Mîratgirên lanetî yên Peravên Îvoriyê
Gava hûn li Peravên Îvoriyê digerin, di cî de pê dihesin ku hindek cih û avahî hene ku [Felix] Houphouet [-Boigny] ava kirine, û cih û avahiyên din hene ku [Laurent] Gbagbo ava kirine. Ji bilî van tu tişt nîne.(1)" 4’ê cotmeha 2010’an, heyama berî hilbijartinên serokdewletiyê, serok Laurent Gbagbo bi van gotinan qeba reqîbên xwe Henri Konan-Bedie û Alassane Dramane Ouattara,dixwast ku her du siyasetmedarên muxalif jî doza mîratgiriya nasnavê "bavê neteweya" Îvorî dikin.
Piştî 33 salên desthilatdariya mutleq, Houphouet-Boigny di sala 1993’yê de mir. Heyama destnîşankirina kesê ku dê biba xelefê wî pir bi pirsgirêk derbas bû. Jixwe sersebebê hemû qeyranên ku ev 17 sal in têne serê wî welatî, pirsgirêka destnîşankirina xelefê wî ye. Gbagbo, Bedie û Ouattara nasyarên hev in û bi dehan salan e hatûçûya hev dikin, pêşiyê bûne hevpeyman, paşê, di çarçoveya yariya siyasî ya bi jeometriyeke guherbar de ku kezeba aboriya Efrîkaya Rojavayî dirizîne, bûne dijberên hev.
Heşt salên krîza siyasî
19-09-2002. Eskerên Îvorîyî yên ku li Burkîna Fasoyê li mişextîyê bûn, bakurê welatî dixine bin kontrola xwe, lê nikarin Abîdjana paytextê welatî bi dest bixin. Bi vî rengî welat dibe du parçe.
22-09-2002. Dewleta Fransayê ji bo derxistina hevwelatiyên fransî ji Îvorîyê, dest bi operasyona "Licorneyê " dike. Paşê, wezîfeya berevanîya di navbera terefên şerî de jî digire ser milên xwe.
23-09-2002. Civata Aborî ya Dewletên Efrîkaya Rojava (CADER) hêzeke aştîyê bi rêk dixe.
26-01-2003. Rêkeftinên Marcoussisê (Parîs) biryara dabeşkirin û parvekirina desthilatê digirin.
27-02-2004. Hêzên Operasyona Neteweyên Yekbûyî li Peravên Îvorîyê (ONYPÎ) bi erkê teqezkirina aştî û aramîyê radibin.
11-10-2004. Xwepêşander êrişî ser hêzên ONYPê dikin. Di encama rûdanan de gelek kes birîndar dibin.
06-11-2004. Hêzên çekdar ên neteweyî yên Peravên Îvorîyê [Les Forces armées nationales de Côte d’Ivoire (Fanci)] binkeya fransî ya Bouakeyê didine ber bombeyan: neh kes têne kuştin û sî û heft kes birîndar dibin. Li dijî vê yekê, Fransa fîloya hewayî ya Îvorîyê dirûxîne. Roja paştir, hêzên fransî, li ber otêla Îvorîyê li Abidjianê guleyan li xwepêşanderan direşînin û di encamê de zêdetir ji dwanzdeh kesan têne kuştin.
04-03-2007. Rêkeftina aştîyê ya Ougadougouyê (Burkîna Faso). Serokê serhildêran Guillaume Soro bo serokatîya hukûmeteke muweqet tê dest nîşan kirin.
29-11-2009. Tarîxa hilbijartinên serokatîya dewletê tê dest nîşan kirin û paş xistin.
31-10-2010. Di tûra yekem a hilbijartina serokatîyê de Allassane Dramane Ouattara û Laurent Gbagbo her du namzedên pêşî ne. Henri Konan-Bedie ji bo hêsankirina hilbijartina Ouattara ji hilbijartinan vedikişe.
02-12-2010. Lijneya Hilbijartinê ya Serbixwe, Outtara wek serkeftîyê tûra duyê ya hilbijartinên serokatîyê ya 28’ê mijdarê (çirîya paşîn) radigihîne.
03-12-2010. Lijneya Destûrê, piştî ku dengên li gelek wîlayetên bakurî yên welatî betal kirin, (Bouake, Khorogo, Ferkessedougou, Katiola, Boundiali, Dabakala û Seguela), ragihand ku serkeftîyê hilbijartinan Gbagbo ye.
