Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Paşila Dayikê

21’ê Çile di bername ya “les maternelles (paşila dayikê)” ya kanala televîzînonê France 5 de, jineke hestyar, kurtaja bêtevizandin a ku li nexweşxaneyekê hat serê wê, vedibêje. Em behsa kurtajeke ku beriya 40 salan pek hatiye nakin: Jina em behsa wê dikin emrê wê ji 25 salan kêmtir e û li keviya Parîsê (li banliyokê) dimîne. Bi rijandina hêsirên çavan keçik rêyên ku diviyabû ji wan derbas bibe kite bi kite vedibêje: Ji zor û zehmetiyên klasîk ên ji bo standina randevuyekê heta bi kurtajbûna wê ya bêanestezî ya li ser maseyekê di korîdoreke di nava çûn û hatina bêdawî ya xebatkarên nexweşxaneyê de. Di bernameyê de, dema keça ciwan behsa çîroka xwe dikir, rojnamevan ewqasî matmayî bû ku beriya ku ji doktorê tevlî programê bûyî bipirsê çawa tiştekî wisa hê jî li Franseyê dikare pek bê, pir caran li ser hev got “ev çi ecêb e!” Bi awayekî diyar doktorê jinan aciz e û weha li xwe mikur tê: Hin doktorên li dijî kurtajê hene û tolê ji jinên kurtaj dibin distînin. Ew kurtajên xwe bi zanîn bi awayekî jin pê biêşin û li ber çavan şerm bikin, pêk tînin.

Maneya vê ne ew e ku hejmarê kurtajên bêanastezî pir zêde ye – ango em dikarin hêvî bikin wisa ye. Li aliyekî weha xuya ye ku dema berê ya bikaranîna amûrên weke şûjin û ya vegirtina nexweşiyan bi dawî bûye. Lê belê wextê em hîna rastî hinan tên ku li ser ekografiyê “pitika” we nîşanî we dikin û bi awayekî ku we piçûk bixin ji we dipirsin “çawa çêbû hûn bi paşil û ducanî bûn? (Bi maneya, ma hûn nizanin xwe li dijî ducanîbûnê biparêzin?)” Divê beramberî vê em çi bifikrin?.Li ser rêbazên kurtajbûnê divê çi bejin? Weke ku carinan tê gotin, bikaranîna dermanan ji bo kurtajbûnê, ji ber ku li şûna ameliyatê alternatîfekê pêşkeş dike, weke pêşketinekê tê qebulkirin, dikare hedî hedî bibe awayekî “xwe xilaskirina ji dema di odeyên nexweşxaneyê de”- bi taybetî van rojan ku cih li nexweşxaneyan kêm dibin.

Valakirina nexweşxaneyan ji jinên kurtajbûyî, dûrxistina van cahilan ji van odeyên nexweşxaneyan ku îbadetxaneyên bêqisûr û paqîj in, destûr dide doktorên me ku mirovên mezin in, xwe ji zehmetiya kurtjakirinê hêsantir xilas bikin û zêdetir wext dide wan da ku hêkdankê neqilî jinên wêrek bikin, yên ku zarok ji wan re çênabin. Ev jî ji IVG'yeke (kurtajkirineke) klasîk ya bi awayê kişandinê karekî bi kêrtir û bi rûmettir e.

Kurtajbûn weke xweparastina ji ducanîbûnê jî “karê jinên qenc e”. Dema jin dibîne testa ducanîbûnê pozitîf e û biryar dide kurtaj bibe, tiştên ku li pişt deriyê serşokê diqewîme, eleqeyê kesî pê nîne, kes serê xwe jê naêşîne. Yên ku difikirin berî her tiştî ev pirsgirêk ya jinan e hemû yek dengî dibêjin: Helbet, madem hilbijartin a wan e, beden a wan e, wan bi xwe daxwaza vê azadiyê kir, çi pê dikin bila bikin. Wisa xuya ye ku bi tenê cinsiyeteke exotîk û hinekî dijber, derveyî exlaqê dikare ji qada “şexsî” derkevê. Tevî ku jin ji lîstîna bi “sex toy” ên nû derketî bêhtir, piraniya wexta xwe bi paqîjkirina avdestxaneyan, bi mezinkirina zarokan û bi şepirzebûna ji bo mûçeyekî ji ya heqê wan hindiktir derbas dikin.

