Peymana demokratîk li nav hêzên başûr
Li kanûna 2010ê, Afrîkaya Başûr talîyê tevlî welatên koma BRICê bû -Brazîl, Rusya, Hindistan û Çîn. Bê guman, xebatên sazîyeke din, IBSA a ku heft sal berê hatibû ava kirin û jixwe Brazîlya, New Delhî û Pretorya di xwe de vedihewandin, ev berfirehî hêsan kir. Hevkarîya Başûr-Başûr zêde dibe.
Salên 1990ê, heyama danûstandin û guftûgoyên berfireh li ser meydana bazirganîyê, welatên Başûr behre û şîyana xwe ya rêkeftin û karîgerîyê di têkoşîna li dijî lîberalîzasyona ticareta ziraî de nîşan da. Bi taybetî Arjentîn, Çîn, Hindistan, Brezîlya û Afrîkaya Başûr gelek çalak bûn. Sê welatên dawî, anku Hindistan, Brezîlya û Afrîkaya Başûr bi armanca bihêztirkirina desthilata xwe di derdor û danişînên navneteweyî de, biryar girtin ku G-3yekê bi navê IBSA ava bikin (kurteya ji herfên pêşî ên India, Brazil, South Africa).
Ev rêkeftin cara yekem wek komeke wezîran a taybet di hezîrana 2003ê de li Brasíliayê [paytextê Brezîlyayê] civîya, paşê, çirîya pêşîn a heman salê, li rex 58emîn Meclisa giştî ya Neteweyên Yekgirtî, bi beşdarîya serokdewlet û serokên hikûmetên wê demê (Atal Bihari Vajpayee, Luis Inacio Lula da Silva û Thabo Mbeki) bi awayekî resmî hate ragihandin. Armanca bingehîn ew bû ku li Neteweyên Yekgirtî, li Fona Darayî ya Navneteweyî (FDN-IMF) û bi taybetî li Rêxistina Cîhanî ya Ticaretê (RCT) pozîsyon û helwêstên hevbeş werbigirin.
Forûma navbûrî dixwest bibe tovê serkêş ê komeke welatên di geşepêdanê de, ku wek fikir yekem car wezîrê ticaretê yê Afrîkaya Başûr ê hingê Alec Erwin derbirîbû û cext kiribû ku "Afrîkaya Başûr li cîhaneke globalbûyî û li cîhaneke ku şikil û rengê xwe ji mesafeya herî firehtir a di navbera welatên pêşketî û yên kêmtir pêşketî de digire, li ber xetera îzolebûnê ye"(1) Mecbûrîyeteke mezin ji bo Pretoriayê [paytextê kargêrî yê Afrîkaya Başûr], lê di heman demê de Çîn, Brezîlya û Hindistanê jî reformên bingehîn didane ber xwe da ku meydana aborîya xwe ji veberhênanên navneteweyî re vekin.
Ev forûma ku derbirîn û laşdarbûna hûrde-layenî [minilatéralisme] nefermî ye –lewre IBSAyê sekereterîyeke daîmî nîne– axirîn guherînên pêwendîyên navneteweyî dixe ber ronahîyê: sazîyên wêdeyî-parzemînan [transcontinentale], kêmkirina akterên wan bi mebesta teqezkirina karîgerîya dîplomatîk-aborî ("hûrde-layenî" [minilatéralisme]), û herwiha vîn û hewla di navbera dewletan de ji bo kûrkirin û karîgerkirina pêwendîyên dulayenî û bi vî rengî di warê ticaretê de telafîkirina sînortengîya rêkeftin û rêxistinên pirlayenî.
