê perwerdekar ve ne girêdayî ye
- 2006ê, % 43,4ê fîlîpînîyên li derveyî welêt li parzemîna amerîka dixebitîn (% 5,3 li Kanadayê û % 33,1 li DYAyê), % 32 li ser parzemîna asyayê (% 14,9 li Asyaya başûr-rojhilat û % 22,3 li Rojhilata Nêz), % 10,8 li Ewropayê. Çavkanî: Komîsyona Fîlîpînîyên li Derveyî Welêt
- Meaşê asgarî yê pêwîst, di navbera 2009 û 2011ê de di 3 580 dolarên HK (327 euro) de hatibû qefilandin, hezîrana 2011ê, ew bi 3 740 dolarên HK (340 euro) ji nû ve hat hesibandin, lê hê jî li bin miqdara 1999ê (3 860 dolarên HK berî qeyrana fînansî ya 1999ê) ye
- Ambargoya li ser xebatkarên çînî, di salên 1970yê de ji hêla dagîrkerên brîtanî ve hatibû îlan kirin
Wergera ji fransî: Simko Destan


