Pereyên Talîbanan ji ku tên
Bextê Hecî Mihemed Şah reş bû. Par, li bakurê Afganistanê, li derdora bajarê Kunduzê wî dest bi avakirina rêyekê kir: vê rêya 25 kîlometroyan dirêj dê destûr bidaya gundiyên navçeya Çehar Dara ku biçûna û hilberîna xwe ya çandiniyê li bazara bajêr bifiroştana. Buhayê vê projeyê 63.600 euro bû. Banqeya Asyayî ya Pêşketinê ev pere dabûn. Hê di destpêka projeyê de endamekî Talîbanan hat û doza baceke ji bo heyeta rîspiyên navçeyê li fînansorên vî karî kir. Ji bo ku berî ku rê bi dawî bibe neyê xirabkirin, birêvebirên vî karî 13.900 euro bac dan. Paşê, qasidekî din hat: wan dîsa bac da. Dema ku yê sêyem hat, wan jê re got ku êdî pereyên wan nemane. Encam: rojeke adara 2010’an, dema ku Şah ji navbera xwe ya taştê ya li bajêr vedigeriya, dît ku karkirên wî ji aliyê çekdaran ve dîl hatine girtin. Van çekdaran 6 mekîneyên wî yên kar jî şewitandibûn. Ziyana lê bûyî digihêje 176 000 euroyan. Ji hingê ve jî ew li dûv şîrketên sîgortayê dibeze da ku berdêla ziyana xwe bistîne…
Waliyê Kunduzê, Muhemed Omer, bi dudilî rave dike; ew nizane ka gelo rîspiyan kêm pere daye yan jî bertîl nedane. Bi awayekî neçar, ew dibêje: “Talîban, dilê wan çi bixwaze, wê dikin li vir. Li gorî dilê xwe dikujin, îşkenceyê dikin û kûxîtiyê dikin.” Mihemed Omer bi mezinahiya sîstema kûxîtiyê ku ji aliyê hempîşeyê wî yê Talîbanan “waliyê piştperdeyê” yê Kunduzê ve hatiye danîn, baş dizane. Ev “waliyê piştperdeyê” bacekê ji her tiştê ku li herêmê tê avakirin distîne: rê, pire, dibistan, nexweşxane… mirov Afganistanê çiqasî “ava bike”, Talîban jî ewqasî dewlemend dibin.
Li ser pirsa “gelo Molla Omer ji çi dixwe?”, bersiva ku tê dayîn para bêhtir yek peyv e: esrar. Li gorî raporeke ku Buroya Neteweyên Yekbûyî (1) ya li dijî narkotîk û sûcan dawiya sala 2009’an weşandiye1, esrar bi tenê dibe % 10 an 15’ê hatiniya Talîbanan (baca li ser esrarê û bazirganiya wê).
Kirk Meyer’ê berpirsiyarê Afghan Threat Finance Cell yê sefareta amerîkî ya Qabûlê, piştrast dike ku “pirraniya pereyan di qada herêmî de tên komkirin. Em nizanin ka pereyên ku ji esrara Helmandê (2) bi dest dikevin çawa li herêmên herî xizan tên parvekirin.
Wekî din, Talîban xwe bi xêra alîkariyên ku saziyên civaka sivîl ên qelp didinê, revandina mirovan, qaçaxçîtiya sedar û mîneralên kromê ya li ser sînorê Pakistanê, debara xwe dikin.”
Abdulqadir Mucaddedî’yê 32 salî muhendis e. Ew biraziyê Sibxatullah Mucaddedî ye ku niha serokê Senatoyê ye û piştî têkçûna rejîma komunîst ya sala 1992’an, yekem serokkomar bû. Abdulqadir Mucaddedî van rojan li herêma Laxmanê, li ser çiyayan, rêyeke bi dirêjahiya 7 kîlometroyan çêdike.
Li dora mekîneyên xwe, wî bêguman nobedar jî wezîfedar kirine. Agahdariya ku mirovan matmayî dihêle jî ew e ku bi tenê nîvê van nobedaran bi unîforma ne, yên mayî bi kincên xelkê ne û riha wan dirêj e. Çima? Lewre nîvê zilaman ji aliyê berpirsiyarên Talîbanan yên herêmê hatine şandin. Buhayê vê jî, heta dawiya karê çêkirina rêyê, 52.000 euro ne. Abdulqadir Mucaddedî bi bişirîn dibêje “Ne giring e. Eger ez neçar bûma ku pereyên sed nobedaran bidim, buhayê vê dê mehê 16.000 euro bûna. Bi Talîbanan re ev buha mehê 8.000 euro ne û bi ser de jî şantiye ewle ye.” Çar an jî pênc êrîş di ser Abdulqadir Mucaddedî re bihurîne, lê ji şeş mehan û vir ve ye ku her tişt bêdeng e. Kêf kêfa waliyê herêmê ye. Amerîkiyên ku çêkirina vê rêyê bi bernameyeke leşkerî ya bi navê Provincial Reconstruction Team dimeşînin û armanca wan ji vê bernameyê ew e ku “dil û mejiyê Afganan bike dostê xwe”, dengê xwe ji vî awayê xebatê re dernaxin.