Ev ne cara yekem e ku qadeke wiha îdelojîk, erdî, nasnameyî an jî muxalif tê avakirin. Lê belê du taybetmendî hene ku endamên IBSAyê cuda dikin: karakterê wan ê demokratîk û faktora ku ne welatên rojavayî ne. Ne tenê ev sêtik [sê welat] ne di xizmeta hêzeke serdest de ye ku bixwaze di danişînên navneteweyî de berjewendîyên xwe bide pêş, lê herwiha statuya herêmî ya her yek ji endamên xwe bihêz dike û rê li ber pêvajoyên hevkarîyê vedike. Li ser navê nirxên hevbeş, Arjentîn li kêlekê hate hiştin. Pretoriayê hê jî ji bîr nekiribû ku hikûmeta leşkerî ya Arjentînê (1976-1983) pêwendîyên pir nêzîk digel rejîma apartheid hebûn û ne jî pêwendîyên "rexnenekirî" yên rêveberîya Menem (1989-1999) digel Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê hatibûne ji bîr kirin. Lê belê, tê heye ev nirxandin biguhere, û jixwe hinek êdî behsa binecihkirina IMSACê dikin ku hejmareke dewletên din ên Mercosurê [Civata aborî ya welatên Amerîkaya Başûr] digihine Brezîlyayê.(2)
Meyla bidestxistina kursîyekî daîmî li Desteya Ewlekarîyê ya NYê
Heçî Komara Gel a Çînê ye, ew jî ji ber rejîma xwe ya siyasî ya otorîter hate veder kirin, herwiha armancên wê yên nihênî yên sûperhêzîyê cihê gumanlêkirinê ne. Lê belê ev neyartîya kerr nabe berbend ji bo rêkeftinan: axirîn civîna bilind a serokên dewlet û hikûmetên IBSAyê 15ê nîsana 2010ê li Brasíliayê, li kêleka civîna BRICê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn) bi rê ve çû. Jivaneke tam di wextê xwe de, an jî lêknêzîkbûneke xweragir, ku tê heye kombûn û rêkeftineke nû jê bizê?
Ev hîpotez dibe rastî an nabe, ew meseleyeke din e, lê belê her ji niha ve rêkeftinên hevkarîya çarlayenî li nav bircên navneteweyî reng û rûyê xwe aşkere dikin. Di çarçoveya guftûgoyên "klîma"yê de di dema duyemîn konferansa wezîran de komek bi navê BASIC pêk hat (nîsan 2010), ku bi vê pêşhatê çar dewletan karî piştgirîya xwe bo rêkeftina Copenhagueyê ya li ser guherîna klîmayê derbibirin. Ev helwêst e ya ku berdewamîyê dide vê forûmê û wê wek qedemeyeke bingehîn nîşan dide. Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama her ji civîna bala ya Copenhagueyê bi girîngîya wê hesîya, lewma her hingê kete hewla wê yekê ku xwe bo BASICê bide vexwendin, ji ber serwext bûbû ku tenya şansê girêdana rêkeftineke deqeya-dawî, lihevkirina bi endamên wê re bû. Rast e ku BASICê jixwe berê jî raya xwe bi rêya xebatên bisporan dîyar dikir û raportên lidûvçûnê [follow up] ji bo protokola Kyotoyê ya piştî 2012ê amade dikirin (bo nimûne, ji welatên endûstrîyel dixwaze ku rêjeya belavkirina xaza bi tesîra serayê kêm bikin). Ev hevpeymanî rexmî welatên ewropî bihêztir bû, welatên ewropî ji alîyê welatên di geşedanê de têne rexnekirin ku bûne sebeba serneketina civîna cîhanî ya li ser guherîna klîmayê; lê belê hevpeymanî di heman demê de dikare li dijî DYAyê jî helwêst bigire.
Lihevkirina boçûn û stratejîyan rê û resmên xebatê diafirîne û bi vî rengî giranî û dînamîzma IBSAyê bihêz dike. Bêguman ev ne qedemeyeke wêdeyî-hikûmetî ye ku ji 2003yê ve ye radibe û şikil digire, bêtir, herêmparêzîyeke nû [neo-regionalism] ye ku ji hevkarîyên navbera hikûmetan pêk tê (hevdeh komên xebat û dîyalogê yên nedewletî). Bi vî rengî, xwe ji zerarên rêkeftinên pirlayenî diparêzin ku ji ber zêdeyîya akterên xwe zû bi zû şêt dibin.
Dewletên pêkhêner ên IBSAyê dil dikin bibin endamên daîmî yên Konseya Ewleyîyê ya NYyê. New Delhi û Brasilia bêfikar û bi aşkerayî vê yekê piştrast dikin. Heçî Pretoria ye, ji wê re zehmet e li her derê bi aşkerayî vê armancê ragihîne, ji ber ku bi biryareke Yekîtîya Afrîkayê ku sala 1997ê li civîna bilind ya Harareyê hatibû pejirandin pabend e û li gor vê biryarê, dihate pêşnîyaz kirin ku Konseya Ewleyîyê were fireh kirin; pênc welatên Afrîkayê tê de cî bigirin û her yek bo çar salan bi wî erkî rabe û mafê wan ê vetoyê jî nebe. Şert û biryarek ku nahêle Afrîkaya Başûr têkeve nav welatên G-4ê, anku berendamên serekî yên bo erkê endametîya daîmî wek Elmanya, Japonya, Brezîlya, Hindistan.
