Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Pakistan dijminên xwe bi destê xwe çêdike

Dema ku ez nîvê Îlona 2009’an gihîştim Peşawarê, bi êrîşeke neh roketan hisiyam ku ji banliyoya rojavayê bajêr, ji Hayatabadê dihat û berî wan, me dengê vîzîna wan bihîstibû. Armanca van roketan qereqoleke parastina sînoran bû ku erka wê parastina deriyê ketina herêma eşîra Xîberanê bû.

Hikumeta Pakîstanê, bi piştgiriya Amerîka, di sala 2002’an de dest bi şerrekî kir ku pê re operasyonên xwe yên leşkerî li herêma eşîrî ya di bin desthilatdariya federal (Federally Administreted Tribal Areas, FATA) de ye zêdetir kirin. Ev herêma ku li ser sînorê Afganîstanê yê bakurê rojavayê ye bi heft beşan û şeş herêman ve hatiye dabeşkirin û sê milyon nifûsa wê heye (% 2’yê nifûsa Pakîstanê ye). Talîbanên afganî piştî têkçûyina xwe vekişiyabûn wê herêmê – li Wazîrîstana bakur, bi pêşengiya serokê xwe yê antî-sovyetîk Celaluddîn Haqqanî, û li Bajorê jî, bi pêşengiya Hizb-el Îslamî’ya Gulbiddîn Hikmetyar. Artêşa Dewleta Federal ku heta wê gavê xwe ji wan Afganên ku dostê Pakîstanê bûn re kerr dikir – lewre li dijî bandora Hindistanê ya ku li Afganistanê zêde dibû ew Talîbanî hêzeke baş bûn- asoxî ket Wazîristanê û da pey wan ‘‘biyaniyan’‘ .

Ji ber ku eşîrên herêmê nexwast mêvanên xwe teslîm bikin, hikumetê avêt ser wan jî û ev jî bû sedema ku ew li dijî desthilatdariya navendî pişta xwe bidin hev. Hin grûbên milîtan yên cuda cuda jî tev li Talîbana pakistanî bûn ku hê bi qasî ya afganî xurt nebûbû. Piştî wê, kevnetalîbaniyên ku bi kêrî wan nedihatin jî, an weke xayin hatin îlankirin an jî hatin kuştin. Herçî desthilatdariya navendî ye, ew jî kete destê kesên mîna Nek Muhammedê karîzmatîk ku temenê wê hê nû bûye 27 sal, lê belê kevneçekdarê şerrê Yekîtiya Sovyetê û Afganistanê ye û bi tundî li dijî hebûna Amerîkiyan ya li vî welatî ye.

Di dema şerrê li dijî Sovyetan de, sîlehên çekdarên afgan di herêma eşîran re derbas dibûn, lê belê vê yekê tu bandor li sazûmaniya wan ya siyasî nedikir. Rustem Şah Mohmendê pisporê siyaseta pakistanî dide zanîn ku wê demê li wê derê serhildan pêk nehatine, ji ber ku ‘‘siyaseta hikumetê û hêviyên xelkê li gora hev bi rê ve diçûn.’’
Di sala 2002’an de, piştî dengdayineke dijber, li herêma Sînorê Bakurê Rojavayê Konseya yekgirtî ya çalakiyê (Muttahidda Maclîs-e Amal, MMA) hat ser hikum ku ji koalîsyoneke partiyên oldar pêk dihat û li dijî ‘‘şerrê li dijî terorîzmê’‘ bû. Saziyên herêmê hemû têk çûn – bi taybetî buroya ‘‘nûnerê siyasî’‘ ya ku ji dema Raj’a brîtanîk ya nîvê sedsala 19’an di navbera melîkên eşîran û hikumeta federal de peywendî ava dikirin. Sazûmaniyên eşîran yên adetî û fikra otonomiya herêmkî derb ji vê guherînê xwar û di encama wê de jî êdî ewlekariya herêmê xerabtir bû.

Di 2004’an de, piştî du êrîşên li dijî Muşerref ku bi ser neketin, hikumetê pênc hezar leşker teva helîkopterên şerrî şandin Wazîristanê. Lê belê, vê artêşê derbine mezin xwarin û hikumet bêgav ma ku bi Nek Muhammed re peymaneke aştiyê îmze bike. Dîsa jî, roja kuştina vî mîrî ya ji hêla hêzên amerîkî yên hewayî ve, 18’ê Hezîranê, agirbesta di navbera wan de xerab bû û Dewleta Federal berpirsiyariya vê kuştinê girt ser xwe – weke hercar – da ku kes nebêje qey Washingtonê desthilatdariya wê binpê kiriye

Salên piştî vê peymanê, du peymanên din jî hatin girêdan. Lê belê, di tebaxa 2007’an de, hêzên artêşa pakîstanî li Îslamabadê avêtin ser mizgevteke ku ketibû destê hevalbendên Talîbanê: ev êrîş, bû sedema kuştina gellek kesên bêsûc jî û di encama wê de pêleke terrorîzmê dest pê kir ku heta bi bajarên mezin yên din ve jî da ber xwe. Ji ber wê, artêşê jî bergiya operasyonên xwe firehtir kir û gihand herêmên Bajor, Mohmand û Xîberê. Şerrekî dijwar li wan deveran dest pê kir ku kesek bi ser neket, lê belê bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û herweha nerazîbûna li hember hikumetê jî mezintir bû.

Di sala 2009’an de, hêzên artêşa pakistanî bi xurtî ketin herêmê û dijberiya ku ji serê du salan ve ye ku li geliyê Swatê hebû, gihişt qada xwe ya bilind; lewre Nîzama Hiqûqa Îslamî (Nîzam-e Adl) têk çûbû. Nizam-e Adl peymana aştiyê ya nû bû ku di nava hikumetê û partiya herêmê ya ku desthilatdarî bi dest xistibû de, Tevgera damezrandina şerîata îslamî (Tehrîk Nîfaz-e Şarîat-e Muhammadî, TNSM), hatibû danîn.

Heta sala 1969’an, hersê herêmên Malakandê ku ji Şîtral, Dir û Swatê pê dihat Mîrekiyên serbixwe bûn û hiqûqa wan ya xweser hebû ku ew jî awayekî din yê şerîeta geliyê Swatê bû. Gava ku tev li Pakistanê bûn, hiqûqa wan jî rabû û hiqûqa neteweyî ket şûna wê, lê belê dozên ku dewam dikirin nehatin guhertin. Di mahkemeyên herêmê de, doz her dihatin taloqkirin û dosye hemû vekirî man. Ji ber vê rewşê, di salên 1970’yî de xelkê dîsa daxwaza vegera sîstema berê kir û Sofî Muhammad jî di sala 1989’an de bi damezirandina tevgera TNSM’ê tev lê bû.

Salên piştî van bûyeran, vê tevgerê du caran çek hilgirtin û ev jî bû sedem ku hikumet du caran tawîzan bide, da ku aramî were herêmê: di 1994’an de, dema hikumeta Benazîr Buttoyê, û di 1999’an de, dema hikumeta Nawaz Şerîfî. Lê belê tiştek jê derneket: TNSM her ku çû xurttir bû. Sofî Muhammad teva deh hezar çekdarên xwe çû Afganîstanê ku li dijî hêzên amerîkî şerr bike. Pirraniya wan çekdaran yan hatin girtin yan jî hatin kuştin û hêza wan êdî baweriya xwe di nava xelkê de wenda kir. Di vegera xwe de jî, Sofî Muhammad hat girtin û ket girtîgeha Dera Îsmaîl Xanê.

Sala 2005’an, Melle Fazlullahê zavayê wî TNSM ji nû ve çalak kir. Xetta wê radîkaltir bû û bi xêra tevlêbûyina milîtanên ku ji ber êrîşên amerîkî yên herêmên eşîrî reviyane jî xwe xurttir kir. Piştî ku di çileya pêşîna 2007’an de, bi pêşengiya Melle Fazlullah navê xwe jî guhert û bû Tevgera Talîbana Pakistanê (Tehrîk-e Talîban Pakistan, TTP), di nava xizan û feqîran de hêza xwe bêtir belav kir û piştgir ji xwe re çêkirin: axavtinên populîst yê serokê wan Baytullah Mesûd û awayê wî yê bicihkirina heqiyê û rexneyên wî yên li birêvebirên feodal yên kevnar jî bû sedem ku gellek ciwanên nerazî jî tev li refên vê tevgerê bibin. Asif Ezdiyê ku analîstekî polîtîk e dide zanîn ku dewletê hêviya ciwanan şikand û weha dewam dike: ‘‘Îslamîzma milîtan ya Pakistanê ji ber tevgerên elîta feodal xurt bûye, lewre van kesan pişta xwe da dewletê û jê xwar û hêza xwe firehtir kir û bi vî awayî xelkên wekî din ber bi xizanî û bêhêvîtiyekê weha ve dehf dan ku her ku çû rewşa wan xerabtir bû.’’

Ciwanên ku di nava bêkariyê de vedigevizîn bi hejmareke bilind tev li refên Talîbanê bûn, ji ber ku li wira wan ê bikariya çek bi dest bixistana û perwerdehiyeke leşkerî bidîtaya, wekî din, medyaya taybetî ku gellekî xurt bû bandoreke polîtîk jî li wan dikir – û herweha şerrê ku Talîbanê li dar dixist di nava xelkê de weke şerrê li dijî birêvebirên feodal dihat naskirin. Asif Ezdî dide xuyanî ku ‘‘Li hin herêman gundiyên bê erd, li dijî dewlemendên xwedan erd serî hildaye’‘ û dibêje: ‘‘Li welatekî weha pêk hatiye ku di destê xelkê xizan de tu derfeta çareseriya astengên civakî tuneye û hikumet û sîstema polîtîk û birêvebirên civakî li hember wan pişta xwe daye hevdu. Talîban jî ji ber tevlihevbûna vê kîna şoreşger û oldar di nava xelkê de xurt bûye.’’

Her ku bandora TTP’ê di nava xelkê de xurttir dibû, pêxwas û sûcdarên piçûk jî tev li Talîbanê dibûn. Armanca wan ew bû ku xwe ji cezakirina Talîbanê biparêstana lê belê herweha bi xêra wê, ew ji çekên wê û peywendiyên wê yên xurt jî îstifade dikin da ku raqîbên xwe û xelkê bi temamî ji xwe bitirsînin.

Dîsa jî, li gora şiroveya xwe ya îslamî ya tund, Talîbanên herêmê çûyina keçikan ya dibistanan qedexe kir û ji sedî zêdetir dibistan jî dan ber bombeyan; vê yekê piştgiriya ku xelkê dida wan kêm kir – TTP’ê bi xwe jî bi berdevkiya Mele Omar nîşan da ku ew ne piştgirê van celeb biryaran e.

Bi armanca kêmkirina bandora TTP’ê, hikumeta paştû ya Sînorê Bakurê Rojavayî di sala 2008’an de Muhammed serbest berda. Hikumetê bi awayekî fermî dev ji şîddetê berda û di encama hevdîtinan de, di sibata 2009’an de, li gora peymanê, Nîzama hiqûqa îslamî jê derket: dijminahî xelas bû û sîleh hatin danîn û Dewleta Federal dadgehên îslamî yên şerîetê jî pejirandin. Ev peyman heta 14’ê Nîsana 2009’an jî ji aliyê hikumeta navendî ve bi rêya parlamentoyê ve nehat qebûlkirin û piştî derbasbûyina bayê normaliyê, diyar bû ku aştî dîsa jî nehatiye geliyê Swatê; ji ber ku herdu aliyan jî xatirê wê peymanê negirt û sozên xwe negirtin.

Nirxandinên rojavayî û hevalên wan yên li vî welatî di cih de li dijî qanûnên nû derketin û ew rexne kirin: wan da xuyanî ku Pakistan hatiye devê newalekê ku hindik maye ku hemû hêza wê ya nukleer bikeve destê Talîbanên ku gihiştine heta bi sedf kîlometreyan dora paytextê. Zexta li ser Îslamabadê her ku çû zêdetir bû. Meha gulanê, gava ku milîtanên TTP’ê êrîşeke provakator bi mitoran bir newala cîrana Bunerê, medyayê ev bûyer weke destpêka meşa bi ser paytextê ve nirxand û ji ber wê, tankan ajot ser wan.

Artêşê ew milîtan ji herêmê derxistin, lê belê, ji ber vê operasyonê sê milyon sivîl ji cih û warên xwe bûn. Gellek ji wan kesên ku nereviyan di nava bombardimanan de hatin kuştin. Nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya penaberan (UNHCR) ev bûyer şermezar kirin û bal kişand ser ku ew bi zorê dikare çarîkeke alîkariya pêwîst bi cih bîne. Pirraniya penaberan li cem malbatan, li cem nas û dostan an jî li cem dilxwazan hatin bicihkirin. Hikumetê tu alîkarî û çareserî pêşniyar nekirin û pirraniya alîkariyên ku ku ji derve hatin jî ketin bêrîka siyasetmedarên bertîlxwir. Birêvebirên Sîndhê û yên Pencabê li rojhilatê Pakistanê gellek astengî danîn ber ku penaber nikaribin bên û li herêmên wan bi cih bibin – vê yekê jî hêla şerrî ya etnîk derxist holê, lewre Paştûyan bawer kir ku armanca van hemû bûyeran civata wan bi xwe ye.

Lê belê, rewş ne weke ya dema operasyonên leşkerî yên bi ser herêma eşîran de bû, lewre vê carê operasyon ji aliyê xelkê Pakistanê ve hat pejirandin (li gora gellek sondajên ku havînî hatin pekanîn, piştgiriya xelkê % 41 bû ) û ji aliyê birêvebirên siyasî, artêş û medyayê ve weke serkevtinekê hate hesibandin. Hemûyan digot ku pêwîst e ku şerrê milîtan û xerabkaran li Malakandê were kirin, lê belê dîsa jî kesî ji wan zordarî nediparast. Rahimulah Yusufzayê rojnameger ku nirxandêrekî navdar e, dide zanîn ku, ‘‘karîbûn rê li ber [şerrî] bigirtana, lê belê Pakistan ne hêzeke azad û serbixwe ye. Dewletên yekbûyî û welatine din zor li Pakistanê kir û ji ber gellek sedeman jî hikumetê li ber xwe neda.’’ Li gora wî, milîtan, tu carî, ne ji bo welêt û ne jî ji bo hêza wî ya nukleer nebûbûn gef: ‘‘Hikumet bi xwe jî dibêje ku ji pênc hezaran zêdetir Talîban tunene; geliyê Swatê di destê wan de bû, ketin nava Bunerê jî – ma gelo wê çend zilam di destê wan mabin ji bo meşa bi ser paytextê ve?’’

Nifûsa Pakistanê sed û heftê û sê milyon e û ji van yek milyon zilam di nava artêşê de ne û herweha hêzên wê yên hewayî yên xurt jî hene. Yasufzay dibêje ku ‘‘Ne Talîbanan karîbû bigirtaya ser paytextê û ne jî armanceke wan ya weha hebû. Ew bi tenê li Malakandê dijiyan; û li wira bi xwe jî, ji heft bajaran bi tenê li sê bajaran bandora wan hebû.’’ Herçî Nîzama hiqûqa îslamî ye, erê wê derî li şerîetê vedikir jî – weke peymanên ku herdu hikuletên berê yên laîk jî îmze kiribûn -, ji herdu hêlan jî tawîz dihatin dayin. Axir, hin kes hene ku bawer dikin ku Muhammedî dê karîbûya, bi xêra bandora xwe, ev pirsgirêk çareser bikiraya û cih li tundrewan teng bikiraya.

Kenvewezîr û nirxandêrê pakistanî Roedad Xan li ser rêyên çareseriyê ku hikumetê danîne ber xwe pirsan ji xwe dike: ‘‘Me tu carî şerrekî ji vî şerrî belasebebtir nedîtibû ku parastina wî û qanekirina wî jî ewqasî dijwar be. Li hember metodên serhildêran yên nehiqûqî, heger mirov bi tenê darê zorê bi kar bîne, zehmet e ku mirov bi ser bikeve: pêdiviya milîtanan pê tuneye ku bi ser bikevin, ew bi tenê dixwazin şerrê xwe dewam bikin.’’ Û Rustam Şah Mohmand jî ku nirxandêrekî din e, weha dipirse: ‘‘Heger armanca oprerasyonê şerrê li dijî dijminên Dewletê bûya, diviya rasterast êrîşî wan bikirana. Hingê çima hikumetê pêwîst dît ku hemû herêmê dagir bike? Bi bikaranîna hêza hewayî û bombekirina bê sînor, şik tê de nîne ku tahde dê li gellekî li xelkê were.’’ Hikumet bê guman li geliyê Swatê bi ser ket, lê belê, li gora Mohmand, ev dikare bibe serkevtineke weha ku li serê wê bibe bela heger ‘‘sedemên civakî, aborî û siyasî yên ku Talîban ji ber wan derketine neyên çareserkirin û heger hikumet bi berfirehî deverên xerabkirî ji nû ve nede avakirin.’’

Nakokiyeke siyasî ya din jî, li gora Yusufzayî, ev e: Girtina endamên şûrayê ku komîteya şêwirmendiya Talîbanê ye û berpirsên pakistanî ew ji bo danûstendinan meha îlona bihurî vexwendibûn. Herweha taktîka ku milîsan li hember Talîbanê çekdar bikin (dijberê ‘‘komîteya hişyariyê’‘ ya İraqê) jî nehat hesibandin ku li herêmeke weha, helwêsteke bi vî rengî dikare di ser heyaman re bibe pirsgirêkeke din. An jî, hilweşandina xaniyan ku rejîma pakistanî li geliyê Swatê dabû ber xwe, lewre xaniyên wê deverê ji aliyê malbatine gellekî mezin dihatin bikaranîn. Xerabkirina malên wan ya ji ber kurekî wê malbatê ku qaçax e, bi tenê dikare bide sedem ku hin endamên din jî tev li serhildêran bibin.

Herçend li herêmê mirov bikare behsa aştiyeke hessas bike jî, ji cerga ku şerr bi dawî bûye û heta nuha, ji dusedî zêdetir gumanbar an jî sempatîzan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve an jî ji aliyê milîsên lokal ve beyî lêpirsîneke kûr hatine kuştin; ji ber wê, di nava xelkê de tirseke daîmî heye. Yusufzay dide zanîn ku, ‘‘Erê, berê, xelk ji Talîbanê ditirsiyan, lê belê îroj ew di nava tiseke weha de dijîn ku ew jî ji artêşê tê. Artêş kê bixwaze dikare etîketa Talîbanê bi dû wan bixe.’’ Hema hesabê mirov bi kê re hebe, mirov dikare wî bi sempatîzaniya Talîbanê sûcdar bike û giliyê wî bike. ‘‘Xaniyê we hatiye xerabkirin, hûn hatune girtin, û sibê jî termê we diavêjin nava zeviyan. Ziravê xelkê qetiyaye, ew newêrin dengê xwe jî derxin.’’

Meha Çiriya Pêşîn a borî, berî ku operasyona leşkerî li Başûrê Wazîristanê were kirin, çalakiyên Talîbanan zêde bûbûn. Bi pêşengiya Hakîmullah Mesûdê bîst û heyşt salî, Talîbanan êrîşî Hangû û Kohat û Şangla û Pêşawarê kiribû û bi pirranî xelkê sivîl kuştibûn. Gava ku desthilatdariya navendî bombardimana hewayî zêde kir û rê li ber operasyona artêşa erdê vekir, êrîşên Talîbanan jî gellekî girantir bûn. Sempatîzanên wan yên ku ji Pencabê hatibûn êdî ceger dikir ku êrîşan bibin ser navenda artêşê ya li Rawalpindiyê jî.

Di heman demê de, êrîşên helîkopterên amerîkî jî li herêmên eşîran dewam dikir. Li gora sondajekê ku ji aliyê The News’ê hatiye çapkirin, ji nava heftsed û yek kesên ku ji 29’ê Çileya Paşîn a 2008’an heta 8’ê Nîsana 2009’an hatine kuştin, bi tenê çardeh kes bi piştgiriya Talîbanan ve dihatin tawanbarkirin. Bi vî awayî, raya giştî jî êdî şikê ji vê siyasetê dike.

Bi artêşa xwe ya ku derfetên wê ne zêde ne û bi alîkariya Amerîkiyan, Pakistan hewla siyaseteke weha dide ku Amerîka û NATO’yê nikarîbû li Afganistanê bi cih bikira. Lê belê, operasyonên leşkerî çiqas dewam bikin, herêmên li ser sînor jî dê ewqasî ji bin destê wê derkevin, lewre hejmara kuştiyan zêde dibe û ewlekarî li wan herêman namîne. Serhildanê xwe gihandiye heta herêma derdora Pencabê jî. Lê digel vê jî, elîtên pakistanî û herweha nirxandêrên rojavayî hê jî hêviya xwe ji tunekirina hemû Talîbanan nabirrin. Dengên ku li dijî şerrî bilind dibin jî di cih de bi sempatîzaniya Talîbanan tên tawanbarkirin.

Vê operasyona leşkerî ya dawîn ku bi bîst û heyşt hezar leşkeran ve li Wazîristana başûr hate birêvebirin, bû sedema koçeke mezin ya nû: ji sê paran parekî xelkê koç kiriye. Digel ku Talîbanan piştgiriya xwe ya di nava xelkê de her ku diçû wenda dikir, nûneriya Associated Press da xuyanî ku penaberên ku nerazîbûna xwe ya li hember hikumetê dianîn zimên diqêriyan û digot ‘‘Bijî Talîban!’’ Ji dêlva ku dilê wan û fikra wan qezenc bike, hikumet wan ber bi dijminên xwe ve dişîne; û erê, Talîban zêde nayê hezkirin, lê rewşa hikumetê jê xerabtir e. Fikra ku Pakistan li ser hesabê Amerîkayê vî şerrî dike hê jî di nava xelkê de heye – êrîşa li Wazîristanê beyî alîkariya helîkopterên Amerîka hate birêvebirin .

Li gora rojnameger Siyed Salîm Şahzad, bûyerên van heft salên dawîn eşkere kiriye ku çi cara ku operasyoneke leşkerî li dijî Talîbanê çêdibe, Talîban di encama wan de xurttir dibe. Ew dibêje ku digel ku ji geliyê Swatê derketibûn jî, vaye Talîbanî dîsa lê vedigerin û li hev dicivin; ‘‘gava ku berf bidê û hemû rêyên sereke yên alîkariyê bigire, Talîbanan dê hemû herêmên ku berê ji dest dabûn ji nû ve xistibin destê xwe’‘ . Hêviya medyayê û ya nirxandêrên rojavayî jî ji ber vê rewşê kêmtir dibe.

Di sala 2002’an de, li Hayatabadê gellek penaberên afgan hebûn. Di nava wan de yên herî xizan li waroşên Kaça Garhiyê bi cih bûbûn ku li ser rêya Camrûd û Xîberê ye. Lê gellek kesên din jî li bajêr ji xwe re dikan vekiribûn û li gellek taxan jî çûyin û hatin û bazirganî di destê van penaberan de bû – havînan hin ji wan ji ber germahiyê diçûn Afganistanê.

Îroj gellek Afgan ji ber sedemên ewlekariyê terka Hayatabadê dikin: li her derê kontrolên leşkerî hene, hejmara kesên ku tên revandin zêde dibe – û, bi tenê ji nîvê meha îlonê heta nîvê meha çiriya pêşîn sê êrîşên xwekuj û çar jî êrîşên roketan pêk hatine.

Roja ku ez bi dengê roketên ku bi ser Hayatabadê dihatin ve hisiyam, roportaja ‘‘Foreing Police’‘ ya AfPak Channel’ê bi sernavê ‘‘Everything’s coming up roses in Pakistan’‘ (Li Pakistanê hertişt bi kulîlkan tê xemilandin) dihat weşandin. Êrîş dixistin stuyê Mangal Bagh Afrîdiyê serokê tevgera qedexekirî Laşkar-e Îslamê. Ev kes berê hevalbendê hikumetê bû û gellek caran hatibû tawanbarkirin ku qaçax û sûcdaran ji Xîberê derdixe û bi vî awayî ji konvoyên NATO’yê re hêzeke parastinê dide peydakirin. Weke ku xuya dibe, hevalbendî zû xerab dibin – ev jî dîsa eşkere dike ku gerek mirov çekan nede milîsan.

Roja piştî van êrîşên Hayatabadê, nanê tennûrê bûbû 15 rûpî, lê belê roja berî wê 2 rûpî bû – digel ku meaşê xelkê weke xwe dimîne, enflasyon û bêkarî her ku diçe bilindtir dibe. Li kolanan, kesî behsa xeteriyên li ser jiyana civatê nedikir: herkesî gazindên xwe bêtir ji buhabûna jiyanê dikir.

Çavkanî: 
  1. Graham Usher, ‘‘Peywendîyên xeternak li başûrê Asyayê”, Le Monde diplomatique, Çileya Paşîn 2009.
  2. MMA piştî hilbijartinên Sibata 2008’an ji hev belav bû. Bixwîne: Jean-Luc Racine, ‘‘Pakistan, karê dijwar hê maye », Valîza dîplomatîk, Le Monde diplomatique, 27 sibat 2008.
  3. Sondajên ‘‘Gallup Pakistan », Islamabad, yên 26-27 Tîrmeh 2009, yên ‘‘Gallup - Al Jazeera’‘ yên 13’ê Tebaxê http://english.aljazeera.net/focus/2009/08/2009888238994769.html
  4. The News, Islamabad, 10 Nîsan 2009, http://www.thenews.com.pk/top_story_detail.asp?Id=21440
  5. Li welatekî ku şerr lê heye ev rewş dikarin pêk werin, lê li gora sondajeke Gallupê ku tebaxa 2009’an hatiye pêkanîn, % 59’ê Pakistanîyan bawer dikir ku gefa sereke ji Amerîkayê hatiye, digel ku % 18’ê wan bawer dikir ku sedem dijberîya kevn ya Hindistanê re ye û % 11’ê wan jî (herçend ev hejmar jî zêde bûye) digot ku sedem Talîban in. Herçend sondaj dide zanîn ku % 41’ê xelkê piştgirîya operasyona leşkerî ya li gelîyê Swatê dikir jî, % 43’yê xelkê daye zanîn ku ew çareserîyeke siyasî tercîhî operasyona leşkerî dikin.
  6. Julian Barnes û Greg Miller, ‘‘US aiding Pakistani military offensive », Los Angeles Times, 23 Çirîya Pêşîn 2009.
  7. Syed Saleem Shahzad, ‘‘A new battle begins in Pakistan’‘, Asia Times, 19 Çirîya Pêşîn 2009.