Ji nav her sê mîratgirên zahirî yên serokdewletê yekem, Bedie yê 1934’ê ji dayik bûyî, wek "kurê rastî" dihate dîtin. Her wekî rêberê xwe [Houphouet-Boigny] yê ku rê û derfet dane hilkişiyan û bihêzbûna wî di siyasetê de, Bedie jî ji xelkê Baouleyê ye. Piştî temamkirina xwendina xwe li Fransayê, sala 1960’ê dibe yekemîn sefîrê Îvoriyê bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî (NY). Lê belê, bi taybetî bi erk û postê xwe yê wezîrê aboriyê, ku bo panzdeh salan bi rê ve bir, cihê xwe di bîra xelkê welatî de çêkir: dewra "mûcîzeya îvorî" ye, pereyê kakaoyê pir û mişe bûye û herkes dizane ku wezîr xwe jê bêpar nahêle. Gava ku skandal aşkere dibe, Houphouet-Boigny wî diqewirîne, û sê sal tê ve diçin, vê carê wî dike serokê Meclisa Neteweyî. Herçend di wê heyama yek-partîtiyê de –Partiya Demokrat a Perava Îvoriyê [Parti démocratique de Côte d’Ivoire (PDCI)], Meclis bes holeke mezin a tomarkirinê ye, li gor destûrê erkê serokê Meclisê ye ku di rewşa valabûna desthilatê de ´hukûmeta muweqet durist bike û bibe desthilatdar. Bi vî rengî, Bedie di pêşbirka xelefiyê de "pozîsyona navendî" de ye û di cî de dikeve xeyala wê hindê.
Lê belê, mêvanekî nepayî li malbata mîratgiran zêde dibe: Ouattara, ku li dû danûstandinên di navbera Houphouet-Boigny û Fona Pere ya Navneteweyî [IMF] de, di çarçoveya Planên verêkxistina tevnî [Plans d’ajustement structurel (PAS)] (2) de vegeriyabû Îvoriyê. Li vir, Ouattara kurê poşman û vegeriyayî ye. Jidayikbûyê 1941’ê li Perava Îvoriyê, piştî temamkirina xwendina xwe ya lîsansê li Haute-Voltayê (Burkina Fasoya niha), xwendina xwe ya aboriyê li DYA’yê bi awayekî pir serkeftî dibe serî û dibe cigarê IMF’ê. Gava sala 1990’ê serok Houphouet-Boigny wî wek serokwezîr radigihîne, mûcîzeya îvorî di halekî bê serûber de bû: piyaseya kakaoyê daketiye dereceya xwe ya herî nizim, deynê dewletê çend beramber zêdetir lê hat, û bi ser de jî "Pîremêrê" westiyayî (wek ku digotine Houphouet-Boigny) diviya pêvajoya derbasbûna pergala pir-partîtiyê bi rê ve bibira. "Alassane yê amerîkî" û teknokrat, weke jê re digotin, xwedan bext û şans bû ku li derveyî çiravka siyasî û entrîkayên qesrê mabû. Ev kurê hilgirtî ku tu kesî nas nedikir, tê hebû ku bibe cihê piştrastî û dilniyayiya dozkarên desthilatê, lê berevajî, bû sebebê nerehetbûna wan: " Pîremêrê " nexweş, ku li Swîsre û Fransayê, ketibû dû dermankirina nesaxiyên xwe guhertinan di destûrê de çêdike da ku serokwezîrê wî bikare di nebûna wî de dewletê bi rê ve bibe.
Lîberaliya wî dike ku Ouattara zû bi zû dest bavêje arizîkirinê û mesrefên qada giştî kêm dike. Bi heman helkeftê, bi hemû hêza xwe hewl dide wê sergêjî û bêserûberiya ku xwîna rêvebiriyê dimêtin ji navê rake. Di karûbarên darayî de reforman dike û bi vî rengî di nav kesên ku hêj nû dest bi bacdanê dikirin de gelek nehezan ji xwe re çêdike. Ouattarayê ku jixwe bûbû şayanî teqdîra kêm kesên ji xelkê asayî, vê carê jî bûbû gefek li ser serê çend rantxurên rejîmê. Heta wê dereceyê ku gelek alî derdikevin û rexneyan li wî digirin ku bi rastî ne îvorî ye. Dawiyê Houphouët-Boigny bixwe mecbûr dibe rabe bi aşkerayî şecereya serokwezîrê xwe piştrast bike.