Ji bo sazûmanên navnetewî yên rewatir û bêhtir temsîlî endamên xwe dikin
Herçend dewletên endamên IBSAyê ji bo NYyê xwedanên heman nîyetan bin jî, mecbûr in bi her awayî wan nîyetên xwe veşêrin. Lewre xeter heye ku gelek welatên din ên ku xwedanên heman armancê ne, pê nerihet bibin, welatên ji Arjentînê heta Endonezyayê, heta Meksîka, Nîjerya, Cezayîr, Misir û heta Pakistanê –jixwe babeta fikarên Çîna endama daîmî ya Konseya Ewleyîyê beramber endametîya Hindistanê têne zanîn.
Vîna her yek ji wan li ser sehneya cîhanî ji bo temsîl û laşdarkirina parzemînê "xwe", berdevkî, ewqas hêsan nîne. Bê guman, her sê jî di çarçoveya herêmên xwe de dêw û zal in û îtibara ku ji hev re dabîn dikin, bêbingeh nîne. Lê belê, tevî xetera derhatina koalîsyoneke "biçûk"an [anku dewletên biçûktir] li dijî hêzeke hegamonîk heta dereceyekê nefsbiçûkîyê dikin da ku neyartîya dewletên din ên di geşepêdanê de nekêşine ser xwe.
Wekî sala 2008ê di civîna bilind ya New Delhîyê de hate berqerar kirin, her sê avakerên IBSAyê tê dixebitin da ku sazîyên cîhanî "bêtir demokratîk, bêtir temsîlker û rewa bin, bi rengê ku di qonaxên biryargirtinê de dewletên di rêya geşepêdanê de bêtir xwedangotin bin". Bi vê mebestê, bi rengekî nîzamî serokdewlet û serokên hikûmetên xwe han didin. Herwiha civînên ku li kêleka Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekgirtî an jî forûmên pirlayenî (wek Konseya Mafên Mirovî, OMC, Rêxistina Cîhanî bo Mafên Telîfê, Peymana Antarctiqueyê, Konferansa Avadankirina Filistînê, hwd.) ji warên wan ên çalakîyê ne.
Ev hemû helkeft û munasebet in ji bo baştir hevnaskirin û têkgihiştinê, lê herwiha ji bo destnîşankirina helwêst û pozîsyonên hevbeş, an jî, bi rêya rêkxistina hevkarîyên li beşên cihê peytkirina hevpeymanîyê. Bêguman nasnameyeke "îbsanî" nîne; lê belê danûstandinên navbera hikûmetan, hetta ewên pir biçûk û nedîyar û di warê erkên taybet ên dewletan bi xwe de jî, gelek karîger û kêrhatî bi encam dibin. Piştî civîna şûbata 2004ê li Pretoriayê, wezîrên parastinê karîn li ser bingeha rêkeftina Brezîlya û Afrîkaya Başûr ya 2005ê, biryara pêşxistina neslekî taze yê mîsîlên hewa-hewa [mîsîl/fûzeyên li hewa bo armancên hewayî] bigirin, di gulana 2008ê de li peravên Afrîkaya Başûr û beşdarî di herekatên deryayî yên hevbeş de bikin.
Afrîkaya Başûr niha weke pireke di navbera Amerîkaya latînî û binparzemînê hindî de tev digere
Endamên IBSAyê herwiha li ser piranîya pirsên navneteweyî yên mezin beyanên siyasî yên hevbeş didin, weku wê beyana çil û pênc xalî ku nîsana 2010ê, di çaremîn civîna bilind a serokdewlet û serokên hikûmetan de hate pejirandin. (3) Ev beyan ji bilî bêçekkirin û bersînorkirina belavbûna nûkleerê, sebaret bi têkoşîna li dijî terorîzmê, hewlên NYyê ji bo binecihkirina aştî û aramîyê, li Îran û Afganistanê ye, herwiha sebaret bi tundûtîjîya sîyasî li Guine-Bissauyê, sepandina rêkeftina Ouagadougouyê li ser Komara Guineyê û dîsa vesazkirina nizama qanûnî li Madagascarê ye.
