Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Misir bi ku de çû?

Serhad Bapîr - Gund


Ji ber ku weke hilbijartinên bihurî, ew ê bi neduristiyên pirrhejmar û vehilbijartina pirraniya berfireh a Partiya neteweyî ya demokratîk (PND) ya serokkomarê Husnî Mubarek bi encam bibin, hilbijartinên giştî yên misirî ku dê payîza 2010’ê pêk bên, dê rewatiya desthilatê xurt nekin. Ji bo vê yekê, Mubarek dixwaze şûna Qahîreyê ya li ser dika navneteweyî vegerîne asta wê ya bilind.

Îlona 2010’ê ye. Di siberoja lutkeya Şarm el-Şêx’ê de ku bûbû qonaxa duyemîn a ji nû ve destpêkirina muzakereyên rasterast ên îsraîlî-filistînî, rojnameya rojane ya misirî Al-Ahram ku alîgira desthilatê ye, wêneyekî weha diweşîne: serokkomarê misirî Husnî Mubarek li pêş dimeşe, û Barack Obama, rayedarê filistînî Mahmûd Abbas, serokwezîrê îsraîlî Benyamîn Netanyahu û keyê Urdunê Abdullah jî li pey wî dimeşin. Çend seet bi şûn ve, hin bikarhênerên înternetê diyar dikin ku ev wêne hatine rutûşkirin. Di wêneyê eslî de, serokê misirî, weke hevpîşeyê xwe yê urdunî, li kêlekê disekine, li paş rayedarên îsraîlî û filistînî ku ew bi xwe jî didin pey serokkomarê amerîkî.

Dibe ku xelk bi vê bûyerê bikenin; lê belê, ew rastiyekê jî derdixîne holê. Qahîre dixwaze di dika herêmî de xwe weke lîstikvanekî bingehîn bide xuyanî, da ku rewatiya rejîmê xurt bibe. Ji ber ku, her çiqas mîratê serokkomarê Gamal Abdel Nasser (1952-1970) di pirr waran de hatibe rûreşkirin jî - bi taybetî di derbarê aboriyê de, lewre Misirê, ji salên 1970’î ve, dev ji sosyalîzma ereb berdaye û rêyeke lîberal ji xwe re daniye - baweriya Qahîreyê ya bi girîngiya dîplomatîk a Misirê hê jî berdewam e.

Dîplomasiya misirî pirr çalak, pîşedar û navdar e û çend navên payebilind ku di rêxistinên navneteweyî de cîh digrin, hê jî hêjayiya wê nîşan didin. Misirê sekreterekî giştî da Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), Boutros Boutros-Ghali (1992-1996) ku bi pey re Rêxistina Navneteweyî ya Welatên Fransîaxêv jî bi rê ve bir (1998-2002). Ji 2001’ê ve ye ku Amr Moussa, yê pirr tê hezkirin, serokê Yekîtiya Ereb e, û wezîrê veberanînê yê nuha, Mahmûd Mohyeddîn, weke birevebirê giştî yê Banqeya Cîhanî hat wezîfedarkirin. Digel vê jî, asta Qahîreyê ya li ser dika navneteweyî û herêmî, van salên dawîn ne weke berê ye.

Taybetmendiya Misirê ew e ku him welatê pêşî ye ku peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re îmze kiriye (1979), û him navenda neteweperestiya ereb e - û ji ber vê jî, şikên piştguhkirina berjewendiyên filîstînî li ser wê tune ne. Lewre jî Misir weke hêsankera pêvajoya aştiyê tê hesibandin û wê çend dewreyên muzakereyê li ser axa xwe li dar xistin, her weke îmzekirina beşekî peymanên ku weke "peymanên Osloyê" tên nasîn. Lê belê, rawestîna muzakereyan û pêşketina rewşa li ser qadê, firehiya rola wê kêm kir. Ev şerr, ji dema rawestandina teqîna bombeyan a li Îsraîlê ve, ket asteke nizm û DYA, digel hevkarên xwe, bala xwe da ser Rojhilatê - Iraq, Îran, Afganistan, heta Pakistan jî - ku şebeke û qabiliyetên beşdarîbûna Qahîreyê li wan deran tengtir in.