Ev şantiyeya Laxmanê, bûyereke bi serê xwe nîne. Walî Muhemed Resûlî’yê ku kevnecîgirê wezîrê karên avakirinê ye û ev çar meh in ku teqawît bûye, vê sîstemê weha diparêze: “Der barê mijarê de ez du caran, bêhtirî du saetan bi serokkomar Hamîd Karzaî re axivîm. Eger em rêyan xelas bikin, hatûçûn û bazirganî dê ji xwe ber ewlekariyê zêde bikin. Em ji xwe pereyan didin Talîbanan, divê em dev ji vê durûtiyê berdin!” Ji bo wezîrê niha, herweha ji bo tevahiya fînansorên navneteweyî, nabe ku behsa vê hîpotezê were kirin. Xeta fermî ev e: em qet pereyan nadin serhildêran. Armanca vê xerac û şantajê ya sereke eskerên amerîkî û ew kes in ku bi wan re û ji bo wan kar dikin. Her meh, şeş ta heşt hezar konvoy ji nêzî du sed baregehên amerîkî yên eskerî re, alavên ku ji bo dewamkirina şerrî hewce ne, dikşînin: Cebilxane, benzîn, alavên buroyê, kaxezên tuwaletê, televizyon… (3)
Pirraniya karê birin û anîna konvoyan ji aliyê şîrketên taybet ve tê kirin û ev kar bi peymaneke weha hatiye girêdan ku buhayê wê 2.16 milyar dolar e (% 16.6’ê hilberîna Afganistanê ya brut) ku navê wê jî Host Nation Trucking e û di 2009’an de hatiye îmzekirin. Rayedarekî amerîkî yê Hêza Navneteweyî ya Alîkariya Ewlekariyê li Afganistanê (ISAF) balê dikişîne ser xalekê: “Em taşeronên ku vî karî digirin, nas nakin. Em nizanin ka gelo ew ji bo ku konvoyên xwe bi ewleyî derbas bikin, pereyan didin Talîbanan yan na (…) Em bi milyaran pereyan lê didin, û mumkin e ku bi milyonan ji vî pereyî dikevin destê serhildêran.”
Banqevan karê xwe dikin û dengê xwe nakin
Zarxuna Walîzada takejin e ku li Afganistanê şîrketeke barkêşiyê bi rê ve dibe. Serê wê vekirî ye û di buroyeke mobîlyayên rengavêtî yên salên 1970’î de mêvanê xwe vedihewîne. Haya wê ji zexta ku Amerîkî di bin de kar dikin heye û dizane ku gava ku qemyon li ser rêyê rastî êrîşan bên, ew ji kîsê wê diçe. “Divê mirov pereyan bide kê? Polîs, serhildêr, Talîban, ev ne xema min e. Ya girîng ew e ku qemyon derbas bibin.” Hin caran jî konvoy bêyî ku ji aliyê refaqeta eskerî ve werin parastin barê xwe vediguhêzin, Walîzade vê yekê jî weha kurtebir bi lêv dike: “Ma çi pêdiviya me pê heye? Talîban ji xwe ewlekariya me misoger dikin.”
“Bêguman em pereyan didin Talîbanan”, serokê sendîkaya sereke ya sektora barkêşiyê Ehmed Nawîd weha li xwe mikur tê û dewam dike: “Bi navê Xwedê, hûn dikarin ji min bawer bikin: ev bi awayekî zelal xerac e. Hin şîrketên ewlekariyê, serê qemyonekê ji bo rêyeke çend sed kîlometroyan, 2.000 dolaran dixwazin. Mumkin e ku nîvê vî pereyî bikeve bêrîka Talîbanan.”