IBSAya ku berî her tiştî sazîyeke siyasî ye, qet nekete ber tesîra guherînên di nav endamên wê de qewimîn. Ne li Hindistanê hatina ser desthelatê ya zorîneyeke nû (anku ketina Atal Bihari Vajpayeeyê rêveberê Bharatîya Janata Party – BJP, nasyonalîstên hindî – û hatina ser kar a Manmohan Singh yê ji Indian National Congressê), ne jî li Afrîkaya Başûr derbasbûna serokdewletîyê ji Thabo Mbeki bo Jacob Zuma, kombûn û rêkeftinên li ser bingehê vîzyoneke hevbeş a jeo-ekonomîyê nexistine ber xeterê. Her sê endamên IBSAyê dil dikin bi rêya peymanên ticarî-herêmî ku di xala XXIV ya GATTê de hatîye dîyarkirin, herêmeke berfireh a pîyaseya-serbest ava bikin. GATT aborîya dewletên Mercosurê heta dewleta jêr-parzemînê hindî û dewletên Yekîtîya Gumrikî ya Afrîkaya Başûrî (SACU) digihîne hev.
Armanc yek e û pir mezin e. Ticareta navbera sê dewletên endam di 2008ê de gihişte 10 milyar dolaran (di heft salan de + %156). Lê belê divê ev zêdeyî bê şîrovekirin: heman salê, bi tenê ticareta Çîn-Brezîlyayê gihişte 43 milyaran. Sebeb ne tenê ew e ku jihevdûrîya dewletan dibe binasê bilindbûna bihayan (%12 nirxê neqlîyatê di navbera Hindistan û Brezîlyayê de, %10 yê veguhastinên di navbera Afrîkaya Başûr û Hindistanê de), belkî îmaja hilberîneran li bal kiryaran zêde erênî û xweşdivî nîne: lewre ji bo brezîlîyan kelîteya malên hindî gelek caran xerab e.
Forumên karder, jin, parlementeran...
Ji ber vê hindê ye ku di her civîneke bilind de, li rex serokdewlet û serokên hikûmetan, şandeyên girîng ên karsazan jî hene: rêbazek ji bo qanekirina teşebuskaran ku di vê avahîya siyasî de berjewendîyên hemû alîyan hene û tê heye ku hevkarî û danûstandinên mezin ên aborî jê peyda bibin. Barê giran: piranîya rêveberên şirketên sêtikê tu caran navê IBSAyê jî nebihîstine û gelek kes jî bes wek sazîyeke jeo-polîtîk lê dinêrin.
Sala 2007ê li New Delhîyê bi pejirandina planeke kar IBSAyê xwast nîşan bide ku IBSA ne tenê qadeke sembolîk e, komeke taze ya "jêr-emperyalîzm"ê ye, lê meydanek e ji bo dariştina stratejîyên kar û pêdaçûnê û sînerjîya aborî (hevahengîya prosedûrên li gumrik û benderan, daxistina bihayê miamile û hinardeyê…) û teknolojîyê (bernameyên vekolînê li ser tayê, aidsê, bîyokarbûranan, nanoteknolojîyê, deryanasîyê û hwd.). Ev proje hemû û lêkdana wan di qada medyayê de hewlên guhartina sîmayê navneteweyî yê her yek ji van sê lehengan in.
Komên xebatê yên beşên cuda hatine danan da ku îmkan û ihtimalên hevkarîyên nû bêne vedîtin û tecrûbeyên rêveberîya serkeftî (wek rêveberîyên giştî, çandinî, ticaret û veberhênan, bac, tenduristî, zanist û teknolojî, trafîk, tûrîzm…) bêne par kirin. Her ji niha ve destûr girtine ku dwanzdeh rêkeftinên sêlayenî yên hevkarîyê bipejirînin (di warên firokesazî, bîyokarbûran, enerjîya bayî, xwendina bilind, muadilîyê de) û pênc projeyên din hê di pêvajoya guftûgoyan de ne (bi taybetî projeyên trafîka deryayî ne).
Bi vî halê xwe IBSA dişibe sazîyeke sembolîk ku tê de danûstandinên di navbera herêman de bi kêr tên û herwiha hevkarîyên siberojê bêne dariştin (çandinî, rêveberîya bi rêya Înternetê, enerjîyên vegerok, fonên hevbeş bo lêkolîn û geşepêdanê), herwiha li qada navneteweyî çandeke hevbeş a hevkarî û hevgirtinê durist bibe (foneke alîkarîya mirovî li PNUDê ji bo projeyên li Haîtî, Laos, Burundi, Cap-Vert û li Guine Bissauyê hatibû terxan kirin), lê herwiha dibe sebeb ku danûstandinên di navbera gelan de xurttir bibin. Di vê çarçoveyê de civînên mezin ên karsazan, jinan, parlamenteran, konseyên destûrî û helkeftên çandî hatine han dan.