Li Filîstînê, şerrê navxweyî jî navberkariya Misirê xira dike, ji ber ku Misir, li hemberî Hamasê û şaxa filîstînî ya tevgerra Birayên misilman, bi aşkereyî aliyê Desthilata Filîstînî digire, lewre Birayên misilman li Misirê jî, li dijî desthilata serokê Mubarek, hêza muxalîf a sereke ne(1). Birêveberiya dijwar a sînorê Xezzayê, rayedaran jî nerehet dike: ew di navbera destbiratiya Filîstîniyan, xwastekên Îsraîliyan û ewlehiya axa misirî de zehmetiyan dikêşin. Raya giştî pêwîstiyên bi vî rengî baş tênagihîje û naxwaze hevkariya dorpêçiya Xezzayê bike.

Ne bi tenê DYA, lê belê Misirî bi xwe jî, li ser behremendiya Qahîreyê bi guman in. Rast e ku "dengê sindoqan" pirr nayê bihîstin: karên nedurist hilbijartinan kirêt dikin û gel beşdarî wan nabe, ew bi tenê ji bo nirxandina hevsengiya hêzan bi kêr tên. Lê belê, di welatekî heyştê mîlyon kesî de, bêyî piştevaniyeke asgarî ya gelî, desthilatdarî jî nikare hebûna xwe berdewam bike. Di rewşa tunebûna azadiyên giştî û qadên siyasî de, serbilindiya neteweyî dikare piştgiriya ji bo desthilatdariyê misoger bike; lê belê cudahiyên nihêrînê yên di navbera elît û xelkê de vê hevbendiyê dixin metirsiyê.

Li ser hikum, bazirganan şûna leşkeran girt û leşkeran jî bi xwe, pirr caran, di xebatên bazirganiyê yên qezencdar de cîhê xwe girt. Ne bi tenê ev birêveberên şîrketê ji têkiliyên digel muxatabên xwe yên israîlî narevin, lê hema bibêje ku ew Îsraîlê weke mînakeke hemdemiyê jî dibînin. Herçî raya giştî ye, ew li parêzvanekî nû yê doza ereb digere û wê di serdema şerrê Lubnanê yê 2006’ê de, piştevaniya Hizbullahê kir(2). Dibe ku ew du şexsiyetên ne-ereb jî – gellekî balkêş e - serokkomarê îranî Mahmûd Ahmadînejad û serokwezîrê tirk Receb Tayip Erdogan, weke baştirîn alahilgirên doza filîstînî û berxwedena li dijî Rojavayê ku li jêr emrê Îsraîlê tê hesibandin, binase. Ev paşxan ronahiyê dide ser aloziya îfadeyên dij-şiî yên rayedarên misirî. Di 8’ê nîsana 2006’ê de, serokkomar Mubarek, li ser televizyona bi fînansmana siûdî el-Arabiya, digot ku civatên şiî yên di welatên ereb de cîh digirin, dilsozên Tehranê ne ku Tehran wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Meseleya yekîtiya ereb ku berê ji hêla Qahîreyê ve dihat parastin, nuha parçe parçe bûye. Bi Sûriyeya hevkara Îranê ya 30 salan re, têkilî xemsar in; digel Riyadê, jê germtir nînin. Qahîre jî ji meylên key Abdullah yên têwerdana muzakereyên pirsgirêka filîstînî aciz dibe: di adara 2002’ê de, wî li Beyrûdê projeyeke aştiya giştî pêşkêş kiribû, û pênc sal di pey re, wî Hamas û Feth jî li hev anîbûn (peymanên Mekkeyê). Qahîre jî ji dewleta piçûk Qatarê bêzar e, ji ber ku Qatarê tesîra xwe bi rêya avakirina el-Cezîreyê ya di sala 1996’ê de zêde kiriye, û li deverên cîhê, weke Yemen, Sûdan an Lubnanê, navberkariyê dike. Di heyama Nasir de, Misir, bi rêya radyoya Sewt el-Ereb (Dengê Ereban) berdevka dunyaya ereb bû, bes nuha, alaveke weha ya agahdaiya pan-ereb di destên wê de tune ye: ji ber ku ew dixwaze bibe navenda siyaseta herêmî, berhemdariya Misirê ya medyayî, li derve nayê firotin.