Çawa li ser derbaskirina konvoyan li hev bikin? Xuya ye ku ne bi awayekî rasterast e. Juan Diego Gonzales kevneleşkerekî amerîkî ye û patronê şîrketa afganî ya ewlekariyê ya taybet White Eagle e, dibêje “Heger ez rabim, rûbirû bi serokeşîrên Helmandê re bazarê bikim, kêfa patronê min dê ji vê re neyê. Navbênkarên me hene ku ji me re zilaman peyda dikin. (…) Carinan serokeşîr an jî kurê wî bi xwe li ser konvoyê ne. Hûn bi tenê hêvî dikin ku têkiliyên wan ên yekser bi Talîbanan re nebin.” Dibêje ku ew li ser rêyan dixebite û li wira, mêzîna hêzan zû diguhere: di nava giregirên ku ji şerrî dixwin de, kes nikare bi serê xwe soza ewlekariya derbasbûna konvoyan bide. Ev jî derfetê dide wî ku karibe hevkarên xwe hilbijêre. Lê belê, li gorî ku berpirsiyarekî Tac Force, şîrketa afgan ya taybetî ku bi eslê xwe awûstûralyayî ye, haya me pêxist, hin rêyên din jî hene ku “eger hûn bi tena serê xwe herin, hûn ê pirsgirêk û serêşên gellekî mezin ji xwe re çêkin. Eger we destûra serokeşîrê herêmî negirtibe, hûn ê bimirin.” Li gorî agahiyên ku wî dan, Tac Force li gorî pêşniyarên wezareta afgan ya karên hundir yên li ser diyarkirina serokeşîrên “baş”, tev digere.
Di nava van serokên kurtêlxwur ên rêyan de, yê niha herî navdar Ruhullah e. Ev fermandar ku tu carî rastî rayedarekî amerîkî nehatiye û temenê wî li derdora 40 salan e. Saeteke Roleks di destê wî de ye şelwerê gelêrî lê ye. Bi dengekî ecêb bilind dipeyive. Ev kes beşekî mezin a otobana ku Qabûlê di ser Qandaharê re bi başûrê welatê Paştûnan ve girê dide, kontrol dike. Ruhullah bi birayên Popal re kar dike. Popal xwediyên koma şîrketan Weten in û pismamê serokkomar Karzaî ne. Li ser rêya wan, konvoyek weha heye ku ji sê sed kamyonan pêk tê û ji aliyê çarsed ta pêncsed nobedarên taybet ve tê parastin. Li derbaskirina konteynerekê heta bi Qandaharê mumkin e heta bi 1.200 euroyî pere biçin. Li gorî raporeke nû ya Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (4) ji bo parastina konvoyên amerîkî “salê bi dehan milyon dolar” dikevin kîs û berîkên serokên kurtêlxwur ên rêyan û hevkarên wan ên ingilîzîaxêv. Hem Ruhullah û hem jî birayên Popal ji binî ve red dikin ku li cihê nikaribin bi zora xwe derbas bibin, pere dabin Talîbanan. Ruhullah dibêje ku par çarsed û pêncî zilamên wî hatine kuştin.
Gellek şîrketên ewlekariyê û barkêşiyê pirr caran gazindên xwe li cem artêşa amerîkî kirine û gotine ku ji ber ku ew bi awayekî sîstematîk alîkariyê ji serokên kurtêlxwurên şerr dixwazin, ziyana wan a maddî çêdibe. Artêşa amerîkî bi xwe nizane ka vê pirsgirêkê çawa çareser bike.
Talîban timî bi zora tivingê pereyan bi dest naxin. Carinan ev pere di destê banqevanên bikêrhatî û nedarîçav re derbas dibin. Ev banqevan alîkariyên pereyan yên ku ji welatên kendavê di ser Dûbaî û Pakistanê re tên, digihînin Talîbanan. Cihê diyarker, bazara pevguherandina pereyan a Qabûlê ye: galeriyeke sêqatî heye ku berê wê li bexçeyekî ye, dezgehên text li ser zemîn jî hatine danîn ku ser wan bi taxên dolar, ruple û yuanan ve hatiye girtin û geremoleke weke ya rojên taybet a li Les Halles’a Parîsê lê heye. Li gorî lêkolîneke Afghan Threat Finance Cell’ê, li şûna gîşeyên banqeyan, ji sedî 96’ê Afganan vê bazarê ji bo şandina pereyan tercîh dikin. Ya ku divê bikin bi tenê ew e ku deriyê buroya simsarekî (hewale) daf bidin, ku li vir bi sedan ji wan hene: Dikankên teng, ên ku bazar û karê wan bi tu awayî bi firehiya dikanên wan re li hev nake, yan jî şeş, heft xebatkarên ku xwe li ser yanên çermî yên bedena mirov dişewitînin pan kiriye, her êvar pereyên wê rojê bi dest xistî dijimêrin. Ev tevn ji sedsala heyştan ve hene. Bi xêra wan, mirov dikare di nava çend saetan de bi sedhezaran euroyan ji aliyê dunyayê yê din bide anîn, ev jî bi rêya acentayeke bi ser a we ve, bi dana komîsyoneke gellekî hindik ve pêk tê. Li gorî sendîkavanê herêmî Hecî Necîbullah Axterî, her roj 4 milyon euro di vira re derbas dibin. Sîstem xwe disipêre baweriyê: herkes mişteriyê xwe yan jî kefîlên wî nas dike.