Herçend IBSA ji her yek ji sê endamên xwe kêmtir berçav û xwedantesîr jî be û halê heyî ne di qonaxeke wisa de be ku wek aktereke navneteweyî ya girîng were hesibandin, rola wê ya sêwana hevbeş bo hejmareke mezin a teşebusan dihêle ku berjewendîyên dewletan bigihin bihêzkirina danûstandinên di navbera civakên sîvîl de. Paradîgmayeke nû ji bo hevkarîya Başûr-Başûr?
Her çend di navbera hikûmetan de munaqeşeyên li ser pêdivîya hevkarîya navneteweyî kêm bin jî, hevpeymanîya hêzên mezin û dabeşbûna sazîyên herêmî dibe sebebê nerihetbûna "biçûk" ên ku cihê wan li ser maseya danûstandinê nîne û nerihetbûna hemû ew alîyên ku li ser kêşeyên dinyayê xwedîyên boçûneke sazûmanî û global in. Lewma, Hindistan û Brezîlya, li rex IBSAyê, xwe wisa nîşan didin ku hê jî digel hemû akterên sehneya Afrîkayê û dewlet û rêkxistinên herêmî (Nepad, SADC, hwd) li dû pêşxistina pêwendîyên baş in. Civînên bilind yên Hindistan-Afrîka (New Delhi, nîsan 2008) an jî Brezîlya-Afrîka (Fortaleza, hezîran 2003; Dîyaloga li ser teqezkirina ewleyîya xurekî, gulan 2010) hemû şahidên vê siyasetê ne, her weku civînên bilind yên Afrîka-Amerîkaya Başûr (Abuja, çirîya paşîn 2006; Merida, çirîya pêşîn 2009) ku serok Lula yek ji rêkxer û serkêşên wê bû. Weku ku serok Mbeki hê sala 1996ê hêvîya xwe ya di vê bareyê de li New Delhîyê ragihandibû, ku Afrîkaya Başûr di navbera Amerîkaya Başûr û jêr-parzemînê hindî de, dibe pire û xêra vê yekê hem digihe prestîja wê ya navneteweyî û hem jî aborîya wê –bi taybetî li benderên Durban û Capê.
Heke îro IBSA dikare pêwendîyên jeo-polîtîk ên nû girêbide, behra pitir bi xêra pozîsyona stratejîk a Afrîkaya Başûr û çalakbûna serok Lula ye. Di maweyê her du dewrên desthilatdarîya xwe de, Lula pênc caran berê xwe da parzemînê reş, serdana bîst welatan kir, her ji sala 2004ê dest avêt birêkxistina guftûgoyên di navbera Mercosur, Misir û Fasê de, û 6ê tebaxa 2010ê, digel serokê Venezuelayê Hugo Chavez, bi dilêrane li Caracasê beşdarî yekemîn civîna wezîrên karûbarên derekî yên Amerîkaya Başûr û Afrîkayê bû.
Sazîyên nû yên navneteweyî wek IBSAyê ne bi xêra yek-du akteran berdewamî û xweragirîyê bi dest dixin. Bi tenê gava ku di çarçoveya cîhanî de xwedan tesîr bin û bo bendewarîyên akterên meydana aborîyê bibin bersiv, dikarin hebûna xwe berdewam bikin. Dîsa derseke din ku divê dewlet ji vê tecrûbeyê wergirin ew e ku her çi dewleteke weset an jî mezin û girîng, heke bixwaze xwe bigihîne amraz û sazîyeke navneteweyî, divê bi stratejîyên taybet û li gor şert û bendên din ên wêdeyî-herêmê, herwiha bi rêya dîplomasîyeke dulayenî ya çalak ber bi wê armanca xwe ve bimeşe.
François Danglin:
Lêkolîner li Institut Choiseulê.
- Ev axaftin li ber Metal and Engineering Industries Bargaining Council (Desteya bazirganîya pîşesazîyên hesinî û endazyarî, li Johannesbûrgê li 8ê mijdara 2002ê hat kirin
- Arjantîna, Brazîl, Paraguay, Uruguay, Venezuela.
- Ev peyman di çileya 2010an de li Gîneyê di dema hilbijartinên serokkomarî de pêk hat
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn


