NAPOLYON & SELAHEDDÎN
Dibe ku mirov navê Osman Sebrî li ser pirtûkeke weha dirokî bibîne û mirov lê ecêbmayî bimîne. Ji ber ku Osman Sebrî bêtir weke helbestkar, şervan û nivîskar tê nasîn. Lê heke mirov li kovara Ronahîyê binêre, mirov ê bibîne ku weke rêzenivîsên jînenîgarîyê li ser Napolyon û Siltan Selaheddîn nivîsiye. Ev rêzenivîs ji alîyê weşanxaneya Belkîyê ve weke pirtûk hate çap kirin.
Di jîyana herkesê ku hikmê xwe li dîroka dinyê kiriye de tiştekî dişibe mûcizeyan xwe der dide. Bi taybetî jî mûcîze di destpêka jîyana wan de xwe nîşan dide. Weke mînak berî bûyîna Selaheddîn mamê wî Şêrguh-Şêrko (baş bala xwe bidin vî navî: Şêrgûh di wateya şêrê koyê (çîya) de ye ku ev tê wateya şêrê çîyan, ev tenê delîlekî etîmolojîk e ku kurdbûna Selaheddîn dipeyitîne) li keleha Tikrîtê zabîtekî dikuje û li ser vê yekê Micahededîn Beyrûz, Necmeddin Eyûb tevî birayê Şêrguh ji kelehê derdixîne û wan cêlî dike." Selaheddînê yekrojî di rê de her digirî. Lewre bavê wî gelekî jê aciz dibe. Heya carekê dixwaze wî bikuje da ko jê bifilite. Lê peyayê wî yê ko bi navê Katibê Nesranî hatiye nasîn û heya Baelbek, Şam û Misrê bi malbatê re çûye, nahêle û dibêje: "Bihêle heya ko xwedê wî bike mirovekî mezin. Ew biçûk û bêguneh e, ma çi dizane ko tu derdemend bûyî." Ev girî wê bibê nîşaneya Siltanbûn û mirovbûna Selahaddîn. Ji ber ku em ê vî girîyê Siltanê Kurd di deqên Amîn Maoluf de jî bibînin. Amîn Maoluf wê di pirtûka xwe ya bi navê "Bi Çavên Rojhilatîyan Seferên Xaçperest" de bibêje:’’Her ku Selaheddîn bajarek fetih dikir, digirîya."
Di çepresta din de nîşaneya mûcizeya Napolyon derdikeve. Gava bavê Napolyon Karlo Bonapart dimire, jina wî Lêtsiya ji bo debara zarokên xwe, xwe dispêre tîyê xwe Lûsyan. Lê pir wext tê naçe ku tîyê wê Lûsyan jî dimire. Napolyon li sirgûnê li ser vê rewşê weha dinivîsîne:"Mamê min î li ser nivîna mirinê û li ber hilma dawîyê bû ko gazî me kir. Em xuşk û bira, tevî diya xwe li dor nivîna wî rûniştin. Piştî ko dua ji me re kirin, ji birayê min Josef re gote tu mezintir û bîrbirê birayên xwe yî; lê divê ji bîr nekî ku Napolyon serekê malê ye." Napolyon Bonapart ne ku wê bibe serokê malê bi tenê, ew ê bibe yê hemû Ewropayê.
Dibe ku Osman Sebrî di şer (ku ew tevî şerê Şêx Seîd û yê Agirîyê bûye) de têk çûbe û xwestibe şikestina dilê xwe bi van lehengan bicebirîne. Lê ev rêzenivîsên bîyografîk wê derfetê bidin me ku em siltanekî rojhilatî û împeretorekî rojavayî bidin ber hev. Erê Napolyon çûye dibistanên herbê, lê Selahaddîn jî li ber destên edîban mezin bûye, hînî Quran û ilmê bûye. Napolyon planên xwe yên şer li dibistanan bi çêkirina kelehên ji berfê ava kirine. Lê Selaheddîn jî di nava şer de, li tengala apê xwe Şêrguh hînî şer bûye. Di bûyerên mezin de miqayesekirina her du lehengan hêsan e, lê çawa ku dor tê ser hûrgilîyên jîyanê dîroknûsên rojhilatî, ereb û kurd Selahaddîn sêwî dihêlin. Ser meselê em dizanin ku rojnivîskek Napolyon heye, lê Selaheddîn sêwî dimîne, em dizanin ku rojekê Napolyon ji birçînan saeta xwe firotiye, lê Selahedîn sêwî dimîne, em dizanin ku di şerê Tûlonê de du sê hesp di bin Napolyon de mirine û dîsa şer domandiye, lê Selaheddîn sêwî dimîne. Em dizanin ku Napolyon bi nexweşîya kêmxwînîyê (anemî) ketiye, lê Selaheddîn sêwî dimîne.
Osman Sebrî nex-wetiye kurdekî li hember xaçperestan şer kiriye û çûye heya di Qudsê re derketiye sêwî bihêle. Divê kurd li Selaheddînê kurd xwedî derkevin.
Navê Pirtûkê: Napolyon & Selaheddîn
Nivîskar: Osman Sebrî
Weşanxane: Belkî
Çeşn: Dîrok
Amadekar: Rênas Jiyan
Buha: 10 TL
ISBN:978-605-62114-1-6