Wisa xuya ye, bi tenê wexta jin bedew û seksî ye maneya jiyana wê heye. Lê piranî ev ne xisleta mezin a kurtajê ye ku gelek caran pêkanîna wê di destê milîtanên dijberî kurtajê de tê hiştin. Ew jî bi kêfxweşiyeke mezin û bi awayekî gelekî cidî dest diavêjin vê mijara kurtajkirinê. Bi rastî jî ew li Franseyê kêm in (li gorî hêjmara wan a li Spanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Emrîka Latîn ku ji ber giraniya dîn bêhtir dij-kurtajvaniye dikin) lê belê gotinên wan digihêjin guhên kesên amade ne alî bigirin û belav dibe. Rohniyên nerm ên ku çapemenî bi kar tîne piştgiriya wan bi awayekî rojane dikin, û ji bo afirandina amûrên modern ku dikin jin di tarîtiya psîkolojî û derûniya xwe ya lawaz de bi tena serê xwe bimîne, alîkariya wan dikin. Yên “jiyan-perest” ku ev rewş bi kêrî wan tê, li ser malperên xwe yên înternetê bi awayekî pir nazik bersivê didin jinên “bêçare û bêgav” ên ku dema dixwazin kurtaj bibin vê medyayê her diçe zêdetir bi kar tînîn.
Nirxandina wan weke komeke zanyarên muhafezekar wê bibe şaşiyek: Hêdî hêdî dev ji derewên zêde eşkere, sloganên hişk û provokasyonên neqanûnî berdidin û malperên xwe yên înternetê her diçe zêdetir dişibin pêvekên rastî yên wezareta tenduristiyê. Dikare mirovekî bi hêsanî şaş bike.
Bi ser de jî navên weke “navenda neteweyî ya guhdarîkirinê (centre national d’écoute)”, xwendina zanîngehê ya bi ingilîzî û hejmarên telefonê yên belaş bi kar tînîn û rewabûneke rastî ji xwe re ava dikin.
Bi vî awayî destên xwe bi hêsanî digihînin qada “pirsgirêkên psîkolojîk” a jinên kurtaj dibin. Yek ji wan “sendroma piştî kurtajbûnê” ye ku qaşo jinên kurtajbûyî hemû pê dihisin.

Di van malperan de jinên ku biryar dane zarokê ji ber xwe bikin, weke erdên talan bûyî ku bi tevahiya tehlûkeyên cihanê re rûbirû ne, behsa wan tê kirin. Dibêjin kurtajbûn rê li ber alkolîkbûnê vedike, jinên kurtaj dibin zêdetir xwe dikujin, hêsantir dikevin nav lepên tenetiyê, xizaniyê û bêhtir dikarin ji karê xwe bên derxistin. Ev terîfên reş û tarî piranî bi nivîsên gelekî helbestvanî li ser “daxwaza dayikbûnê” ku hêzeke veşartî ya di xwezaya her jinê de heye, tê dîtin. Dibêjin her jina rêzê ji xwe re digire xwediyê vê hestê ye û divê carinan hin kes zorê lê bikin da ku vê hestê derxin holê. Di vê çarçoveyê de nîqaşên dijberî kurtajê tevlî fikrên ji aliyê pir kesan ve hatî qebûl kirin dibin. Li gorî wan dayikbûn ne hilbijartinek e belê hêzek e ku ne di destê jinan de ye. Nîqaşên heyî yên li ser mijara “redkirina ducanîbûnê” vê nêrîna ku rewşa psîkolojîk dinirxîne, xurttir dike û kapasîteya jinan a biryardana, ya ji wan re baş an jî xirab, tine dihesibîne. Ji bo vê bike jî teknîka gelekî hêsan “bandora mercekê” bi kar tîne (rastîyeke piçûk gelekî mezin dike û dike rastîya bi tenê).

Eger em vê yekê li loda gotarên bi awayekî birêkûpêk xîtabî rêjeya bilind a zarokanînê ya fransiyan dikin zêde bikin, çawa em matmayî bimînin ku di rewşeke bi vî rengî de zehmet e mirov biryara jiberxwekirina zarokê bide? Çawa mirov karibe di encama vê de kurtajbûnê ne weke “trajediyeke mecbûrî” bibîne? Lewra pispor hemû li ser kaxezên spî ji me re weke birîneke nakewe û jênaçe ya li ser xwezaya jinê û binketina jiyaneke weke jin, rave dikin. Li hemberî êşandin û arandina bi rastî ya buyêreke ku bi tenê karîbû biêşîne, em ê çawa matmayî bimînin? Da ku em karibin encamên van pêşdîtinên xwe bi xwe bibînin, divê em çavên xwe li ser malperên foruman ên înternetê bigerînin yên ku di wan de jinên kurtajbûyî gazinan ji rewşa xwe dikin. Yên ku cesaret kirin li dijî ya ku xweza û “ajoyên wan ên jinane” li ser wan ferz dike di ser xwe re bibihurînin, wisa xuya dike ku bêqisûr cezayê xwe qebûl dikin. Ev yek xwe bi xewnereşkan, hebûna zarokeke xeyalî ya mezin dibe, a ku rojbûna wê heye dide der. Ev yek xwe bi hesteke giran a gunehkariyê, tirs, tenêbûn û şermê nîşan dide. Armanc ew e ku yên naxwazin vê êş û poşmaniyê hîs bikin jî, werin bêdengkirin, helbet eger naxwazin weke anormal, bêdil (bêrehm) û nexweş werin dîtin.

Mirov nikare tehlûkeya li dijî mafê jiberxwekirinê (kurtajê) bi tenê bi dema bendêmanê yan jî dema li ser lîsteya navendên dawî yên kurtajê mane xulase bîne ziman, tevî ku hemin gihiştina materyalên kurtajê pirgirêkeke girîng dimîne. Ev tehlûke para bêhtir xwe bi awayekî neyekser nîşan dide û ne ji bereyê ve. Ev tehlûke ji ketina nav hev a gelek faktoran pêk tê. Di nava van de jihevcihêkirina di navbera “şexsî” û “siyasî” de jî heye ku bi awayekî bêqisûr tê kirin. Weke mînak xwe di helwesta Buroya Parastina Penaber û Bêwelatan a Fransewî (OFPRA) de dide der. OFPRA îdîa dike ku destavêtin û şîddeta jin pêre rûbirû dimînin ne sedem in ku ji bo mafê paneberiyê werin qebûl kirin. îdîa weha dewam dike “lewra ev pirsgirêkên eleqedarî “jiyana wan a şexsî ne1”.

Vê dubeşbûnê derfet da peydebûna qederên dîrokê, û ferzkirinên qanûnên taybet û di nav xwe de hilgirtî. Vê jî, bi riya pêvebûn û girêdana jinan a bi xwezayê û qada malbatê ve ya her tê nûkirin, dike. Hingî jî jin weke ruhberên ji mêr “hindiktir civakî” tên dîtin. Ev jihevcihêkirin e ku her jina lêdan xwarî li berpirsiyariyên wê vedigerîne yan jî destûrê dide mirov li ber hejmarên giriyê mirovan bi wan were yên dabeşkirina karê nava malê, neçar bimîne milê xwe kilke.

Ev pirsa dawî pirî caran dibe sedema henekpêkirina tahl a wan kesên ku gelekî kêm caran radihêjin melkesekî. Ev pirs anektodîk (bi şêweyê serboriyê) nîne: Ew derdixe holê ku têkiliyên di navbera cinsan de, dibe ku ferdî bi aheng bin, lê pêwendiyên civakî li hesabê evîndarên bêgiraniya civakî neyê jî ne wisa ne. Ew berhemên têkiliyeke hêzê ne. Eger mijar bi awayekî nerm guhertina “mentalîteyê” be, çawa femînîsta fransewî Colette Guillaumin gotî “divê em li ser pêkanîna perwerdekirina patronan û rêveberan bihizirin da ku ew wezîfeya xwe di hilberînê yan jî nivîsîna bi mekîneyan bi cih bînin” da ku her weha “bi riya reformên mentalîteyê” em bikevin ser riya veguherîna “civakeke dibişire2”. Ev dubeşbûn e ya ku destûr da tibê ku li gorî daxwaza xwe û rewşa xwe ya wê kêliyê, bi ser de jî ji her cezayî parastî, biryarê bide ku jêr-nexweşa (nexweşa nirxê wê kêm) li ser maseya wî, dikare her weha gelekî rihet were bêruhkirin (bi anesteziyê tevizandin).

Çavkanî: 

Par Sabine Lambert *
* Hevpara malpera Les Entrailles de Mademoiselle “zikê dayikê yê keçê” (www.entrailles.fr)

1- Binêre li Jean-Marc Manach, “Le viol des réfugiées "relève de leur vie privée" (destavêtina penaberan “nîşana jiyana wan a şexsî”), Bugbrother.net, 11'ê Kanûna 2009'an.

2- Colette Guillaumin, Sexe, race et pratique du pouvoir, L’idée de nature (cins, nijad û bikaranîna desthilatdariyê), weşanên Indigo et Côté femmes, Parîs, 1992, rûpel 231.