Ji 2004’an û vir ve dewlet hewl dide ku van acentayan qeyd bike û her meh kîtekîtên karûbarên danûstendina wan kontrol bike. Li ser cihê ku Axtarî lê rûniştiye, televizyonek heye û beşekî ji filma karton ya bi navê Tom and Jerry diweşîne; Axtarî bi bîr dixe ku “her roj bi dehan endamên rêxistina îstîxbaratê li vira digerin” û li defterên hesaban diniherin. Lê belê bazara Qandaharê ya ku gellek kar lê dibe, ji ber nebûna ewlekariyê, mufettîş nikarin gava xwe bavêjinê. Dîsa jî beşek ji fînansên Talîbanan a têra xwe mezin, di vê sîstema hewaleyan re derbas dibe.
Beşa îstîxbarata fînansê ya Banqeya Navendî li Afganistanê ji 2007’an û vir ve qeyd kiriye ku banqinotên Erebistana Suûdî bi 1.3 milyar dolaran hatine guhertin. Serokê banqeyê yê ciwan Mistefa Mesûdî rewşê weha şîrove dike: “Pere li herêmên eşîran ên Pakistanê derdikevin holê: gelo hûn dikarin ji min re bibêjin ka pêdiviya kê li van deveran bi riyalên Erebistana Suûdî heye? Ji Peşawerê (bakurê Pakistanê) van pereyan bi rêya hewaleyan dişînin Qabûlê, li vira jî ev pere bi dolaran tên guherîn. Pişt re, dolar li serê giran ji holê wenda dibin û riyal jî bi awayekî qanûnî di balafirgehê re ji nû ve berê xwe didin Dûbaiyê.”
Divê mirov guh bide general Mihemed Asif Cebar Xîl jî ku ji ewlekariya balafirgeha Qabûlê berpirsiyar e. Ew gellekî bi hêrs e , lewre qanûnek heye ku dibêje ku heger were beyankirin, herkes dikare tevî çend milyon pereyan ji welêt bi rêya balafirê derkeve. Ji 2009’an û vir ve, ji wextê ku qeyrana aborî li welêt xistiye, li Dûbaiyê rayedar hindiktir serê xwe bi çavkaniya pereyan re diêşînin. Rayedarekî amerîkî rapor kiriye ku par ji balafirgeha Qabûlê 1.75 milyar euro pere ketine nav erdên Emîratên Ereb yên Yekbûyî. Agahdariyeke weha ku mirov matmayî dihêle: Li gorî Mesûdî, herî zêde deh kesên ku pirraniya wan acentayên hewaleyan in, para mezin a şandina van pereyan pêk tînin. General Cebar lîsteyekê nîşanî me dide. Binê navan bi awayekî hêrs hatine xêzkirin, mîqdara pereyan devê mirovan ji hev dihêle: di 2009’an de 360 milyon euro ji bo yek kesî, ji bo yekî din 69 milyon…
Peywendiya van hemû pereyan bi Talîbanan re nîne. Hin mîqdar qanûnî ne, hin jê alîkariyên navneteweyî ne ku ji aliyê rayedaran ve hatine redkirin, hin jê eleqedarî bazirganiya narkotîkê ne, ku para bêhtir ne ji aliyê serhildêran ve tê birêvebirin. Ev taxên pereyan ên ku ser wan bi plastîkê girtî ye û li bagajên Ariana Airlinesê barkirî ne, herweha semptomên dijwariyên dewletê ne ku di kontrolkirina fînansên xwe de dikişîne. Par, ji gumrukan bi tenê 636 milyon euro bac hatiye berhevkirin, tevî ku reveberî dikare du qatên mîqdarê kom bike. Berpirsiyarê gumrukan, alîkarê wezîr yê ciwan û niyetbaş, nikare biçe hin deriyên sînor û ji xwe dipirse ka kî dikare wî biparêze… Li herêma Qandaharê, li deriyê sînorê Spîn Boldakê, ew refaqeta mîna ya bavan a serokekî kurtêlxwirê şerrî yê weha tercîh dike ku guman jê tê kirin ku bi awayekî dizî peyman bi Talîbanan re danîbe…
- UNODC, «Addiction, crime and insurgency: The transnational threat of Afgan opium», çiriya pêşîn 2010, www.unodc.org
- Li bajarekî li başûrê rojavayê Afganistanê li qadên gellek berfireh esrar tê çandin
- Bixwîne: Syed Saleem Shahzad “Afghanistan, Pakistan, l’irruption des “néotalibans”. Le Monde diplomatique, çiriya pêşîn 2008
- Warlord Inc. : Extorsion and corruption along the U.S. supply chain in Afghanistan”, Meclîsa Nûneran, Washington, 22 hezîran 2010
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

.wh400px.jpg)