Reqabeta di pişt perdeyan de dibe binasê rabûna hêrs û kerbên mîratgiran, roja girîng a 7’ê kanûna 1993’yê derdikeve meydanê. Ouattara leza xwe dike da ku wefata serekê dewletê bi rêya radyoyê ragihîne, li aliyê din, kêm wextek piştî wî, Bédié derdikeve ser televîzyonê da ku doza serokdewletiya muweqet bike, ku li gor destûrê wisa bû. Roja paştir, Ouattara ji Agence France presseyê (AFP) re diyar dike ku hîç niyeteke wî ya îstifakirinê nîne. Lê belê, li hember fişara navneteweyî, bi taybetî fişara Fransayê, axirî destan jê dikêşe. Ev xitimîn di heman demê de pêşbîniya kêşe û xitimînên din ên mezintir bû.
Ouattara yê ku vegeriyabû IMF’ê, xwe ji bo hilbijartinên 1995’ê amade dike. Lê belê, têgeha munaqeşebar a ‘îvorînî’yê, ku Bédié bi armanca astengkirina Ouattara´yî derxistibû rojeva giştî, nehişt ku Ouattara berendamiya xwe ji bo hilbijartinan ragihîne. (3) Hingê, kevneserokwezîrê lîberal radibe bi Gbagboyê sosyalîst re.hevpeymaniyê girêdide Navê Gbagbo 1988’ê gava ku li hember Houphouët-Boigny % 18’ê dengan wergirtibû bi berfirehî hatibû bihîstin, bi wî rengî bûbû yekem siyasetmedarê ku wêrîbû qeba bavê serxwebûna neteweyî bixwaze. Lê belê, beramber fêl û dolabên desthilatê, Ouattara û hevpeymanê wî yê nû biryara boykotkirina hilbijartinan digirin, ku dawiyê % 96,44’ê dengan li ser malika Bédié têne tomar kirin. Her du birayên dijmin, ji hingê pê de divê hesabê reqîbê sêyem jî bikin.
Gbagboyê ku perwerdeya tarîxê dîtibû û akademîsyen bû, bi rengekî kurê serhildêr bû. Gbagboyê ku 1945’ê li Gagnoayê, li dilê xwezaya hov a welatî, ji dayik bûye, bi rêya çalakvaniya di sendîkayên xwendekaran de dikeve nav siyasetê. Dijatiya hegemoniya PDCI’yê dike ku li ser zankoyan zal e, û lewma çend caran tê girtin: cara ewil di 1969’ê de (berî ku ji bo "tembebûn û selihînê" bête mecbûrkirin ku di navbera salên 1971 û 1973’yê de du salên xizmeta eskeriyê bike), û cara duyem jî sala 1992’yê, bi emrê Ouattarayî, ku hingê serokwezîrê sadiq ê Houphouët-Boigny bû ku qet dil lê nebû desthilatê digel kesine din par ve bike. Sala 1982’yan, bi dizî û nihênî Front populaire ivoirien (FPI) [Eniya Gelê Îvorî] dadimezirîne ku tevgera wî dibe endama Enternasyonala Sosyalîst. Piştî ku bo Parîsê hate nefîkirin, Partiya Sosyalîst a Fransî pêşwaziyê lê dikin ku ji hingê ve hindek endamên partiya navbihorî piştgiriya wî dikin. Lê belê François Mitterand, ji tirsa ku hevpeymanê xwe Houphouët-Boignyî biazirîne, tu carî Gbagbo bi resmî qebûl nekir, ji ber ku Houphouët-Boigny di heman demê de parêzkarê qada taybetî ya frans-efrîkayî bû.