Zanîngeha mezin a el-Ezherê ku ji bo demeke dirêj navendeke rewşenbîrî û olî bû, ji nêzîkahiya îmamê xwe yê mezin ê digel desthilatdariyê zêde êşiyaye. Şêx Mihemed Tantawî ku bi rasterastî ji hêla serokkomarî ve hatibû tayinkirin û di roja 10’ê adara 2010’ê de wefat kir, gellek caran axavtinên fermî dubare kiribû : weke mînak, wî ji bo hilbijartinan banga raydanê kiribû, an jî çêkirina astengeke madenî ya binerdî ya li sînorê Xezzayê parastibû. Di aliyên xwe yên pirrherêmî de, wezîfeyê rola manewî a vî peywirdarê payebilind kêm kiriye, û melayên din bi rêya teknolojiyên agahiyê reqabeta wî dikir. Ji bo ku li gorî vê meylê tev bigerin û dijberiya bizava tundrew a salafî bikin ku ji xwe li Misirê xwediyê çend kanalên televîzyonê yên cuda ye, di sala 2009’ê de, el-Ezherê jî kanala xwe ya televîzyonê vekir. Ji bilî zimanên eslî yên civatên misilman ên Rojhilata Navîn û Asyayê - ereb, ûrdû û paştû - Ezher TV bi inglîzî û fransî jî bernameyên xwe diweşîne. Weazên televîzyonê dîmeneke îslamê ya tehemul û vekirî pêşkêşî temaşevanan dikin, û îmamê nû, Ehmed el-Teyyibê ku di warê olnasiyê de pirr jêhatî ye, li zanîngeha Sorbonê perwerdeya xwe standiye, fransîaxêv û parêzvanê gotûbêja olên cuda ye jî, nîşana vê stratejiyê ye û îspateke berbiçav e ku Misir dixwaze bibe navenda îslameke aqilmend. Ev mentiqa hêzdariyê, perwerdeya îmamên biyanî jî di nava xwe de vedihewîne, û ev perwerde yan li zanîngehê bi xwe pêk tê, yan jî ji hêla îmamên ezherî ve, di heyştê welatên cuda de tê dayîn. Welatên rojavayî yên weke Fransayê ji bo wê dilxwaz in û piştgiriyê didin danûstendinên digel saziya misirî ya payebilind, ji ber ku civateke misilman a pirrhejmar li ser axa wan dijî û ew bi vî awayî dixwazin pêşketina îslama tundrew rawestînin. Lê belê, ji bo ku xatirê xwe bilind bike, divê el-Ezher ray û boçûna xwe ku hê jî pirr misirparêz e, veguherîne û qabiliyetên xebatkarên xwe - yên zimanî di serî de – bi pêş ve bixe, û bikeve nava hemdemiya medyayî ku ew aletên wê hîn pirr baş bi kar nayne.

Misir di baxçeya xwe ya afrîkî de bi paş ve dikeve

Weke rêgez û ji bo zêdekirina xuyaniya xwe, Qahîre beşdarî hemû projeyên navneteweyî dibe. Lewre jî, Mubarek ji destpêkê ve, di Yekîtiya ji bo Deryaya spî de ku di tîrmeha 2007’ê de ji hêla serokkomarê fransî Nicolas Sarkozy ve hat avakirin, bi awayekî pirr çalak xebitî ku encamên vê yekê jî anuha diyar nînin... Tevî ku şîrketên wê, ji bilî beşên telefonî û înşaatê, li welatên din pirr bi cîh nebûne, di van salên dawîn de, Misirê pareke mezin a sermayeyên biyanî (stokeke ku di sala 2008’ê de, li 59,9 milyar dolaran tê texmînkirin), û bi taybetî ji Kendavê, bi alî xwe de bir; tê payîn ku ev encamên teşwîqker dê ji qeyrana darayî pirr nekêşin. Stratejiyeke hevkariya bi welatên cuda re bi cîh bûne, û welatên weke Çîn, Hindistan û Rusyayê ku dixwazin dewsên xwe li Rojhilata Navînê xurt bikin, ji vê stratejiyê re bûne alîkar. Têkiliyên digel deverên ku heta nuha kêm zêde bi tenê hatibûn hiştin jî, weke Ewropaya Rojhilat, Asya û Amerîka latînî, pirr zêde bûne.

Lê belê, Qahîre di baxçeya xwe ya afrîkî de bi paş ve dikeve. Piştî piştgiriya xwe ya ji bo yekîtiya Sûdanê, nuha, ji ber referandûma çarenûsê ya çileya paşîna 2011’ê, divê Misir ji bo hatina lîstikvaneke nû, Sûdana Başûr, xwe amade bike. Weke din, pirsgirêka dabeşkirina dewlemendiyên ava Nîlê, di warê têkiliyên digel welatên cîran de mîna jahrekê ye. Di gulana 2010’ê de, Etyopya, Rûwanda, Tanzanya û Ugandayê peymaneke cuda îmze kir ku dabeşkirina avê ya 1959’ê, ya ku ji Misir û Sudanê re pirr baş bû bû, diguherîne û bi vî awayî welatên din derbeke xurt li Misirê da.

Qahîre di dika herêmî de mîna hevkarekî sereke yê Washingtonê dimîne, û ji bilî Îsraîlê, Misir, bi 1,3 milyar dolarên alîkariya leşkerî û salê 250 mîlyon dolarên alîkariya sivîl, herî zêde ji alîkariya amerîkî feydeyê werdigire. Umer Suleymanê serokê îstîxbaratê, ji bo dosyayên girîng ên Iraq û Filîstînê muxatabekî biserûber e, û bi pey kêşeyên heyama George W. Bush re ku him ji ber siyaseta tund a Washingtonê ya li Rojhilata Navîn û him jî ji ber zextên ji bo demokratîkbûnê, qonaxeke dijwar bû, nuha dema rehetbûnê ye. Ji axaftina wî ya 4’ê hezîrana 2009’ê ya li Qahîreyê diyar e ku serok Obama li hemberî welatên misilman xwediyê helwesteke lihevker e, û digel daxwaza îdareya nû ya ku dê rejîma misirî bi xwastekên hikumdariya çê an demokratîkbûnê qels neke, rehetbûna têkiliyan bi xwe re aniye. Li cem serkeftina Hamasê ya di hilbijartinên filîstînî yên çileya paşîna 2006’ê de, derketina holê ya Birayên Misilman ya li Misirê ku di hilbijartinên meclîsî yên 2005’ê de xurttir bûn, rayedarên amerîkî ketin nava fikaran... Li hemberî nediyariyên serdema pişt-Mubarek, Dewletên Yekgirtî bi tedbîr dimînin û, bi awayekî vêşartî be jî, xelefê pêşbîn yê serokkomariyê, Gamal Mubarek, napejirînin. Di destpêka îlonê de, ji bo dîsa destpêkirina muzakereyên aştiyê, heyetek bi bavê wî re çûbû Washingtonê, lê tevî ku ew jî di vê heyetê de amade bû, ew hê jî nikare xuyaneke navneteweyî hilbigire. Di destpêka salên 2000’î de, piştî çend serdanên derve, ew ji hêla kesên li dijî peyrewiyeke xanedanî ve bi tundî hatibû rexnekirin.

Lê belê, ev çalakiya dîplomasiyê, ji bo misogerkirina rewatiya rejîmê esas dimîne. Wexta ku ji hêla serokkomar Mubarekê 80 salî ve, ji bo ziyaret û danûstendinên dîplomatîk tê veqetandin, vê jî diyar dike ku xelefê wî dikare vê peywirê bigire ser milen xwe û belkî şûna Misirê ya li ser dika herêmî jî jê re vegerrîne, ew ê ji bo serkeftina guherîna ku hesabê wê tê kirin bibe xwedî roleke girîng.

Çavkanî: 

Sophie Pommier:
Birêvebera dezgeha şêwirmendiyê Meroe û nivîskara Egypte, l’envers du décor (Misir, pişt perdeyê), La Découverte, Parîs, 2008.

  1. Husam Tammam, "Révisions douloureuses pour les Frères musulmans d’Egypte" (Ji nû ve nirxandinên bi êş ên ji bo Birayên misilman yên Misirê), Le Monde diplomatique, îlona 2005’ê
  2. Bnr. Bernard Rougier, "Islamismes sunnites et Hezbollah" (Islamîzma sunnî û Hizbullah), Le Monde diplomatique, çileya paşîna 2007’ê

Wergera ji fransî: Simko Destan