Perwerde, ji bo berfirehkirina bîmeya civakî hêmaneke serekî
Însîyatîfa Neteweyên Yekgirtî bo bingeheke cîhanî ya bîmeya civakî [bîme: sîgorte, parastina civakî], ku nîsana 2009ê hate pesend kirin û ku çaverê ye li serkeftina "Armancên hezarsalê" tesîreke erênî bike, di warê bîmeya civakî de giringîyeke taybet dide perwerdekirina xelkan. Ji ber ku tecrubeyên heyî nîşan didin ku tesîr û karîgerîya rastî ya amraz û tedbîrên bîmeyê dimîne ser hewlên hişyarkirin û agahdarkirina gel: Bi tenê naskirina mafan têrê nake. Em dizanin, kesên ku herî zêde pêdivîya wan bi alîkarîya rêveberîyên herêmî heye, ew kes in yên ku ji herkesî kêmtir rê û derfetên wan ên agahîwergirtinê hene, hetta li welatên pêşketî jî rewş her wisa ye. Herwiha, ji bo kesên ku berdêla wê zerar û ziyanên demdirêj jî bin mecbûr in pêdivîyên acîl li pêş bigirin, dibe ku bîme wek luksekê bimîne, an jî wek mesrefekê ye ku tesîra wê ya li ser jîyana xwe ya rojane nabînin.
Li alîyê din, dibe ku ji bo xelkên îzolekirî û di nav şertên xerab de dijîn, zehmet be ku rabin herin ji bo vekirina dergehê mafê îstifadekirina ji xizmeteke wiha daxwazeke resmî bikin. Bi taybetî ji bo wan ên ku ji rewşa xwe şermê dikin ev pêngaveke gelek aloz û sext e. Dawîya dawî, alozîya hindek proseduran jî dîsa zerarê dide baş bikaranîna vî mafî û dibe sebeb ku hevgirtina neteweyî teorîk û nekarîger bimîne. Ji ber van sebeban hemûyan, pêdaçûna li ser perwerde, hişyarkirin û sadekirina prosedurê xwedan giringîyeke bingehî ye. Li welatên wek Brezîlya an jî Uruguayê, ji bo siyaseta berbelavkirina parastina civakî, budceyên taybet hatine terxan kirin. Stratejî hatine dariştin da ku agahîyên pêwîst bigihine ber bala gel. Li Uruguayê bernameyên komputerî li ser komputeran hatine danîn û ew komputer jî bêpere xistine bin teserufa zarokan da ku zarok bi vî rengî bo malbatên xwe bibine pira veguhastina agahîyan.
Wek planeke demdirêj, ya girîng ew e ku "kultura parastina civakî" ya rasteqîne bê durist kirin, li welatên ku xwedîyên gelek tecrûbeyan in di vî warî de divê ew kultur were veguhastin û nû kirin. Li welatên mîna Fransayê, nifşên nû gelek caran piştguh dikin ka çima bingehekî hevbeş û yeksan ê bîmeya nexweşîyê, kêmendamîyê, pîrîyê, malbatê heye. Bi gotineke berfirehtir, gava mirov fikra wan reformên pir berfireh dike ku halê heyî li Ewropayê têne guftûgo kirin, ew pirs xwe dadisepîne: Divê çi û çawa bikin ku tevahîya xelkî bikare beşdarîyê di wan munaqeşeyan de bike ku pêwendîdarî çawanîya jîyana wan û parastina avrû û paşeroja wan e? Têxistina perwerdeya parastina civakî di beşên xwendinê de, ji seretayî heta xwendina bilind, pêşanîyeke giring e.
Diyar e behra pitir a welatên Amerîkaya Latîn bi vê yekê hesiyane, lewre hewlên wan ên di vî warî de nimûneyî ne. Jixwe me’naya "Beyana Guetamala"yê ew e, ku ew beyan li bal Konferansa nav welatên Amerîkayê bo ewleyîya civakî (CESS) û bi alîkarîya Yekîtîya Navneteweyî bo Ewleyîya Civakî (AISS) û Rêxistina Navneteweyî bo Ewleyîya Civakî (OISS) hate qebûl kirin. Navenda Welatên Amerîkayî bo Lêkolînên li ser Ewleyîya Civakî (CIESS), ku baregeha wê li Meksîkayê ye, hate dest nîşan kirin ku li gor nirx û prensîbên ewleyîya civakî, ji bo pêşxistina "bernameyeke tekmîl a perwerdeyê" çalakîyan bi rê ve bibe. Ji ber ku di gihandina bisporan û cîbicîkirina prosedurên îdarî de kêmasîyên berçav hebûn, beyana navbihurî daxwazê ji hemû dewletên endam dike ku, wek "hefteya ewleyîya civakî", ku her sal meha nîsanê tê bi rê ve birin, çalakîyên balkêş li dar xin.
Tora Perwerde û Hevgirtinê (1) xwe sparte tecrube û bizavên bihêz ên Amerîkaya Latîn û biryar da ku berî her tiştî bal û hêza xwe bide ser duristkirina bingeh û materyelên ji bo perwerdeya parastina civakî. Bi vî rengî, dixwaze ji bo dariştin û bikaranîna stratejîyên kêrhatî, amraz û argumanan bide ber teserufa perwerdekarên li her derê dinyayê û rêxistinên wan. Ev proje dê bi destê komeke bisporên navneteweyî bê sepandin û sazîyên wek Internationale de l’Education [Înternasyonala Perwerdeyê], BIT, CIESS û ajansên Neteweyên Yekgirtî yên şirîkên Însîyatîfa Berfirehkirina Parastina Civakî jî tê de pişkdar in.
Thierry Weishaupt:
Nûnerê giştî yê Réseau éducation et solidarité (Tora Perwerde û Hevgirtinê).
- Damezirênerên torê ev in: Internationale de l’éducation (IE, ku sendîkayên ji 172 welatan bi xwe ve digire ku nûnertîya zêdetir ji 30 milyon kesan dikin), Yekîtîya Navneteweyî ya Bîmeyê Tenduristîyê (AIM, federasyonên şirket û sazîyên sîgorteyê yên 26 welatan digihîne ba hev ku hemû pêkve teqabûlî sîgorteya 170 milyon kesan dikin) û Bîmeya Giştî ya Perwerdeya Neteweyî (MGEN) ku tenduristîya zêdetir ji 3,3 milyon kesan bîme dike
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