Digel bicihkirina pir-partîtiyê di serê salên 1990’êde, Gbagbo dixwaze muxalefeta resmî bi gewde bike. Di demekê de ku bavê serxwebûnê bêhtir piştgiriya xelkên gund û gundewaran li dora xwe berhev dike, profesorê sosyalîst livînekê dixe nav beşekî biçûk ê xelkê bajarî yê feqîrketî ku xeyala dahatûyeke baştir dikir: ciwan û xwendekarên ji pile û payeyên xwe yên civakî daketî, ku dixwest rûpela " houphouetismeyê " biqelibînin. Bi vî rengî Fédération estudiantine et scolaire de Côte d’Ivoire (FESCI) [Federasyona yekîtiyên xwendekarî û xwendengehî ya Perava Îvoriyê] ava dike, ku vê sendîkayê roleke bingehîn di hilkişiyana hêza wî ya siyasî de hebûye. Sala 1995’ê, sekreterê giştî yê sendîkayê her ew kesê bi navê Guillaume Soro bû ku serhildana çekdarî bi rêk xist (2002-2006) û paşê di çarçoveya rêkeftinên aştiyê yên Ouagadougouyê (2006) de bû serokwezîrê Gbagbo, heta ku piştî hilbijartinên serokdewletiyê yên munaqeşebar ên 2010’ê, vê carê jî bû serokwezîrê desthilata Ouattara.
Bedieyê kurê şûmkirî, Ouattarayê kurê vegeriyayî, û Gbagboyê kurê serhildêr: ev in sê birayên reqîb ku Houphouët-Boigny li dû xwe dihêle. 24’ê kanûna 1999’ê, aktorekî din li pêşbirkê zêde dibe: darbeya leşkerî ku bi vê teşebusê, efserên ciwan ên ji rewşa xwe û ya heyî nerazî, Bedie ji desthilatê anîne xwar. General Robert Guei hêzê bi dest dixe û dawî li rejîma xirhiyayî û dûr ji gel anî: ev qewimîn herweha bû dawiya hukmê PDCI’yê jî.
Bedie yê mîratgirê averêbûyî li dû xwe têgeha "îvorîbûn"ê dihêle, ku ev munaqeşe dibe havênê derzên civakî ku Houphouet-Boigny hergav hewl dabû ku tiştên wisa neqewimin. Jixwe bavê serxwebûnê hewl dida hevsengiyeke nisbî di belavkirina postên desthilatê de hebe, yanî qewmên cuda li gor serjimêriya xwe dihatine temsîl kirin. Herweha, heta sala 1994’ê, sê-çar milyon karkerên biyanî, ku "mûcîzeya îvorî" berhemê keda wan bû, dikarîbû deng bidin Houphouet-Boigny. (4)
General Guei, piştî ku li raya giştî aşkera kir ku dê têgeha "îvorîbûn"ê hilweşîne, fikra xwe guherî û bû berendamê serokatiyê di 2000’ê de –û bi vê meremê çend fêlên huqûqî jî kirin da ku reqîbên xwe yên serekî li derveyî pêşbirkê bihêle. Heyama kampanyayên hilbijartinê, êdî ne deng û ne jî reng û rengvedana bavê neteweyê maye. Xelkê Îvoriyê xweşhal in ku dê rûpela çil salên rêvebiriya PDCI’yê biqelibînin, û dervehiştina her du birayên dijmin ên ji rejîma kevin, anku Bedie û Ouattara, ji bilî li herêma bakurî, li tu cihên din nabe sebebê nerazîbûn û dijayetiyan.
Lê belê, "îvorîbûn"ê jehrek danizilandibû ku dê li cesteyê Perava Îvoriyê biba êş û bedeleke giran. Hizb û layengîriyên siyasî di dawiyê de hat û bi sînorên qewmî re bûne yek. Vederkirina Ouattara bi sebebê ku burkînayî ye, di heman demê de hilbijêrên bakurî, ku qederê sêkiyê hilbijêran in, li der û dûr xistin. Gbagbo bi vî rengî li cesteyê Perava Îvoriyê li hember general Guei bi tenê dimîne. Sibetira hilbijartinên serokatiyê yên 22’yê cotmeha 2000’ê, çer ku efserê darbeker têdigihîje ku di hilbijartinan de dorandiye û bi ser neketiye, hejmartina dengan radiwestîne. Herweha endamên lijneya hilbijartinê dide girtin û berê xwe dide radio-televîzyona Îvoriyê (RTI) û li wir xwe serkeftî radigihîne.
24’ê cotmehê, Gbagboyê ku piştgiriya medyaya navneteweyî dabû dû xwe, bi taybetî jî ya Radio France internationale (RFI) [Radyoya Fransî ya Navneteweyî], bang li alîgirên xwe dike da ku dakevin ser şeqam û cadeyan. Herweha dibêje: "Ji niha û pê de, serokdewletê Perava Îvoriyê ez im." Alîgirên wî bi ser RTI’yê de dimeşin, dikevine milmilaneya li dijî eskerên ku hê jî li terefê generalî bûn. Alîgirên Ouattara, ku ew jî daketibûne ser cadeyan û dabûne dû pêla xwe ya çalakvaniyê –ew jî doza nûkirina hilbijartinan dikin– ji hêzên jendermeyan piştgiriyeke pir xurt werdigirin .
General Guei tûşî hezîmetê bûbû, û lijneya hilbijartinê axirî Gbagbo serkeftiyê hilbijartinan ragihand, ku % 60’ê dengan ji hilbijartineke ku bi tenê %37’ê welatiyan tê de deng dabû, wergirtibû. Di wan rojên piştî hilbijartinan de sercem sê sed kes hatibûne kuştin. Serokê nû gelek paştir dê li xwe mikur bihata û bigota "ez di nav şert û mercên karesat de hatime hilbijartin." Fransa yek ji welatên pêşiyê bû ku serkeftina akademîsyenê sosyalîst nas kir: piştî çend heftayan Fransayê dîsa dest avête hevkariya xwe ya digel Perava Îvoriyê ku bi darbeya qanûna 1999’ê re qut bûbû.
Zincîreya rûdanên piştî hilbijartinên meha bihurî, dişibine neynika sernişîv a yên sala 2000’an. Sala 2010’an, Gbagbo, her tiştî dike ji bo hêdîkirina (û paşê rawestandina) karê Lijneya hilbijartinê, RTI’yê ji bo propagandaya xwe bi kar tîne û merasîma sûndxwarina xwe diweşîne. Sala 2010’ê, yê ku serkeftina xwe li ser RFI’yê (û li ser organên din ên biyanî) radigihîne Ouattara ye, û yê ku bang li alîgirên xwe dike da ku dakevine ser cadeyan ji bo bidestxistina desthilatê dîsa Ouattara ye. Dîsa xetera wê hindê heye ku dubendiya taze welatê Îvoriyê wêran bike. Lewra serhildana çekdarî ya îlona 2002’yê, ku Soro bi rê ve dibir, û derz û dabeşbûna welatî her ji ber vederkirina Bakur bû, ku vederkirina Ouattara bi fêlan bûbû sembola vederkirina Bakur bixwe.
Lê belê, şerê navxweyî (2002-2006) û aştiya çekdarî ya bi dû re hatî, helametê Houphouet-Boigny dîsa hişyar kir, ku desthilata wî bi xwe re aştî û refah anîbû, û hindek subvansiyon pir bi aqilane li terefdarên xwe belav kiribûn. (5) Xelkê Îvorî careke din wê "bihuşta winda" dixwazin ku kurteya xwe di wê fikra "Pîremêr" de peyda dike ku nûçeyên televîzyonê pê dest pê dikirin: "dilşadiya rasteqîne, bi tenê hingê tê teqdîr kirin gava ku ji dest diçe." Helbet pir zû ji bîr kirine ku xerabûna rewşa aborî û civakî ya welatî gelek ji sala 1993’yê pêştir dest pê kiribû, bi taybetî bi tedbîrên PAS û bi dermanê lîberalîzma ku IMF û Banka Cihanî danizilandibûnê. Lê belê rast e ku ji 1993’yê û pê ve, tu pêşketinek li welêt nehatiye tomar kirin. Herweha, Îvoriyên ku êdî ji şer û milmilaneyên bêdawî yên xelefiyê westiyane, doza aştî û aramiyê dikin. Her sê "kur"an ev yek baş fam kiriye. Digel vê hindê jî, dêvila ku yariya wan lihevhatin û rêkeftinê bîne, derz û cudatiyan firehtir dike.
Bedie yê ku ji desthilatê hatibû dûr xistin, û Ouattara yê ku nekarîbû bigihiyê, ji sala 2005’ê pê de hevpeymaniyekê girêdidin ku bi rengê zengila vejîna PDCI’yê olan dide. Navê Yekîtiya Alîgirên Houphouetî bo demokrasî û geşedanê [Rassemblement des houphouétistes pour la démocratie et le progrès (RHDP)] lê dikin. Ji vê hevpeymaniya taktîk wêdetir, faktereke din jî çalakkirina hevpeymaniya xelkên Bakur (Sénoufos, Malinkés an jî Dioulas) a bi Baouleyan bû, ku Baouleyî bingeh û palpiştên desthilata Houphouet-Boigny bûn. Bi tenê ev her du birên qewman piraniya nufûsa welatî ne.
Li hember wan, Gbagbo beramber desttêwerdanên biyaniyan, bi taybetî yên Fransayê xwe wek parêzvanê serweriya Îvoriyê nîşan dide. Ji sala 2001’ê û pê ve, gefan dixwe ku dikare şertên wan girêbestan dîsa guftûgo bike ku şirketên kevnehêza dagirker tê de teref in, ew şirketên ku Houphouet-Boigny hergav têkiliyên pir nêzîk pê re girêdabûn. Lê belê, ji bo berhevkirina piraniya Îvoriyan li dora xwe, divê ku piştgiriya Baouleyan jî bigre, Baouleyên ku li Perava Îvoriyê qewmekî xwedan hêz û hebûneke pir berfireh in. Lewma xwemalîkirina îmaja Houphouet-Boigny di şexsê xwe de jê re dibe mecbûriyetek, ne tenê ji ber ku kevneserokdewletê Îvoriyê yek ji pêşengên herî binavbang bû, belkî bi taybetî ji ber ku ew bigewdebûna tifaq û yekîtiya neteweyî bû. Ji ber vê hindê Gbagbo jî her tiştê pêwîst kir da ku doza mîrata "Pîremêrî" bike, her çend bi salan li dijî siyaseta wî û rêbaza wî ya otorîter têkoşiyabe jî. Hêj maye: sala 2010’ê, xwe wek tekane mîratgirê wî yê rewa pêşkêş dike.
Gbagbo bi vî rengî dest davêje karûbarên pêwîst ji bo veguhastina paytextê Îvoriyê bo Yamoussoukroyê, ku gundê Houphouet-Boigny ye û di saxiya xwe de Houphouet-Boigny jî xwestibû vê derê bike paytext. Houphouet-Boigny jixwe li vî bajarokê li navenda welatî bazîlîkeke [dêreke] fîr´ewnî dabû ava kirin. Ev hemû înşaat li mîmar Pierre Fakhoury têne spartin ku di heman demê de hatiye wezîfedarkirin ku qesra nû ya serokdewletiyê ava bike, cadeyên bajarên mezin tehmîr û serûber bike, projeya abîdeya Houphouet-Boigny li Abidjanê çêke û herweha projeya "Pont Laurent-Gbagbo" [Pira Laurent-Gbagbo] bibe serî, ku bi vî rengî pira bi navê wî jî dê li pirên li ser navê Houphouet-Boigny û Charles de Gaulle zêde bibûya. Gbagbo herweha hewl dide jinebiya serokdewletê merhûm Therese Boignyê jî bixe nav refên xwe û bi vê armancê wîlaya wê ya ku di qumarê de li gazînoyekê ji dest dabû dîsa jê re dikire.
Sala 2010’ê, sê hêmanên "sê-pêpika siyaseta îvorî" (Bedie, Ouattara û Gbagbo) dikevine nav amadekariyên bo pêşbirka serokatiyê wekî ku li ser mîrata bavê neteweyê bikevine milmilaneyeke (dawiyê?). Lê belê, ji bilî gotin û sembolan, cihê pirsyaran e ka di rastiyê de "Pîremêr"î çi ji wan re hişt.
Bedie ji parêzvan û mezinên xwe bi tenê qewmiyeta wî li ba xwe ragirtiye. Bedieyê bê karîzma, bê guman yek ji wan serokên Perava Îvoriyê ye yên ku bi yekdengî herî zêde rik û nefreta xelkî lê bû. Dawiya desthilata wî, êdî xelkî navê n’zueba (serxweş) lê kiribû. Lê belê, piştî deh salên qeyrana siyasî ya ji hilbijartina karesatî ya cotmeha 2000’ê derketî, li ber çav û hizrên mîlîtanên PDCI’yê, Bedie ew kes bû ku ji hemûyan zêdetir sal û wextê xwe bi "Pîremêr"î re derbas kiribû, û lewma ji wî aliyî ve pirêza wî ji hemûyên din paqijtir bû. Heçî Ouattara ye, nasnav û payeyê biyanî ku reqîbên wî bi merema lawazkirina hêza wî pê ve kirin, erkê "panefrîkayî" bi bîr tîne ku Houphouet-Boigny disparte Perava Îvoriyê, lê, berevajî reqîbê xwe Kwamé N’krumahê ganayî, bêyî ku bikare hema wek nimûne jî be wêdeyî sînorên dewletekê pêk bîne.
Mercên Gbagbo û pozîsyona wî hê jî aloztir xuya dikin. "Pîremêr"î di demên xwe yên dawî de jê re gotibû "Hey lo, tu çiqas dişibî min!" (6) Ev gotin di rastiyê de bi temamî ne şaş e. Gbagbo ew kes e ku karî ji hemûyên din baştir jeopolîtîkaya qewmî ya welatê Îvoriyê bi rê ve bibe, lewra wî jî dabû dû rêbaza rejîma yek-partiyî ku bi salan wî bi xwe dijatî lê dikir. Wek Houphouet-Boigny, siyasetmedarê herî behredar ê dema xwe ew e: ji sosyalîstiyê wêdetir pragmatîst e. Herçend alaya neteweyî bilind bike, baş pê dizane ku divê herweha carinan wek "pêşengê edetî" yê qewmê xwe jî tev bigere, û her wekî bavê serxwebûnê, ew jî gava pêwîst bû qet dudiliyê di vê hindê de nake. Bi vî rengî, herçend pir-jinî li Perava Îvoriyê qedexe be, li gor resm û edetan bi Nady Bambaya bakurî re zewicî, ku bêguman ev zewac ji endîşe û hizrên wergirtina dengên bakuriyan vala nebû. Ev jina wî ya duyem, di 2010’an de bi erkê pêwendîdanîna digel xelkên bakurî rabû. Herweha, Gbagbo wek şêwirmend Issa Malick Couliba yê endamê binemala xwedantesîr a Gon Coulibaly xiste nav refên xwe, ku Gon Coulibaly avakerê Korghogoya yekemîn bajarê bakurî ye û di zemanê xwe de hevpeymanekî nêzîk ê Houphouet-Boigny bû.
Di asta gotarê de, berawirdkirin heta vira ye. Bavê neteweyê –ku, piştî serdema dagirker, karê bi darê zorê hilweşand– herweha danerê biwêja "Fransafrîkayê" ye. Ji bo wî, ev biwêj îfadeya menayeke erênî ye, lewra derbirîna hevpeymaniyeke bixêr a Fransayê ya digel Perava Îvoriyê ya azad e. Ji bo Gbagbo, Fransafrîka nîşaneya hîmayeta biyaniyan e: sozê dide ku dê dawî lê bîne. Herçend Houphouet-Boigny di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de hewla birêkxistina têkiliyên baş digel hevpîşeyên xwe yên fransî (ji Charles de Gaulle heta Jacques Chirac) dabe jî, xelefê wî, neyarê "Fransafrîkeya bavo", xwe wek pêşengê "serxwebûna duyem" pêşkêş dike. (7)
Lê belê, wêdeyî endîşeyên duristkirina îmajeke siyasî, ev qutbûna navbihurî tê heye veguherîneke sade û sethî be. Nexwe divê çawa fam bikin ku Gbagbo sala 2003’yê rêveberiya saziya benderan da destê Vincent Bollore yê ku di heman demê de wek Fermandarê Nizama Neteweyî ya Perava Îvoriyê hatibû destnîşankirin? Divê ji bo pêwendiyên Gbagbo yên digel Robert Bourgi yê şagirtê Jacques Foccart çi bêjin –ku di birêvebirina Fransafrîkayê li qesra Elyseeyê de xwedanê rola bingehîn – û şêwirmendê resmî yê Nicolas Sarkozy bû? Herweha divê mirov çawa tê bigihîje ku Charles Ble Goude yê mirovê herî dilsoz ê Gbagbo, ku wek wezîrê ciwanan hate dest nîşan kirin piştî tûra duyem a hilbijartinên serokatiyê yên 2010’ê, gelek bi hêsanî rabû bi riya şirketa xwe ya pêwendiyên siyasî şahiyeke mûzîkal bi rêk xist ku grûba Orangeyê [grûbeke şirketan a frensî] sponsorî lê dikir. Axirî, ma ne Gbagbo di 2002’yê de bang li Fransayê kir ku di çarçoveya sepandina şertên rêkeftinên bergîriyê yên 1961’ê de şerê komên serhildêran bike? Heye ku Perava Îvoriya Gbagboyî li dû Fransafriqayekê be ku ne mîna berê siyasî û hukûmetî be, lê xwe bispêre şirketên taybetî û di wê çarçoveyê de bi rê ve biçe.
Gelo heye ku Gbagbo bibe qurbanê "sendroma muxalifê ebedî"? Gbagbo yê ku bo heyameke dirêj bi rêbazên nedemokratîk ji desthilatê hate dûrxistin, niha hewl dide cihê xwe lê baş qahîm bike. Alîgirên wî bawer dikin ku şerê navxweyî (2002-2006) nehişt projeyên xwe yên mezin bibe serî. Li rexê xwe ve, serok Sarkozy jî mesafeyekê dixe navbera xwe û Perava Îvoriyê, Çunkî têgihiştiye ku her çi helwêsta ji Elyseyê bê, tê heye li dijî Fransî û şirketên wan ên li Perava Îvoriyê vegere. Gbagbo ji derdora xwe re gotiye, "Ji cerga çûna Chirac, ez re´hettir radizêm". Serokê dewleta fransî her weha di vê dawiya 2010’ê de jî bi hişyarî tev geriya û bes piştî Barack Obamayê serokê DYA’yê, rabû helwêsta xwe aşkera kir. Lê belê, vê tedbîrê jî têrê nekir ku "welatparêzên " Gbagboyî Fransayê wek hedef dest nîşan bikin.
Heçî xelkê Îvoriyê ye, tevî rewşa karesat a welatî, tenya nirxê ku "Pîremêr"î ji wan re hişt, anku dilsoziya li yekîtiya neteweyî û yekîtiya erdê Perava Îvoriyê, hê jî di nav wan de şert û nirxê bingehîn e. Aya her sê kurên lanetî yên Houphouet-Boigny hê jî pabendên vî nirxî ne?
Vladimir Cagnolari*
Rojnameger. Nivîskar bi vê helkeftê spasiyaVanadis Feuilleya arşîvger dike.
- http://www.ladepechedabidjan.net/
- Ev planên lêanîna strukturel ên ku di bin per û baskê saziyên fînansê yên navneteweyî de hatin pêkanîn, wê taybetkirinê, pevguhertina serbest û kêmkirina qada xizmetên dewletê organîze bikin
- Pênasa sînordarker a nasnameya neteweyî ye ku li ser welatiyên dixwazin bikevin pêşbaziya hilbijartinan – ji bo namzetan – yan jî dengdanê – ferz dike kokên xwe yên îvorî îsbat bikin
- Bédié, sala 1994ê mafê dengdanê yê biyaniyan da betal kirin, tevî ku Gbagbo ji sala 1990ê ve gazin dikirin ku “kerîyê hilbijêran)” ji yê “kevin” pêk hatiye (yê “kevin” ji xwe re “kerîyekî hilbijartinê” çêkiriye ku timî dengê xwe didin wî)
- Di bin paraztina Burkina Faso de, peymanên aştiyê rê li ber derbasbûneke siyasî vekirin. Soro, dibe serokwezîrê Gbagbo
- Rojnameya partiya Gbagbo Notre Voie, di gotarekê de xwe li vê datîne, “Le talent d’Houphouët, le génie de Gbagbo (qabîliyeta Houphouëtê, dehaya Gbagbo)”, Abidjan, 4ê çiriya paşî ya 2009an
- Bixwîne, Anne-Cécile Robert, “Rêve d’une seconde indépendance (xeyala serxwebûneke duyemîn)”, Manière de voir, hejmar 108, “Indispensable Afrique (Afrîkaya dest jê nabe)”, kanûn 2009 - çile 2010
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

